Burkîna Faso, Sînema û Kurdîstan…

0
32
REKLAM    

Afrîka…ew parzemîna jibîrbûyî û dûrî me. An jî ew parzemîna ku me, wê ji xwe dûr xist. Afrîka, ew parzemîna ku toqê lanet lê ketiye û rojên reş girêdaye li bedana xwe. Afrîka, ew parzemîna ku hê jî nirxên berê di axa xwe de xwedî dike û zafek hêlên xwe î mirovane parastiye heta roja îro. Ew parzemîna ku mirovên dilsoz mezin kiriye di hembêza xwe de. Afrîka, ew parzemîna ku her tim bi birçîbûne hatiye terbiye kirin. Afrîka, ew parzemîna ku her tim kêm hatiye dîtin û ji êrîşên hovane xelas nebûye! Afrîka, ew parzemîna ku di hemû demsalan de tî û birçî hatiye hiştin û biçûk hatiye dîtin! Afrîka, ew parzemîna ji birayên wê hatiye cihê kirin û bi tena serê xwe maye, di qêleqijên havînan de. Afrîka; ew parzemîna ku rengê wê tu car nehatiye pejirandin û çermê wê hatiye gurandin bi kêrên kevn û ko!

Afrîka; ew parzemîna bext reş weke reng û navê xwe!

Afrîka; ew parzemîna mirovahî wê guvaştiye û li xwîna wê mijiya ye bi çilekiyeka dijwar!

Afrîka; ew parzemîna ku bi hemû cureyên tecawizê re rû bi rû ma ye û ji hemû hêlan ve hatiye xesandin!

Belê, Afrîka; ew welatê ku ji kesên çavsor û xedar re buye warê têrbûnê!

Lê di heman demê de bûye dasiyek jî û di gewriya wan de maye, wan aciz kiriye û rehetî nedaye giyana wan! Lewra jî her tim har û bêar tevgeriyane, bi darê zorê xwastine mirovahiya vê parzemînê jî biherimînin û ji holê rakin. Lê mixabîn nehatin tunekirin. Ew dîsa jî keniyan bi sî û çar diranên xwe; mirovahiyê di şermê de hiştin. Wijdan û axlaq serê xwe xistin nav gavên xwe li ber jiyana wan ya bi keder û hezîn.

10320466 276487355866506 590489197456665446 n

Ez baş dizanim ku li ser vê parzemînê gelek tişt hatine gotin, nivisandin û kişandin. Çi baş çi xerab lê, pir tişt hatine ziman li ser vê parzemîna reşik! Ev parzemîn weke tabloyek bedbîn e ku ji hêla mirovên rûreş ve hatiye çêkirin. Li ser vê parzemînê çi were gotin wê têr neke ez bawerim. Lê pêwîste ji bo rastî û heqîqata vê parzemîna tadekişandî derkeve holê hin lêkolîn werin kirin û bêdengiya wan biwergere qêrînekê. Qêrîneka ku kerikê guhê wan kesên xedar û zalim biteqîne. Qêrîneke wisa olan bide ku rûpûşên rûyên wan kesên sexte yek bi yek bikeve xwarê û bikevin binê erdê û qet dernekevin ji wirê!

Derdê min jî ewe ku ez qêrînekê geş bikim û perda bêdengiyê daxînim xwarê.

Welatê ku ez ê qal bikim di nav vê parzemîna dûr û reşik de, hinek din jî reşiktir û dûrtir e! Bi gotinek din hinek din “ê din” û “jibîrbûyî” ye.

BÛRKÎNA FASO

Burkîna Faso…Dibe ku hinek kes bihîstibin û nas bikin. Lê ez dixwazim vî welatî baştir bidim naskirin. Bûrkîna Faso, navekî balkêş û gotina wî xweş.  Navekî xurt û bi wate.  Navekî di  terkên zuwayî ya Afrîka de veşartî mayî. Bûrkîna Faso li Rojavayê Afrîka welatekî biçûke. Wateya Bûrkîna bi zimanê Yulanî “bi rûmet” e. Faso jî bi zimanê Morî tê wateya “mirov, mirovahî” yê. Yanî ev her du bêje tên cem hev û hevokeka watedar derdixin holê. Bûrkîna Faso..ango “Welatê Mirovên Bi Rûmet” , “Weletê Mirovên Bextewar” Bav û kalên wan vî navê li welatê xwe kirine û wisa jiyane. Bi ziman û çanda xwe. Lê welatên mêtînger bi çavên birçî hatine û talan kirine vî welatê bedew û dilsoz…Ev welat bi salan di bin serdestiya Fransa da maye. Heta 1960’tan jî ji bin mêtîngeha Fransa derneketiye. Fransa bi salan dora wan dorpêç kiriye û nexwastine çanda xwe ya herêmî baş bijîn. Lê piştî 1960’tan Bûrkîna Faso ji bin mêtîngeha Fransa derdikeve, dibe welatekî serbixwe û azadiya xwe bi dest dixe.

Gelo niha hemwelatiyên Bûrkîna Faso bextewar in an na? Azad in an na? Bi zimanê xwe diaxivin an na? Çanda xwe dijîn an na?  Pirs dirêj dibin diçin…

Bûrkîna Faso di cîhanê de welatê herî xizan tê xuyanê niha. Zimanê wan yê fermî Fransî ye. Perwerde bi peran tê dayîn. Lewra jî xwandin û nivisandin pêşde neçûye. Zafek niştewarê Bûrkîna Faso ne xwediyê karekî ne û pir kes birçî û tazî ne. Li hember van yekan nêzîkî 50 ziman hene li Bûrkîna Faso. Çandên pir reng hene li vî walatî. Zafekî wan bi zimanê Morî diaxivin, lê dîsa jî zimanê Morî bi awakî fermî nayê pejirandin. Dibe ku ji bin mêtîngeriya Fransa derketibe, lê  Burkîna Faso di hêla çandî de di bin zext û zordariyê da ye. Çanda wan di bin çandên biyanî de tê fetisandin û zimanê wan biçûk tê dîtin. Gava mirov li van rastiyan dirêne mixabîn tabloyek bexwtewar dernakeve holê! Niştecihên Bûrkîna Faso ewqas jî azad û serbixwe nayên xuyanê!

Lê hêleka wan ya cûda heye…Ew bi tiştekî xwe ji hin welatên Afrîka diqete…

Her çikas Fransa xwastibe bi rûmet û bextewariya wan bilîze jî ew hin hêlên xwe parastine. Li çand û zimanê xwe xwedî derketine. Rêyeka xwe vegotinê dîtine, texsîr nekirine û wêrekiya xwe ceribandine. Her wiha dengê xwe belav kirine li cîhanê û nexwastine zû bi zû werin jibîrkirinê.

Ew kes van nîrxên xwe bi çi û çewa parastine? Dengê xwe çewa bilind kirine li cîhanê? Çi bikar anîne? Amûra di destê wan de çibû?

Bersiv: S-Î-N-E-M-A! Bersiv: H-U-N-E-R

Têkiliya vî welatî ya bi sînemayê re taybetmendiya wî ya herî mezin e. Tiştê ku navê Burkîna Faso li cîhanê daye naskirin jî sînema bi xwe ye. Sînema ji bo Bûrkîna Faso her tişt e! Sînema, cuhoka wan ya ku diherikin ber bi mirovahî û çandên biyanî ve. Sînema, stûna hebûna wan e. Sînema, amûra danasîna ziman û çanda wan e. Tiştê herî balkêş jî ewe ku li Bûrkîna Faso çi xizan û çi dewlemend her kes diçe sînemayê û li fîman temaşe dikin. Bi gotineka din çanda sînemayê di nav wan de belav bûye û rûniştiye. Niştecihên vî welatê ji sînemayê hez dikin û sînema jî ji wan hez dike.

BoboDioulasso-CineSanyonE

Li tu devera cîhanê ji bo sînemayê qad (meydan) nehatiye çêkirin. Tu peytext û şaredarî baldariyek wisa nîşan nedane. Lê li peytexta Bûrkîna Faso Ouagadougou (Vagadugu) ji bo sînemahezan qadek mezin hatiye avakirin û di vê qadê de abîdeyek mezin hatiye çêkirin. Navê qadê “Qada Sînemahezan ya Afrîka” ye. Ev qad ji bo hunera sînemayê, sînemager û sînemahezan weke rêzgirtinekê ye. Ev qad nîşaneya dilsoziya Bûrkîna Faso ya li hemberî sînemayê ye. Di sala 2011’an de hemû sînemagerên cîhanê li vê qadê kom bûn, di germa havînê de li dora abîdeyê sînemayê sê caran zivirîn û  ji bo sînemagerên ku jiyana xwe ji dest dane rêzgirtin û wan bibîr anîn. Her wiha fîlmên wan jî bibîr anîn. Li tu deverê qadek wisa tune ye. Berovajî vê, li gelek bajaran peykerên sexte, vala û beredayî tên çêkirin û gel di bin van peykerên mezin de tên çewisandin û tirsandin!

fespaco

Tiştê Bûrkîna Faso ji welatên din cûda dike ne ev qad tenê ye. Ji sala 1969’an û vir de, li Ouagadougou bi navê FESPACO mîhrîcaneka fîlman tê lidarxistin. FESPACO, mîhrîcana herî mezin û girîng ya li Afrîka ye. Ji du (2) salan carek ev festîval tê lidarxistin, her sal pêşda diçe û mezintir dibe. FESPACO heşt (8) rojan didome. Di nava van heşt rojan de li peytext û bajarên nêzîk, ji şeveqê heta êvarê fîlm tên nîşandan. Panel, forûm, hevpeyvîn û gotûbêj tên lidarxistin. Ji bo zimanekî sînemayê were rûniştandin niqaşên cur bi cur tên kirine. Her çikas peytext germ û kesên li wir tî bin jî, ew bi sînemayê tîbûna xwe dişkênin û sînema ji wan re dibe siyeka bin dara biyê! Bûrkîna Faso hembêza xwe ji çand û mirovên biyanî re vedike û wan vedixwîne welatê xwe. Bi mêvanperweriyeka bê berjewendî, paqij û bi rûmet…

Bêguman girîngiya vê festîvalê tenê nev ev tişt in. Di kişandin, belavkirin û weşandina fîlman de ji sînemageran re dibe alîkar û wan bi hevdu re dide naskirin. Ev naskirin sînemageran bêtir xurt dike û projeyên nû derdikevin holê. Bi saya hevpariyê, dixwazin platformek ava bikin û di vê platformê de sînemayê çêtir pêşda bivin û kişandina fîlman teşwîq bikin. Dîsa di çarçoveya mîhrîcanê de “Pirtûkxaneya Fîlman ya Afrîka” hatiye avakirin û ev 25 sal e di meriyetê da ye û xizmetê dike. Ev pirtûkxane dixwaze fîlmên parzemîna Afrîka tev di hundurê xwe de kom bike û arşîveka mezin çêbike. Fîlmên kevn ji nûve revîze bike û derxe pêşberî sînemahezan. Di heman demê de ev pirtûkxana fîlman dibe “bîr” ji bo çanda wan û wan li hemberî çandên serdest ku dixwazin wan tune bikin diparêze û wan dikşîne pêşerojê. Armanca vê pirtûkxanê jî zîndîkirina paşerojê ye. Di hêla hişmendî de dixwaze hişyarbûnekê çêbike û gel nêzîkî çanda wan bike…

Cineastes

Niştecihên Bûrkîna Faso baş dizanin ku çanda wan hatiye jibîrkirin û bin axkirin. Lewra jî pêdivî bi sînemayê dibînin û dixwazin ji nûve çanda xwe, bi zimanê xwe vebêjin. Mînaka Bûrkîna Faso baş nîşanê me dide ku sînema tenê ne di destê kesên dewlemend da ye. Dibe ku nezan, bindest, nexwandî, xizan û bêzar bin, lê dilê wan tenik e û nêzîkatiya wan têr bi wate ye. Helwesta wan ya li hember sînemayê, bi şêwazeka erênî nêrînên li ser sînemayê jî diguherîne û baldariya wan sînemayê dixe qonaxeka din.

fespaco bodyimg3

Mîhrîcana FESPACO jî van tiştên min li jor rêz kirin diparêze û li dû gotinên gelêrî ye. Bûrkîna Faso welatekî xizane, lê dîsa jî pîşesaziyeka (sanayi) sînemayê derxistiye holê û danasîna çand, ziman, helbst, stran û welatê xwe bi serkeftî pêktîne. Gelên Afrîka’yê di bin çanda Ewrûpa de reng û dengê xwe jibîr dikin! Ewrûpa dixwaze bi zimanê xwe sînemaya wan jî bi rêk û pêk bike û di bin tesîra xwe de bihêle. Lê sînemaya Afrîka li hember sînemaya Ewrûpa li zimanê xwe digere û dixwaze li gor rastî û nirxên xwe ziman ango estetîzmeka sînematografîk biafirînin. Derhênerên weke Osman Sembene, Suleyman Cissê, Med Hundo, Djîbrîl Dîop Mambery û Idrîssa Ouedraogo sînemaya Afrîka pêşxistine û nirxên herêmî, dengbêjî, zimanên herêmî û  kevneşopiyên berê di fîlmên xwe de derxistine pêş û dane nasîn. Heta ji wan hatiye xwe ji bin sînemaya Ewrûpa û mêtîngeran rizgar kirine û dûr mane.

Ouedraogo

Idrîssa Ouedraogo, ku bi eslê xwe ji Bûrkîna Faso ye nêzîkî bist fîlm kişandiye. Fîlmê wî yê bi navê “Tîlaî” (Tore, Edet) fîlmekî bi serkeftî û tije ye. Di vî fîlmê de jiyan, çand û toreyên axa Bûrkîna Faso baş radixe ber çavan û rexne dike. Hinek toreyên wan jî têra xwe dijwar û paşde mayîne. Di fîlmê “Tîlaî” de bavê Saga bi destgirtiya wî re dizewice. Saga jî li ser vê yekê diqehire û serî li hember van helwestên riziyayî bilind dike. Ji malê direve dixwaze destgirtiya xwe ji destê bavê xwe xelas bike. Li gelek asteng derdikevin holê. Her ku fîlm ber bi dawiyê ve diçe toreyên balkêş xwe nîşan didin di fîlm de. Herî dawî Saga ji bo hin toreyan, ji hêla birayê xwe ve tê kuştin. Fîlm, li gelek deveran hatiye nîşandan û li Mîhrîcana Cannes’ê jî xelata jûrîyê ya mezin wergirtiye. Disa di heman salê de xelata FESPACO’yê ya herî mezin jî wergirtiye.

Bûrkîna Faso û çîroka sînemaya Faso wisa ye. We eciband an jî neeciband ez nizanim? Li gor min, welatekî wisa ji bo min balkêş e. Ji bo mirovahiyê jî balkêş e. Ji bo sînemayê jî balkêş e. Û ji bo Kurdan jî balkêş e.  Mînakeka wisa li ba min bi qedr û qîmet e. Hêjayî nivisandin û naskirinê ye. Lewma min hinek dirêj girt û xwast baş rave bikim…

*********

Peyveka pêşiyên me heye wisa dibêje, “Nanê mêran li mêran bi deyn e” Înce ez jî dibêjim qet xwe nebin û neynin, “Sînemaya Kurdan jî li Kurdan bi deyn e” Bila ev yek neyê jibîrkirin, sînemagerekî ku ji xwe re bibêje ez Kurd im, pêwîste karibe helbest û romanên Kurdî bixwîne. Stranên Kurdî bisitrîne. Çîrokên Kurdî guhdar bike. Bi Kurdî bihizire û xeyalan bibîne. Eger nikaribe van yekan bike wê nikaribe sînemaya Kurdî jî biafirîne û wê ji giyana sînemaya Kurdî fêhm neke tu carî! Ji xwe niha jî gava mirov dirêne di zafek fîlman de rihê helbest û zimanê Kurdî tuneye. Tu kurahiya fîlman jî tuneye. Tenê di ser rû de derbas dibin û ji felsefeyek xurt mehrum in. Dibe ku ev kesên dûrî vê giyana Kurdî fîlman bikşînin, lê wê xaviyek ango kêmasiyek her tim di wî fîlmê de hebe û wê berhemên wan qet li ser dilên me rûnenên (niha mînakên wisa gelek in). Temaşevanekî xurt gava baş lêkolîn bike wê ev rastî li rûyê wî bikeve. Pêwîste ev rastî li rû û dilê me bikeve da ku niqaşek derkeve holê û sînemaya me jî pêşda here. Mixabîn wekî din pêşdaçûyîn ne pêkan e!

De înca em werin Kurdîstanê. Kurdîstana çar perçe! Warê mirovên serhildêr…

Kurdîstan, welatê rojê…welatê çiyayên bilind. Gava mirov li dîrokê dirêne, dibîne ku li Kurdîstanê jî bav û kalên me (peşiyên me) ji bo azadî û rûmeta xwe têkoşiyane û hata ji wan hatiye xwastine ku bextewar bijîn. Li nav û wateya welatê xwe xwedî derketine. Gelek mirovên têkoşer û pîroz derketine û zilma serdestan nepejirandine. Lê mixabîn zafek caran şikestine û têkçûne. Lê dîsa jî xwasteka wan ya ji bo azadiyê tu car neqediya ye. Ew qas şikestin çêbûne dîsa jî rika wan ya ji bo azadiyê netemiriye!

250x180xgeri cekilme ilk grup 6.jpg.pagespeed.ic.xuOwPP9-qS

Îro jî gava mirov dirêne Tevgera Azadiyê (PKK) li vê daxwaza sedsalan xwedî derketiye û rêya azadiyê nîşanê gelê Kurd daye. Bi hişmendî û feraseteka nû ronesansek ava kiriye li ser axa Kurdîstanê. Bi hebûn, têkoşîn, huner, çand û jiyana xwe ji me re bûye mînakek mezin. Zanîn û felsefe bi saya vê tevgerê belav bûye di nav gelê Kurd de. Tevgera Azadiyê Ji bo pêşerojê ji me re bûye weke Eynikekê. Şopên alternatîf pêşkeşê me kiriye û me vexwandiye ser sifra heqîqatê…Zafekî me li ser vê sifrê hişyar bû û ji tevizandina xwe rizgar bû! Pêwîste her kes carek, bejna xwe bitewîne û were ser vê sifrê! Kurdekî ku ji kaniya vê tevgerê av venexwe, ez bawerim tu car serkeftinekê bi dest naxe! Bila ev yek baş bê zanîn. Rast e ev ronesans bi carekê çê nebû! Bi ked û xwîna cangoriyên dilsoz ev ronesans pêk hat. Bi serhildan, bedel û têkoşîneka mezin ev jiyana nû hate afirandin. Pêwîste mirov vê rastiyê baş fêhm bike û wisa dest bi kar û xebatên xwe bike. Ji lewma ez dibêjim Sînemaya Kurdî jî gere bedel bide, biêşe, têbikoşe û berxwe bide. Bi rêyên hêsan, erzan û nêrînên berjewend sînema qet pêşda naçûye û wê neçe jî. Eger pêşde here jî wê di demek kin de bimre here…

Tevgera Azadiyê di nav her çar perçan de pireka mezin ya qewî ye. Ji bo vê jî ji bo me girînge û pêwîste em di ser vê pirê de herin werin û li hevdu bipirsin. Têkiliyên sînema û hunerê jî bi saya vê pirê pêkan e. Ev pira pîroz bi  her alî gelê Kurd bi hevdu re girêdide û wan ber bi pêşerojeka hêvîdar de dibe…

Tevgerek wisa xurt û pêşketî ji gelê Burkîna Faso re hebuye xwedê dizane niha di kîjan astê de bû!? Xwedê dizane niha fîlmên bi çi rengî kişandibûn. Carna em Kurd derfetên di destê xwe de baş nanirxînin û serê xwe zêde naêşînin. Ji perwerdê û ji xebatan direvin û bi pey rêyên hêsan dikevin. Rewşeka bi vî rengî me di ciyê xwe de dihêle û em xwe dûbare dikin. Ev jî dibe sedema xitimandinê.

Em dikarin bi sînemayê jî sînoran rakin û rûniştandina Xweseriya Demokratîk hêsan bikin

Niha Kurd dixwazin li Rojhilata Navîn sînoran rakin û bi gelên din re bivin yek. Ji bo hişmendî û  sînorên komarê hilweşînin têdikoşin. Ji bo jiyaneka azad, rêvebirineka azad, mirovên azad û welatekî bê sînor Xweseriya Demokratîk dixwazin. Kurd rêya xelasiyê ya ji bindestiyê di vê modelê de dibînin û ji bo li Kurdîstanê were rûniştandin bi şev û roj dixebitin. Em tev jî dizanin ku ev pergala Xweseriya Demokratîk di serî de ji bo Kurdan û dûre jî bo hemû gelên rojhilata navîn  dermanê birînê ye. Ji bo ev pergal pêk were jî rola herî mezin dikeve ser pişta şaredariyan ango rêvebirinên herêmî. Şaredariyên hemû bajar û bajarokên Kurdîstanê, ji bo Xweseriya Demokratîk pêk were, dibê bi awakî disiplîn tevbigerin. Lazime di her şaredariyê de beşa çand û hunerê were avakirin û weke mozê hingiv bixebitn û hingiv ango berhemên bedew biafirînin di kewarên xwe de. Li nav bajêr û dervayî bajêr fîlmên cur bi cur bên nîşandan û şano werin li darxistin. Gere bi şev û roj nîşandina van fîlman bidome, li ser van fîlman niqaş werin kirin û encamên xurt bên derxistin ji van niqaşan. Dîsa lazime di her şaredariyê de arşîvek were avakirin û çi qewmînên nêzî wî bajarî çêbûbin werin tomar kirin ango berhevkirin. Ji bo ev qewmîn û rastî neyên jibîrkirin her roj bi gel re werin parve kirin. Perwerde bên dayîn û gufego werin kirin. Ancax em wisa bîra xwe ya xitimandî paqij bikin û xwe ji qirêjiya pergalê xelas bikin. Bîra civakê bi van xebatan zindî dibe û geş dibe. Jibîrkirin bi vî awî ji meriyetê radibe. Gere em vê rastiyê jibîrnekin, Kurdîstan niha erdeka bejî ye, lazime ev şaredarî û beşên wê yê çandê, weke dînemoyekî bişixulun û ji ser bîran avê bigihînin me! Çilmisîbûn û qermiçîbûn ancax wisa ji holê rabe!

Di van şaredariyan de hinek karmend hene tenê li benda teqewîtbûna xwe ne! Mafê tu karmendekî tuneye ku wisa li karê xwe birêne…Weke karmendên pergalê tevdigerin û ji hinek tiştan direvin. Û dest navêjin tiştekî, tenê roja xwe derbas dikin. Ev helwest û nêzîkatî pêşeroja me birîndar dike û rêxistbûyîna me sist dike. Ev şaredarî şaredariyên pergalê nîn in. Eger em van şaredariyan jî weke yê pergalê bi rêve bivin  çi cudatiya me ji yên din dimîne? Em tev dizanin ku bidestxistina van şaredariyan ne tiştek hêsan bû. Bi keda salan, bi xebatên pîroz û bi saya serhildanên gel ev şaredarî ketin destê me. Lewma jî dibê xebatên di van şaredariyan de jî ne sist bin, lê têr û tije bin. Hiş û ramanên pergalê, bi saya xebatên di van şaredariyan de dibe were deşîfre kirin!  Ji zafek pêkûtî û kirêtiyên pergalê re bivin bersiv ev şaredariyên me. Temam ez dizanim ku hinek şaredariyên me bi şev û roj dixebitin û hevalên hêja têda hene û kedeka mezin didin û xwe diwestînin.  Lê tiştê ku em dixwazin bi 2 an jî 3 şaredariyan pêk nayê, pêwîste hemû şaredarî bi vî rengî xebatên xwe bimeşînin û weke karmendên pergalê tevnegerin. Nexwe wê Xweseriya Demokratîk bive pûşê kendala û wê ba lê bixe bifirîne bi xwe re…

Ji bo Xweseriya Demokratîk pêk were herî zêde pêdivî bi çand û hunerê heye. Pêdivî bi sînemayek xweser û azad heye. Pêdivî bi qadên hunerê heye. Civak ancax wisa guherîn û veguherînekê derbas bike. Ku em bi hêza sînemayê bi bawer bin em ê bivînin ku wê sînema avakirina xweseriya demokratîk hêsantir bike. Hişmendî û ferasetên nû derkevin holê, rexne û rexnedayîn bikeve qonaxeka din. Lê em pişta xwe bidin sînemayê û qîmet nedin hunerê em ê qet û qet nikaribin Xweseriya Demokratîk ava bikin. Fikra, “Bila xweseriya demokratîk pêk were em ê paşê dest bi xebatan bikin” fikreka nexweş û riziyaye. Ger ev xebat çênebin ji xwe Xweseriya Demokratîk qet û qet jî pêk nayê. Bi xebatên xwe em Xweseriya Demokratîk ava bikin. Tiştê rast ev bi xwe ye. Em çikas taloq bikin emê ewqas belav bivin û hilweşin. Wextê seknê derbas buye çûye! Pêwîste em îro a niha rabin û bişixulun da ku em ji serdema xwe dereng nemînin.

Niha gava mirov li Kurdîstanê (Bakûr) dirêne Amed dibiriqe li ber çavên me. Biriqîna Amedê elbet bi wate ye. Elbet pîroze. Amed peytexteka dîrokî û kevnar e. Ji bo Kurdîstaniyan semboleka pir mezin e. Îro Amed bûye nevenda çand û hunerê. Zafek karên sînemayê, şanoyê û weşanê li Amedê tên meşandin û rêvebirin. Zafekî komale û saziyên me li Amedê ne. Amed bûye navenda çand û hunerê. Ji bo peytextekî ev geşedan girîng in û di cî de ne û gere bê navber ev rewş bidome. Qet nesekine… Navenda Çand û Hener Ya Cegerxwîn, Konservatuara Aram Tîgran Ya Bajêr,  karên baş dikin û di zafek hêlên hunerê de perwerde didin. Berê ciwanan didin hunerê da ku ramanên xurt bigrin.  Dîsa Komaleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Mihrîcanên FÎLMAMED, Mîhrîcana Navneteweyî ya Fîlman a Amedê, Mihrîcana Fîlman ya Yılmaz Guney û Mihrîcana Fîlman a Axtamara her sal lidar dixe û sînemayek alternatîf pêşkeşî sînemager û sînemahezan dike. Bi saya van xebatên hêja temaşevan û sînemager tên cem hev û sînema tê niqaşkirin. Ev mihrîcan ji bo pêşketina sînemaya Kurd roleka girîng dilîzin. Li hember komarê bi ramanên cûda rêxistineka sînemayê pêşda dibin û bi xebatên xwe dixwazin bibin mînak. Lê ev têr nake pêwîste sînema ji Amedê belev bive û bigihîje bajarê dinan jî. Gere Amed rola xwe ya pêşengtiyê bilîze û bi berpirsyar tevbigere û bajarên din jî hembêz bike. Komaleyên sînemayê li wir jî bên vekirin û perwerde bên dayîn. Ev perwerde lazime bi rêgezên pergalê neyê dayîn. Gere em zimanê xwe biafirînin û çanda sînemayê rûnînin. Ev yek jî ancax bi zimanê Kurdî diçe ser.  Elbet kollektîvizm başe, hevparî tiştek xweşe, lê gere ev kollektîvizm şaş neyê fêhm kirine. Îro her kes li du kişandina fîlmane û dixwaze bive derhêner. Ji bo zimenek ava bive û perwerde were dayinê kes xwe naêşîne zû bi zû. Ez dikarim bibêjim ku hinek kes hewcedarî bi tiştek wisa jî nabînin.  Ev nêzîkatiyek şaş e li gor min û me nabe tu ciyekî. Wisa be em tev bivin derhêner! Ev nêrîn sînemaya me pêş naxe. Îro gava mirov dirêne çavkaniyên li ser sînemayê yên bi Kurdî qet tune ne. Rexne kêm in. Nivis tune ne. Ev jî dibe sedem ku zimanekî bi Kurdî yê sînemayê ava nebe. Çandeka sînemayê pêşnekeve, zimanekî sînemayê jî pêşnakeve. Rexnegir, nivis û çavkanî bi perwerdê ava dibin. Bi xwandin û niqaşê ava dibin. Xwedê dizane vêga çikas kes dixwazin ku pirtûkeke sînemayê bi zimanê Kurdî bixwînin. Lê mixabîn tune ye! Ev rastî mirov diêşîne bi rastî. Bi dan û standinê ev kêmasî ji holê radibe. Bi wextdayînê ev valahî tije dibe. Lazime hevalên ku bi sînemayê re mijûl dibin li ser van mijaran jî bisekinin, wextê xwe bidinê û serê xwe biêşînin.

Geva ku em tenê xwe bi mihrîcanan ve girê bidin wê karê me zor û zahmet be. Lazime her dem bêhna sînemayê bên ji kolanên me û şevên me bi fîlman ronî bibin. Ronahiya fîlman dilê me geş bikin û kelecanê ji dilê me kêm nekin. Ne rojek an jî hefteyek her roj, her dem sînema, fîlm û niqaş…

Kurdîstan ji zafek çîrok û gotinên nû re bi avis e. Ji bo Kurdîstana me ber navêje, pêwîste em lê xwedî derkevin û wê bê keys nekin ango aciz nekin. Nexwe wê hemû çîrokên xwe di hundirê xwe de bikuje û ji me bixeyide! Ji bo Kurdîstan ji me nexeyde pêdivî bi berpirsyariyeka mezin heye. Divê her sînemager bi vê berpirsyariyê baş zanibe û li wê gorê tevbigere. Ancax em wisa xwe biafirînin…

Bûrkîna Faso ligel xizanî û feqîriya xwe ziman û çandeka sînemayê afirandiye. Dîsa pîşesaziyek ava kiriye û di hêla aboriyê de piştgirî dide fîlmên welatê xwe. Ew li ciyekî ji gerdûnê dûr, bi festîvalekê dengê xwe bilind dikin û sînemageran vedixwînin welatê xwe. Şahî û mihrîcanên sînemayê lidardixin bi rojan.  Li Bûrkîna Faso, biçûk mezin, zar û zêç tev wextê xwe didin sînemayê. Sînema di jiyana wan ya rojane de xwedî ciyekî taybet e û qet ji xwe naqetînin. Ev çil sale bênavber mîhrîcana FESPACO lidar dixin û di qada navneteweyî de sînemaya xwe derdixin pêş.

Derfetên di destê me de, şaredariyên di destê me de û têkoşîna di axa me de li Bûrkîna Faso tune ye. Îro, li bajarekî Kurdîstanê jî em dikarin ji bo sînemayê qadekê av bikin û abîdeyek ji bo sînemayê çêbikin. Sînemagerên hêja vexwînin axa xwe û wan bi çand û zimanê xwe bidin naskirinê. Li dora vî abîdeyê govend û sema bigrin. Sêra sînemayê ya pîroz carek din fêhm bikin û sînemayê hembêz bikin.  Destê xwe dirêjî Bûrkîna Faso bikin û nîşan bidin ku sînema tenê ne di bin destê dewlemenda da ye, lê di destê dilên dilsoz û wêrek da ye!sinemaya kurdistane

Bila pira sînemayê, ya di navbera Bûrkîna Faso û Kurdîstanê de, ji hemû gelên cîhanê re bive sitûn û mînakek mezin! Ji “welatê mirovên bi rûmet” ber bi “welatê rojê” ve herikînek çêbibe û sînemaya ku di destê serdestan de ketiye xwar ji nûve rabe ser piyan!

Çewa min li jor jî got, “Sînemaya Kurdan li Kurdan bi deyn e!” Kes lawê bavê me tuneye. Gere em bi xwe, xwe derxin ser rûyê erdê. Eger em ji bo sînemaya xwe tênekoşin, wê dîsa bi salan sînemaya me di bin çand, ziman û welatên biyanî de bimîne. Wê navê me û welatê me neyê bîranîn tu carî..!

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse