Deftera Licê: Min Rastî Nivîsand

0
22
REKLAM    

Derhênerê belgefîlmê ‘Deftera Licê: Min Rastî Nivîsand’ Ersîn Çelîk rojaneyên ku Ahmet Tektaş digire li hember feraseta pergalê ya dîrokê jî helwestek e û li hember feraseta dîrokê ya navendî feraseta dîroka herêmî derdikeve pêş

Derhênerê ciwan Ersîn Çelîk piştî kurtefîlma ‘Pêlîstok’ belgefîlmê  bi navê ‘Deftera Licê: Min Rastî Nivîsand’ kişand. Çêkeriya belgefîlmê Pel Yapim kiriye. Derhêner di sala 2010’an de bi dest kişandina belgefîlmê kir. Belgefîlm heta niha di gelek mîhrîcanan de hat pêşandan û rastî eleqeyeke mezin hat.

Derhêner Ersîn Çelîk, dema di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) nûçegîhanî dikir ji bo nûçeyê diçe Licê û nûçeya Ahmet Tektaş ya ji sala 1945’an vir ve nivîsandina rojaneyê çêdike. Çelîk destnîşan kir ku gelek çîrokên bi vî rengî tenê bi nûçeyê ve nedihatin vegotin û divê berfirehî bên destgirtin.

Fîlm ji bo bîranîna Ceylan Onkol a 14 salî ku di encama topa havanê ku ji qada leşkerî hat avêtin jiyana xwe ji dest da, hatiye kişandin. Derhêner kurtefîlma xwe bi navê ‘Pêlîstok’ jî diyariyê zaroka bi navê Bişeng Anik ku li Şirnexê di Newroza 1992’an de hatibû qetilkirin, kiribû.

30 SALÊN DAWÎ YÊN LICÊ

Belgefîlm dîroka 30 salên dawî ya Licê jî bi bîr dixe. Derhêner Çelîk anî ziman ku di nav kurdan de pêşketina belgefîlman ji bo bîr û hafizaya civakî girîng e û wiha got: “Di 30 salên dawî de kurd têkoşîneke mezin dimeşînin û dewlet li hemberî vî serî li rêbazên şerê qirêj dide. Girîngiya belgefîlmên kurdî ew e ku; rastiya derdixe holê. Bi hezaran mijar hene û Licê ji yek van e. Cudahiya Licê ev e; di sala 1975’an de erdhejeke mezin pêk hatiye. Di salên 1990’î de gelek gund hatin şewitandin û navçe hate şewitandin. Aliyê din jî gelê Licê nêzî sedî sed, piştgiriyê didin Tevgera Azadiya Kurd. Kurd gelek zext û zordariyan re rû bi rû man lê heta niha ev zêde nehatine qeydkirin.”

Derhêner Çelîk anî ziman ku belgefîlm li Stenbolê di çarçoveya bernameyekî de hatiye pêşandan û temaşevanekî piştî ku fîlm temaşe kiriye wiha gotiye: ‘Ez êdî ji xwe re napirsim, çima kurd diçin çiyê’. Çelîk bilêvkir ku rewşa heyî bi dîmenan ve bê vegotin, bandoreke mezin li ser temaşevanan dike û tenê nîşandina rastiyan têrê dike.
Çelîk bilêv kir ku dema fîlm kişandine bi hesas tevgeriyane û wiha got: “Divê wisa neyê fêmkirin ku di salên 90’î de zext û zordarî pir bûn û îro nîn in. Heman zilm îro jî tê meşandin û li gorî min şaşiya ku em dikevinê ev e; wekî ku îro her tişt pir baş e. Me hewl da em nekevin vê şaşiyê. Li hember kurdan zilma dewletê didome û li hember vê yekê kurd jî li ber xwe didin.”

FERASETA DÎROKÊ

Rojaneyên ku Ahmet Tektaş digire li hember feraseta dewletê ya dîrokê jî helwestek e. Li hember feraseta dîrokê ya navendî û hegemonîk, feraseta dîroka herêmî derdikeve pêş. Çelîk wiha behsa girîngiya têbiniyên ku ji aliyê Ahmet Tektaş ve hatine girtin dike: “Ahmet Tektaş bi notên biçûk ve gelek anekdotên wê demê bi bîr dixe. Xaleke din ya girîng jî notên xwe bi tirkî nivîsandiye, ji ber ku xwend û nivîsandinê li leşkeriyê hîn dibe. Ji bo asîmîlasyonê ev ziman hatiye hîn kirin, lê bi wî zimanî ve rastî nivîsandiye. Ev jî ji pergalê re rexneyeke cidî ye. Jiyana wî ya rojane bi kurdî ye lê tirkî nivîsandiye. Dema behsa gund û jiyana xwe dike bi kurdî diaxive lê dema behsa têkiliya xwe ya bi dewletê re dike, bi tirkî diaxive.”

TALANKIRINA ÇANDÊ

Derhêner Çelîk bilêv kir ku di dema kişandina belgefîlmê de gelek amatoriyên wan hebûn, lê ji bo xurtkirina belgefîlmê me berê xwe didan ku derê çîrokek derdiket û wiha axivî: “Ji bo wêne me berê xwe dida qehwexaneyê piştî ku em diketin hundir çîrokeke ku belgefîlmê xurt bike derdiket. Ji bo mijarên sînemayê Kurdistan cihekî xwerû ye. Divê kurd xwe çîrokên xwe bikişînin. Sedsal berê dagirker ji bo erdanîgariyê talan bikin dihatin vê xakê lê niha ji bo talankirina çanda kurdan tên. Li Kurdistanê gelek çîrok hene, ev wekî madeyên xwerû tên dîtin. Ji ber vê yekê dibêjim divê kurd çîrokên xwe bikişînin.”

Deftera Ahmet Tektaş

DI DEFTERA Ahmet Tektaş de gelek bûyerên ku li Licê hatine jiyîn tên vegotin. Belgefîlm bûyerên demekî vedibêje. Derhêner Ersîn Çelîk destnîşan kir ku mirov li Kurdistanê berê kamerayê bide ku derê çîrokek derdikeve û wiha got: “Di fîlm û belgefîlmên kurd yên dawî hatine kişandin de arşîv cihekî girîng digire. Arşîvên ku demek berê ev hatine kişandin û nehatine bi kar anîn, niha di belgefîlm û fîlmên derhênerên kurd de tên bi kar anîn. Me xwest em di fîlmê de arşîv û çîroka Ahmet Tektaş bi hev re bihûnîn. Yanê ev arşîv jî bibin perçeyek çîroka Ahmet Tektaş.”

Yek ji wan kampên ku nû hatiye avakirin Kampa Eskerî ya Newroz e, li gundê Elî Fero li Qamişlo

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse