REKLAM    

 “MIrInê tu lI kû yî jIyanê ez kuştIm.”                                             Hejar MukrIyanî

Ji destpêka fîlm heta dawî ev hevoka li jor di hişê min de çarmêrkî rûnişt û qet ranebû. Qîrîna jiyanê bû ji bo mirin were ew xelas bike…Dijwar e lê di fîlm de tê dîtin ku jiyan dafikek e û mirov dinale û diperpite di wê dafikê de. Olana jana mirov xwe li dor hebûna mirov dilivîne û dilivîne. Di kêliyekê de jî “ken” tune bû. Dinya ji kêfxweşî û bextewariyê hatibû xesandin di vî fîlmî de. Bi reng, dîmen, çîrok û gotinên xwe fîlm vê yekê ji me re dibêje.

Her kes dixwest biçe “der”ekê. Dera ew lê bûn wan difetisand. Dixwestin ji hin tişan birevin. Her çiqas her yek ji wan reva wan cûda be jî her kes li gor xwe ji tiştekî direviya. Her kes dixwest dest bi rêwîtiyekê bike û xwe bigihîne Manzhoulî.

Ew “der” çiye li kurê ye gelo? Ji bo em herin “der”ek an jî “derî”yek din heye? Em çima li “der” an digerin? Derên em lê ne çima berên me didin “der”ên din? Ev ne-aramiya me ji ku tê? Bingeha vê acizbûnê çiye? Em ji kur hatin, bûn çi û ber bi ku ve diçin? Ew “der”ên em lê digerin dê ji vir baştir bin gelo? Em biçin wan “der”an em ê aramtir bibin…Kesên li wan “der”an jî li hin derên din ango “war”ên din nagerin gelo?

Dê ev reva me ya bi hin “der”ên din ve me aş bike!?

Di neqeba jiyan û mirinê de asêbûyîna mirovahiyê, nedîtina asoyên nûtir…mij…û morana hebûnê. Biyanîbûn…biyaniyê biyanîbûnê..em in yên asê yên li ber bayê vî zemanî tenê û hejar. Jiyan..evîn..malbat..aborî..hebûn..hevaltî…raman..em li çi digerin? Di nav van tiştan de em çima ewqas esê bûne û tengijîne!? Hebûn birîneke bê derman e gelo? Hebûn êşeke nenas ya ku em ê qet wateya wê nebînin e gelo? Nepeniya hebûna ya ku li rû û dilê me xistiye dê çiqas bidome gelo?

An tê hînî birîna xwe bibî an jî tê hîn bibî wekî din çare nîn e, ciyek din warek din êşa mirov nade jibîrkirin. Mirov dikare ji her tiştî bireve lê nikare ji xwe, ji hebûna xwe bireve. Jiyan, mirin û hebûn a xwe bi mirov dikin ji xwe lê heqîqet ji hemûyan dijwartir e û mirov li bin guhê erdê dixe. Reva ji mirin, hebûn û jiyanê hebe jî mixabin ya ji heqîqetê qet tune ye!
Yên xwe kuştin gelo xwestin heyfa xwe ji jiyanê bistînin û beriya jiyan wan têk bibe ew jiyanê têk birin. Hebûn li ser pişta me bar e û ev bar sivik nabe. Belkî rojek mirin me ji nav lepê jiyanê xelas bike, wekî din dinya berdîberdan e. Barê hebûnê sivik nabe! Her roj hinek din giran dibe. Gelo yên zû çûyî mafdar in an jî yên ku li ber xwe didin û jiyanê dirêjtir dikin!? Mirov xwe çiqas zû xelas bike baştir e gelo?

Mirin heye êş heye û her kes hinek xwe dixapîne…(!) hazirî dike ji bo mirinê, armanca jiyanê ya dawiya dawîn ev e. Hin kes vê amadekariyê zû bi dawî dikin hin kes dereng. Hin kes êş û birîna xwe zû dikewînin lê hin kes jî dereng lê di dawiya dawîn de her kes ji roja çêdibe û şûnde ji bo mirinê amadekarî dike. Ango dixwaze xwe ji vê dafikê xelas bike.
Em ê neçin tu derî..nikaribin herin…ji lewre jî em hînî êşa xwe an jî birîna xwe bibin…em hînî jiyana xwe bibin…Ferqek…ciyawaziyek pêwîst e…kî dît û xwe pê xapand (!) xwe jî xelas kir wekî din neçarî, jan û êş û birîn.

Ew “der” tune ye! Heger hebe jî ji vir “baş”tir nîn e! Gera li “der”ên din jî êşeke serbixwe ye, her tim xwestin û neçûyina wan “der”an jî êş û birînê xedartir dike. Neçariya di “war”ê xwe de mayîn. Nedîtina “der”ên din. Wisa di ciyê xwe de mayîn..!

Derhênerê vî fîlmê jî kesek ji wan kesan e ku “der”ek din ciyek din nedît an jî nexwest bibîne. Ji lewre ew jî yek ji wan kesan e ku zû bi zû heyfa xwe ji jiyanê hilanî û di temenekî biçûk de (30) koç kir û xatir xwest ji jiyanê.

Li dû xwe jî ev fîlm ji me re hişt. Straneke dilsoj…wextekî mohrkirî yê bi jan. Li ser jiyana nûjen, têkiliyên mirovan yên vê demê, aloziya hûndirîn ya mirovan û her wiha gengaşiya civakên nûjen fîlmek dilşewat e. Têkçûyina hestên mirovên vî zemanî baş dide derve. Li ser jiyan û mirinê fîlmekî bi derb e. Perpitîna di dafika jiyanê de û dilên dax bûyî…mirov nikaribe bi nav bike jî hema wisa tiştekî giran li ser dilê me rûdinê piştî fîlm. Acizî û tahmsariyek xerîb…di dawiya fîlm de ji kezeba şewitî ax’ek ji mirov diçe;
“kê negot, ax! û neçû?
kî nebû ax… û neçû?
felek kajikê bicû”*
Ew ê dilê me her dax bibe û felek jî bi ser de kajikê bicû..!
Ji xwe feleka me tim bêbext û xayîn bû…

Ji dîmenên dawî yên fîlm çend gotin;
“Tu dikarî herî her ciyî
erê tu dikarî vê yekê bikî
lê dîsa jî tu yê tiştek ciyawaz nebînî.
Piştî ku min jiyana xwe viqîvala derbas kir şûnde min ev yek fêhm kir.
Ji ber vê yekê divê ez rehet bibim. Pêwîste ferqek, ciyawaziyek hebe!
-Te fêhmkir?
-Erê.
-Na te fêhm nekir!
Tu li tiştekî din digerî
Çareseriya herî baş tu li vir î…û heger hûn li hêla din binerin…
Hûn hêvî û bawer dikin ku ewder ji vir baştir be.
Lê hûn nikarin herin.
Piştî vê neçûyina xwe jî hînî jiyana li vir dibî….”

Fîlê Hema Wisa Ji Xwe Re Rûnîştî/An Elephant Sitting Still
Derhêner: HU BO
* Arjen Arî

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse