Dema Jin Hezbike

0
26
REKLAM    

Di dîrokê de gelek şer hatine kirin, gelek têkoşîn hatine jiyîn, gelek berdêl hatine dayîn, gelek serkeftî hatine destxistin û hê jî berdewam in.

Lê têkoşîna gelê Kurd ji aliyê hin taybetiyan ve ji yên dîrokê cudatir e. Ew jî bi awayekî hunerî ji nû ve afirandin, damezrandin û parastin e. Dîrokeke berxwedanî ye. Di vê berxwedan û têkoşîna gele Kurd de hebûna piraliyê derdikeve pêş, ji aliye çandî, hunerî, leşkerî, civakî, tenduristî, felsefî, olî, hiqûqî ve û hwd. gelê Kurd tê dikoşe. Ev rewş him ji aliyê rasteqînî ve û him jî ji aliyê hewcedariyê ve di cî de ye. Dibe ku di hin beşan de encamên zêdetir baş dernekitibin holê, lê tiştên ku li ber çavan in nayên înkarkirin. Ya herî sereke jî bawerî ye. Nirxên beşên berxwedan û têkoşîna gele Kurd ji hev zêdetir in, hemû beş di hêla xwe de xwedî nirx û xwedî hêz in. Ji van beşa yek jî sînema ye.

Mirov dikare xebatên sînemayê yên gerîlayên Kurd bi du beşan binirxîne. Beşa yekem ew e ku cureyeke sînemayê ya bi navê “sinemaya çiyayan” e. Ev ne xebateke ji rêzê ye. Ji aliyê aşkerekirin û nîşandana rastiya civak û xwezayê ve karekê pîroz hildide ser milên xwe. Ji aliyê jiyanê ve rexnegiriya pergalên kapîtalîst û modernîst dike û nirxên xwezayê derdixe pêş û diparêze, jiyaneke pak û paqij dide nişandan, însanan bi rastiya xwe û bi ya xwezayê ve rû bi rû dihêle.

Beşa duyem jî bi serê xwe rexnegiriyek e ku li ser sînemagerên Kurd tê kirin. Ji aliyê afirandinê ve, ji aliyê bîrdoziyê ve, ji aliyê baweriyê ve, ji aliyê hezkirinê ve, ji aliyê kirine ve rexneyeke mezin tê kirin. Ev rexnegirî hem li “sînemagerên kurd” û hem jî li yên “sînemagerên kurd tên hesibandin” tê kirin. Yên ku ji bo sinemaya kurd û kurdî dixebitin bila ji kerema xwe van fîlman ser û bin bişopînin, di çi şert û mercan de hatine çêkirin û çawa hatine çêkirin? Ji kerema xwe dev ji bilêvkirina bêderfetîbûyînê berdin û hûn jî hinekî bixebitin bila karê gerîlayan sivik bibe.

Ev fîlma jî fîlmeke çiyayî ye, li herêma Xakurkeyê hatiyê kêşandin û jiyana komek gerîlayên jin dibe mijara vê fîlmê. Nivîsandina senaryoyê û derhênerî ji aliyê Jînda Baran ve hatiye kirin, li ser kamerayê derhêner Xelîl Dag heye. Fîlma bi navê “Dema Jin Hezbike(2003)” wek fîlma Xelîl Dag tê zanîn û hesibandin. Ji xwe Xelîl Dag û Jînda Baran wek rêhevalên hev gelek xebat û proje bi hev re meşandine, her wiha di vê fîlmê de bi hevkariya hev kirine, fîlm ya Xelîl Dag e, ku were gotin, an jî ya Jînda Baranê ye, were gotin ne di cî de ye, ji ber ku fîlmeke hevpar e û ya herduyan e. Ji xwe ev ji bo herduyan ne pirsgirêk e jî.

Fîlm bi nêrînên çavan dest pê dike. Çavê jinekê û çavê çûkan li hev dinerin bi hezkirin û bi vê konsepte didome. Hemû gerîla kombûne beriya çalakiyan civîna xwe ya dawî dikin, piştî xatir xwestinê dest bi rêya bawerî, serkeftin û azadiyê dikin. Rêyeke dijwar, rêwîtiyeke bi hêvî û meşeke dirêj dest pê dike. Kulîlk bi wênesaziya xwe nû tev li refên gerîlayan bûye. Axaftin zêdetir di navbera Kulîlk, Baran, Engîzekê de dibin. Baran wek fermandara komê ye, piştî tevlîbûna Kulîlkê dest bi meşa xwe dikin. Kulîlk ji ber ku nû hatiyê, ji ber şert û mercên xwezayê tengasiyê dikşîne, dûre hêdî hêdî hîn dibe. Kulîlk ji wêne xêzkirinê pir hezdike û çawa ku derfet dibîne dest bi xêzkirinê dike. Di destpêkê de her çiqas li hemberî bikaranîna çekê raweste jî di pêvajoyê de rastiya şer dibîne û bikar tîne. Di demek şûn de agahiya operasyoneke leşkerî tê ku li derdora wan tê dorpêçkirin. Piştî buyera çekdarî Kulîlk dike ku amûrên xwe yên wênesaziyê dayne lê ji aliyê Engîzekê ve tê îknakirin û ji biryara xwe paşvedikişîne. Rewşa wênesaziya Kulîlkê rastiya gerîlayan e, jiyana gerîlayî ji hemû aliyan ve wek huner tê dîtin. Xwezaya azad û gerîla ku bigihêjin hev bi xwezayî huner derdikeve holê. Di navbera Kulîlk û Engîzekê de peymanek tê çêkirin. Engîzek dê hînî zagona wênesaziyê bibe, Kulîlkê jî hînî zagona jiyana gerîlayî bibe. Di dawî de herdu jî serkeftî dibin. Di buyereke çekdarî de tê nişandan ku Engîzek nava gulebarandinê de xwedî li amûrên wênesaziyê derdikeve, ev him ji aliyê dîmengeriyê ve û him jî ji aliyê mijarê ve dîmeneke hêja ye. Ji xwe xwedîderketina hunerê ji bo gerîlayan esasek e.

Di destê Kulîlkê de tiştekî bêhn xweş heye ku her tim bêhn dike û dûre dest bi kare xwe dike. Ji aliyê Engîzekê ve ev tişta dibe sedema meraqdariyê. Ev tişt kevneşopiyeke kurdan e. Demên borî de ji bo ku bêhna xweş ji sindoqên bûkan were, ev tişt dixistin sindoqê. Wek metaforekî tê dîtin ku Kulîlk beriya kare xwe di bin siya sêv û qernefîlê de, kevneşopî û çanda xwe bêhn dike û lê xwedî derdikeve. (Ev tişta ji sêv û kokên qernefîlan çê dibe). Dîmena ku gundiyek darên daristanê jê dike hêjayî nirxandinê ye. Gerîla parastina xwezayê ji xwe re esas digire ji ber wê jî li hemberî qetilkirina xwezayê radiweste. Di dîmenê de gundî ji wan ditirse û direve, li hemberî vê tirs û revê, dengekê navdar “em heval in” hate guhên me ku hemû kes pênase ye. Ev denga baweriyeke mezin dide gel.

Dîmena ku di navbera Engîzek û dayîka wê de derbas dibe, rastiya têkoşîna gele kurd derdixe pêş, her wiha hemû ferdên Engîzekê tev li refên gêrîlayan bûne. Hestiyarî tiştekî jiyanî ye û di jiyanê de cihê wê firehtir e, lê bawerî ji wê mezintir e. Her wiha di dîmenê de Engîzek û bi dayîka xwe hevdu dibînin û kêfxweşiyeke mezintir dijîn lê piştgiriya dayika wê wek piştgiriya hemû gel ji bo baweriyê û azadiyê ye.

Di dîmenên hevpeynînên bi dixtor re de hurgiliyên giring hene. Meşeke ku ji aliyê gerîlayan ve hatiyê destpêkirin û di heman demê de ji aliyê wan ve, ravekirina rêya mirin û jiyanê tê kirin. An jî rêya wan rêya xwe dîtinê ye. Di civakê de mirovên mîna dixtor difikirin gelek in, li hember van nêzikatiyan, wek ravekirina rastiyan di be ku di kesayetiya dixtor de ji civakê re were kirin. Carinan jî tevgereke mirovan beranberî dehan gotinan e, nêzikatiya li xwezayê, nêzikatiya li jinê û nêzikatiya li ajalan an jî parvekirina rêhevaltiyê.

Ji bo hevala birîndar peydakirina dermanan, nêzikatiya, hestiyarî û kêfxweşiya gel, di jiyana rojane de hê jî didome. Di paceya erebeyê re destê tê dirêjkirin û sêvek tê dîyari kirin û bi kêfxweşî ew sêv tê girtin. Lê dûre ew sêv bi hevala birîndar re tê parvekirin. Gelek tiştên xwarinê bi dixtor re tên parvekirin lê di ber dixtor de naçe, dengê dilê xwe bihîst, an jî li hemberî bawerî û rêhevaltiyê şerma xwe tîne ziman û xwarin di cî de dihêle û bi rê dikeve.

Di dîmena ku bi şev diçin li ser kaniyê avê bînin de metaforeke hêja heye. Li hember dijmin tilî di tetikên çekan de ne. Gerîla û dijmin li hemberî hev in, ji bo hewcedariya avê jî tene kaniyek heye. Pêşyê dijmin diçe avê dîne, dûre gerîla diçin avê dînin. Di vir de dewlemendiya xwezayê derdikeve pêş. Xweza wek dayîkekê ku bi zarokên xwe ve şîrê xwe parve bike, her wiha herdu serî jî ji kaniyekê avê vedixwin.

Di dîmena ku baran dibare û gerîla xwe binê zinaran de ji baranê diparêzin, dîmeneke hêja derdikeve pêş, gerîlaya bi navê Baran, li ber baranê porê xwe vedike û wek hunermendekê (Baran di heman demê de şanogere e.) ji dil direqise, hevalên din jî tev li reqsa baranê dibin. Ev reqs hembêzkirina jin û xwezayê ye ku derdikeve hemberî me. Piştî dîmengeriya xwezaya bêhempa û meşa azad, kevirekî sînor derdikeve hemberî me. Kevirekî sê kuç û di heman demê de dibe sînorên sê dewletan da ku li ser dewletekî çêkirine. Meşa gerilayan gihîşte encama xwe, dixtor jiyana rastî, hezkirina azadiyê,têkoşîna ji bo gel dît û ji bo zaroka xwe navekî taybet pêşniyar girt: aşitî! Di vê fîlmê de ji ber şert û mercên kêşandinê, em zêdetir li ser nirxandina teknîkî nesekinîn lê dema ku mirov hezbike, dema ku jin hezbike tiştên ku neyên kirin nîn in. Ev rastiya di vê fîlmê de derdikeve hemberî me.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse