Bihna Şewata Laşê Min

0
9
REKLAM    

Bayê pêşî ku kete sînga min, bayê Amûdê bû. Wê demê 19 sal di ser agir re derbas bûbûn. Lê weke her kesên Amûdê, agir bihna xwe kiriyê laşê min.
Ez hîn zaro bûm, diya min çiroka Sînemê ji me re digot. Bavê min tu çirok li ser sînemê nizanîbû. Ew wê demê bi salan dûrî Amûdê ketibû.

Lê çîroka diya min ne weke çîrokên kesên dî bû. Wê çîroka zaroktiya xwe tev li çîroka sînemê dikir:

“Dema zarokên tarê xwe dane hev, min û xalê te, me xwe gihande wan bo em tevde herin sînemê. Dapîra te serê xwe di derî re derxist û bang kir:
– Keçê, nabe tu here! Wê kî li ber xuşka te ya biçûk bimîne? Pir karê min heye û nabe tu here!”

Bi van gotinan, diya min dest bi çîroka xwe dikir.

Diya min wê demê keçeke 11 salî bû. Keçên 11 salî nema zarok in. Ew divê bi ya diya xwe bikin.
Wê baş dizanîbû dapîra min serhişk e û na li ba wê na ye. Tev wilo, wê ceger kir û got: “Yadê, mamostê me gotiye divê her kes bê û film temaşe bike. Nabe kesek li malê bimîne.”

Gava dapîra min nerîna xwe ne guhert, diya min bi ya wê kir û destê birayê xwe berda. Berê xwe da malê.

“Ez li ber derî bûm û xaltîka te li ser piyên min bû. Ez li hêviya vegera zarokan bûm. Min pir dixwest bizanibim ew nuha çi dikin û li kû ne?”

Di wê kêlîkê de, rûyê Amûdê hate guhertin…

“Çi heye kuro, cima tu digirî?”, dapîra min ji xalê min pirsî, gava ew bi çavên tije hêsir derbasî deriyê malê bû.

“Keçê yadê, agir bi sînemê ket û hevalên min tevde şewitîn….”

Dapîra min bawer nekir û got: “Ez bawer nakim. Ew zarokên jîr û jêhatî weke kulîlkan e. Çima kirî ew bişewitin û zarokekî bê kêr weke te li min vegere!?”

Lê ev ne fantasiya xalê min bû. Di wê roja reş de Amûdê bêtirî 300 kûlîlkên xwe winda kirin.

Beriya çend salan, min ji xalê xwe pirsî: “Xalo, tu bi çi rengî ji sînemê derket? Tu di nav wan qeflên zarokan de bû, yên ku Mihemedê Seîd Axayê Deqorî ew ji şewatê parastin?”
Lê xalê min di wê tevheviyê de tiştek ji hev dernedixist. Tenê tê bîra wî, ku du destên xurt rahiştine wî û ew di qula dîwêr re avêtine derve. Ew kete erdê û bêyî li dora xwe binere, zaroktiya xwe li şûna xwe hişt û bi girî berê xwe da malê.

Ji wê rojê de, bihna agir û dengê girî bi hêsirên dayikan re xwe berdane axa Amûdê.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse