Di neqeba şîn û şahiyê de sînema

0
25
REKLAM    

Em bipejirînin yan jî nepejirînin, wê şîn û şahî her bi hev re hebin li Kurdistanê. Ev e rastiya herî dijwar ya jiyana Kurdan. Herî zêde Kurd dinasin şîn û şahî çawa bi hevdu re tên girêdan. Bi salan e ku li vê xaka pîroz ev her du têgeh hevdû di heman qad, kolan û kuçeyan de hembêz dikin. Ji ber vê yekê em Kurd divê bi zimanê van her du têgehan baş zanibin û baş bi kar bînin. Her wiha divê şîn û şahiyên me jî ne wek ên gelên din bin!

Ev mînaka hanê di Mihrîcana Kurtefîlmên Kurd a Yılmaz Guney de jî baş hat dîtin. Roja destpêkê beriya em derbasî fîlman bibin me li ber deriyê Salona Yılmaz Guney a Sînemayê bi Dayikên Şemiyê re daxuyanî da. Piştî ku daxuyanî qediya dîsa herkes vegeriya salona sînemayê û li fîlman temaşe kir. Her wiha roja din jî di nav gaz û avê de derbas bû. Ji ber êrîşên li Kurdistanê li Êlihê rojekê jiyan hate rawestandin û derabeyên hemû dikanan hatin daxistin. Em her çiqasî nexwazin jî li Kurdistanê rewş wisa ye. Rastî ev e ku em tê de ne. Rojek şîn, rojek şahî, saetek şîn û saeteke din şahî.

Tije û têr bi wate bû

Bi dirûşmeya “Gelê berxwedêr sînemaya berxwedanê” me mihrîcanek din li dû xwe hişt. Gava mirov li dirûşmeyê dinihêre dirûşmeyeke zêde bi angaşt tê xuyanê. Rastiya vê yeke heye. Her wiha ji bo nîqaşeke dirêj jî mirov dikare wek mijareke kûr bibîne. Gelê berxwedêr heye em bi vê yeke baş dizanin, lê ji bo îro sînemaya berxwedanê çawa ye, heye an tuneye mirov nikare bersiveke zelal bide. Jixwe armanc jî ew bû em sînemayê bi vê dirûşmeyê nîqaş bikin. Bi her awî mihrîcanek zor û zehmet bû lê di heman demê de tije û têr bi wate bû jî. Tije bû lewre, di bernameya mihrîcanê de nêzî 20 kurtefîlm, 7 belgefîlm û 6 jî fîlmên metrajdirêj hebûn. Bi wate bû, lewre di nav vê pêvajoya giran û di nav vê derûniya dijwar de bertekek di cî de bû. Bi bîr û baweriyeke mezin ev xebat hatin meşandin û ji bo her tişt baştir derbas bibe gelek heval bi şev û roj wextê xwe veqetandin û bi kelacaneke mezin cî girtin di amadekirina vê mihrîcanê de.

HIŞ û BÎR’a me kûrtir bike

Her çiqasî armanc û angaştên me pêk nehatibin jî, tiştên ku me hêvî dikir me di pratîkê de nejiyabe jî, qet nebe me destpêkek kir. A rast ev destpêk ji zû ve ye heye lê hin salan bandora xwe kêm kiribû. Ji bo min di vê pêvajoyê de ev helwêst girîng bû û di cî de bû. Rast e, gava mirov difikire ji mirov re xerîb tê. Li her deverê êrîş, kuştin û mirin hene, em ê çawa mihrîcanê bi rêve bibin? Di nav van rewşên xirab de mihrîcan tê çi wateyê gelo? Derûniyek ne baş e, lê divê mirov hestiyarbûna xwe veguherîne hiş an jî bîr û baweriyekê. Divê mirov qadên bi vî rengî veguherîne keleha huner û berxwedanê. Tişta  herî girîng ev e! Ne ku mirov xwe paşde bide û derabeyên van qadên hunerê daxîne xwarê! Divê deriyên van qadên hunerî her tim vekirî bin. Çi dibe bila bibe divê ev derî qet û qet neyên girtin. Gava mirov li dîroka tekoşîna gelên din jî dinihêre, helbestvan, wênesaz, sînemager û romannûs di nav zor û zahmetiyan de dev ji gotina xwe bernedane û heta ji wan hatiye li ber xwe dane. Nivisandine, gotine, xêz kirine û kişandine. Divê em jî heman tiştan bikin. Divê hunermend, rewşenbîr û sînemagerên Kurd jî têkoşin û biafirînin. Xwe fetisandin û xitimandin ne çareserî ye! Divê ev tekoşîn vegere helwêstekê û nihêrînekê bi mirov re çêke. Divê rewşa îro HIŞ û BÎR’a me kûrtir bike, xurttir bike. Hunera baş û paq ancax dikare ji vê helwêst û nêrînê derkeve holê.

Em ji nîqaşan netirsin!

Naveroka mihrîcanê her çiqas xurt be jî, nîqaşên xurt nehatin meşandin. Di hêla axaftin, şîrove û nîqaşê de pirsgirêk hene. Divê ev çand jî hêdî hêdî bi pêş keve û em şerm nekin. Tiştên di dile xwe de yan jî pirsên di serê xwe de bînin ziman ango parve bikin. Tevlîbûn heye lê li ser sînemayê zêde nîqaş çênabin mixabin. Divê li gorî tevlîbûnê nîqaşên xurt jî bên meşandin di mihrîcanê de. Tişta ku mihrîcanan bedewtir dike ev nîqaş in. Ji xeynî van xalan divê sal bi sal naveroka mihrîcanê jî Kurdewar bibe û di naveroka xwe de gotûbêj û hevpeyvînên Kurdî jî bihundirîne. Bi van pêşveçûnan mihrîcan wê germtir û watedartir bibin. Divê mihrîcanên me jî bi rihekî Kurdewar werin dorpêçkirin û li gorî vê werin lidarxistin.

Her wiha nîşandanên fîlman yên li taxan, kargehên çîrok û senaryoyê, hevpeyvîn û guftûgo jî tiştên herî xweş yên mihrîcanê ne. Divê mirov van xebatan baş bi rêxistin bike û li ser bisekine. Di vê mihrîcanê de ev xebat hinekî qels man û baş nehatin birêxistinkirin. Di bernameya mihrîcanê de forûmek hebû. Me dil dikir ku gelek kes tevlî vê forûmê bibin û ramanên xwe parve bikin. Bi taybetî jî armanc ew bû ku temaşevan beşdarî vê forûmê bibin. Gel mihrîcanek çawa dixwaze? Ev pirs û bersivên vê pirsê ew ê riyên nû vekira ji bo me û me yê bikaribûya ji bo mihrîcanên siberojê nexşerêyek derxista lê ev yek pêk nehat û forûm jî bi beşdarbûna çend kesan derbas bû, encamên zelal derneketin holê. Tiştên berê ku me dizanibû hatin dubare kirin. Rast e ji bo xebatên nû hêviyek hebû lê ev hêvî ji bo vegere biryarekê divê mirov hêj zahf nîqaş bike û navên hin tiştan baş diyar bike. Lewre di hêla hişmendiya me û kirinên me de carinan alozî derdikevin û tevlîheviyek didome. Divê rengê mihrîcanên me jî rengê jiyana me bin. Renge gelên me bin…

Îsal tevlîbûna kurtefîlman geştir bû 

Tişta baş îsal kurtefîlm zahf hatin nîşandan. Ji Bakur, Başûr û Rojhilat gelek sînemager hatin cem hev û nêrînên xwe bi hevre parve kirin. Gelek sînemager bi saya mihrîcanê hevdû nas kirin û ji bo siberoja sînemaya Kurd peywendiyên xurt bi hev re çêkirin. Ji çar perçeyên Kurdistanê kesên bi sînemayê re mijûl dibin di mihrîcanê de cî girtin û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Hêla herî baş ya mihrîcanê nasîna van kesan bû. Jixwe qada mihrîcanê jî ji bo van tiştan pêwîst e û divê ev qad roj bi roj zêdetir bibin da ku mirov zahftir werin cem hev û li ser sînemayê biaxivin. Dem bi dem, roj bi roj divê bingeha van xebatan geştir û zelaltir bibin. Em mihrîcaneke çawa dixwazin? Mihrîcaneke bi çi rengî? Ji bo çi mihrîcan û ji bo kî mihrîcan? Divê em sînemagerên Kurd li van pirsan baş bifikirin û bersivên têr û tije ji bo van pirsan bibînin. Ev pirs wê me ber bi mihrîcanên alternatîf û azad ve bibin.

Divê mihrîcanên me Kurdistanî bin

Dixwazim li ser kurtefîlmên di pêşbirkên de jî çend tiştan bibêjim. Heger em li vir kevanekê vekin, mijara pêşbirkê jî divê êdî bi awakî maqûl rabe û mihrîcanê bi zêdetir fîlman tije bike. Ne li ser esasê pêşbaziyê lê li ser esasê parvekirinê baş bisekine û mihrîcanê bi vî awayî mezintir bike. Ji bo gelê Kurd tişta herî girîng û bi wate ew e ku li gorî xweseriya xwe mihrîcaneke xwerû ava bikin. Divê lêgerîn û armanca herî mezin ev yek be, nexwe wekî din çêbe em ê jî bibin wek mihrîcanên pergalê û li gorî wan xwe bi rêk û pêk bikin. Divê mihrîcanên me Kurdistanî bin. Li gorî rastî û heqîqeta gel werin amadekirin.

Pirsgirêka herî mezin AZADÎ ye

Fîlmên ku îsal hatin nîşandan di hêla mijarên xwe de hema bibêje tev jî nêzî hev bûn. Di encama kurtefîlman de mirov tê derdixe ku li rojhilata navîn pirsgirêka herî mezin AZADÎ ye! Di hûnandin û tevnsaziya hemû fîlman de ev (nexasim jî di kurtefîlman de) rastî heye. Hemû karakter dîl in û li dû AZADÎyê ne. Dilê Kurdistanê zêde zêde hatiye êşandin û ji bo mirov dîl werin girtin her alav hatiye bikaranîn. Kurdistan hatiye dagirkirin! Hatiye herimandin Kurdistan! Ji fîlmên ku dertên holê mirov vê rastiyê baş dixwîne û dibîne. Jiyan hatiye rawestandin û strana jiyana Kurdan hatiye birrîn! Ji ber vê rastiyê ye ku di gelek fîlman de em li dû stranên xwe digerin û wan di fîlman de bi kar tînin. Tenê ew in hiş û bîrên me. Arşîvên me yên zindî stran û dengbêjên me ne. Di mijar û fîlman de ev yek rastiya herî berbiçav e. Ev rastî mijareke bingehîn ya çîrok û senaryoyên rojhilata navîn e. Li vê axê azadiya gelek tiştan hatiye qutkirin. Azadî tuneye, lê heps, sirgûnî, narincok, xizanî, sînor, qedexekirin, zilm û zor, şer û pêvçûn her tim hene û qet neqediyane. Lewre jî huner van têgehan wek mijar dixe naveroka berhemên xwe. Her fîlmeke hêja paqijkirina Kurdistanê ya ji dagirkeran û hişmendiya wan e. Divê Kurd fîlmên baş çêkin û xwe di hunera sînemayê de çêtir bikin.

Şewaz û rêçikên nû biceribînin

Di van demên dawiyê de Kurd nexasim li ser sînemayê disekinin û di hêla dîtbariyê de gotinên nû bi pêş dixin. Her kurtefîlm nêrînek û şîroveyeke hêja ye ji bo Kurdistanê. Ev hewldan gelekî girîng û bi wate ne. Ev mijar çiqas me aciz bikin jî divê werin kişandin. Divê werin temaşekirin. Divê berhemên fîlman zêdetir bibin da ku mirov karibe nîqaşan jî bike. Gotin, rêgez, şêwaz û formên nû ancax di encama van nîqaşan de derkevin holê. Her kurtefîlm, ji tîbûn û bêarşîvbûna Kurdan re tasek ava cemidî ye. Divê em Kurd ji van kurtefîlman têr vexwin û analîz bikin. Lê rastiyeke din jî heye, divê êdî Kurd, bikevin lêgerîneke din û gotinên xwe yên mezin bi awayekî din jî vebêjin. Şêwazên cur bi cur biceribînin û rêçikên nû ji xwe re ava bikin. Riya xelasî, estetîk ango bedewiyê ev rêçika nû ye. Ev rêçik wê çawa derkeve holê? Ti kes bi bersiva vê yekê nizane… Çawa ku Mewlana dibêje, “Ya herî bi nirx ne ew e ku mirov tiştekî bibîne. Lêgerîn, heqîqeta herî mezin e. Tişta herî bi nîrx lêgerîne, ne dîtin e.” Em Kurd ne li dû dîtinê bin. Em her tim di nav lêgerînê de bin. Ev lêgerîn û ceribandinên nû wê me bigihîjînin qonaxekê. Ji bo vê lêgerînê Kurd cehdeke hêja nîşan didin. Di van salên dawiyê de êdî di destê her Kurdekî de kamerayek heye û dîmenan dikişîne. Ev jî hêviyek mezin dide mirov û kêfa mirov tê. Dibe ku berhemên dertên holê zêde ne hêja bin jî, lê dîsa jî afirandin û nîşandana elaqeyê baş e.

Em xwe nexin xefika xelatan!

Di meydanên navteweyî de jî êdî Kurd xwedî gotin in û bi saya sînemayê çand û hunera xwe derdixin pêş. Ev tişt rûmetekê bi mirov re çêdike û mirov bi vê yekê serbilind dibe. Lê divê Kurd rastiyekê jî ji bîr nekin. Xwe nexapînin û xwe nexin xefika xelatan! Çand û hunera xwe nekin qurbana xelatan û di mihrîcanan de av û av neçin! Divê tiştên ku çêkin beriya her tiştî li ser dilê gel rûne. Heta ku berhem an jî hilberîneriyek, gelê xwe hembêz neke ew çiqas xelatan werbigere jî bê feyde ye û tu qedr û qîmet jêre tuneye! Rast e, ew dixwazin em çand û hunera xwe kirêt nîşan bidin. Gelê xwe biçûk, xesandî û paşvemayî derxin pêş. Ew jî dixwazin bi van xelatan ber dilê me xweş bikin! Aha divê hunermendên Kurd, nemaze sînemagerên Kurd zîrek bin û van lîstikan vala derxin. Ne ku ew ji me tiştekî bixwazin û em li gor daxwaza wan tevbigerin, ya girîng ewe ku em bixwazin û çi ji kûrahiya dilê me were em li dû wî tiştê herin. Di vê hêlê de divê em hişyarbin û nekevin xefika van lîstikan. Em vê nêzîkatiya wan vala derxin da ku em rêçikeke nû ya sînemayê ji xwe re ava bikin, ev rêçik ji bo Kurdan pêwîst e. Divê Kurd him bi him di şivareya hunerê de xwe derxin asteka bilind. Destpêka vê rêçikê di sînemayê de bêguman nîşandana Kurdên serfiraz e. Mijara nîşandana Kurdên serfiraz û zîrek li hember sînemagerên Kurd wek azmûneke dijwar disekine. Divê sînemagerên Kurd êdî ji vê azmûnê derbas bibin û biherikin ber bi serfiraziya sînemaya navteweyî.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse