Derhênerê Kurd Xewna Mêsiyê Bexda Jêre Pêkanî

0
17
REKLAM    

Piştî kû zarokekî Ereb di filmê derhênerê Kurd Sehîm Omer “Mêsiyê Bexdayê“ de rola Mesî werdigre, weha karî yarîzanê yaneya Berşelona bi çavê xwe bibîne.

Xelîfe bo ajansa Peyamnêr ragihand, piştî wê dengvedana mezina kû filmê “Mêsiyê Bexdayê“ di ragihandina cîhanê de bi xwere anî, ekterê serekiyê film zarokê bi navê Elî Elzeydawî ye kû têde rola Mêsiyê Bexda werdigre xewna wî bû kû di jiyana xwe de Mêsî bibîne, ew xenwa wî pêk hat û karî wî yarîzanê Cîhanî bibîne.

Ev jî da zanîn kû bi rêya kompaniya Asiya Sel ve Elî karî Mêsî bibîne, weha jî got kû ev bo me şanaziyekî mezine kû ekterkî filmê me ji aliyê Mesî ve were bangewazî kirin.

Wekî din da zanîn kû, ev kurte film heta weke niha di 15 festîvalên cîhanî de beşdar bûye, ji wan ya girîng ew bû li Îspaniya ji beşdarî festivala Hawîske bû kû yek ji kevintirîn festîvalên sînemaye.

Ev festîvalê di akedemiya Oskarê de tomar kiriye û ger filmê di vê festîvalê de xelata yekemîn werbigre dikeve lîstaya Oskarê de.

Filmê berê yê Sehîm Omer Xelîfe bi navê Xaka Pehlewanan bû heta weke niha 21 xelatên cîhanî wergirtine û ya herî diyartirîn xelat ya festivala Berlînê bû.

 

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse