ÇIYAYÊN QENDÎLÊ

0
161

Director: Taha Karimi

Cast: Cömert Kahraman , Lamya Hossein , Shahin Amini , Kamal Jalal Qader , Qotbeddin Sadeqi , Abdurrahman Mohammad , Negar Osman, Ali Majidzadeh
South Kurdistan (Iraq) / 2010 / 90 mins / Farsi, Arabic, Turkish and Kurdish (Sorani and Kurmanji) with English subtitles
Çîyayên Qendîlê li wê herêmê ye ku sînorên Îran, Tirkîye û Iraqê digihînin hev. Dibe ku ev herêm ew der be ku li cîhanê herî zêde hatîye bombebaran kirin û di van salên dawî de jî ji ber êrîşên Tirkîye û Îranê yên li dij serhildayên kurd gelek caran di çapemenîyê de derketîye. Bi salan e ku leşkerên van her sê welatan li heman herêmê li dij şervanên azadîyê yên kurd şerekî bi xwîn dimeşînin. Di fîlma Taha Kerîmî de dayîkên ji her alîyan li kur û keçên xwe yên wenda digerin. Dema ku sê hevalên qedîm, Şemal ê dû’ayan, Resûl ê hêstiran û Eyeneddîn ê gejik dilê xwe dixin Nesrîn a keça meleyê mizgeftê ew ji mizgeftê tên dûr xistin. Lê belê ew Nesrînê ji bîr nakin û dema dibihîsin ku ew li Çiyayê Qendîlê wenda bûye dest pê dikin û lê digerin. Ev çîroka lêgerîna wê, hezkirîya wan e. Piştî fîlma wî ya kurt a bi navê Çiyayên Spî derhenêrê kurd Taha Kerîmî di yekemîn fîlma xwe ya dirêj a xweş û dramatîk a dij şîddetê de paşperdeya Çîyayên Qendîlê nîşan dide.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse