Captain Phillips

0
16
REKLAM    

Derhênerê berê me wî ji rêzefîlma Bourne nasdikir Paul Greengrass îsal fîlmekî serfiraz kişandiye. Captain Phillîps li ser revandina keştiyek amerîkayê a kargoyê ji aliyê korsanên Somalî ye. Fîlm dîsa bi awayekî bûye klîşe tê têgihandin. Ez mîjara fîlm têgihînim hûnê hîna xweş fêhm bikin. Bûyer wisa diqewime: Kaptanekî keştîya kargoye wezîfedar dibe ji bo xwarinan bive Afrika’yê. Lê di rê de korsanên Somali’yê tên û kaptan û muretebata wî esîr digrin. Lê kaptan û Amerîka bi hişê xweyî herî bilind korsanan têk dibin. Ma kî dikare li hemberî Amerîka’yê derkeve kî!!

Di film de carina jî rexnekirina feqîrbûna dewletên Afrîka’yê tê kirin lê ev rexnekirin hew bi peyvekê tê kirin, li ser vê qet nasekinin. Ev jî rê me dide ku derhêner dixwaze ji aliyê siyasi an jî mirovatî tu rexneyan nestîne û ku dema bistîne bibêje vay min li vê derê ev kiriye, hûn nikarin ji min re bêjin te li ser feqîrbûna Afrîka’yê tu fikir nedaye. Her çiqasî ji aliyê bilindkirina Amerika’yê me aciz kiribe heta di fîlm de çîqas carî me ala Amerîka’yê dîtibe jî em nikarin bêjin derhêneriya wî nebaş e. Kişandina filman li ser behrê pir zehmet e tew di ‘fîlîka’yekê de pir û pir zehmet e lê Greengrass li ser vê bi awayekî serkeftî radibe û di fîlm de qet me pê naye hesandin. Ronî pir baş bikaranîye, di sehneyên tarî de em qet nerihet nabin.

Ez dixwazim bitaybeti ji bo Tom Hanks çend tiştan bibêjim ji ber ku di vî fîlmî de leystikvanîyek gelekî serfiraz pêşkeşkiriye. Tom Hanks çîqasî di fîlmên Amerîka’yê bilind dikin de dileyze jî ji aliyê leystikvanîyê yek ji leystikvanên herî baş e. Ez bawer dikim dê hertim jî wîsa be.

Divê ku ez qala Barkhad Abdi’yê di rola kaptanê korsanan de dileyze jî bikim. Ligel ev tecrûbeya wî a pêşîn e, wî pir baş leystiye, heta di beşa ‘leystikvanê alikar ê herî baş’ de bûye berendamê oscarê. Li hemberî wî berendamên gelek jêhatî hene lê dîsa jî ew dikare oscarê bistîne.

Fîlm îsal di şeş beşên oscarê de bûye berendam. Di nav van de ‘fîlmê herî baş’ û ‘senaryoya herî baş a veguhestî’ jî hene. Lê ez bawer nakim tu oscarî bistîne.

Derhênerî : 7.5
Leystikvanî : 8.2
Senaryo : 7.3
Muzîk : 8.0
Sînematografî : 7.6

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse