Di Rojên Belgefîlman de ‘Mafê Jiyanê’ û ‘Aştî’

0
30
REKLAM    

6’emîn Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan ku ji aliyê THÎV’ê bi piştgiriya Îletîşîm Çalişma Toplulugu û Instîtut Fransiz tê lidarxistin îsal di navbera 10-13’yê mehê de li dar dikeve. Ji gelek welatan li ser mafên mirovan belgefîlm têne nîşandayîn.

Di daxuyaniya amadekarên Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan de hatiye gotin ku di sala 2015’an de li Tirkiye û li dinyayê binpêkirinên mafên mirovan zêde derketine pêş ji ber vê yekê jî wan mijara bingehîn a çalakiyê wekî “mafê jiyanê” û “aştî” ragihandiye.

Li ser wateya hebûnê, kuştina zimanek, komkujiyên ku kurd rastî wê ha tine, encamên xirab ku şer di jiyana mirov de derdixe holê, tekoşîna çêkirina jiyaneke nû ya jinan a li Kobanî, komkujiya Ermeniyan, drama penaberan, binpêkirina mafan a di dema Berxwedana Gezî de, şopên li Şîliyê li dû Allende mane, pirsgirêka Filistînê, pirsgirêkên civanî ku di encama bajarê mezin de dertên, parastina darên zeytûnan û xwezayê, li ser van û li ser gelek beşên din belgefîlm di vê çarçoveyê de têne nîşandayîn.

Wekî her sal îsal jî derhênerên belgefîlman dê ligel temaşevanan bên ba hev. Ji derhêneran Kazim Kizil (10’ê mehe saet 19.45) û Nazim Alpman (11’ê mehe saet 19.40) wê beşdarî gotûbêjê bibin.

Di nav çalakiyê de gelek belgefîlmên derhênerên kurd jî hene. Hin ji van “Nûjîn” (Veysi Altay), “Dûr” (Vahap Sarialtin), “Hezar û yek sêv” (Taha Kerîmî), “Mêşvan” (Mano Xelîl)…

Belgefîlm li Navenda Çanda Fransiz bê pere têne nîşandayîn.

Ji bo yên bixwazin herin, navnîşan: Cumhuriyet Bulvani no 152 Alsancak, Îzmîr

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse