Çend filmên Kurdî beşdarî festîvala Naşfîl dikin

0
11
REKLAM    

Heyva pêş de, festivala filman ya Bajarê Naşfîl li Amerîka tê sazdan, komîteya amadekariya vê festîvalê, eşkere kiriye kû nêzîkî 10 filmên Kurdî di vê festîvalê de, tên pêşandan û çend filim jê yên derhênerê Kurd Behmen Qubadî ne.

Li gor nûçeyeke radio ya Dengê Naşfîl Ingilîzî, Dêb Pînger ragihandiye kû komîteya rêvebertiya festîvalê eşkere kiriye kû, hinek kurte filmên Kurdî jî têne pêşandan, li gel despêkirina festîvalê, tê çaverêkirin kû şandeke taybet ji herêma Kurdistanê serdena wî bajarî bike û di wê festîvalê de amade bibe.

Şanda Herêma Kurdistanê, dê pêkwere ji hijmarek derhênerên filman, rojnamevan û çend berpirsên Kurdistanî. Wekî din serperştiyarê vê festîvalê weke dayî zanîn kû dê nêzîkî 500 Kurd di vê festîvalê de amade bibin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse