REKLAM    

“Êş û jan hemû dibin hêza sedema bersiva bawerî û hunera te. Êdî bi hezaran Xelîl hene, bi kamerayên xwe, bi rêhevaltiyên xwe meşa te didomînin, bi hêztir, bi bawertir û bi coştir… Çiyayên bakur li benda Xelîlên nû ne, bi xweşikiya xwe, bi hêza xwe û bi rengîniya xwe …”

Jiyenekê bifikirin ku di tê bawerî hebe. Baweriyekê bifikirin ku di tê de evîn hebe. Evînekê bifikirin ku bi hunerê bextewar bibe. Hunerekê bifikirin ku di tê de xwedîtin hebe. Cangoriyekî bifikirin ku di bingeha evîna xwezayî de bi bawerî, huner û welatparêziyê ber bi azadiyê ve bimeşe. Meşeke dirêj, meşeke hêja û meşeke ji dil…

Di biryardayîn û pêvajoya meşa azadiyê de lêgerîna heqîqetê derdikeve pêş. Mirov bi vê hişmendiyê çiqas bimeşe ew qas nêzî heqîqetê dibe. Çiqas nêzî heqîqetê bibe, xwejiyîn û xwedîtin ew qas zelal dibe. Dema ku xwejiyîn û xwedîtin pêk hat, ew çax di çi şert û mercan de dibe bila bibe, hilberineke ji dil bi mirovan re dibe rêheval. Xelîl Dag, Xelîlê ku bi eşq û dil ber bi çiyayên asê ve bi rê ketibû. Çiyayên asê, çiyayên ku hemû hestan, rengan, xweşikiyan û baweriyan hembêz dikin û li wan xwedî derdikevin. Hûn her du çawa li hev dikin, mîna dayîk û zarokekî /ê, mîna mî û berxekî /ê, mîna gul û gulistanekê… Bi mîlyonan kes, xwezaya çiyayên rengîn û asê bi hunerwariya te dît. Bi mîlyonan kes bi hunerwariya te bû av, ax, dar, gul, gulistan, dayîk, bav, keç, xort, çiya û deşt…

Gelek rengên xweş, dengên ji dil, çavên bi bawer û qêrînên çiya û esmanan, bi hunera te, bi keda te û bi dilnizmiya te gihîştin bi mîlyonan kesan. Bi mîlyonan kesî /ê xwe di ji diliya te û baweriya te de dît. Bi mîlyonan kes bi te re keniya û bi te re giriya û bi te re sond xwar.

Belê evîndarê çiyayan, meşa te ya dirêj, ya bi bawer û bi hêz di nîvî de ma. Tu bi kelecana xwe, bi hisreta xwe û bi baweriya xwe di nîvê rê de mayî… Lê wek tê zanîn ku tu tenê bi fizikî di rê de mayî, meşa te hêj didome. Te dixwast ku tu biçiyayî çiyayên bakur, yên bilind û asê û deynê xwe bida, bi kameraya xwe, bi kelecana xwe, bi hestên xwe û bi dildariya xwe… Lê xem tuneye, şîn tuneye ji bilî kelecaneke xwezayî. Êş û jan hemû dibin hêza sedema bersiva bawerî û hunera te. Êdî bi hezaran Xelîl hene, bi kamerayên xwe, bi rêhevaltiyên xwe meşa te didomînin, bi hêztir, bi bawertir û bi coştir… Çiyayên bakur li benda Xelîlên nû ne, bi xweşikiya xwe, bi hêza xwe û bi rengîniya xwe

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse