Dayika Berfo: Nîşaneyeke berxwedanê

0
15
REKLAM    

Berfo Kirbayir, dema kurê wê Cemîl Kirbayir ê 13’ê Îlona 1980 hat binçavkirin û di 8’ê Cotmeha 1980 de hat windakirin, 77 salî bû. Ji wê rojê heta 105 saliya xwe bênavber têkoşiya Dayika Berfo. Ji bo dîtina kurê xwe serî li her derê da. Bi têkoşîna xwe ya salan re ji Dayikên Şemiyê û hemû xizmên windahiyan re bû nîşaneyek.

Derhênerê Kurd Veysî Altay, li ser 4 salên dawî yên Dayika Berfo di bin navê “Berxwedana 33 salan-Dayika Berfo” dokûmanterek amade kir û dê di 13’ê Îlona 2013 roja windakirina Cemîl Kirbayir beriya 33 salan biweşîne. Altay beriya galaya dokûmanterê ji ANF’ê re axivî. Altay diyar kir ku Dayika Berfo û Dayikên Şemiyê wicdanên civakê ne û got, “Eger me hînê navgînên dawî li êşên dayikan bînin ne afirandine, hingî ev şerma civakê ye.

Vê projeyê çawa destpê kir?

– Demeke dirêje li ser mijarên dayikên Şemiyê, windahiyên di binê çavan de û gorên komî de kar dikim. Beriya du salan, ji wêneyên Dayikên Şemiyê û Şirnex, Amed, Êlih Û Stenbolê û çîroka kesên di binê çavan de hatine windakirin, min pirtûkek bi navê “Em ên winda” amade kir. Par jî li ser çîrokên mirovên di navbera salên 1900-95’an de li Cizîrê kuştin, dokûmanterek bi navê “Faîlî Dewlet” çê kir. Piştî wê jî, min dokûmantera Dayika Berfo ku 4 sal in li ser dixebitim, min qedand.

DAYIKA BERFO BÛ WICDANÊ CIVAKÊ

– Çima we Dayika Berfo hilbijartin?

Berfo Kirbayir hem nîşaneya Dayikên Şemiyê bû, hem jî bi vîn û berxwedana xwe re jineke sembol bû. Dema kurê wê Cemîl Kirbayir rojek piştî darbeya leşkerî di 13’ê Îlonê de ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin Dayika Berfo 77 salî bû. Ev yek ji bo gelek mirovan temenekî temambûyî ye. Hingî kurê wê tê binçavkirin û ji 8’ê Cotmeha 1980 û pê ve êdî hay jê çê nabe. Ji wê demê heta meha Sibata bihurî bênavber têkoşîna xwe dewam dike. Tevî ku temenê wê dirêj bû, nexweş bû, nekarî bimeşiya jî, ti cih nehişt ku neçû, ti rayedarekî dewletê nehişt ku hesap jê nepirsî û ti rêxistinên civakî yên sivîl nehişt ku serî lê neda. Mixabin tevî ku li vî welatî bi dehhezaran mirov winda û hatine kuştin jî, tevî ku kuştina van mirovan bi belgeyan hatiye ispatkirin ku polîtîkayeke dewletê ye, hînê civak bêdeng e. Di rewşeke bi vî rengî têkoşîna mîna dayika Berfo bû wicdanê civakê. Dayika Berfo, tevî temenê xwe yê dirêj, bi rewşa xwe ya sempatîk, bi têkoşîn û sekna xwe ya biryardar, 33 salan gavek jî paşde neavêt, lewma bû yek ji nîşaneyên vê têkoşînê.

– We gotin, ev dokûmanter di encama xebateke 4 salan de amade kirine. Hûn di nava van 4 salan de her tim li gel Dayika Berfo bûn?

Di nava 4 salan de min ew li cihên cuda şopand. Ji ber ku Dayika Berfo çû gelek cihan. Carna bi ambûlansê, carna bi kursiya xwe ya bi teker, lê her tim çû. Dema ew diçû, ez jî li gel wê çûm gelek cihan. Carna li mala wê jî çûm serdanê. Min pê re sohbet kir, hevpeyvîn kir, min hewl da jiyana wê ya rojane bikşînim. Min hewl da hîn bibim ka ew jineke çawa ye.

“HETA JI EVREN HESAB NEPIRSIM, MIN BINAX NEKIN”

Çavdêriyên we çi bûn?

Dayika Berfo 33 salan her tim bi kurê xwe Cemîl re jiya. Mîna ku her tim li gel wê ye, jiyana xwe dewam kir. Behsa wî dikir, li ser digiriya. Bi vîn û berxwedana xwe re ji xwe bandoreke mezin li min kir. Dayikek hem hestewar hem jî komîk bû. Gelekî henek dikir. Yekane derdê wê li vê dinyayê, hesabpirsîna ji Kenan Evren bû. Ji ber ku weke berpirsyarê windakirina kurê xwe 12’ê Îlonê û Kenan Evren didît. Dizanîbû ku berpirsyarê vê Kenan Evren û dewlet e. Yek ji gotinên wê yên herî zêde bandor li min kir, “Heta ku hestiyên kurê xwe nebînim, heta ku ji Kenan Evren hesabê nepirsim, min binax nekin” bû. Di 77 saliya xwe de kurê xwe winda kir û li gorî min bi eks û biryardar heta 105 saliya xwe nemir. Ez carna difikirim û dibêjim, biryardarî û têkoşîna ji bo dîtina hestiyê kurê wê û eksa hesabpirsîna ji Kenan Evren, ew anî vî temenî. Têkoşîna Dayika Berfo îro jî tê jiyîn, bi sedan bi hezaran Dayikên Kurd têkoşîna wê dimeşînin. Bi bawerim ku çavên Dayika Berfo li dû nemaye. Dema Dayika Berfo jiyana xwe ji dest da, em çûn Gole. Dayika Berfo xistin gora wê, ax avêtin ser wê. Lê gora li kêleka wê ya ji bo Cemîl hatibû kolandin vekirî bû û heta ku hestiyên wî bê dîtin, dê vekirî bimîne.

CEMÎL KIRBAYIR JI BER ŞOREŞGER Û KURD BÛ HEDEF HAT GIRTIN

– Di dokûmanterê de hûn behsa Cemîl Kirbayir jî dikin?

Belê, ji xwe ev dokûmanter bi qasî Dayika Berfo behsa çîroka kurê wê Cemîl Kirbayir jî dike. Û têkoşîna bi salan a Dayikên Şemiyê vedibêje. Min ev her sê kir yek û mijar komî ser hev kir. Kekê Cemîl Kirbayir Mikaîl Kirbayir behsa birayê xwe kir. Em bi hevalê Cemîl Kirbayir ê pê re hatibû binçavkirin Çetîn Aşûla re jî axivîn. Bi hev re di binê çavan de dimînin û bi rojan îşkencê dibînin. Cemîl Kirbayir kesekî şoreşger bû ku ji aliyê gelê Gole ve gelekî dihat hezkirin. Ji ber şoreşger û Kurdbûna xwe hedef hat girtin. Li dû wî gelek mirov bi heman rengî ji aliyê dewletê ve hatin windakirin. Bi hezaran kuştinên ku ez ji wan re dibêjim “Faîlî Dewlet” li holê hene.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse