REKLAM    

Hunera sînema li devê deriyê Kurdan dixe. Wê ne şaş be ku em bêjin gelê Kurd di riya hunera dîtbîniyê de, dikare ji nû ve serweta dîroka xwe zindî bikin. Wê gavê armanca ku em di hindirê vê cîhanê di çawa dixwazin bijîn, wê zelaltir bibe.

Di zarokatiya min de li ber TVê rûniştin û filman guhdarkirin, li gorî gotinên bav û dayika min, nexweşiya wê bi min ketîbû di mesafeyeke nêz de li TVê temaşe kirin, ji bo wê yekê ji dersê xwe mayîn, her gav bûye sedema lêdan xwarina min. Dayik û bavê min bi çavê ku film xweza û exlaqê zaroka xera dike, bi hişyariyan dixwastin min bînîn rê. Lê belkî nedihat bîra wan ku carekê bi tenê jî ji xwe bipirsin di riya van filman de ev zarok li çi digere.

Belê, em zarokê gelekî wisane ku idiyaya wî ya jîyanê ti carî bi bin neketiye. Di çar demsalê jîyanê de, em çavê xwe li ser dengê xwezayê û li ronahiya siharê vedikin. Hestên me xwe radestê her demsalê dike da ku bi rêve bibe. Gavê me bi qasî tu bêje bese, tijiyê ji xweşikatiya jiyanê. Li ser axa vî welatî denge şer kêm ne bûye, lê ti carî me nexwestiye ku em bibin serdest û me ti carî ji şer hez nekiriye, Xweza û mirovê vê axê dev ji destaniya xwe bernedane, û sêweyek azad û aşitiyane heya niha jî bi hev re jîyankirine. Ma ev rastî ne hêjaye ku di hunerê sînema de cîhê xwe bigre.

Her ku em mezin dibûn û salên xwendinê giran dibûn, qedexekirinên bav û dayika jî li ser temaşekirina TVê jî zêdetir tund dibû. Lê ew ne çare bû. Me zaroka jî ji lîstikên xwe film çêdikirin. Ji xeyalê xwe helbest ava dikirin. Şert û mercê jiyaneke çawa em dixwazin, me peyama wê dida. Em ne di vê zanabûnê de bûn bê ku em li çi digerin, lê hêzeke hindirîn xeyalê me di wî temenî de dida axaftin. Belkî ji bo ku zimanê dîtbîniyê di cîvaka me de hîna zeyîf bû, ti carî lîstokê me jî ji derdora me re balkêş nedihatin. Lewra ez hîna wê çaxê fêr bûm ku, temen jî biyaniyê dixe nava cîhana mirovan de.

Êdî dem pijiya ye ku em li pirsgirêkê xwe ye jiyanî, cîvakî û netewî bi çavê hunerî temaşe bikin û dem hatiye ku em devê deriyê xwe li hunerê sînema jî vekin. Ji ber ku sînema zimanê herî sivik e ku, mirov de kîjan temenî de be bila bibe, di kîjan welatî de be bila bibe, têgihiştina wan ji hev hesanî dike û sînema dikare bi hesanî rastiya welat û gelê me bi cîhanê bide nasîn.

Lê pêwîst e em ji bîra nekin ku gava em têkevin ser riya sînema de, vê pirsê ji xwe bipirsin. Çima sînema? Sînema Kurdî çî ye? Çîrok û mîjara sînema kurdî pêwîst e li ser çi bin? Pêwîstiya Kurda bi sînemayeke berê wê bi kîderê ve be heye? Emê sînema xwe bispêrin kîjan rastiyê? Bersivdayîna van pirsan giringiyeke wê ya jiyanî heye.

Yan jî … û bi taybet yan jî ku em ne di zanabûn û giraniya saheya vî hunerî de bin, em dest navêjinê de wê ji me re baştir be. Yan jî, ji gepeke di devan de were cûtin, emê wêdetirê wê ti tiştî qezenc nakin. Qezencê berde, tiştê ku heye jî emê winda bikin. Sînema bi qasî ku avakirin saheya jiyan û mirova ye, di heman demê de hêzên desthilatdar sînema kirine amûra çanda populizmê jî, kirine saheya bazirganiyê. Saheyeke wisaye ku dikare bûhayê nirxê çanda cîvakê ji cewherê wê derbixe, Ango pêwîst e em nahêlin hêzên desthilatdar, hunerê cîvak û gelan bikin sîlahê komkûjiya çanda wan. Lewra pêwîst e ti carî çavê sînemavanekî li hemberî vê rastiyê girtî ne be.

Dibêjin ku, cîwanek di rihê xwe de nebîne ku hêza wî têra fetihkirina cîhanê dike, bila ji xwe re nebêje ez cîwanim. Belê êdî heyecana cîwaniyê sînga min diqelaşt . Xeyala gewdê min li dû xwe dixirikand êdî. Rêka ku xwe li pêşiya min raxistîbû ne diyar bû, lê ya ez jê bawer ev bû ku ez di riyeke rast de dimeşiyam. Êdî min li filmên TVê temaşe nedikir, ji ber ku çavên min, filmên jiyaneke bê sînor dikişand, jixwe ev filmê ku heyî jî nema têra lêgerînên min dikirin. Bi dû tiştekî mezintir di ya heyî hîn mezintir. Bayê cîwaniyê min di nava pelê jiyanê de wenda dikir. Lê baweriyeke min hebû ku huner dikare bibe renesansê jiyaneke rast ji min re. Ez pir dereng nemam da ku ez vê yekê tespît bikim. Ewê ku riya azadiya gelê min re derbas dibe.

Gava em ber bi roja me ya îro de tên û lê temaşe dikin, em dibînin ku pirsgirêka ku xwe di bin navê netewbûne de derdixe pêş, rewşeke awarte bi xwe re diafrîne. Di despêkê de sînemaya ku çê bike ji bo vî gelî nebe hêz, wî raneke ser piya û riya rast jêre ronahî neke, wê çaxê em dipirsin ji sînemacî û derhenerê me yên Kurdî: hûn behsa kîjan netewbûnê dikin? Nasname her hunermenda gel, welat û cîvaka wî ye. Ger di nava gelê xwe de, parçebûna ku heye wernegerîne yekîtiyeke netewî bi hunera xwe, wê çaxê behskirina netewbuneke navnetewî jî vala ye. Netewbûn berde, navê wê ancex bibe ji rastiya xwe biyanîbûyîn. Ji rastiya xwe rev e. Netewa mirovekî hunermend gelê wî ye. Jixwe hunereke bi ast be, gava ku ji destê hunermendekî derkeve netewbûna wê berde, gerdûnbûna wê heye.

Belê komkujiya çandî, hesab û sîyasetên pergalên desthilatdar, xwe li ser rastiya komkujiya çandê avadike. Çanda gelê kurd çandeke dewlemende, lê li gorî roja me ya îro li xwe zêde nekirîye û lêwaz maye. Wê lêwaztiyê hiştiyê ku çand û hunera kurdan, bibe mîjara bazirganiya hêzên derve û hindir û hindek ji hunermendên me jî, amûra vê bazirganiya ne.

Gelek hunermendên me hene, ji ber ku di zîhnîyeta wîjdanî û exlaqî de serwext ne bûne, dibin xefka ji çand û hunera kurdî re. Sedemê vê yekê çî ye? Ezê wê jî bêjim. Ji ber ku hunermendên me, bi navê netewbûnê ji derve de li rastiya cîvaka Kurda temaşe dikin. Ev jî dihêle ku tenê pirsgirêka bibînin, lê nikaribin çareser bikin.

Min êdî riya xwe hilbijartibû. Çiya bibû hêlîna jiyan û hunera min. Gava min asta lêgerînên xwe dipîva, min di bîbîkê çavên ku di riya azadiya de qurumîne didît. Tişta ku barê min zêdetir dikir ew bû ku, min cihê xwe di koma Xelil Dağ ya sînema de digirt. Lewra ez neçar bûm ku ez li peravê ava Zapê û di şikeftên wê de, xwe di asta felsefe û weke şopdarê doza Xelil Dağ di aliyê huner de avabikim. Sînemaya Xelil Dağ sînema zarokê netewa Kurd e ku ji bo azadiya xwe derketine serê çiya.

Hin sînemavanên me wisa kirine ku, em çiya bigirîn û biponijin di filmên xwe de, emê bi sînema xwe karibin bikevin çavê dinyayê. Lê hûn nizanin, ew çiqas destê xwe di ser serê me de bibin û bînin, ji xwe re, dibêje baş e, baş e. Heya ku hûn ev bin ji we tiştek dernayê, heya hûn ev bin ez ji we natirsim. Tiştê ku derhenêrên me dikin, ne kêmî ya we ye. Li ser nirxên vî gelî di heman demê de, ew jî bazirganiyê dikin. Di israrkirina nasnama Kurdê reben û hêjar de, êşê wî gelî difroşin. Bihayê vê yekê jî xelat û şuhrete. Hîn derhêner jî, tarîqat û ol dikin amûrê sîyasetên xwe yên qirêj. Ango her yek di riya hunerê de dixwaze ku berê Kurda bide xwe.  Sînema Bahman Gobadî di alî huner û estetîkê de xwedî hêz e lê şensê Kurda nîne ku forsa huner ji bo hunerê bikirin. Lê gava tu li rastiya cîvaka Kurd temaşe dikî tu bi pirsgirêkan re rû bi rû tê. Ji bo vê hunera me neçare ku bibe çareseriya birînên vê cîvakê. Mînak di filmê “Kîso Jî Difrin” de, Bahman Gobadî di reportajeke xwe de ji bo Agirî dibêje Kurdistana min e. Di vî filmî de agirîna ku di asta Kurdistanê de tê nirxandin di tecawizê re derbas dibe. Heqaret lê tê kirin. Hêviya jiyanê têda zuha bûye. Di jiyanê nefret dike û naxwaze ku jiyan bike. Di dawiyê de agirîna ku Kurdistana Gobadî intîxar dike. Yanî tê gotin ku sînema Kurd û Kurdistan dawiya wê intîxar e, mirin e.

Yılmaz Güney di sînema xwe de dibêje ku têkoşîn li kuderê be em li wir in. Xelil Dağ jî di filmê Beritan de dibêje pêwîst bike ji bo azadiya xwe emê xwe ji zînarên bilind bavêjin. Rêziknama sînemaya herdû derhênera ku di dîmenê xwe de anîne ziman xelatên xwe ji dilan girtine xelatên dilê Kurdistaniya. Ango pêwîstiya sînemaya gelê kurd bi intîxarê ne maye.

Êdî di Kurdistanê de ti hunermend nikare hilberîna azadiya gelê Kurd înkar bike. Ger ku îro bahsa hunerê jî tê kirin mirateya ku sî û penc salê ku bi xwîna zarok û hêsrên dayikên hatiya avdan e. Lewra pêwîst e ku em bi hunera xwe ji vê rastiyê ti carî biyanî nebin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse