Berxwedana 33 salan: Dayika Berfo

Galaya belgefilma ‘Berxwedana 33 salan, a dayika Berfo, dayika Cemîl Kirbayir ê ku di 12’ê îlonê de hat binçavkirin û windakirin û têkoşîna dayika Berfo ya ku 33 salan bênavber domiya û ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne û kiryar bên darizandin têkoşiya hat çêkirin pêk hat

0
19

Galaya belgefilma ‘Berxwedana 33 salan, a dayika Berfo, dayika Cemîl Kirbayir ê ku di 12’ê îlonê de hat binçavkirin û windakirin û têkoşîna dayika Berfo ya ku 33 salan bênavber domiya û ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne û kiryar bên darizandin têkoşiya hat çêkirin pêk hat.

Galaya belgefilma ‘Berxwedana 33 salan dayika Berfo li Navenda Çanda Bajar a li Şîşliyê hat pêşandan.

Beriya galaya belgefilmê ku derhêneriya wê Veysî Altay kiriye kokteyl hat lidarxistin. Malbata Dayika Berfo, Parlamenterê BDP’ê ya Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Parlamentera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan, Parêzer Eren Keskîn, Serokê Giştî yê SDP’ê Ridvan Turan, ji sazûmankarên Partiya Kesk û Hatina Çepgiran Ufuk Uras, Hevserokê BDP’a Stenbolê Emrullah Bîngul, endamên YAKAY-DER’ê û bi dehan kes beşdarî galaya belgefilmê bûn.

Belgefilma ku dîmenên wê li Stenbol û Qersê hatine kişandin, malbata dayika Berfo, vegotinên der barê pêvajoya dema Cemîl Kirbayir hatiye binçavkirin, têkoşîna Dayika Berfo ku bi Dayikên Şemiyê re daye tê vegotin. Di dema nîşandana belgefilmê ya ku serpêhatiya jiyana Dayika Berfo vedigot demên hestiyar hat jiyandin.

Piştî galayê kurê dayika Berfo Mîkaîl Kirbayir axaftinek kir û diyar kir ku birayê wî Cemîl Kirbayir di Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de hatiye binçavkirin û qetilkirin û ji wan re hatiye gotin ku birayê wan reviyaye derveyê welat û wiha got: “Îro 13 îlonê ye. 33 sal berê di van saetan de em bi Cemîl re rûniştibûn. Wê demê hatin wî birin.” Kirbayir ji derhêner Veysî Altay re spasî kir û ev tişt got:

“MejIyê 12’ê Îlonê hê jî berdewam dIke. HewIldana me ew e ku em vî mejIyî jI holê rakin. Heta em vî mejIyî jI holê ranekIn ji me re rehetî tune ye.”

Piştre Parêzer Eren Keskîn mafê axaftinê girt û diyar kir ku dewletê belgeya ku Cemîl Kirbayir reviyaye derve amade kiribûn jî. Di galaya ku peyama Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak hat xwendin de, Parlamentera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan jî axivî. Buldan, destnîşan kir ku dayika Berfo heta temenê xwe yê 105 sal jî li kurê xwe digeriya.

Buldan, destnîşan kir ku dayika Berfo tu car deriyê xwe nedigirt û wiha pêde çû: “Digot qey dê rojek kurê wê were. Ji ber wê her dem deriyê wê vekirîbû. Em hêvî dikin ku êdî ji niha û pê ve kes deriyê xwe vekirî nehêle. Ez bawer im ku dayika Berfo gihîştiye kurê xwe. Bila rehet razê.” Di galayê de axaftina dawî derhênerê belgefilmê Veysî Altay kir û diyar kir ku li ser vê erdnîgariyê ji bilî tirkan hemû gelan zilm dîtiye û wiha axivî:

“Dewlet lI vIr nIkaribû bI ser bIkeve. Xwedê kIr ku dayIk hene. Ger dayIk tunebûna mIn ê nIkarIbûya vê xebatê pêk bIanIya.”

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse