Bi xêr biçe kekê min

0
13
REKLAM    

Ciwanê kurd Yildirim Çelîk bi nasnav Cûdî ber zextên dewleta tirk di sala 1992’yan de tevli refên gerîlayan dibe û di sala 1993’yan de jî tevî 4 hevalê xwe şehîd dikeve. Birayê wî Garîp Çelîk bi belgefîlmeke dokumanterî behsa jiyana kekê xwe dike

Birayê Yildirim Çelîk şanoger û derhenêr Garîp Çelîk ku birayê wî di kemîneke li gundê Tirkan ê navçeya Depê ya Xarpetê de di sala 1993’yan de şehîd ket û heta niha cenazeyê wî nedîtiye, bi dokumanterek bi navê ‘Bi xêr biçe kekê min’ kekê xwe oxir kir.
Çelîk li navçeya Depê mala ku kekê wî bi 4 hevalên xwe yên gerîla re ket kemînê dît û hîn bû ku ne bi guleyan, lê bi çeka kîmyewî birayê wî hevalên wî hatine qetilkirin.
Derhênerê kurd Çelîk da xuyakirin ku ew di wê baweriyê de ye, kekê wî bi helîkoptera leşkerî hatiye avêtin.

HOVÎTIYA DEWLETÊ

Gerîla Yildirim Çelîk bi nasnav Cûdî, li gundê Alangoz ê ku girêdayê navçeya Gimgimê ya Mûşê ye ji ber polîtîkayên dewleta tirk ên zext, înkar û tunekirinê yên li dijî nasnameya kurd, di sala 1992’yan de tevli nava refên gerîla bû.

Gerîla Cûdî, di sala 1993’yan de bi 4 hevalên xwe yên gerîla re çû maleke li gundê Tirkan ê navçeya Depê. Ji ber mikurhatina keyayê gund, gerîlayên di mal de ketin kemînê û piştî şerekî bi saetan, jiyana xwe ji dest dabûn.

Şanoger û derhêner Garîp Çelîk ku dema kekê wî jiyana xwe ji dest dide hêj 9 salî ye.
Derhenêr Çelîk ji bo dokûmentera bi navê “Bi xêr biçe kekê min” çêbike li Depê ket ser şopa kekê xwe.

Çelîk mal û xwediyê mala ku birayê wî Cûdî û pênc hevalên wî lê ketin kemînê dît û bi berhevkirina şahidên li Depê re careke din raxist ber çavan ku zarokên gelê kurd bi çi hovîtiyê re rû bi rû dimînin.

Çelîk da xuyakirin ku heta roja îro ew di wê baweriyê de bû ku kekê wî di goreke komî de ye û anî ziman ku piştî çend salan ji keça Şaredarê berê yê Depê Abdulselam Çîçek maîlek girtiye û li ser vê çûye Depê.

 Çelîk, bi mirovên li gundê Tirkan ên di sala 1993’yan de kekê wî û çar hevalên pê re vehewandin malên xwe re, axivî.

Çelîk, mala ku kekê wî û hevalên wî şehîd ketin dît û wiha axivî: “Mala ku piştî ew çend salan vala maye, wekî şahidê zindî yê wê hovîtiyê ye. Wê rojê, li kekê min û 4 hevalên wî, bûka malê ya di destê wî de pitika 3 mehî hebû, derî lê vekiribû. Lê ji ber mikurhatina keyayê gund, saet di 08.00’an de, bêdengiya sibehê bi dengê çekan xira bûbû. Gerîlayan bi lez û bez, destpêkê jina ciwan û pitika wê ya 3 mehî bi selametî ji malê derxist û dûre li odeya paş, bi saetan şer kirin. Saet li dora 21.00’an de şer bi dawî bû. Min ji xwediyê xanî re got, li odeya gerîla lê bûn, li gorî odeyên din qet şopa guleyan nîne. Li ser vê yekê xwediyê malê ji min re got ku gerîla ne bi guleyan, bi gaza kîmyewî ya leşkeran fetisîn û jiyana xwe ji dest dan. Tevî kekê min 3 jin û 2 zilam bi giştî 5 gerîla, cenazeyên wan ji aliyê helîkopterek xwe danî nava gund ve hat birin û piştre haya kesî jê çê nebû. Piştî vê bûyerê, xwediyê malê hat binçavkirin, bûka wî jî mala xwe bar kir Xarpêtê û careke din nehat gund.”

KURDISTAN VEGUHERIYE ZÊVITA MIRINÊ YÊ DEWLETÊ

Derhenêr Garîp Çelîk diyar kir ku piştî xwediyê malê ew bi xebatkarên Şaredariya Depê Adîl Gurses û Bakî re yên ku di wan salan de karê definkirinê kirine re axiviye û wiha got: “Min bihîst ku Şaredariyê cenazeyên 36 gerîlayan  anî bû, li gorên bêxwediyan veşartibû û li gorî agahiyên gundên derdorê dan min, li hawirdorê nêzî 100 gorên komî hene.”

Çelîk ku xwe negihandiye cenazeyê kekê xwe û di wê baweriyê de ye ku cenazeyê birayê wî ji helîkopterê hatiye avêtin û wiha pêde çû: “Beriya ji bo kişandina dokumanterê biçim Depê, min soz da dayika xwe ku ez ê cenazeyê kekê xwe bibînim. Gelekî bi hêvî bûm. Min nekarî soza xwe bi cih bînim. Lê li Depê li rastiyekê rast hatim; Kurdistan veguheriye zeviyê mirinê yê dewletê.”

Xebatkarê Şaredariya Depê Adîl Gursesjî diyar kir ku ew di wan salan de ew bi xwe cenazeyê 36 gerîlayan li goristana bêxwediyan veşartiye û wiha got: “Di salên 1990’î de, hemû cenazeyên gerîlayan ku leşkeran dianîn, nedihatin naskirin. Hin ji wan guhê wan, hin ji wan bêvilê hatibû jêkirin, hin ji wan milê wan tune bûn. Hin ji wan jî laşê wan şewitî bû û reş bûbû. Tevî ku sal di ser re derbas bûye jî, ev dîmenên wehşeta dewleta tirk ên ku li ser gerîlayan pêk anîbûn hêj tên ber çavên min.”

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse