Di roja şanoyê de bernameyên kurdî

0
10
REKLAM    

Îro Roja Şanoyê ya Cîhanê ye çawa li gelek deverên cîhanê ev roj bi çalakiyên cihêreng tê pêşwazîkirin kurd jî bi lîstikên xwe yên şanoyê dê huner û performansa xwe bi şanohezanre parve bikinLi her derê cihaê di çarçoveya Roja Şanoyê ya Cîhanê de bernameyên cihêreng tên lidarxistin. Ev roj bi saya Yekitiya Şanoyên Navneteweyî

ku di sala 1961’an de 9’emîn Konferansa ITI (International Theatre Institute – Enstîtuya Şanoya Navneteweyî) xwe de biryar girt tê pîrozkirin

.
Fikra Roja Şanoyê ya Cîhanê li wê derê hat vegotin û di sala 1962’yan, roja 27’ê adarê li Parîsê Şanoya Navneteweyî vebû. Lewma jî ev roj wekî Roja Şanoyê ya Cîhanê hat qebûlkirin. Niha ITI li dinyayê li dor 100 cihan her sal vê rojê pîroz dikin.

PERESÎNA ŞANOYA KURDÎ

Kurd jî her sal vê rojê pîroz dikin. Şanoya kurdî li bakurê Kurdistanê di salên 1990’î de peşveçûnek bi dest xist. Komen ku we deme avabûne ev in: Teatra Jiyana Nû (NÇM istanbul, 1992), Teatra Evîna Welat (KAYDER istanbul 1994), Teatra Amara (NÇM Mersin 1997).

Piştî van komên şanoyê îro roj gelek komên şanoyê hene ku ji bo pêşxistina şanoya kurdî di nav hewldanên qedirbilind de ne. Li bakurê Kurdistanê ji bo ku hunera kurdî li ser kok û rehên xwe şîn bibe û bejn biavêje par 1’emîn Mîhrîcana Şanoya Kurd li Amedê hat lidarxistin.

LÎSTIKÊN BALKÊŞ

Hewldanên ji bo pêşvebirina şanoya kurd bes ne tenê bi mîhrîcanan her wiha bi lîstikên komên amator û profesyonel jî berdewam kirin. Di vê çaroveyê de ji serdema 2011’an heta serê sala 2013’an gelek lîstikên balkêş û baş bi şanohezan re hatin parvekirin. Di Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ji bo avakirina repertuara tekstên kurdî îsal 3’yemîn Pêşbirka Tekstên Şanoya Kurdî li dar dixe û serlêdan hêj berdewam dikin.
Ji bilî vê jî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê komên şanoyê yên li navendên çandê yên di bin banê şaredariyan de xebatên xwe yên hunerî dimeşînin gelek lîstikên baş derxistin ser dikê. Hin ji wan lîstan ew bûn ku li bakurê welat gelek caran derketin ser dikê jî ev bûn. Ez û Ew, Daf, Şîzo, Reşê Şevê, Antîgone, Xulamê Du Xwedî, Daweta Xwînî, Hamlet, Papûcên Min ên Xweşik û gelek lîstikên din di mîhrîcan û organîzasyonan de derketin pêşberî şanohezan.

BERNAMEYA DBŞT’Ê

Di Roja Şanoyê ya Cîhanê de jî dê şanogerên kurd bi şanoyên xwe dîsa balê bikişînin ser şanoya kurdî , şanohezan vexwînin salonên şanoyan.

Şanogerên ku xebatên xwe yên şanoyê di bin banê Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) dimeşînin di çarçoveya rojê de derdikeve tûrneyê û di tûrneyê de dê di çarçoveya rojên şanoyê de li Êlihê bi lîstikên Xulamê du xwedî û Papucên min ên xweşik derkevin pêşberî şanohezan.

Şanogerên DBŞT’ê 28’ê adarê saet di 11.00’an de bi lîstika zarokan a bi navê Papûcen Min ên Xweşik û dîsa heman rojê saet di 19.30’an de lîstika bi navê Xulamê Du Xwedî dê li Şanoya Hunerî ya Êlihê derkeve pêşberî şanohezan. Lîstika bi navê Xulamê du Xwedî 29 û 30’ê adarê dê li Amedê jî li Salona Şanoyê ya DBŞT’ê saet di 20.00’an de derkeve ser dikê.

LI ROJAVA ŞANO

Li Dêrika rojavayê Kurdistanê jî Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ji bo bîranîna hunermend Yekta, di 28’ê Adarê de şeveke şanoyê lidar dixe. Şeva ku dê saet di 18.00’an de li navendê were lidarxistin de komamên Bavê Teyar, Ava Mezin, Wan, Roj, Buharya, Kulîlka Azadiyê û Cudî wê şanoyên xwe pêşkêş bikin.

ÇALAKIYA LI STENBOLÊ

Yek ji çalakiyên ku îsal kurd dê li dar bixin jî dê li Stenbolê ku gelek salan ji bo peresîna şanoya kurd hembêza xwe vekiribû li dar bikeve. Çalakî dê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li dar bikeve. çalakî bi belgefîlma bi navê “Cewher: Dînên Shakespeare” dest pê dike û piştî belgefîlmê jî dê gotûbêjek pêk were. Şanogerên kurd Erdal Cevîz, Aydin Orak, Berfîn Zenderlîoglu dê li ser “Şanoya Kurd” axaftina xwe bikin û bersiva pirsên beşdaran bidin. Çalakiya navborî îro saet di 19.00’an de li qata jorîn a Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li dar dikeve.

Mîhrîcana Şanoya Amedê

Amedekiriyên ji bo 2’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê jî berdewam dikin. Şanoya Bajar ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di navbera 26’ê nîsanê û 4’ê gulanê de dê mîhrîcanê li dar bixe. Komên ku dê beşdarî mîhrîcanê bibin, divê formê ji ser malpera DBŞT’ê daxin û dabigirin û tomara vîdyoyî ya lîstika xwe bi formateke dîjîtal bigihînin Şanoya Bajar. Her wisa di çarçoveya mîhrîcanê de komxebat jî dê bên lidarxistin û serlêder divê dosyeyên xwe yên serlêdanê bigihînin Şanoya Bajar. Dema dawî ya serlêdanê: 5’ê Nîsana 2013’an e.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse