‘Bîra Mi’ Têtin’ hat sansurkirin!

0
27

Par li Festîvala Stenbolê “Bakur” hatibû sansurkirin îsal li Enqereyê “Bîra Mi’ Têtin” hat sansurkirin.

Di roja 28’ê berfanbara 2011’an de balafirên şer ên Tirkiyeyê bi ser gundiyên Roboskî de gule barandin û 34 kurdên sivîl hatin kuştin. Li ser wê rojê Selim Yildiz belgefîlmekî bi navê “Bîra Min Têtin” kişand û belgefîlm şand Festîvala Fîlman a Enqereyê. Belgefîlm ji juriya ku berheman dineqîne derbas bû û di nav bernameyê de cih girt. Festîval dê di nav bera 28’ê avrêlê û 8’ê gulanê de li dar ibkeve. Belgefîlmê Yildal digel ku di nav bernameyê de cih girt jî rêveberiya festîvalê “Belgeya Qeyd û Tescîlê” jê xwest, lê derhêner nexwest vê belgefîlmî bigire û bişîne ji ber ku berhemên ne ji bo ticarî bin divê ne mecbûr bin belgeyek wisa herin ji wezaretê bigirin.

Yek ji endamên juriyê yê festîvalê belgefîlmkar Necati Sonmez e. Sonmez piştî ku dibihîze belgefîlm ji nav bernameyê hatiye derxistin nameyek ji bo rêveberiya festîvalê dinivîse û wan rexne dike, li bendê ye ku dest ji vê biryara xwe berdin.

Par di Festîvala Fîlman a Stenbolê de belgefîlmê Ertugrul Mavioglu û Çayan Demirel “Bakur” ji ber heman mercî bi daxwaza Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê hatibû sansurkirin. Bi vê re hemû derhênerên fîlm û belgefîlman berhemên xwe bi paş ve kişandibûn, di festîvalê de hem ew nehatibûn nîşandayîn û hem jî beşên pêşbaziyan hatibûn betalkirin. “Bîra Mi’ Têtin” ji bo pêşbaziya belgefîlman hatibû hilbijartin. Niha dê li festîvala Enqereyê de jî bertekek wisa bê dayîn yan na rojên pêşiya me de dê diyar bibe.
Çîroka ‘Bîra Mi’ Têtin’

Gelê Roboskî bi sedan sal e debara xwe bi rêya qaçaxçîtiyê dike. Ev sînorên ku sed sal e hatine danîn, bûye sebebê gelek komkujî û qetlîaman. Li ser van sînoran bi sedan sal e kuştin hebû û hêj jî berdewam e. Herî dawî 28’ê berfanbara 2011’an li ser xeta sînorî ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve 34 mirov hatin qetilkirin ku ji wan 19 kes zarok bûn. Ahmed Encuyê ku 62 sal e şahidiya ticareta navsînorî kiriye, dibêje ”Bîra Mi’ Têtin”. Belgefîlm li ser vê jiyana li Roboskiyê û dûre jî komkujiya ku çêbûye hatiye kişandin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse