Çîroka Sînemayê

0
10
REKLAM    

Fîlmê bêhempa yê bi navê “Trên Tê” beriya sedsalan bi hewldanên du birayan, Auguste û Louis Lumîêre hate nîşandan. Di vî fîlmê ku li ser şerîtê ji nîv deqê ne zêde bu, îstasyoneka ku di zeraqên tavê de hatibû xeniqandin dihate xwuyanê. Xeynî wî çend kes jî li îstasyonê di nav tevgerekêda bûn. Û treneka ku rasterast dihat ser temaşevanan. Her ku diçû trên nêz dibû. Temaşevanên wê demê li ser vê rewşê ketin nav qurfînekê (panik) û hinek ji wan salonê terk kirin. Ji wana kirinê trên wê were biser wan ve. Ewkas ku jidilbû…Hunera sînemayê wê rojê za. Tiştê dihate nîşandan tenê ne tiştek teknîkî bû. Na, li wir, wê demê rêgez û prensîbekî  estetîkê yê nû hatibû afirandin.

Bi vê rêgezê mirovan, di dîroka çand û hunerê de cara yekem wext cemidandibû ango dabû sekinandin. Û kêngî bixwasta dîsa dikaribû bi saya van dîmenan vegere wextê berê. Tomarkirina wextê rasteqîn vê derfetê dida mirov…

(Andrey Tarkovskî)

Beriya sînema derkeve holê Arîsto di nivîsên xwe de fikra “hepskirina dîmenan” hanîbû ziman. Gelo Arîsto dizanibû ku wê ev fikra wî di paşerojêde bibe bingeha hunereka nû? Mixabîn kes bi vê yekê dernedixist û nikaribû tiştek bigota di wê demê da. Tenê em dizanin ku ji hinga ku ev huner derketiye û heta îro li ser mirovan pir bi bandor bû ye. Her wiha balkêşiya xwe her wextî zindî hiştiye û xwe nû kiriye ev huner.

Piştî Arîsto ev raman (hepskirina dîmenan) ji hêla hinek zanayan ve hate lêkolînkirin. Pir kes li ser vê ramanê çûn û hatin. Zanayê Ereb Alhazan û Leonardo Da Vîncî di nav van kesan de ciyên xwe digrin. Ev raman çikas çû hate pêşxistin. Li serî hûrbûn û pê re mijûl bûn, heta ku tiştên nû afirandin.

Wênesazê wê demê bêtir li ser dixebitîn. Wênesaz, wê demê ji bo xebatên xwe her tim di nava lêgerînan da bûn. Menzeleka tarî û fîqreş bifikirin. Di diwarê vê menzelê de qulek biçûk hatiye vekirin. Gava ji devre ronahî di vê qulê de derbas dibe rasterast diçe di hundir de li ser dîwar ronahiyekê çêdike. Ev gav ji bo kişandina wênan gava herî pêşîn e. Wênesaz ji vê menzelê re dibêjin “menzela reş” Paşê navên Camera Obsurca li vê menzelê dikin. Herî dawî ev nav jî diguhure dibe Camera Luciada.

Êdî hatibû hînbûn ku mirov dikare ronahiyê û dîmenan heps bike. Afirîner û mûcîdê wê demê ketin pey teknîkên nû. Li ser ronahiye carek dinê xebitîn. Ev xebat di sedsala 19’an de bi encam bûn. Mucîdê bi navê Nîcêphore Nîêpce di sala 1826 ‘an de dîmenê xwezayê li ser lewhayê kevir û hesin tomar kir. Ji van lewheyan re digot“litograf”. Lê ev rêbaza Nîêpce pir hêdî bû, heta kû tiştekî tomar dikir saatek derbas dibû. Ji lewra jî tiştên dixwast bikşîne diketin nav tevgerekê û ciyên xwe diguhurandin. Ev yek jî dibû sedema xirabûna lîtografan. Lîtograf tev şêlû dihatin xwuyanê.

Feylesofê dema berê Pratagoras wiha dibêje, “Mirov pîvanê her tiştî ye” Di nav jiyanêda gava tiştek nû bê afirandin beriya her tiştî pîvanên mirov/mirovahiyê li ber çavan tên girtin. Ev prensîb hema bêje ji bo her tiştî derbasdare…

Gava ku kamera jî tê çêkirin ev pîvan rola xwe dilîze. Lewra kamera li gorî çavê mirov hatiye çêkirin. Yanî çav ji xwe re mînak girtine wextê ku kemera nû çêkirine. Di çav da diyafram he ye. Çav dibîne, mêjû jî tomar dike. Diyaframa kamerayê û ya çav heman tişt in. Çewa çav li gorî ronahiyê biçûk û mezin dibe mercekên kemerayê jî heman peywîrê dibînin. Ji bo tiştekî li dûr bibîne çav dûrbîn bikar tîne, kemera jî teleobjektîf…

Ê ku wênan xiste nava tevgerê û wan lebitand kesê bi navê Eadweard Muybridge bû. Ev kes mirovekî zanyar bû û li ser tevgerên mirov û ajalan dixebitî. Ji bo çavdêriya tevgera wan bike di sala 1878’an de “Zoetrope” (çeka wêneyan) pêşda bir. Ji bo pêşbirkên hespa jî bikar dihanî û kîjan hesp dibû yekem tomar dikir. Di saniyekî de 12 çarçik (kare) dikşand. Wisa tê gotin ku Zoetrope di nav makîneyên berê de, cîhaza herî dişibe makîneyên sînemayê ye.

Îcadeka nû; Sînematograf

Di wî wextî de dahêner her çikas ji hev dûrbin jî haya wan ji xebatên hev hebû. Di wê demê da fuarên mezin dihatin damezirandin. Di wan fuaran de xebatên xwe yê dawî pêşkeş dikirin hemû dahêner. Thomas Edîson jî yek ji van bû. Edîson, heta wê gavê li ser telefon û ceryanê xebitîbû û ji bo jiyana mirovan pêşda here tiştên nû derxistibû holê. Ji bo sînema tiştek nû bû bala Edîson dikşîne. Weka gelek kesan ew jî li ser cîhazên nû yê sînemayê hûr dibe. Di dawiyê de cîhaza Kînetoskap’ê çêdike. Lê hêleka Kînetoskop’ê ya neyênî hebû. Tenê kesek dikaribû lê temaşe bike. Ev jî  popularîteya wê dihanî xwarê. Edîson di wê demêda çend fîlma jî kişand. Fîlmê “The Kiss” yek ji van e. Taybetmendiya vî fîlmê ewe ku cara yekemîn di kes hev û din maç dikin.

Bi vê yekê re dirokzan, destpêka sînemayê bi her du birayan,  Louis û Auguste Lumîêre didin destpêkirin. Ev her du bira di sala 1895’an de, li peytexta Fransa Parîs’ê di Grand Cafê de ji gel re vekirî fîlman dan nîşandan. Taybetmendiya cîhaza wan ew bû ku dîmenan li ser dîwar dida nîşandin. Yanî tenê ne yek gelek kes dikaribû di heman demê de, bi hev re li fîlm temaşekin. Ev taybetmendî tiştek nû bû. Navê cîhaza wan “sînematograph”bû. Bi saya vê cîhazê ev her du bira fîlmên kin dikşandin û ji bo gel temaşe bike hêvare didan nîşandan. Di nava van fîlman de yên herî balkêş fîlmên bi navê, “Tren Tê” , “Karkerên Ku Ji Fabrîqa Lûmîêre Derdikevin” ,“Avdana bexçevan” in.

Ji xwe peyva sînemayê jî ji bêjeya “sînematograph” tê. Ev bêje yewnanî ye. Hinek kin kirine û gotine sînema. Wata vê bêjeyê wiha ye; “kînêma-atos = tevger, libat” û “graphein= nivisandin, tomarkirina tevgerê” Kurtasî, hunera sînemayê tomarkirin ango nivisandina tevgerê ye. Her kesî ku bi sînemayê re mijûl bû ye nevên weke, tevger , zindîbûn  û jiyan lê kirine.

Sînema tu demê di ciyê xwe de nesekiniye. Her tim xwe nû kiriye û pêşda xistiye. Piştî Lumîêre, şanogerGeorges Mêlîês di sala 1902’an de fîlmê “Seyaheta Heyvê” kişand. Taybetmendiya vî fîlmê ew bu ku bi mijar bû. Heta fîlmê seyaheta Heyvê di fîlman de mijar tunebun. Mêlîês, ev fîlm ji ber pirtûkên H.G.Welles û Jules Verne derxistibû. Ev fîlm 14 deqîqe didome. Mêlîês ji ber ku şanoger û îllûzyonîst bû, sînema jê re tiştek pir balkêş dihat. Zafek wextê xwe li ser sînemayê derbas dikir û di dawiyê de rojekê bêhemdî dîmenan (şerîtên fîlm) li hev siwar dike. Ev jî li xweşa wî çû ye û bikar haniye. Ji wê rojê heta îro ev rêbaz di sînemayê de cî girtiye û hê jî tê bikar hanîn. Mêlîês jî li gorî xwe sînemayê pêşda xist û ciyê xwe di dîroka sînemayê de girt.

Çikas diçû sînema dibû sanayîyeka nû. Hemû welat dixwastin vê hunera nû li gorî berjewendiyê xwe bikar bînin. Bi dorê Fransa, Îtalya û herî dawî Amerîka vê sanayîyê pejirand û pêşda bir. Çewa tê zanîn pêşî di sînemayê de deng tunebu, tenê dîmen hebun. Di wê demêde bi hewldanên birayên Lumîrê û Geroges Mêlîês Fransa pêşengiyê ji sînemayê re dikir. Xeynî van kesan Pathê Comêdîê Françaîse (Şanoya Komara Fransa) hatibû avakirin. Pathê, bi fîlmên ku bi mijar bûn, birayên Lumîêr jî belgeselan nîşan didan.

Wî wextê li Îtalya jî hin kes bi sînemayê re mijûl dibûn. Ji be ku erdnîgariya Îtalya ji hêla dîrokî de dewlemend bû, li wir fîlmên dîrokî dihatin kişandin. Deqor, cil û bergê wan zahf nepixandî bûn û fîgûran jî bi sedan bûn. Dîsa cîyê ku lê fîlman dikşandin jî beleş bûn. Di encama van tiştên me rêz kir de, li Îtalya yê Fîlmên epîk û şer derketin pêş. Filmê bi navê “Ketina Roma” ku derhêneriya wî Albenî kiriye û filmê Luîgî Maggî yê bi navê “Rojên Dawî yên Pompeî” ji van fîlman re mirov dikare weke mînak nîşan bide.

Sînemagerekî Bêhempa: Charlîe Chaplîn

Çewa me li jor jî hanî ziman li Amerîkayê Edîson bi sînemayê re mijûl dibû. Mirovên ku li dora Edîson digeriyan ji devêrên din kopyayên fîlman dihanîtin Amerîka û nîşan didan. Din ava van fîman de yê Georges Mêlîês jî hebû. Di wan salan de xeynî Edîsan li Amerîka hin şîrket jî hatibûn avakirin. Weke ““Birayên Warner” ,” Willam Fox”.Ev şîrket bajar bi bajar digeriyan û bi pere fîlman nîşan didan. Çêkirina fîlman û belevkarî hinek tevlî hevbû wê demê. Ji bo ev pirsgirêk ji holê rabe û belavkarî bi destekî were weşandin Edîson bi şîrketên din re lihevkir ûMotîon Pîcture Parents Company derkete holê. Edî fîlm tev ji vê fîrmayê derdiketin û belavkarî bi destê wan dimeşiya. Ev rewş li ber fîlmên serbixwe dîwarekî qalind çêkir. Çêkirina filmên serbixwe zahmet bû.

Li ser van bûyeran Charlîe Chaplîn (ku sînemagerekî serbixwe bu) ji bo ji dafikan van şîrketan xelas bibe ji New York’ê reviya û çû Kalîfornîya, bajarê Los Angles. Beriya Chaplîne, navanda fîlman New York bû. Lê bi hewldanên Chaplîn navend şemitî bajarê Los Angles’ê. Chaplîne, bi alikariya hinek lîstikvana (Douglas Faîrbanks û Mary Pîckford) Unîted Artîsts’ê ava kir. Her wiha çêkirin û belavkirina fîlman ew bi xwe dikir. Chplîne bi vê helwesta xwe li hemberî şirketên din serî rakir û xwe serbixwe kir.

Chaplîn di hêla qomedîyê de deng da û gel qarekterê wî yê “Şarlo” ji kurahîva pejirand û hezkir. Bi şoqe, gopal û şikalâ xwe ya mezin di dilê herkesî de cih girt. Chplîn li ser fîlmên qomedîyê dixebitî li di heman demê da pirsgirêkên civakî jî radixist ber çavan û hinek tiştan rexne dikir. Di fîlmên wî de ramanên sîyasî jî derdiketin pêş û peyamên watedar dişand ji pergala nû re.Wî wextî li her derî pirsgirêka birçîbûne he ye. Chaplîn dûrî van namîne û vê rewşê dike mijar ji bo fîlmên xwe. “The Kîd” , “Hicûmê Zêran” , “ Lembên Bajar” ji van fîlmên wî ne ku pirsgirêka birçûbûnê vedibêjin.

Her ku diçe pergala qapîtalîst serdestiya xwe îlan dike. Têkiliyên nû derdikevin holê. Sanayîbûn û qapîtalîzm li ser keda mirovan nirxên nû ava dike. Mirov her ku diçe ji rastiya xwe dûr dikeve û biyanîyê xwe civaka xwe dibe. Rastiya xwe hunda dike. Sedema van tiştan teknolojî û qapîtalîzm e. Chaplîn bi fîlmê xwe yê “Demên Modern”berhemeka serkeftî derdixe holê. Cpaplîn tîrêjên xwe dirêjî pergala qapîtalîzm û şêwaza wê dike bi vî fîlmê xwe.

Di sala 1940’an de fîlmê “Dîktatorê Mezin” ku qerf û henekên xwe bi Adolf Hitler dike dikşîne. Piştî  vî fîlmê, di sala 1952’an de fîlmê  “Lambeyên Dikê” dikşîne. Di wan salan de Komîsyona Mc Carthy derdikeve nêçîra kominîstan. Pir kes bê hincet tên girtin. Ji ber ku Chapline jî mirovekî sosyalîst bû di wê demê de bu hedefa Mc Carthy. Li ser vê yekê Chaplîn ji Amerîka’yê derket, reviya çû Swîsre yê û heta dawiya emrê xwe jî li wir ma. Chaplîn bi fîlmên spî û reş her tim di bîra mirovan da me û qet derneket.

Grîffîth: Sînema Ji Bondora Şanoyê Derdikeve

Beriya Grîffîth sînema di formata şanoyê de didomiya. Kamera li ciyekî disekinandin û mîzansen qet nedihate guherandin. Lîstikvan dihatin ber qamerayê, lîstika xwe dilîstin û derdiketin ji kadrajê. Mîzansen jî li gorî estetîka şanoyê rêk û pêk dibû. Kurtasî sahnekî bi zaviyekî(açı) dihate kişandin. Teknîka sînemayê jî dişibiya teknîka şanoyê, tu cûdatî di navbera wan de tunebû. Mirov dikare fîlmê Edwîn S. Porter yê bi navê “Şêlandina Mezin ya Trênê” weke mînak nîşan bide. Ev fîlm di heman demê de destpêka fîlmên Westeren tê pejirandin. Di vî fîlmê de kamera li ciyekî sekiniye û çend kes dikevin qadrajê û derdikevin. Mîzansen li gorî sahneya şanoyê hatiye amadekirin. Çewa ku şano were tomarkirin.

Grîffîth, vê pirsgirêkê dît û xwast çareser bike ango sînemayê ji bandora şanoyê derxîne. Fîlmê xwe yê bi navê“Netewek Nû Dizê” (1914) ku şerê nava Amerîka vedibêje dikşîne. Mijara fîlm li ser derketina Ku Klux Klan’a ye. Çewa tê zanîn ev kes nijadperestiyê diparêzin. Ji wê lomê ev fîlm tê hez kirin. Lewra wê demê nijadperestî pir popûler bû. Naveroka fîlm her çikas nebaş be jî di hêla teknîkî de gelek baş e. Di hêla teoriyê de pir serkeftî ye. Grîffîth sahnekî bi sê çar zaviyan dikşîne û pevpestina paralel dixe sînemayê. Ji xwe cara pêşîn kişandina ji sing bi saya wî derdikeve holê. Bi vî fîlmê sînema ji bandora sînemayê xelas dibe û tevger xwe nîşan dide di sînemayê de. Gotin û şêwazek nû tê sînemayê bi kişandina vî fîlmê.

Piştî vî fîlmê xwe Grîffîth filmê “Nexweşbînî” (Intolerance) dikşîne. Ji her şaristaniyê çend qet (kesit) tên nîşandin. Fîlm ji me re dibêje ku hemû şaristanî ji ber bi nexweşbînî li hev mêze kirine hatine pelişandin û ji hole rabûne. Seqansa Babîl ‘ê beşa herî baş e di vî fîlmê de. Grîffîth dixwaze bi vî fîlmê xwe efû bike. Ji ber fîlmê xwe yê pêşîn hinek poşmanî pê re he ye. Lê mixabîn ji ber ku ev fîlm rastî dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn tê zaf eleqe nabîne. Di wê demê de gelek kes û netew şer dixwast in. Lewra jî bala kesî nakşîne ev fîlm.

Mirov dikare bê şik û guman bibêje ku Grîffîth him di hêla teknîk û him jî di hêla teoriyê de giyanek nû haniye sînemayê. Rêbazên ku ew haniye sînemayê îro jî tên bikar hanîn.

Dîsa di wê demê da belgefîlmê ku Robert Flaherty kişandiye destpêka belgefîlman tê pejirandin.  Flaherty, diçe di nav gelê Eskîmoyan de qederek dijî û di nava wan deman de belgefîlmê “Nonokê Bakurî” (1921) dikşîne. Ev belgefîlm di diroka sînemayê de pir giring e.

Amerîka di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de di hêla sînemayê de welatê herî bi siûd derdikeve. Sînemaya Fransa’yê di nav pirsgirêkên aborî de dixeniqe û ji pirsgirêkan azad nabe. Sînemaya Îtalya jî li ber faşîzmê têk diçe. Şîrketa Pathê ya Fransa tê firotin. Kodaq dikire. Lewra jî bazara sînemayê dikeve destê Amerîka.

Bêguman bi nivîsekî tenê mirov nikare dîrok sînemayê biqedîne. Ancax sal bi sal, dem bi dem mirov here ku baş were hînbûn. Sînema Sovyet, Alman û Îtalya mijarên nivîseka din in. Bi vê nivîsê tenê min xwast ez destpêka sînemayê bînim ziman. Mabesta min ev bu. Ez hêvîdarim ku ji hinek bendewariyan re bibe bersiv.

Ev tiştên me heya niha li jor rêz kir tev dema sînemaya bêdeng bû. Sînema di nav huneran da ya herî dawî û nû ye. Ev taybetmendiya wê derfeteka mezin dayê ye. Ji hemû huneran sûd werdigre. Lewma ji sînemayê re dibêjin“hemû huner”. Ji ber ku hunera herî ciwan e her ku diçe mezin dibe û pêşda dihere. Di sala 1927’an de “deng”dikeve sînemayê. Deng bi xwe re gelek guherandina jî tîne. Sêrî pêşî sînemager li hemberî deng derdikevin lê dinêrin ku deng sînemayê dixe qadeka nû mecbûr dimînin ku bipejirînin. Piştiî deng dikeve sînemayê 23 sal şûnda (1950)“reng” jî dikeve sînemayê. Gava reng dikeve sînemayê, sînema jî dikeve qonaxeka din. Çewa me li jor jî got her ku diçe sînema li gorî demê tevdigere û tiştên nû dixe naveroka xwe.

Niha jî sînema hunera herî bi bandor û berfireh e.

Çavkanî:

Andrey Tarkovskî. “Wextê Morkirî” Weşanên Agora, rêbendan 2008
Betton Gerard. “Dîroka Sînemayê” Weşanên Îletîşim, stenbol 1993
Nîjat Özön. “Di Sed Pirsêda Hunera Sînemayê” Weşanên Gerçek
Ufuk Güral. “Dîroka Sînemayê” Zanîngeha Akdenizê

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse