“Çirkin Qral”

0
17
REKLAM    

Di navbera qutbûna te de si sal derbas bûn. Lê hîna jî ciwanên Kurd bi navê te dixemilînin hêviyên xwe û her yek ji wan dixwazin bibin Yilmazek, bibin şoreşgerek û hunermendekî nemir…

Hîna ji zaroktiya xwe de min tu nasdikir. Di ruyê te de êşa welatê min ê çar perçeyî, di dengê te de lorîn û stranên koçberiyê, di gotinên te de rastiya jana me, di çavên te de agirê dilê ciwanên me û di kenên te de kêfxweşiya zarokên me hebû.

Lê çima ji te re digotin “Qralê nebedew”?

Min li dev û ruyê te dinêrî li hevhatî bû û tu ciwa¬nekî esmer û lewend bû.

Ger tu qralekî nebedew be jî, min dîsa ji te hezkiri¬bû. Ji ber ku te wek mirovên dîtir dilê xwe nenu-xu¬mandibû. Te di bin rûçikekî rind de, dilekî xirab ve¬nedişart.

Dibe ku lîstokvaniya te û aktortiya te sedemekî hezkirina min be. Lê xwedî li nasnameya xwe derke-tina te, êşên gelê xwe bilêvkirina te yanê şoreşvaniya te “Qralekî nebedew” ji bo min dikir qralekî lewend.

Tu sînemevanê ciwantiya min an jî yê şoreşgertiya min bû. Ji ber ku te di hemû film û lîstokvaniya xwe de rastiya gelê xwe bilêv dikir. Lewma tu ewqas bal¬kêş, ewqas dilşewat û rasteqîn bû…. Filmên te yên rê, kerî, diwar, bira û hwd. xeyalên min ên ciwantiyê di¬xe¬miland.

Min jî dixwest wekî te mêrxas, dilêr, camêr û merd bim. Ew dilê te yê ku bi evîna welêt lê dida mixabin bi hesreta welêt çû ser dilovaniya xwe….

Tu hunermendek bû ku di dilê her kesî de dihat hezkirin…

Tu şoreşgerek bû ku di her qadî de têdikoşiya..

Tu penaberek bû ku bi hesreta welêt diheliya..

Û tu azadîxwazek bû ku di ber vê riyê de jiyana xwe ji dest dida!

Tu… tu…. xewn û xeyalên zaroktiya min…

Tu û ev meh, ev demsal. Şoreş û payiz…

Dîsa di demsalek koçbertiyê de, di payizek zer û sar de, te destê xwe ji vê jiyanê dişuşt, lê ev çûyina te şoreşek çêdikir di nav pelên jiyana koçber de. Di vê meha kembax de, ku ew derbeya bi lanet jî di vê mehê de hatibû kirin, te ji vê cîhanê bar kir, bêxatir, bê si¬lav… Dîsa jî te bi serdixist, demsal bin-diket, îlon bin¬diket, derbe bindiket, penaberî bindiket.

Wekî her carê payiz dîsa demsala mirinê bû!

Îlon dîsa meha qutbûnê, meha xemgîniyê bû!

Beleheq di vê demsalê de asîmanên şîn, zerne¬di¬bûn, darên jiyanê pelên xwe nediweşandin. Bele-heq zarok di vê demsalê de nedigiriyan û dayik di vê payi¬za bêxêr de nedilorandin.

Her çend ku hemû demsal ji bo me Kurdên bê şens û bê siûd bibe salên enfal, keraset û komkujiyê jî, tu demsal wekî payiza kambax, tu meh wekî meha îlonê bi şewat derbasnedibû. Tevî ku ev demsal destpêka çandina xakê û berheman be, tevî ku ev meh meha aştiyê be jî, ji bo me Kurdan carekê dîrokê bi pênûsa xwe ya lanetê ve çarenûsekî reş nivîsandibû…

Em jî wek gelekî Rojhilata navîn di xakên ku em lê jidayikbûne de bibûn penaberên welatê xwe, evîndarên welatê xwe…

Piştî ku di sala 1981 ê de tu ji girtîgehê reviya, li welatên xerîbiyê jî bi bêrikirina welat, gel û xakê ve jiya. Lê tevî vê dîsa jî te dest ji hunermendiya xwe berneda. Û te ev gotina xwe ya bi nav û deng bilêv dikir; “Hunermendê gel, şervanê gel e”. Êdî tu jî şervanekî hunermend ê vî gelî bû. Her çiqas ji neçarî te li ser xakên rojava jiyan dikir, lê dîsa jî dilê te li rojavayê welêt lê dida.

Di navbera qutbûna te de si sal derbas bûn. Lê hîna jî ciwanên Kurd bi navê te dixemilînin hêviyên xwe û her yek ji wan dixwazin bibin Yilmazek, bibin şoreşgerek û hunermendekî nemir… Ji ber vê ye ku Yilmaz Guney yanê tu jî di rojhilatê dilê me de dijî û tê her dem bijî…

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse