Di festîvalê de du rojên dawîn

0
109

Festîvala Fîlman a Stenbolê di dawiya vê hefteyê de bi dawî dibe. Her wiha bi merasimekê dê fîlmên bi ser ketine jî bêne xelatkirin.

33’yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê 5’ê mehê dest pê kir û dawiya vê hefteyê, yanê 20’ê mehê bi dawî dibe. Li sê salonên Atlasê, li Beyoglu Beyoglu, li Feriye, Nişantaşi City, Rexx û li İstanbul Modernê dawiya vê hefteyê jî fîlm li benda temaşevanên xwe ne.

Êvara 19’ê mehê dê bi merasimekê merasima dawîkirina festîvalê li dar bikeve û fîlmên di pêşbaziyan de bi ser ketine dê bêne xelatkirin. Li gor encamê, fîlmê ku di beşa Laleya Zêrîn a Navneteweyî de bi ser bikeve roja 20’ê mehê saet 13.30 de li Atlas 3, fîlmê ku di beşa Laleya Zêrîn a Neteweyî de jî bi ser bikeve li heman salonê dê saet 21.30 de bê nîşandayîn.

Hin pêşniyarên me yên ji bo van 2 rojên dawîn:

  • “Dişîşlerî/Quai D’orsay” (derhêner Betrand Tavernier)
  • “Kizil ve Beyaz /The Red and The White” (Derhêner Miklos Jansco)
  • “Babam ve Oglum” (Derhêner Çagan Irmak”
  • “Walesa” (Derhêner Andrzej Wajda)
  • “Sessizlerin Sesi / The Voice of the Voiceless” (Derhêner Maksimon Monihan)
  • “Dunyada 20.000 Gun/ 20,000 DAYS ON EARTH (Derhêner Iain Forsyth, Jane Pollard)

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse