Di Civakê de Erkên Sînemayê

0
20
REKLAM    

Di roja me de di nava disîplînên hunerê de, qada herî pêş sînema ye. Sînema, xîtabê girseyeke pir mezin dike. Ji ber vê sedemê erk û peywirên wê yên li hemberî serxwestkirina civakê jî zêdetir derdikevin holê

Di qada çand û hunerê de wek disîplîneke hunerî ya heftemîn sînema, li gorî disîplînên din, pir ciwan e. Lê ji ber ku bi pêşketina teknîk û teknolojiyê ve girêdayî derdikeve pêş, di roja meya îro de, yek ji  qada herî pêş û bi bandor qada sînemayê ye. Mirov dikare bibêje ku bi qasî ku di aliyê erênî de înşakirina civakê de bikaribe rol bilîze ev qad e. Bi heman demê berewajiye vê ger bêbikaranîn jî, xwedî roleke erîşkar û tehrîpkar dilîze.

Dîsa em dikarin bibêjin ku ji ber ku di roja me de wek sektoreke endustriyalî bi destên desthilatdariyê ve hatiye sazûmankirin, rola xwe di xirakirina çanda civakî de hîn zêdetir dilîze. Êdî rewşeke wisaye ku weke mêvaneke bêdestûr di nava mala me de, di taybeta me de, bi rehetî cih digire. Berê hîn zêdetir, erkeke xwe yê  afrîner li pêş bû. Jixwe ev bi giştî bi berhemên keda mirovahiyê pêşketî bû. Ji ber vê yêkê jî nirxên mirovahiyê ne.

Temêna sînêmayê

Me got ku emrê sînemayê hema hema bi qasî du sedsalan e. Di destpêkê de sînema, bê reng û deng bû. Ev dema sînemayê, di şexsê Charlie Chaplîn de baş tê zanîn. Di wê dema sînemayê de asoya mirovan hîn fireh, xeyalên mirovan hîn zêdetir azad bû. Wê demê şêweya ku di sînemayê de dihat bikaranîn, bi xwe re di mirovan de hêza watebarkirina tiştan pêş dixist. Ji ber ku her tişt weke di roja me de, bi awayekî amade nedihat pêşkeşkirin. Ji bo  mirov jî hîn tişt dihatin hiştin. Lê her ku teknîk pêş ket, her ku bikaranîna teknîkê ket destên desthilatdaran, êdî li şûna ku asoya mirovan û têgihîştina mirovan, hêza watebarkirina mirovan pêş bikeve, berevajiyê wê, hîn zêdetir ji bo mirovên ku li hemberî pergalê dernekevin, bên avakirin, hat bikaranîn.

Mirovên robot

Bi vî awayî li şûna mirovên zindî, weke di roja me de em gelek pê re rû bi rû dimînin, mirovên weke robot hatin pêşxistin. Ango, di roja me ya îro de, sînema dûrî cewherê xwe û li dijî armanca xwe, bi awayekî sîstematîk tê bikaranîn. Pir bi ziravî û hosteyî wekî peykervanek li ser mêjî û çanda civakê dixebite. Di her keliyê de erîşê hêst û fikrê mirov dike. Hin tiştên civakî û hin rastiyên civakî derdixe pêş û di bin re bin re jî zêdetirê wan rastiyan, bi awayekî plankirî tiştên ku dixwaze bide, hîn zêdetir li ser wan disekine û wan di ziravtiya jiyanê de derdixe pêş.

Mînakên ji fîlman

Em dikarin ji bo vê jî mînakeke bidin.  Em dikarin ‘Hukumet Kadin-2’ mînak bidin. Ya yekemîn jî wusa bû. Lê ya duyemîn ji ya yekê hîn kembaxtir e. Çend tiştên kurdînî di ber re daye lê fîlm bi temamî li ser biçûk, cahîl û nezan dîtina kurdan hatiye hûnandin. Vê carê ne bi destên yekê ji derve, hîn bi ziravî,  bi destên yekê kurd ve, bi taybetî bi destên jineke kurd ve, ew qirqirina ku li ser gelê kurd hatiyê meşandin, bi xwestek û rewa dide nîşandan.  Çima jina kurd, ewqasî li hemberî nirxên civakê tê bikaranîn? Ji ber ku jinên kurd her tim ji dîrokê heya roja me ya îro bûne parastvanên çanda kurd. Di vê fîlmê de erîşeke zirav jî li ser rastiya jinên kurd hatiye meşandin. Dayikên kurd tu carî pêşketina zarokên xwe, di çandên din de perwerde dîtin û fêrbûnan de nedîtine. Dîsa tekîliyên kurdan bi dewleta tirk re, bi awayekî berevajî hatiye nîşandan.

Qirkirina spî

Di aliyêke de bi rêka kenandina mirovan ve,  di vê fîlmê de qirkirinek spî li ser zîhniyet û çanda kurdan a ku di dîrokê de hatiye meşandin û hîn jî ku tê meşandin, hîn zêdetir kûr dike. Peyama vê fîlmê ew e ku gelê kurd ne ya xwe ye, xulamê dewlata tirk e, bêaqil e, bê çand e, nezan e, tirsonek e; lê devleta tirk bi çêkirina rêkan ve, bi teşqîqkirina dibistanan re û  koçberkirina bajaran ve, tu dibêjî qey gelê kurd pêş dixe, zane dike. Ango ji cehalete derdixe. Tu nirxeke wan a civaka komînal nîne. Erîşên xwe bi wan re jî sînor nake. Jinê wekî amûreke jiyanî û ji bo pêdiviyên zilam pêk tîne dide nîşandan.

Civakavakirina jinan

Jina kurd a ku di avakirina civakbûnê de xwedî girîngiyeke mezin e, di vê fîlmê de ev qasî ketî û bêwate nîşandan, berdewamkirina erîşên pergala desthilatdar a zilaman e. Min dema ku ev fîlm mêze kir, -ku bi zorê ez gihîştim dawiya film-  ez li ser lîstokvanên ku tê de cih girtine jî gelek gelek hizirîm. Hunermendên  ku ji xwe re ‘ez hunermendên gel im’ dibêjin, gelo çawa di projeyeke wisa ku qirkirina çanda gel û qirkirina zarokan bingeh digire de cih digirin?

Li gorî min ev kesên ku di vê fîlmê de rol girtine jî, pêwîst dike xwe di lêpirsîneke re derbas bikin. Demeke ku sonda tirkan a dibêje; ‘Tirk im, rast im, xebatkar im’ ji ber nijadperestiyê êdî ji dibistanan tê rakirin, li şûna ku bi awayekî rexneyî nêzê vê ferasete bibe, hîn zêdetir rastiyan berevajî dike û erîşên ku li ser civaka kurd bi sîstematîk hatine meşandin jî wek neçariyeke derdixe pêş û rewa dide nîşandan. Di vê fîlmê de jî ev kesê ku jê re Sermiyan Mîdyat tê gotin, ji aliye wî ve qirkirina çandî ya ku li ser zarokên kurdan, di dibistanên tirk de hatiye meşandin û hîn jî ku tê meşandin, di bin navê bila cahîl nemînin de rewa tê nîşandan.

Endustriyalîzma jinan

Tevî ku bi xwe jî mirovekî wê heremê ye lê di vê sekna xwe de ji kê re xizmet dike aşkera ye. Armanc gelê kurd bike mijara endustriyalizma hunerê ye û jê pere qezenc bike ye. Mirov dikare bi ser de jî bibêje ku ji bo nexweşiya populîzmê,  ji xwe û çanda xwe pêşkeşkişandinê zêdetir tu wateya vê fîlmê nîne.  Pirî caran li ser vê mijarê lêkolîn û nivîs hatine nivîsîn. Ji ber vê yeke ez ê pir dûdirêj nekevime di nav de. Lê çanda civaka kurd her tim ji bo yên xeyrî xwe, bi taybetî jî ji bo sînemaya tirk, di aliye mijar û melzemeyî de rolêke mezin her tim lîstiye û hîn jî dilîze.

Qebûlkirin û jiberkirin

Lê mixabin, her tim mirovên kurd û civaka kurd weke ku paşverû ne, medeniyet nedîtine, hov in, nezan in; lê beramberê vê jî, tirk û çanda wan her tim li pêş e, zane ne didin nîşandan. Lê ev polîtîkayên asîmîlasyonê ya ku devleta tirk li ser civaka kurd meşandiye, çiqasî bandora xwe kiriye û ji cewherê xwe derketineke re rê vekiriye jî li ber çavan e. Di rastiyê de, bi van nêzikatiyên xwe ve jî mirov dikare bibêje, teqlîda mîsyonerên ewropî ango yên xirîstiyanan kirine. Çawa ku van mîsyoneran bi navê modernkirinê, gelê Aborîjîn, gelê Çerm Sor û gelên afrîkî bi qirkirina çandî re derbas kirin, devleta tirk jî heman rêbazê li ser gelê kurd jî dixwazin bi kar bînin. Bi vî awayî rola asîmîlekirinê, ji cewherî de valakirinê û xwesteka şibandina xwe, bi kurdan re pêşxistin armanca huner  û sînemaya ku bi zîhniyeta desthilatdar a tirkbûnê ve tê pêşxistin e. Carna ne bizanebûn be jî ev nêzikatî derdikeve pêş.

Zîhnîyeta serdest

Ji ber ku bi vê zîhniyetê ve hatine mezinkirin. Belê,  me di aliyê yirkan de ew fêm kir, lê di aliyê kurdan de, ma kesek ku bi zanisteke dîrokî ve, vê qada sînemayê ji bo pêşxistin û mayendekirina çanda kurdînî bi kar bîne nîne? Ez bêguman hewldanên heyî bi temamî tune nakim. Bes mabesta min ev e ku niyet û xwesteka me heye, ev baş e lê ji ber qelsbûna me ya ku di zanista dîrokî de heye, em di ziraviyan de winda dikin. Ji bo vê jî di nava pergala kapîtalîst de, qelsbûnên me xizmeta desthilatdariyê dike. Tiştên ku em dikin, pir caran berevajiyê armanca me, li me dizivire. Mînakên vê gelek in. Mesela fîlmên wek ‘Mavî Rîng, Bahoz, Ben ve Rozun Sonbahari’ û hwd. em dikarin mînak bidin. Em dikarin mînakên xwe hîn zêde jî bikin. Heta ne tenê di qada sînemayê de jî hemû qadan de, ev tişt cih cih derdikeve pêşberî me.

Heweldanên Yilmaz Guney

Di nava şert û mercên nedestdayî de, Yilmaz Guney, bi kesayeta xwe ya berpirsiyar û civakî, li gorî demê  şoreşger, xwest ku sînemayê wek amûreke ji bo îfadekirina hebûna gelê kurd bi kar bîne. Yilmaz Guney, di dîroka me ya çand û hunerê de, pir bi rûmet û girîng e. Lê piştî wî, kesek din ê wisa derneket. Bi destpêkirina Tekoşîna Rizgariya Gelê Kurd ve, zemîn û derfetên gelek mezin hatin bi destxistin. Çanda kurdan a azadîxwaz ku her tim dibû sedemên êrîş û tunekirinan, bi têkoşîna azadiye re, careke din hîn zindî bû. Keç û xortên kurd, jin û zilamên kurd, bê ku li emrê xwe mêzebikin, di nava Tevgera Azadiyê de, destan nivîsandin. Şervanên azadiyê bi berxwedaniyên bêhempa, bi eşq û azveriyên  di asta Mem û Zîn de, ji bo azadiya xaka  xwe, ji bo nasnameya xwe têkoşiyan û hêj têdikoşin…

Çil salên tekoşînê

Di van çil salan de, em dizanin, Tevgera Azadiyê  li ser nirxên çanda civakî yên komînal mezin bûye û her tim hêza xwe bi vê rastiyê girtiye û  heyanî rojameya îro hatiye. Li ser vê kokê, tekoşîna me ya azadiyê, ne tenê ji bo gelê xwe, ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn û ji bo hemû gelên cîhanê pêşengtî dike. Rewabûna xwe êdî mîsoger kiriye. Gelek kesên hunermend yên ji derveyî me, ji vê tekoşîn û çanda azadiyê ya ku bi kedên mezin ve hatiye afirandin , dixwazin sûd bigirin û di qada sînemayê de bidin nîşandan.  Bila… Lê çima di eniya me de ev hewldan û xwestek, liv û tevger  di asta ku tê xwestin de pêş nakeve.

Disîplînên hûnerê

Di roja me de, weke ku me got di nava disîplînên hunerê de, qada herî pêş yek jî sînema ye. Sînema, xîtabê  girseyeke pir mezin û fireh dike. Êdî ne tenê di salonên sînemayan de tê temaşekirin. Mirov dikarin her şev, her seat ango her keliyê di mala xwe de an jî li ku derê bixwazin dikarin fîlmekî temaşe bikin. Di roja me de gelek kanalên TV’an derketine… Kanalên me yên TV’ê jî êdî gelek hene. Lê mixabin em di vê qada sînemaye  de pir qels in. Yên ku behre û eleqeya wan bi sînemayê re hene, vê pêwîstiyê wek erk û berpirsiyariyên demê divê bibînin û hildin li ser mîlên xwe. Jixwe me got ku em hunera xwe, ne di mêzandina modernîteya kapîtalîst de pêş bixin. Em ê gerek beramberê êrîşên modernîteya kapîtalîst, di eniya xwe de wek alternatîf, ji bo afirandina çanda komînal tevbigerin.

Tarzê jiyana Kurdan

Ev ne xeyal e, ne jî tişteke wek utopyayê ye ku nayê gihîştin. Dibe ku hinek kes wek utopya bibînin lê mirovê kurd bê ku pir dûr biçin, tenê çend sal berê tarzê jiyana gundê xwe û çanda xwe bînin bîra xwe jî bes e ku wê bibînin û jê bawer bikin ku ev çanda komînal ne utopyaye. Di van heremên qedîm ya ku jê re Mezopotamya tê gotin de pir bi kûr hatiye jiyîn û hîn jî di asteke de tê jîn. Di dîroka mirovahiyê de civakbûn li ser vê rastiyê hatiye pêşxistin. Heya roja me jî gelê kurd, wek proto-kurdên di destpêka civakbûnê de heyî, her  bi çanda komînal, li derdora jin dayikê jiyane û heya roja me  hatine. Li ser vê çandê jiyîn û xwe ji her awayî dagirkeriyê parastine.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse