Bi Mîzgîn Arslan re li ser “Kirasê Mirinê” hevpeyivîn

Hevpeyvînker: Gülizer Temel

0
10
REKLAM    

Hun dikarin qala xwe bikin? Mîzgîn Arslan kî ye?

Ez gûndekî  Mêrdînê ji dayîk bûm. Gundê me gundê Suryaniyan bû. Ez bi vê rastîtiyê mezin bûm. Bi destpêkirina dibistana pêşîn ez zimanê tirkî hîn bûm. Têkîliya min a bi  tirkî re hêj nû bû ji ber vê min ne dizanî gelo ez bi kurdî diaxivim an jî tirkî. Gelek caran mamosteyên min fehm nedikirin ka ez çi dibêjim. Ez li cem kalik û pîrika xwe mezin bûm. Di sala  1980an de bavémın tevilhevî  tevgara kurda bû û di vê demê da ez 3-4 mehî  bûme. Ji ber bandora dewleta tirk û binçavkirinên li ser gelê kurd, bavê min çû Suriyeyê. Birayekî min ji min mezintir hebû û navê wî Bawer bû. Malbata min navê min da bû Mîzgîn ku bi navê birayê min bê wateya “Baweriya Mîzgîniyê” lê mixabin tu mîzgînî nehatin. Dûre diya min û birayê min jî çûn Sûriyeyê.

Têkîliya we bi sînemayê re çawa dest pê kir?

Ez li cem dapîr û bapîrê xwe mezin bûm. Mijarê sînemayê ku ez dixwazim bînim ziman giş ji vê çîroka min derket. Têkîliya min a teknîkî bi nivîsê dest pê kir. Ji bo ku dapîr û bapîrê min nekesirin min hestên xwe dinivisî. Dema ew li min dinêrîn diqehirîn ji ber ku wan zarokên xwe wenda kiribûn û min jî malbata xwe wenda kiribû. Ew rewşa wan a nexweş dibû sedema xemgîniya min jî. Dema ew radikevtin min di nav nivînên xwe de dest bi nivîsê dikir. Bi vî awayî min dikarî hestên xwe biavêjim derve. Nivîs jiyana min xelas dikir. Dema ku ez mezin bûm min wênekeşek bi dest xist û min dest bi gerînê kir. Bi rastî ez ji gerîn û têkîliya mirovan pir hez dikim. Wê demê min li Amedê zanîngeha Dîcleyê di beşa biyolojiyê de perwerdehî didît û min wêneyên xwe dişand rojnameya Gundemê. Ev xebat cesaret da min û ez bûm rojnamevan. Ji ber ku min li ser çand û huherê dinivisî min xwest ez herim Stenbolê. Piştî ez hatim Stenbolê min dest bi nivîsên li ser sînemayê kir. Piştre ez beşdarî kursên sînemayê bûm û min li ser dîroka sînemayê lêkolîn kir. Fîlmen Îtalyanî û Fransizî bala min kişand. Xebata sînemayê li ber çavên min wek eşqeke bêhempa bû. Demek hatibû ku min di rojekê de 4-5 fîlm temaşe dikirin. Piştre bi alîkariya sînemaya NÇM û Kazim Oz min kurtefîlmên xwe kişandin.

Ramana belgesel kişandinê ji ku derket?

Dema ku min nasnameya xwe ya jinantiyê nasdikir ez di nav nakokiyeke mezin de bûm. Ji ber ku di nav civata me de mêrtî xwediyê ciheke girîng e û jin wek koleyan tên dîtin. Çi qas min perwerdehî dîtibe jî ev ramanên hewîtiyê ez pir aciz dikirim. Ez vê yekê qebul nakim u divê tu kes vê hewîtiyê qebul neke. Bi hebûna mêran qîmeta jinan tê hesibandin, ger jin bixwaze bibe wek jin divê karê malê baş bizane, zarokên wê hebin û pêşiyê qedrê mêrê xwe piştre jî yê mêvanê xwe baş bigire. Dema jin tên tarîfkirin wek xwişka kesekî yan jî jina kesekî tê tarîfkirin. Ez di nav drama çar metên xwe mezin bûm ji ber ku ez jî dibûm hevparê tengasiyên wan. Ev çîroka ku min di belgeselê de vegotiye çîroka yek ji metên min bû. Meta min, Emîne, çûbû li ser hewî. Emîne rastî şîdeteke pir mezin dima. Dema ez heft-heşt salî bûm min carna didît ku meta min ji çolê dihat. Hişê wê ne li serê we bû ka çi dike. Dema meta min di vê halê de bû tu kes ew nedigerand. Digotin şerm e, eyb e. Kengê meta min dihat ser hendê xwe hingê dikarî derkeve derve. Sal derbaz dibûn rewşa Emînê xerabtir dibû. Di dawiyê de jî hişê xwe wenda kir. Bi saetan li valahiyê dinêrî, nediaxivt û tu tevger di nav canê we de nemabû. Rojekê derman xwar û dûre jî felc bû. Niha jî li mala xwe ye, keçên wê lê dinêrin. Min nedixwast ez herim gund ji ber ku min meta xwe didît û ez pir diqehirîm. Ez difikirîm ku divê em ji vê yekê xelas bibin. Belgesela min jiyana meta min bû. Ez teqez bawer dikim ku divê hinek tişt were guhertin. Ev belgesel di heman demê de encama hêrsa min bû. Min dixwast hêrsa xwe ku di zarokatiya min heta niha berdewam dikir biavêjim der. Belgesela min rêya vê armancê bû. Bi rastî xebata min bi civata kurdan re yekeyek xwerexnekirin bû. Min ev hovîtî qebûl nedikir. Rast e wek gel, mixabin, em xwediyê gelek pirsgirêka ne, em têkoşîna azadiyê didin lê divê em nişanî bidin ku me pirsgirêkên wisa jî hene. Divê em wan pirsgirêkên xwe jî bidin bera xwe û li ser biaxivin, vê rewşê biguherînin. Li gorî min ev rewşa kambax ku jinên kurd li rastî tên dibe sedema gelek tiştên din. Ez dikarim bêjim ku sedemek ji bo şervanên jin ew e ku li Kurdistanê jin bindest in. Şerê jinan ji ber vê yekê ew qas. Şervanên jin ne tenê ji bo azadiya kurdan li serê çiya ne. Di heman demê de ew têkoşîna azadiya jinan jî dixwazin. Ez bi vî awayî fehm dikim û şîrove dikim. Ziman an jî em bêjin çand ji bo kurda çi qas girîng e divê azadiya jinan jî ew qas girîng bibe. Ji bo guherandina pergalê min ew belgesel kişand. Ez wisa bawer dikim ku şervanên jin jî li ber azadiya gelê kurd ji bo vê armancê ango ji bo rizgariya jinan hewl didin. Ew rewş ne tenê encama tiştekî ye. Ew encama paşvemayînê, feqîriyê, bêhişiya gelê me ye.

Dema we belgesel kişand we qet tengasî dîtin?

Bi rastî tu xebat bê tengasî dernakeve holê. Me jî hinek tengasî dîtin. Lê hinek caran tengasî mêriv motîve dike. Me serî li wezîriyê da ji bo alîkariyê. Lê ji wir tu destek nedan. Piştre me biryar da ku em ê bi derfetên xwe xebata xwe bikin. Em bilez bi rê ketin û çûn Mêrdînê. Dilê min rehet bû ji ber ku em diçûn mala me. Em ji aliyê mayînê, xwarin û vexwarinê piçek rehet bûn. Lê tiştek hebû ez jê ditirsiyam: bapîrê min nedixwast ku ez xebatên wisa bikim. Pêşiya belgeselê jî kurtefîlmên min hebûn. Ji bo kurtefîlman û ji bo rojnamevaniyê jî ez û bapîrê min me gengeşî kiribû. Bapîrê min ji tiştên wisa aciz dibû. Bapîrê min dixwast ku ez bibim mamoste. Sibehan biçim dibistanê êvaran jî li zarokên xwe binêrim. Ew profîl di serê gelek mêran de bi cih bûye. Lê xeyala wan pêk nehat. Dema em çûn wek kamerakêş hevaleke min hatibû. Min difikirî ku kamerakêş jin bibe dê karê me hêsantir bibe. Dema gundiyên min kamera dîtin piçek nerehet bûn. Heya niha bi awayekî cidî li min nedinêrîn. Lê piştre hem bapîrê min hem jî gundiyên min fehm kirin armanca min xurt e. Bapîrê min digor ku tu nikarî vê belgeselê bikişinî. Tu li ber çavên miletê me dide rezîlkirin. Me belgesel di nav heşt rojan de temam kir. 2 roja em man gundê me. Tiştê nebaş ev bû wek gelek kesan malbata min a gund ango bapîrê min û gundiyên min destek nedan min.

Gelê gund bertekên çawa didan dema we armanca xwe ji wan re vêgot?

Bi rastî ev mijar ne tiştekî hêsan bû. Ger ez ne yek ji wan bûma teqez dê pirsgirêkên mezin derketa. Wan ez dinasîm, dizanîn ka ez keça kê me yan jî neviya kê me. Civata me civateke girtî ye. Ger destura mêran nebûya me nedikarî em tiştekî bikin. Nedixwastin derkevin televîzyonan. Ew wek tiştekî şerm an jî eyb dihat hesibandin. Min belgesel ne tenê ji bo jinan lê ji bo zilamên gundî jî amade kiribû. Min dixwast ku zilamên gundî xwe bibînin ji der ve. Piştî me belgesel kişan yek bi yek ez malên gundî geriyam û min nîşanî wan da. Lê mixabin tu guhertin di mêjiyê zavayê me, mêrê meta min, de çênebû. Tiştê baş ew bû cihên belgesel dihat nîşanîdan mijara “Hewîtiyê” carek din dihat nîqaşkirin.

Hewîtî li gelek cihan belave ye. Belgesela we çima tenê li Mêrdînê derbaz dibe?
Min Mêrdîn baş dinasî ji ber ku cihê min bû. Sedema din jî ev bû ku min dixwast ez di kesayeta meta xwe de hemû jinên ku bûne mexdûrê mêrên xwe di nav mijara hewîtiyê de bînim ziman. Ew ne tenê çîroka meta min an jî çîroka Mêrdînê bû. Çîroka hemû jinan û hemû bajaran bi vê belgeselê hatiyê vêgotin.

Li Kurdistanê “Hewîtî” gelek belave ye. Li gorî we sedema vê çi ye û “Hewîtî” çawa dê ji holê rabe?

Bi rastî li cihên ku me belgesel nîşanî gel da li ser vê mijarê me gelek gengeşî kir. Ew wek sîstema seltenetê  ye. Ji bav û bapîran derbaz dibe zar û zêçan. Em dibînin ku mêriv çend ji bajaran biçe gundan, feqîrî çend zêde be û xwendin û nivîsandin çend kêm bibe “Kirasê Mirinê” ew qas zêde tê lixwekirin. Sedema din jî ew e ku kesên ku hewîtiyê diparêzin Îslamê bi awayekî xelet fehm dike. Dibêjin Xwedê heya 4 jinan zewicîn ji wan re helal kiriye. Hevberdan jî di nav gelê kurd de gelek nayê dîtin. Wek mînak ger jinek nikare bibe xwediyê zarokan mêrê wê hevberdanê nafikire. Hewîtî ji bo wan dibe çareserî! Divê em ji cahilî xelas bibin. Gelek caran jî gel bi gotina “şêxan”, melayan an jî axayan radibin û rûdinin. Gel jiyana xwe li gorî biryarên wan kesan berdewam dike. Pêşiyê divê wateya jinê ango li ber çavên mêra “wateya jinantî” divê were guhertin. Divê “mafê” mêran were zêfandin. Mêr bi hevberdanê jinên xwe tehdît dikin. Jin her tim ditirsin ji ber ku tiştekî ku mêrên wan jê nerazî ne bikin teqez dê were berdan. Ji ber vê yekî jin vê tirsê di navxwe de dijîn. Li gorî min çareserî ev e ku divê rolên jin û mêran, wateya namûsê ji nû ve were terîfkirin. Nifşên berî ji vê sîstemê re dibin alîkar ji ber ku ev nifş sîstem pejirandiye. Lê nifşa nû ji bo vê derdê derman e. Ez guhertineke gelek mezin dibînim dema ez li xortan dinêrim. Ji ber vê ez hêvîdar im ku sîstêm dê biguhere. Kesên xwendekar ji bo vê pirsgirêkê mifteya çareseriyê ye. Divê jinên me hişyar bibin. Fikra jinan a “Jiyana bê mêr vala ye.” divê ji holê rabe. Serxwebûna aborî alternatîfeke baş e. Divê jin bizanin ku mêr nebin jî ew dikarin jiyana xwe bidomînin. Malbat têgeheke gelek girîng e di nav civatên Kurdistanê de. Lê divê mafên mêran, jinan û zarokan baş were fehmkirin.

Li cihên fîlm hat nîşanîdan we bertekên çawa dîtin?

Cara yekemîn belgesel li Êlihê hat temaşekirin. Rojek pêşiya roja jinên cihanê bû. Ez ne li wir bûm lê hem bi maîlan hem jî bi telefonan gelek kes hestên xwe ji min re vegotin û gelek kes jî belgesel ecibandibû. Ji Sînopê jinek ji min re maîlek şandibû. Wê jî hestên xwe ji min re nivîsandibû. Min wî demê fehm kir ku êş ne tenê êşên jinên Mêrdînê bû. Derdê jinan yek bû. Ew jin hemantiyêk peyda kiribû di navbera xwe û jinên Mêrdînê de. Şanîdana belgesela me hêj berdewam dike. Li gelek şarên Kurdistanê û Tirkiyê tê temaşe kirin. Bi gelemperî tê ecibandin.

Dema hûn li fîlmên kurdan dinêrin ji aliyê karaktera “Jin”an de hûn qet guhertinan dibînin? 

Bi rastî wek gelek fîlman di nav fîlmên kurdan de jî ji aliyê karakteran guhertin tê dîtin. Li gel têkoşîna jinan rola jinan jî diguhere. Di nav fîlmên me de jin ew kes in ku serçavên xwe vedişêrin, gelek nayên nav civatê, gelek naaxivin. Tu cara wek karektera yekemîn an jî em bêjin a sereke derneketiye holê. Wek mînak di fîlmê Yilmaz Guney “Sürü” de jin perçeyeke girîng e lê ne karektera yekemîn e. Karaktera sereke mêr e. Fîlm li ser cihana mêran hatiye vegotin. Di nav fîlmên Ghobadî de jin piçektir derketiye nav civatê lê dîsa jî jin li paş mêran e. Ez wisa bawer dikim ku jin hêdî hêdî cihê xwe digiredi nav fîlman de, dibe karektera yekemîn. Herî kêm di nav belgesela min de cihê jinan cihê yekemîn e. Mêr kesên nebaş in, xwediyê karekterên xerab in. (Em bi dengeke bilind dikenin.)

Navê belgeselê çima “Kirasê Mirinê” ye?

Dema ez çûm û min halê jinan dît min fehm kir ku tiştên ji min re dihat vegotin derdeke mezintir bû. Jinên ku min jê re hevpeyivîn kirin pênaseya hewîtiyê wek “kirasê mirinê” terîf dikir. Navê fîlmî jinên gundê min kir “Kirasê Mirinê”. Wan digotin ku hewîtî rûyeke cehnemê ye, em dijîn lê ruhên me ji zû de mirine. Mêr îdîa dikin ku jin jin nezan e, nikare biaxive derdê xwe bêje. Lê wek di belgeselê de jî tê dîtin ku dema em ji wan halê wan dipirsin bi awayekî gelek baş derdê xwe vedigotin.

Li ceheke belgeselê de jî jinek hevpeyvîne di odeyeke cûda de dike. Qey jin ji mêrê xwe ditirsiya?

Me nedixwast gengeşî derkeve. Wek temaşevan jî dibînin mêr bi awayekî zulmker diaxivîn. Me got ku jin bila rehet bibin dema hevpeyivînê. Bi rastî jîn jin li wir rehettir dibûn. Zêdetir diaxivtin. Gelek caran bêhna min teng dibû li ber helwestên mêran li dijî jinên wan. Niha jî dema ez belgeselê temaşe dikim ez hêrs dibim. Ev pirsgirêke ne yek alî ye. Gelek tişt hene ku kom dibin û vê encamê derdixin holê.

Ji bo têkoşîna jinan hûn rola Tevgera Azadiya Gelê Kurd dibînin? Barek çawa li ser milên wê ye?

Li gorî min ji aliyê Tevgera Azadiya Gelê Kurd ve ji salên 1980an heya ve gavê gelek tiştên baş hatine kirin. Îro ger min derfetek dîtiye ji bo kişandina belgeselê rola tevgera me jî hevparê vê xebatê ye. Xalê min li girtîgehê bû. Dema derkevt gelek xwast ku ez perwerdehiyê bibînim. Fikra tevgerê di serê xalê min de jî hebû. Ji ber vê yekî bû alîkar û min jî xwand.

Di belgeselê de we çima tenê bi kesên zarok û pîr re hevpeyivîn kiriye? Çima em kesên xort an jî navsere nabînin?
Bi rastî li gund kesên navsere hebûn lê ew jî wek pîran xuya dikirin. Piştre min jî fehm kir ku kesên 30 salî wek 50-60 saliyan xuya dikirin. Sedema duyem jî ev bû ku kesên xort li gund kêm bûn. Me xwast ku ji kesên hewîtiyê dijîn û kesên pergala hewîtiyê didomînin re biaxivin.

Di serê we de projeyên nû hene?
Me belgeseleke nû kişand. Mijara wê der heqê mirovên Efrîkayê ye. Belgesel li Îzmîrê derbaz dibe. Ji demên Osmaniyan hatine Îzmîrê û asîmîle bûne. Ev sê sal e dest bi pîrozkirina cejna xwe ya bi navê “Cejna Golikan” kirine. Di dema wan a koletiyê de salê carek pîroz kirine. Tê wateya roja piştevaniyê, roja rezgirtinê li hemberî xwezayê. Ev cejn heftê sal bû qedexe bû lê sê sal berî niha hat serbestkirin. Armanca min ev e ku piçekî çanda wan, raboriya wan û bêdengiya wan bînim ziman. Li gorî min gelê me dişibe wan ji ber ku ji xwe re biyanî dibin. Mixabin civata Tirkiyê ji salên 1920an des bi polîtîayên asîmîlekirinê kir. Her kes ji nasnameya xwe tirsiya li Tirkiyê. Xwe veşart. Ji eslê xwe şerm kir. Dema me ji wan dipirsî ka ew ji ku derê hatine digotin ku ew Tirk in. Dixwastin ku wek Kurdan neyên hesibandin. Ji têkoşînê, birêxistinkirinê û kombûnê ditirsin. Belgesel li ser cejna wan û tirsên wan hat amadekirin. Kesek bi avakirina komeleyekê tiştên ku mirovên Efrîqayê ji bîr kirine tîne bîra wan. Cejna wan zimanê wan ji wan re vedibêje. Dema ku cejna xwe pîroz dikin ji hev û din re dibêjin “Kamkasa vît vît”. Lê nizanin wateya vê jî çi ye. Me jî navê fîlmî kir “Kamkasa vît vît: Cejna Golikan”. Projeyeke din jî heye lê ji bo em der heqê wê de biaxivin hêj zû ye.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse