Çîroka Xelîloyê Dîn: fîlmê ‘Meş’

0
17
REKLAM    

Ji 1’ê Nîsanê ketiye vîzyonê û di nava sê rojan de 2 hezar û 457 kes çû li qêrîna bêdeng a Xelîloyê dîn temaşe kir.

Fîlmê Meş ku bi çavê Xelîloyê dîn dema darrbeya 12’îlonê vedibêje ji alî temaşevanan ve jî rastî eleqeyeke baş hat. Meş ji bo galayê ku wekî mekana fîlmê jî hatibû bijartin û di esasê xwe de çîroka Xelîloyê dîn ê nisêbînî vedigot li Nisêbînê li dar xist. Dûr eli Amed, Êlih, Stenbol, Wan û Qoserê jî pêşandanên taybet ku lîstikvan, derhêner û senarêstên fîlmê jî tevli bûn hatin li darxistin.

Fîlmê ‘Meş’ ku çîroka dînekî bêdeng a di serdema darbeya 12′ê Îlonê de ji civakê xeyîdiye tîne ziman, di 1′ê Nîsanê de li sînemayan derdikeve pêşberî temaşevanan. Lîstikvan Selamo, şaşiyê civakê û pergalê bi zimanê Xelîlo yê dîn a ‘Îsyankarê bêdeng’ tîne ziman. Darbeya 12′ê Îlonê ku di sala 1980′yî de bandorek pir xerab li ser civakê ava kir, hê jî şop û ruhê wê di nava civakê de xuya dikin. Her çend 31 sal di ser darbeya 12′ê Îlonê re derbas bûn jî hêj êş û tahrîtabê ku li ser civakê avakirine winda nebûye. Ev êş û janên ku liser civakê hatine avakirin, bi fîlmê ‘Meş’ derdikeve pêşberî temaşevanan. Fîlmê ‘Meş’ ku çîroka dînekî bêdeng a di serdema darbeya 12′ê Îlonê de ji civakê xeyîdiye tîne ziman, di 1′ê Nîsanê de ket vîzyonê. Di sê rojan de 2 hezar û 457 kes fîlm temaşe kir.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse