Derbûyina Ji Bihûştê

0
42

Ji ber van sedeman bila sînemager keda xwe, hunera xwe, proje û fîlmên xwe di van pêşbirkan de nehelînin û xwe tune nekin. Ji xwe modernîteya kapîtalîst vî tiştî dixwaze, hunerê bike bin kontrola xwe û li gorî xwe bi kar bîne û civakê ji rastiya wê dûr bixe! Tiştekê wisa derketiye holê ku êdî sînemager li gorî rê û rêbazên pêşbirk û mîhrîcanan fîlman çê dikin. Ev jî derbûyîna ji hembêza gel e û di heman demê de ketina hembêza kapîtalîzmê ye.

Derhêneriya fîlma bi navê  “Derbûyîna Ji Bihûştê(2013)” ji aliyê Ferît Karahan ve  hatiye kirin û senaryoya wê jî ji aliyê Serdar Temel ve hatiye nivîsandin. Ev fîlm beşdarî gelek mîhrîcan û pêşbirkan bûye. Her wiha di mîhrîcana Antalyayê ya 50’mîn Porteqala Zêrîn de xelata “fîlma herî baş” dest xistiye.

Her çiqas bi mijara rêwitiya bi du jinan(keçeke Kurd û yeke Tirk) dikeve vîzyonê jî, ji hêla vegotina mijarên din ve bala temaşevanan diguherîne û ji mijara xwe ya ji aliyê derhêner ve hatiye diyarkirin dûr dikeve. Tenê bi du dîmenan (dîmena destpêkê û ya dawiyê) ev rêwitî derdikeve holê.  Ji ber ku mijarên din derdikevin holê, ji aliyê vegotin û pêşkêşkirina wan ve kêmasî û nehûrbûyîn heye. Ev jî dibe sedema nefêmkirina mijaran. Di serî de mijarên ku derdikevin pêş wiha ne: jiyana karkerên Kurd yên li metropolên Tirkiyayê dijîn, zext û zordariyên notirvaniyê yên li serê gel tên kirin, jiyana gund û bajaran, xwerêxistinkirin û xwepêşandanên ciwanên kurd, beşdarbûyîna refên gerîlayan û jiyana malbateke Tirk, şer (wek tê diyarkirin şerê di navbera Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd û Artêş Tirk de)û di encama şer de mirina leşkerekî Tirk…

Ev fîlm yekemîn dirêjefîlma derhênerê Kurd ya Ferît Karahan e. Ji aliyê destgirtin û vegotina mijaran ve derhêner birêz Karahan, wisa xuya dike ku destên xwe hinekî zû girtiye û hinekî lezgînî tevgeriya ye da ku fîlmeke bi metraja dirêj bikêşîne, li ser mijaran hur nebûye û mijar kin û bi hêsanî dest girtine. Di vê encamê de tevlîheviya vegotina mijaran derketiye pêş. Di vê fîlmê de bi dehan mijar hene lê mixabin ji wan yek jî baş nehatiye nirxandin û pêşandin.

Ya din jî derhênerên van salan dev ji nêrîn û nirxandinên gel û pêşandana rastiyên civakê berdane li pey pêşbirk û mîhrîcanên fîlman ketine, da ku ger bi zanetî û ger bê zanetî bikevin tora modernîteya kapîtalîst. Di vê encamê de fîlm ji bo beşdarbûna pêşbirk û mîhrîcanan û bi armanca bidestxistina xelatan tên çêkirin.

Xelatgirtin ji bo pîvan û nirxandina fîlmekê çiqas bes e?

Ev jî dibe sedema lixwepirsînan. Ev fîlma jî piştî beşdarbûyîn û bi destxistina xelatan kete vîzyonê. Derhênerê fîlmê jî bi xwebaweriya bidestxistina xelatê(mîna her mirovekî ji hêla xwe ve mafdar e) bi fîlma xwe derkete hemberî gel.  Lê xelata fîlmê ya ku ji aliyê gel ve bê dayîn nirxandin û rexnekirin e. Bila sînemager biborînin, ji pêşbirk û mihrîcanan xelatgirtin nayê wateya serkeftinê û bi van xelatan başbûn û nebaşbûna fîlman nayê pîvandin. Ji ber van sedeman bila sînemager keda xwe, hunera xwe, proje û fîlmên xwe di van pêşbirkan de nehelînin û xwe tune nekin. Ji xwe modernîteya kapîtalîst vî tiştî dixwaze, hunerê bike bin kontrola xwe û li gorî xwe bi kar bîne û civakê ji rastiya wê dûr bixe! Tiştekê wisa derketiye holê ku êdî sînemager li gorî rê û rêbazên pêşbirk û mîhrîcanan fîlman çê dikin. Ev jî derbûyîna ji hembêza gel e û di heman demê de ketina hembêza kapîtalîzmê ye.

Di vê fîlmê de tiştê herî kêm afirandin e. Gelek dîmenên klasîk yên sînemaya Tirkiyayê hatine bikaranîn. Têkiliya di navbera keça endezyar û xebatkarê bi navê Kurşat, dîmena dibistana gund ku di tê de mamoste dersê dide û axaftina mamoste klasîk û hêsan hatine destgirtin.

Di dîmena xwepêşandanê ya ku ciwan molotofan diavêjin de pir hêsan hatiye destgirtin. Dibe ku bi çavê jineke tirk ve hatibe nirxandin û pêşandan lê divê derhênerekî Kurd wiha neke.

Ew dîmena çima li wir e?

Molotof çima tên avêtin?

Ewnên ku molotofan diavêjin kê ne?

Ji aliyê vegotina mijarên civakî ve divê bersivên van pirsan bên bersivandin.

Her wiha di dîmena Kurşat û Memet de heman hêsanî heye. Memet wisa xuya dike ku xwendekar e, hatiye di karkeran de bi Kurşat re diaxive da ku wî bi rêxistin bike.

Çima tenê Kurşat?

An jî rêxistinkirina karkeran wiha dibe gelo?

Di dîroka kurdan de ev mijar(rêxistinkirina karkeran) ji hêla hemû kesî ve tê zanîn.

Li gorî vê fîlmê gelo rêxistinkirin wiha ye?

Ev rêxistinkirin ya bere ye an ya nûjen e?

Derhênerekî kurd yê ku dibêje ez welatparêz im divê vê dîmenê wiha hêsan nenirxîne. Her wiha axaftina(kurdî) di navbera herduyan de ji xwezayîbûyînê dûrtir e.  Her wiha di dîmenên di navbera zarokan de jî heman tişt heye, axaftina bi kurdî ji xwezayê dûrtir e.

Rastiya hebûna notirvaniyê bi du dîneman derdikeve hemberî temaşevanan. Ev jî dîsa bi hêsanî hatiye destgirtin. Li gorî fîlmê dîmena encama mirina leşkerê Tirk dîsa klasîk hatiye destgirtin û şerê di navbera gerîla û leşkeran de derkete holê pir hêsan hatiye pêşandan. Her wiha mirina Memet (xwendekar) pir bi lez bû. Di vê dîmenê de hemû tişt bi nîşandana çek û erebeyeke bi marqeya torosê hatine pêşandan.

Lê Memet çima hate kuştin?

Çi bû, çawa bû?

Li hember mirina-kuştina Memet hemû kes çima bê deng ma, bavê Mehmet li wê demê li ku derê bû?

Li gorî dema pêşandana fîlmê di hema hema di heman demê de Kurşat mir. Her du bûyer tev li hev bûn. Her wiha di dîmena beşdarbûna gerîlayan de mijar dîsa bi hêsanî hatiye destgirtin.

Gelo yên ku çekê didin destên xwe û egalê diavêjin stuyên xwe hemû gerîla ne?

Gerîla nikare li hemberî kamerayê tiştekê vebêje, an jî tiştekê ku vebêje tune ye?

Koçkirina malbatê çima wisa hêsan bû? Gelo di dîroka kurdan de ji ber zext û zordariyên dewletê-notirvaniyê-erebeyên torosan ji gundê xwe, axa xwe koçberî wiha bû?

Her wiha di bikaranîna muzîkan de (ji xwe muzîkek tenê heye ew jî dengbêj dibêje) ecemîkî heye.

Gelo dengbêj hewce dikir?

Derhêner birêz Ferît Karahan, ji hêla destgirtina mijaran ve bi tirsonekî û hêsanî tevgeriya ye. Xwestiye ku gelek tiştan bîne ziman lê mixabin, tiştekê baş derneketiye holê.  Ew jî ketiye şaşiya derhênerên din. Ku mijar vegotina pirsgirêka kurd bibe, hemû kes bi hêsanî dest bi çêkirina fîlman dike lê mixabin xwe jî û mijarê jî dilewitînin. Dîsa gotina “Êdî bes e” derdikeve pêş. Ji kerema xwe li ser keda kurdan, rastiya kurdan, têkoşîna kurdan bi hêsanî tevnegerin. Bila rêzdariya we ji keda we re hebe.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse