Bihuştek li ser ruyê erdê: Cannes

0
11
REKLAM    

Cannes, an jî navenda bihuştê ya ser ruyê erdê… 64 salên bihêz bi tevlibûnek mezin berdewam e û didome. Heyanî niha gelek fîlm û derhêner jî vir derketin û di cîhanê de hatin nasîn. Ji ber wê Cannes, her tim bûye navenda sînemaya cîhanê…

Sînema wekî hunera 7’emîn tê qebûlkirin. Li gorî hinekan jî sînema bihuşta li ser ruyê erdê ye. Lê sînema hê jî tilsimekî ye û hê jî bigiştî nehatiye kefşkirin… Ev hunera efsûnî 100 sal zêdetir e li ser ruyê erdê dijî. Di dema îro de cihê sînemayê neçûyê yan tune yan jî gelek kêm e. Ev tilsîm ketiye her derî, jiyana hemû mirovan dorpeç kiriye… Gava her du birayên fransiyên b inavê Auguste û Louis Lumiere sînema keşfkirin wê çaxê sal 1895 bû. Piştî vê mîladê 45 şûnde navenda bihuşta ser ruyê erdê Cannes cara yekemîn dest pê kir. Fikrê vê mîhrîcanê ji ber dijberiyaî û almanan derket holê. Faşîzma wan herdu welatan wê demê hemû Ewropayê dorpêç kiribû û Ewropa bûbû wekî tabûtek. Fransiyan wê demê li navçeya Montra De Veniseyê hilbijartina fîlman çêdikir. Faşîzma dibin ala Mussolînî de mudaxaleyî vî çalakiyê kir û fransizî ecizkirin. Ji ber wê ev mîhrîcana navneteweyiya bi îhtîşam derket holê; Cannes…Inyada fransiyan a li dijî faşîzmê pêkhatibû bû mebasta mîhrîcaneke wisa. Ev mîhrîcan bû 64 sal ku bi hemû hêza xwe berdewam dike. Heta di roja me ya îro de jî ev wekî navenda sînemaya cîhanî û mîhrîcanek rêzdar tê qebûlkirin…

Hewldanê şer û faşîzmê nikare pêşî li festîvalê bigire…

Dema îro herhal herkes der heqê wê bajarokê de xwediyê agahiyeke û çend gotinan e. Li gorî hinekan navenda sînemayê ye. Lê li gorî hinekan jî navenda azadiyê ye. Di esasê xwe de ev bajaroka ku li ber peravên Behra Spî berya lidarxistina Mîhîcana Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê gundekî biçûk ê masîvanan bû û di halê xwe de bû. Beriya 200 sal berê ev gund belkî jî di nexşeriyan de navê wî jî tunebe. Ew jî wekî St.Rapael, Antibes, StMaxime, navçeyek ji rêzê li peravê behrê bû. Lê qedera Cannesê di sala 1938’an de hat guhertin, wekî wan salan ku bê çawa li ewropayê hemû tişt û hevsengî dihat guhertin… Bêguman Cannes wisa ji berî xwe ve yan jî bi mucîzeyekê nehat roja me ya îro. Di esasê xwe de ev encama ked û xebata salan e. Festîval her çiqas di sala 1938’an dest pê kiribe jî ji ber şer di sala 1946’an de dest p pê kir. Cannes, gava faşîzma alman û îtalyanan mudaxeleyî Mostra De Veniseyê kir jî wê şûnde bu rawestgeha sînemevanan. Ji ber mudaxaleya faşîzmê Wezirê Çandê yê Fransayê Jean Zay Philippe Erlanger, ket nav tirsê û bi lez û bez ji bo mîhrîcanek navneteweyî li Cannesê pêk bê pêşniyarek dike û ev pêşniyar dibe biryar. Ji ber wê destpêka mîhrîcanê jî 1’ê îlona sala 1938’an e. Ev dîrok jî rastî lidarxistina Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Venedîk ê dihat.

Bêguman serokatiya mîhrîcanê jî herdu birayên mucît ên bi navê Louis Lumiere dikirin. Mîhrîcan bi vê heyecana mezin dest pê dike. Lê hesap hevdu nagirin. Ji ber ku Naziyên Almanyayê di heman rojê de Polanyayê dagir dike. 3‘ê îlonê jî Îngilîstan û Fransa li hem berî Almanya şer ve dikin. Ji ber van tevli hevî û şer festîval heyanî sala 1946 paşve dikeve. Û festîval 20’ ê îlona vî salê de dest pê dike. Ev dibe Festîvala Navneteweyî ya Cannes a yekemîn. Cara yekemîn jî xelata festîvalê ya herî mezin “Palmiya Zêrin” jî dibe ya Jacques Becker. Becker, bi fîlmê xwe ya navê wî “Antoine et Antoinette” vî xelatê qezenç dike.

Lê festîval dîsa jî ber hinek pisgirêka 2 sal paşvê dikeve. Di sala 1948 an de jî ji ber pirsgirêkên aborî çêna be. Lê salên şunda daha hêztir berdewam dike. Sala 1950 an jî dîsa jî beraborî festîval çêna be. Ji vî salê şunda Cannes heyanî sala 1968 an bênavber berdewam dike. Lê vî salê dîsa hat asten kirin. Îcar ne ji ber pirsgirêkên aborîne jî ji ber şer. Vî carê ji ber heraketa şoreşgerî ya 68 an festîval nivî de dimîne. Gava 19 gulan êgreva mezin çêbû seraya festîval jî terefê çalakvanan de hat îşgal kirin. Û festîval nivî de hat birîn. Serokê juriya festîval Louis Malle û derhenêr ên wek François Truffaut, Claude Berri, Jean-Gabriel Albi cocco, Claude Lelouch, Roman Polanski û Jean-Luc Godard, tevê çalakiyan bun û salona festîvalê dest xistin û bixwendevanan re ketin grevê. Ev buyera girîng di dîroka festîvalê de cîhek girîng digre û wek notek tê nivîsandin. Dîsan jî vî salê şunda di sala 1971 an de 25. Fîlm Festîval a Navnetewî ya Cannes ê de wezirê çandê yê Fransa M. Jacques Duhamel, xelata “Legiond Honneur” daha lehengê sînemaya bêdeng Charlie Chaplin. Eger em salên( 1948-1950 festîval ji ber aborî nehatiye çêkirin û sala 1968an festîval nivî de ma. Em wan salan ne hesibînin Cannes 64 sala bihêz, eleqeyek mezin û bi serkeftiyek mîsyona xwe tîne cih. Cannes her çiqas popîlîst be jî bêhna Hollywood ê jê were jî di karekterê wê de li dijî Oscar êye û daha xwe di yel pazeyek fireye . Di vî warî de jî platformek sînemayê ye. Ji bilî sterka ji her derê cîhanê sînemevan tên vira û divî platform de jî xwe re cih dibînin. Bihezara fîlm, bi sedan derhenêr û listîkvan li vir xwe didin nasan din. Ji xwe mirov gava li dîroka festîvalê dinêre rekora xelatan destenvan kesande ye. Ev jî rastiyek Cannes ê ye.

10 rojan de bi sedan nîşana fîlman

ji bo Fîlm Festîvala Navnetewî ya Cannes ê di sala 1983 serayek mezin çêbû. Ev Seray di ber derya spî hat çêkirin. Di vî serayê de 30 salon hatiye çêkirin. Her salonek navek wî heye. Navên salonan hemu yan jî sînemavanên navdarin. Luis Bunuel, Andre Bazin ji vanan du kesin. Mirov di kare rêza wan nava zêde bike. Divan salonan de 10 rojan de bi sedan fîlm tên nîşan dan. Di dema festîvalê de bilî nîşana fîlmê partî, civînên çapameniyê, girti nû firotina fîlmê jiyanek lez û bi bez hewayek sînemayayê dide vî bajarokê .Dîsa di aliyê din de mêrên bi smokînî xwe dikin cênreş, jinên xweşik dinav mucehvera de wek periyên çîrokane. Posterên fîlmê, di bill boarda de îlanê sînemaya, stand ê taybet, di her deverî de posterê stêrka… ji Cannes ê bêhna sînemaya tê…Di salên dawî de jî 91 welatên cîhanê nêzik 1000 rojname, 300 televîzyon, 200 ajans, 150 radyo nêzîk 4,500 hezar rojnamevan nivîskarê sînemaya Fîlm Festîvala Navnetewî Cannes ê di şopîne. Di aliyê din de 1200 derhenêr, 10 hezar çêkerê fîlman û belavkar de dinav de nêzikî 40 hezar sînemavana kre dîte dike. Butçeya festîvalê jî bi alîkariya Wezerata Çanda Fransa, şaredariya Cannes û sponsara nêzikî 20 mîlyon euroye. Lê di 10 rojan deew 40 hezar kesên tên vî bajarokê 250 mîlyon euro datînin, diçin. Esnafên Cannesê firotina xwe ji sedî 15 dinav vî 10 rojan de dikin.

Li Cannes ê dewlemend û xizan dinav hev da dijîn

Cannes a xwedî 68. 200 kesî ne tenê navenda sînemayayê ye. Ji bilî fîlm festîvalê moda, erebe, û gelek fuarê din di nav salê de tevayî 150 fuar, çêdibin li Cannes ê. Cannes di nav salê de ji hezaran kesên navdar re mêvan dariyê dike. Ev bajarê xwe dîsa hila 2 kîlometrede 20 hezar odêye hotela heye. Di ware turîzmê de jî cîhek girîng digre. Cannes neev tenê ye .Ji bilî lux û jiyana 5 stêrk jiyanek mutavazî jî mîrov dikare bijî . Her çiqas şevê odayek 15 euro dolar di Cannes ê de hebin jî çend metre li durî sahîlê hotêlên ne paqij jî mirov dikarê bi 100 euro bibîne. Ji bilî fransiza, ingiliz, rus û almanan di cannesê de cezayîri, tunusi jî hene. Ev xizanên ereb di kolanên Cannes ê de gelekin. Li aliyê din de salên dawî de li kolanên Cannes ê de mirov dikarê rastî karkerên kurd jî were. Piraniya vanan jî cîwanin,ew ji ber şeran jî ji ber xizaniyê welatên xwe terk kirine li rojavayê Fransa û Cannesê karê înşaatê dikin. Jiyana wan jî di nav xizaniyê de ye. Di odeyek de 3-4 kes dijîn û serê sibê zu jî radibin diçin înşaatê kar dikin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse