REKLAM    

Wekî ku ji navê film jî tê fêmkirin, mijar qetlîama Hîroşîmayê ye. Dewleta Emerîkî ew bombeya kembax di sala 1945an de li bajarê Hîroşîmayê xist. Qetla bi hezaran Hîroşîmayîyan xistin stûye xwe…

Lehenga film Elleyê ji bo kêşana filmekî tê Hîroşîmayê û ew û avahîsaz Lui bi awayekî hev dinasin, şevekê bi hev re dimînin. Sal 1959 e. Tenê tiştekî wan ê hevpar heye; teqîna bombeya li Hîroşîmayê! Êdî bîranîn li şevê vedidin, dibin lavlavk û şevê dorpêç dikin… Elle bîranînên xwe yên ku bi tu kesî re parve nekirine bi Lui re parve dike. Di navbera paşeroj û îroyîn de çirkan dide derûnî… Gelo tu kes tune bû ku paşeroja xwe parve bikin? Du kesên hev nas nakin têne ba hev û êşên xwe vedibêjin! Bi min derûniya şer wisa ye ku mirov di wê kêliyê de hay ji êşên xwe tune ye. Na na hay jê hene lê haya wan ji parvekirina êşan tune ye. Ji ber ku di wextê şeran de her tişt têk diçe (derûnî, aborî,beden û hwd) heta ji mirovan tê xwe baş nîşanî hev didin daku mirovên li hemberî wan xwe xerab hest nekin an jî daku civak zû bi ser xwe ve bê. Vê yekê ne bi zanebûn dikin, binehişîya wan bi wan dike. Divê ew birîna civakî bi kewite û çareya binehişîyê jî ev e. Lê piştî ku sal diborin, bala mirovan ji ser birînê diçe êdî birîna di bin qaşilê de dixwire, mirov nikarin debar bikin ji xwirê. Her wiha ji ber ku civak jî êdî hinekî tê ser hemdê xwe mirov jixweber dikare parve bike. Lê dîsa jî ne bi kesên şirîkên êşa xwe re! Ji ber ku sedemeke nepen heye ku mirov nikare bi wan re parve bike. Divê kesekî biyan be daku ji serî heta binî bê şerm û bê guman mirov bikare vebêje. Wekî din ziman nagere. Mirov dikare berxwedanê bi şirîkên xwe re parve bike lê mirov nikare têk çûne bi lêv bike, ziman nagere… Ziman lal, ziman ko, ziman biêş…

Elle bi mêr e û Lui jî bi jin e. Herdu jî bi zewaca xwe bextewar in. Lê piştî şeva ku bi hev re bihurandin destê wan ji hev nabe. Ma evîn tiştekî wisa efsûnî ye ku şevekê bedenên hev dinasin û dil dikevin hev? Na, em di film de vê yekê nabînin. Ne ku di şevekê de dil dikevin hev, di şevekê de hemû paşeroja xwe raxistin erdê û tenê ji hev re raxistin. Paşeroja xwe spartin hev, ji aliyê dilrehetkirinê ve bûne stara hev.

Li gor şerekî qerase hêj dem gelekî di ser re neboriye û hêj nû dest bi vegotina çîroka birîna xwe dike gel (ji kêşana filmê Elleyê diyar dibe). Çirîna birîna gel qediyaye, dest bi kewitandinê kiriye û bi kêşana filman yanî bi hûnerê wê nehêlin ku birîna wan bê jibîrkirin.

 Rewşa me Kurdan hinekî ji ya wan diguhere. Em hê jî bi xwîna birîna xwe re mijûl in. Her roj birîna me hinekî din mezintir dibe û êşa wê roj bi roj cor dike. Hin hunermendên me berê xwe bidin hunerê jî berhemên resen dernakevin holê. Ji ber ku gelek rolên hunermendên me hene. Divê ji aliyekî ve li ber xwe bidin, ji aliyekî rêbertiya civakê bikin û ji aliyekî ve jî biafirînin –hunerê bikin- . Di nav qelebalixiya êşan de digevizin, ditengijin. Divê gelek tiştan bikin ji bo vê birînê û her wiha divê resen jî bin… Bi rastî jî di rewşên wiha tevlihev de mirov nizane ji kur dest pê bike. Êşên giran teraliyekê peyda dikin di giyanê mirov de. Ji ber wê yekê hêj dema hunera me nehatiye. Divê pêşî civak ji bin vê derûniya giran derkeve daku hunermend ji aliye wicdanî ve rehet be ku karibe biafirîne. Helbet di rewşên dijwar de jî hunereke resen pêkan e, lê ev berhem hindik in.

Gelo di qirkirina cihûyan de hunera cihûyan çiqasî pêşketî bû? An jî di çend berheman de qala qirkirinê kiribûn? Lê aniha her ku diçe berhemên qirkirina cihûyan zêdetir dibin. Birîna wan kewitî, dem, dem, dem derbas bû… Êdî bînerê birîna xwe ne. Berfirehtir dibînin û berfirehtir dihizirin… Em nehatine wê astê, ji me re dem divê… Ji ber wê yekê jî divê em bi awayekî tund nêzîkî berhemên xwe nebin. Di rewşeke wisa giran de hebûna berhemeke tenê jî berxwedanek e…

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse