Deng: giyana sînemayê!

0
11
REKLAM    

“Deng,  ne ji bo bive nûtî û mode kete sînemayê. Ji ber ku sînemaya bêdeng,  zor da ser sînorên vegotina hunera plastîk, derbasiya sînemaya bideng pêkhat. Sînema hêj di serî de hizir kiribû ku diviyatî bi berfirehkirina warê vegotinê heye. Û sînemaya bêdeng di salên pêşîn de jî bi hemû derfetên di bin destên xwe de hewl da ku di sînemayê de deng bikar bîne…”  Sergey Ayzenştayn

Di her cureya hunerê de  hêmanên sereke hene. Ev hêman, wê cureya hunerê li ser piyan dihêle û dide jiyandin. Weke mînak ev hêman; Di şanoyê de “gotin, peyv” in yanî deng e. Peyv ji bo tevger û axavtinê pir girînge di şanoyê de.  Di operayê de “muzîk” e. Mirov dikare bibêje ku  her tişt li gor muzîkê tê avakirin di operayê de. Muzîk her tiştê operayê ye.  Axavtin û gotin di operayê de li ber rola muzîkê hinek li paş dimîne.  Di wêneyan de “reng” e. Her tişt li gor reng tê sazkirin. Lêgerîna rengên cuda her tim bi wênesazan re he ye. Wate û zimanê rengan di wêneyan de pir girîng in. Û di hunera sînemayê de jî  tiştê herî sereke bêguman “dîmen” in. Sînema bi hêza dîmenan zimanekî nû ava kiriye û li ser vî temelê xwe bi pêş xistiye.  Ger dîmen ji sînemayê derkevin tu wate û bandora sînemayê namîne.

 Çewa me li jor jî anî ziman di her cureyên hunerê de hin tiştên sereke hene. Li gorî her hunerê ev tiştê sereke diguhere. Pêwîste ev tiştên sereke di wan huneran de bên parastin nexwe tiştê ku tê armanckirin wê pêk neyê û di hêla peyamên ku tên dayînê  de jî kêmasî rû bidin. Di hêla aheng û armoniya wan huneran de wê pirsgirêk derkevin û ew huner wê qels bimîne gava ev hêmanê sereke baş neyên bikaranîn. Lewma pêwîste ji bo huner û berhemên tekûz ev tiştên sereke baş werin zanîn.

Înca di sînemayê de jî me got ku “dîmen”  hêmena herî sereke ye. Mirov dikare bê dudilî bibeje ku alikariyê van dîmenan jî di sînemayê de “gotin, peyv” ango deng e.  Têkiliya van her dû hêmanan di sînemayê de ciyekî cûda digre. Her du hev û din temam dikin. Manewiyat û bandora ku deng li ser dîmenan çêdike sînemayê dixe asteka watebilind! Lê dibe ku dîmen û deng di sînemayê de baş werin hunandin. Yek bi pêş yê din nekeve an jî berevajî vê yekê; yek li pey yê din nemîne.

Fîlmekî  xwerû ji dîmenan  an jî xwerû ji deng were sazkirin wê pirsgirêk û astengiyan jî bi xwe re bîne.  Pîştî demekê wê ev rewş temaşevanan jî aciz bike. Lewma jî pêwîste yek bi pêş yê din nekeve. Li gor armancekê û bi watedariyekê deng û dîmen li nav hev bikevin û bi vê şêwazê fîlm bên kişandin ango werin sazkirin. Wekî din wê encamên ne baş derkevin holê û temaşevan ji sînemayê sar bibin. Ji ber ku rê li ber vê yekê were girtin gere mîhengên dîmen û deng baş werin fêhmkirin û li gorî parsengekî di fîlm de bên bikaranîn. Dîmen jî, deng jî pêwîste li gorî armancekê di fîlm de cî bigrin. Dibe ku di hinek ciyan de zahf bên bikaranîn lê gere hinceteka derbasdar bê nîşandan da ku temaşevan jî matmayî nemînin û wateyekê bidin deng(gotin, muzîk) an jî dîmenên zêde…

Berî  her tiştî deng hebû…

Mirov û mirovahî di gerdûneka wisa de dijî ku li her deverê wê deng he ye. Ev gerdûna em niha tê de dijîn û jîyana xwe didomînin ne bêdeng e! Hema bibêje ji her aliyekî dengekî cûda tê kerikê guhê mirov. Carna ji ber zêdebûna dengan mirov tê dernaxe ka kîjan deng e an jî dengê çi ye ev dengên ku tên guhê mirov. Bi hezaran deng hene li ser rûyê vê gerdûnê û mirov her roj bi van dengan dijîn. Bêdengî li gorî xweza mirovahiyê tiştekî xerîb e! Lewra mirov hînê deng an jî dengan bû ye. Dîsa mirov bi her dengî tamijîye. Ji wê lomê jî mirov fîlmekê bêdeng zû bi zû hembêz nake û napejirîne. Jê  re xerîb, biyanî tê. Dîmen ji wan re tiştekî mucîzevî ne di dema sînemaya bêdeng de lê dîsa jî kêmasiya deng(axavtin, diyalog) nedihişt ku sînemayê li gor dilê xwe bipejirînin.

Aha di bin vê rewşê de tiştên me li jor bi lêv kir radizên. Mirov hînî deng bû bû û jiyaneka bêdeng ji wan re xerîb dihat!  Gava mirov bi van çavan li sînemaya bêdeng birêne wê ew gav têbigîhije ku kêmasiya fîlmên bêdeng tenê ne muzîk û efekt bûn. Her wiha di gel van kêmasiyan, kêmasiya herî mezin kesên ku di fîlman de dihatin nîşandin bê ziman bûn û ne diaxiviyan. Axavtin û diyalog tune bûn. Ev yek jî temaşevanan dixiste nava fikarên cur be cur. Lewra temaşevanan dixwastin kesên ku ew li wan temaşe dikin dengê wan jî bibîhizin. Ji ber deng tunebu temaşevanan di wextê sînemaya bêdeng de nikaribû bi sînemayê re têkiliyek xurt çêbike û her tim bêwatedariyek di navbera sînema û temaşevanan de derdiket holê. Ev pirsgirêk jî ji ber kêmasiya deng(axavtin, diyalog) dihat.

Deng çewa kete sînemayê?

Çewa me li jor jî got berê sînema tenê bi dîmenan pêk dihat û amûreka kêfê bû. Hêj zimanekî hunerê derneketibû holê. Her çikas mirov dengên kesên ku li ser perdeya spî dihatin nîşandin nedibîhist jî dîmenên dihatin nîşandan ji wan re dilsoz dihatin, li ser wan hestekî rasteqîn çêdikirin.

Wî wextê deng tunebu lê gava fîlm di salonan de dihatin nîşandan di salonê de orkestra, gramafon, piyano an jî kesekî  bi pêşkeşiya xwe ciyê efekt, muzîk û gotina devkî tijî dikir û wê kêmasiyê dihanî asta herî nizm. Frêdêrîc Talbot di sala 1912’an de wisa dibêje; “Gava ku hespek li ser ekranê baz dida, dengê pêlaveka li erdê diket dihate bihîstin. Tevgera trêna ku ji garê radibû bi fîqekê an jî dengekî nêzî fîqê dihate kirpandin. Dengên pêlên ku li qiraxa bahrê diketin jî, bi firikandina du tiştan dihate bidestxistin.” Ev gotin nîşanê me didin ku sînorên derfetan her tim hatine qelaştin û ji bo deng were bidestxistin rê û rêbazên cuda hatine bikaranîne.

Her ku dem derbas dibû hunera dawî sînema,  çeperên xwe fireh dikir. Di demeka nêz de hema bêje gihîştibû hemû deverên cîhanê. Salonên sînemayê bi ser dev dibûn û ciyê rûniştinê nedima di salonan de. Gel, mirov, temaşevan deng dixwastin. Çêkerên fîlman vê kêmasiyê zû dîtin û dest avêtin vê kêmasiya sînemaya bêdeng. Xebatên wan di demeka nêz de encamên erênî dan û bi ser ketin. De dawiya van encaman de fîlmê cara yekemîn bi muzîk yê bi navê, “Don Juan” ji hêla Alan Crosland ve hate kişandin. Di fîlm de kes xeber nedida, tenê muzîk hatibû bikaranîn.

Piştî deng kete sînemayê şîrketên sînemayê yên Amerîkî dest avêtin vê sektorê û fîlmên bi deng û peyv pêşda birin. Her ku çû ev sektor jî mezin bû. Ji lewra jî salên 1929 û 1934’an destpêka rojên sînemaya bideng tê pejirandin.  Alan Crosland du fîlman dikşîne.  Fîlmê “Don Jûan”  û  “Stranbêjê Caz’ê” dikşîne. Di fîlm de peyv û muzîk bi hev re tê bikaranîn. Ev fîlm di dema xwe de serkeftineka mezin bi dest dixe û li gelek deverên din tê nîşandin. Lê fîlmê ku ji serî heta binî deng hatiye bikaranîn û fîlmê cara yekemîn bi deng hatiye kişandin, fîlmê Brayn Foy yê bi navê “Ronahiyên New York’ê”  ku di sala 1928’an de hatiye kişandin tê nîşandan.

Pirsgirêkên ku bi deng re hatin û bertekên li hemberî bikaranîna deng

Deng pirsgirêkan jî bi xwe re hanî. Mirov dikare çend mînakan bide; mîkrofon giran bûn û hilgirtina wan, birin û hanîna wan zahmet bû. Di wextê kişandina fîlman de dengê motorê zahf derdiket û tomarkirina dengan jî zahmet dibû, tiştek nedihat fêhmkirin. Hin lîstikvan nikaribûn rol û diyalogên xwe ji ber bikin. Devokên hin lîstikvanên biyanî ji hinek rolan re dibûn asteng. Deng û dîmen lihev nedikirin. Dengê lîstikvanên li ser perdê qet li dîmenan nediçû û nokokî derdiketin holê…û hwd.

Bi hatina deng hin teorîsyen, rexnegir û kesên ku di karê sînemayê de dixebitîn (çêker, derhêner, lîstikvan) bi erênî nêzî deng nebûn. Ji ber ku deng di warê estetîk û teknîkî de pirsgirêkan bi xwe re dihanî ev kes li hemberî deng derdiketin.  Hin rexnegir û derhênerên wê demê ji ber ku di ekola sînemaya bêdeng de mezin bû bûn û nêrînên xwe li gorî wê sînemayê ava kiribûn bertek nîşanî deng didan. Ew li gorî pîvanên sînemaya bêdeng tevdigeriyan, ev yek jî dibû sedema nirxandinên şaş û xelet. Nedixwastin xwe li gorî estetîkeka nû biguherînîn ango xwe nû bikin. Û bi gotin û tevgera xwe li hemberî sînemaya bideng derdiketin. Dîsa Ayzanştayn, Aleksandrov û Pûdovkîn li ser ketina deng ya sînemayê di wê demê de belavok belav kirin. Ewan deng erênî didît. Bikaranîna efekt û muzîkê li gorî wan ne pirsgirêk bû. Lê axavtin û dîyalog dûrî sînemayê didîtin (heta demekê ev nêrîn neguheri) û qet qala axavtinê nedikirin. Rexne û niqaşên li ser deng di wê demê de zahf çêbûn lê li hemberî her tiştî deng di sînemayê de cih girt û bû giyan û vîna sînemayê.

Bêguman sînemaya bideng herî zêde li ser lîstikvanan ango star’ên wê demê bandorek neyênî çêkir. Zafek lîstikvan ji ber dengê wan ne baş bûn û telafûza wan xera bû ji fîlman derketin û wenda bûn çûn…mînak, John Gilbert, Buster Keaton û Harry Langdon çend kesên ji qurbanên sînemaya bideng in! Sînemaya nû lîstikvanên nû dixwast. Lîstikvanên ku deng û telafûza wan baş bûn di sînemayê de cih digirtin êdî…Ev kes jî gelemperî ji şanogeriyê dihatin û zafekî wan şanoger bûn. Di destpêka sînemaya bideng de hema bêje hemû lîstikvan şanoger bûn. Ev rewş,  vê carê pirsgirêkên din bi xwe re dihanî. Piraniya fîlmên wê demê dişibiyan şanoyê. Ji ber ku lîstikvan şanoger bûn fîlmên dihatin kişandin, ji bandora şanoyê xelas nedibûn û dibûn weke piyesên şanoyê. Ev yek rê li ber zimanê sînemayê digirt û nedihişt ku sînema zimanekî nûjen, li gorî dînamîkên sînemayê ava bike.

Piştî Amerîka Fransa û Elmanya jî dest bi kişandina fîlmên bi deng kirin û berhemên serkeftî derxistin holê. Mînak fîlmê Rênê Claîr yê bi navê “Di bin xaniyên Parîs’ê de” (1930) yek ji wan fîlmana ku deng û dîmen baş hatiye hûnandin û sînemayeka helbestî bi vî fîlmê hatiye afirandin. Li Elmanya jî Fedor Ozep bi fîlmê “Kadavraya Ku Dijî” (1929) G.W.Pabst, bi du fîlman, “1918 Eniya Rojhilat” (1930) û “Hevalên Hev Yên Kargeha Madenê” berhemên baş derxistin holê.

Hêdî hêdî deng bi awakî profesyonel di sînemayê de pêş ket. Dîmen û deng weke goşt û neynûkan bi hevre di sînemayê de vegotineka nû ava kirin. Berê ji bo ku temaşevan ji fîlm qut nebin, hin nivîs dixistin nav dîmenan û bi vî awî di derheqê fîlm û geşedanê fîlm de temaşevanan agahdar dikirin. Ev nivîs herikbariya fîlm sabote dikir! Û bandora fîlm li ser mirovan kêm dibû…Bi hatina deng ev pirsgirêk jî ji holê rabû. Êdî fîlmên bê muzîk, diyalog û efekt nedihatin kişandin. Bi hatina deng, dûblaj jî kete sînemayê. Bi saya dûblajê fîlm welat bi welat digeriyan û dihatin nîşandan. Bi saya deng di warê navneteweyî de jî sînema sînorên xwe fireh kir û zimanekî gerdûnî hate afirandin.

 Di sînemayê de deng bi sê forman tê bikaranîn;

– Dengê ku bi axavtinê (diyalog) tê dayîn

– Dengê ku li xwezayê hene û dengê ku ji hinek amûran derdikeve(dengê baranê, ewr, ba , dengê derî)

– Muzîk, dengê muzîkê

Zimanê sînemayê bê bikaranîna deng wê qels bimîne. Sînema hunereka dîtberî û bihîzyarî ye. Deng, zimanê sînemayê bi hêz kiriye her tim. Sînemaya bêdeng her tim di hêla îfadê de qels ma ye. Lewra jî mirov dikare bibêje alikarê herî mezin yê sînema û dîmenan hêza deng bi xwe ye. Deng daye nîşandin ku gava bi hosteyî were bikaranîn bandoreka erênî li ser sînemayê çêdike. Her wiha rastiya sînemayê (fîlm) bi bandora deng dikeve qonaxeka din. Bi hêza dengên li ser dîmenan rastiya fîlman baştir derdikevin holê. Bi vî awayî pejirandin û bawerkirina wan hêsantir dibe. Lewra deng ji bo sînemayê rih û giyan e!  îro mirov dikare bibêje ku fîlmên bêdeng nayên kişandin û nayên fikrandin jî…tenê ev yek jî nîşanê me dide ku deng ji sînemayê nayê qetandin û sînemayeka bêdeng nayê fikirandin.

Pêwîste mirov li vir kevanekekê veke. Di wextê sînemaya bêdeng de fîlmên gelek hêja û bi nîrx jî hatin kişandin. Kesên weke Charlie Chaplîn û sînemagerên sovyetê, zimanê sînemaya bêdeng li gor xwe baş nirxandibûn. Lazime mirov van berheman jî li gorî wê demê  binirxîne û wisa nêz bibe. Ev berhem gere neyên piştgokirin!

Weke encam, gava mirov li hinek fîlmên hatine kişandin birêne wê were dîtin ku muzîka wan di dilê mirovan (temaşevan) de ciyekî mayinde girtiye û ew muzîk qet nehatine/nayên jibîr kirin. Ev yek giringiya deng ya di sînemayê de baş radixe ber çavan…

Çavkanî:

M. Fadıl Sözen, “Di Sînemayê’de Bikaranîna Deng”

Nîlgûn Abîsel, “Sînemaya Bêdeng”

Gerard Betton, ”Dîroka Sînemayê”

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse