Bi dehan kurtefîlm li benda temaşevan in

0
6
REKLAM    

12’emîn Festîvala Kurtefîlman a Akbankê ku 7’ê mehê dest pê kir heta 17’ê mehê li dar e. Di çarçoveya festîvalê de ji 28 welatan 104 kurtefîlm her roj beş bi beş têne nîşandayîn. Di nav wan de kurtefîlmên derhênerên kurd jî hene. Kurtefîlmên di festîvalê de têne nîşandayîn di heman demê de di warê Pêşbaziya Neteweyî û ya Navneteweyî de bi hev re dikevin qayişkêşanê û di dawiyê de yên serketî dê bêne xelatkirin.

Juriya Pêşbaziya Neteweyî ji Ruçhan Çalişkur (Lîstikvan), Onur Unlu (Derhêner), Murat Evgin (Muzîkar), Mustafa Kara (Derhêner) û  Derya Bigali (Midûra Hunerê ya Akbankê) pêk tê.

Juriya Pêşbaziya Navneteweyî jî ji Mastaneh Mohajer (Vesazkar), Elma Tataragic (Bernamesazê Festîvala Fîlman a Saraybosnayê), Nesrin Cavadzade (Lîstikvan),  Carter Pilcher (sazkar) û Derya Bigali (Midûra Hunerê ya Akbankê) pêk tê.

Di festîvalê de gelek atolse, panel û sohbetên li ser sînemayê hene. Vane hin ji wan

11 adar, saet 18.30, mijar: Ceribandinên Sînemaya  Cafer Panahi

Axifger: Mastaneh Mohajer (Vesazkar), Solmaz Panahi (Lîstikvan), Muge Turan (Moderator)

Di gotûbêjê de li ser ceribandinên derhênerê îranî Cafer Panahî sohbet û tehlîl dê bêne kirin.

12 adar, saet 18.30, mijar: Di festîvalên navneteweyî de kurtefîlm

Elma Tataragic (Bernamesazê Festîvala Fîlman a Saraybosnayê), û Carter Pilcher (Sazkarê Shorts International) li ser mijarê dê biaxivin.

13 adar, saet 18.30, mijar: Sînemaya Belgefîlman:  Semra Guzel Korver

Korver heta niha gelek belgefîlm kişandine, demekê serokatiya Yekîtila Sînemagerên Belgefîlmakr kiribû, di vê xebatê de ji ceribandinên xwe mînakan pêşkêş bike.

16 adar, saet 18 30, mijar: Nadir Saribacak: Ligel derhênerekî ji kurteyan heta metrajdirêjan

Lîstikvan Nadir Saribacak pêşî ligel derhêner Tolga Karaçelik dest bi lîstikê kiribû û her ku çûbû navdar bûbû. Ew dê ceribandin û xebatên xwe yên ku kirine ligel temaşevanan parve bike.

Di festîvalê de hemû çalakî bê pere ne, lê ji ber cih biçûk e berî çalakiyê yan jî nîşandayînê bi saetek divê vexwendname ji standa AKbankê bê girtin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse