Koma Lêkolînê Ya Sînemaya Kurdî, bi alîkariya Mala Sînemayê, bernameya bibîranîna derhênerê kurd Tehay Kerîmî ku çil roj berê li Silêmanî di encama qezayeke trafîkê de wefat kir, li dar dixe.
Di vê bernameya bibîranînê de slayta bi navê “Pîyawî Spî” ku li ser jiyana Teha Kerîmî ye û ji hêla Zana Heme Xerîb ve hatiye amadekirin dê bê nîşandayîn. Her wiha kurtefîlmên Tehay Kerîmî jî dê bên nîşandayîn.
Ji xeynî nîşandayîn fîlman bi beşdariya Zana Heme Xerîb û Muhammet Gozutok wê li ser jiyana Teha Kerîmî jî gotûbêjek bê lidar xistin.
Taha Kerîmî herî dawî fîlmê “Çiyayê Qendîl” kişandibû. Fîlm hem beşdarî “İF İstanbul” û hem jî beşdarî festîvala fîlman a Amedê bûbû û gelek eleqe dîtibû.
Dem: 13.07.2013 / Şemî
Saet: 16.00-18.00