Ciwan û Hunera Azad

0
29
REKLAM    

Jiyan rastiyeke zindî ye, her tim û bi her awayî didome. Tişt an jî kesên ku jiyanê watedar dikin yên ku jiyanê şîrove dikin, dinirxînin û mudaxaleyî jiyanê dikin in. Ev rewş di hemû cîhanê de bi heman awayî ye. Bi vê esasê diwatedarkirin, nirxandin û şîrovekirina jiyanê de rola herî sereke ya ciwanan e. Di jiyanê de tiştê herî bi nirx û bi bingeh hunera azad e, bi hunerê afirandin û hilberîn bi hêzeke zindî ve girêdayî ye.

Şertê afirandin û hilberînê tevgerîneke hêzeke zindî ye. Zindîbûyîna jiyanê û ya ciwanan hev û du temam dikin. Ji ber vê yekê parastina jiyanê bi xwezayî dibe peywira sereke ya ciwanan.Watedarkirin û parastina jiyanê bi taybetî li Kurdistanê bi ciwanên kurd nêzî çil sal e didome. Ciwanên kurd çil sal berê ketin rêya azadiyê û bi watedariyê, nirxandinê û şîrovekirina huner û jiyanê meşa xwe hê jî didomînin. Heke ku qeder hebe, ya gelê kurd di destên ciwanên kurd de ye, derbasdariya vê yekê jî berxwedana çil salan e. Lê çawa û çima dibe? Di çimabûyîna wê de xala herî sereke lêpirsîna hebûniyê, hilberînê, hunerê û ya jiyanê ye. Di çawabûyîna wê de rola herî sereke jiyandin, xwendin, û afirandin digire. Ev rewş bi giştî xwedîlêderketina jiyaneke azad e û di heman demê de daxwaza jiyaneke azad e. Di watedarkirina jiyanê de hunera azad bi xwe re jiyaneke azad dîne. Di pêkanîna hunera azad de parastin û pejirandina çandê bi giringiya afirandin û hilberînê derdikeve pêş. Di Tevgera Azadiya Kurd de ev rewş zêdetir xwe dide der.

Li her derê Kurdistanê, li her qadên jiyanê û li her beşên hunerê ev rastî heye û didome. Di rewşa îroyîn de peywira parastina jiyana azad zêdetir ya ciwanên kurd e. Ev demeke dirêj e ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve pêvajoyek hatiye destpêkirin. Meşandin û watedarkirina vê pêvajoyê zêdetir ji hêla gelê kurd ve tê kirin. Lê di vir de xaleke giring jî heye; ew jî rêxistinbûyîn û rêxistinkirin e. Di vê demê de her ciwanekî/e kurd, divê berê xwe bide daxwaza jiyana azad û ber bi afirandinê, hilberînê û hunerê bimeşe û xwe û derdora xwe rêxistin bike. Bi sedan sazî û dezgeyên kurdan hene û li benda afirandina jiyan û hunereke azad in. Dem dema afirandin û pêşvebirina jiyan û hunereke azad e. Pêşengtiya vê rewşê dê ciwanên bikin, dê xwe perwerde bikin, binirxînin, bipirsin, biafirînin û xwe rêxistin bikin. Dûre li civakê vegerin wek şoreşgeran têkevin nava civaka kurd hunera xwe, lêpirsîn û lêkolînên xwe û nirxên jiyana azad bi civakê ve parve bikin. Di salên dawî de ji ber bandora modernîteya kapîtalîst û polîtîkayên hêzên dagirker yên qirêj, civak ber bi berxwarinê ve diçe, her wiha di civakê de rihetî derdikeve pêş, ji çanda xwe, dîroka xwe, jiyana xwe û xwezaya xwe ji dûr dikeve. Mixabin ev rewş di civaka kurd de jî heye. Civaka kurd zêdetir bi polîtîkayên hêzên dagirker yên qirêj ve rû bi rû dimîne.

Ev jî xetereya tunebûyîn û qirkirina çandî, hunerî û jiyanî derdixe pêş, bi vê rêyê bişavtin dibe kêreke bi jahr û ber bi civaka kurd ve tê. Li hember vê xetereyê têkoşîneke bi nirx pêwist e. Di bingeha xwedîlêderketina ziman, çand û nasnameyê de meşa jiyana azad divê ji berê zêdetir bê kirin. Ev meş bi parastina jiyanê û bi pêşengtiya ciwanan pêkan e. Mînaka parastin û pêşvebirina jiyana azad ya herî baş li Rojavayê Kurdistanê heye. Hemû dezge û saziyên Rojavayê Kurdistanê di destên ciwanan de ne. Ne tenê sazî û dezge, hemû tax û kolan, hemû gund û bajar… Him ji hêla leşkerî, him ji hêla sîyasî û him jî ji hêla huner û ziman ve hêz û pêşengî bi destê ciwanan pêk tê. Pergala Tevgera Azadiya Kurdan li Rojava rasterast ketiye meriyetê, li gorî vê pergalê di bingeha xwedîlêderketina ziman, çand, huner û jiyana azad de, ciwanên kurd yên Rojavayê Kurdistanê bê navber dixebitin, xwe û derdora xwe rêxistin dikin. Ev berxwedana Rojava ji aliyê her sê parçeyên Kurdistanê ve tê şopandin û zûda ye kelecan û baweriyeke mezin ketiye dilê hemû Kurdistaniyan. Lê bawerî û kelecan têr nake, divê baş bê şîrovekirin û nirxandin, divê li ser çimabûyîn û çawabûyîna şoreşa rojava hûrbûyîn hebe.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse