‘Ben O Degilim’ bi ser ket, kurdî hate rojevê

0
11

Di merasima xelatdayîna Festîvala Fîlman a Stenbolê de “Ben O Degilim” bû fîlmê herî serketî. Derhêner Kazim Oz ku xelata juriyê girt, kurdî anî rojevê.

Ji bo merasima xelatdayîn û dawîlêanîna 33’yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê li Cemal Reşit Reya Stenbolê şevek hat lidarxistin. Di şeva ku lîstikvan Tulin Ozen pêşkêşvaniya wê kir de ji bo 85 saliya bûyîna nivîskar, rexnegir, werger û dîrokzan Giovanni Bcognamillo plaketek dan wî. Seroka Federasyona Rexnegirên Fîlman a Navneteweyî û Seroka Siyadê Alin Taşçiyan plaket da Scognamillo. Scognamillo ku bi kursiya tekelîn hat ser dikê sipasiya xwe kir û hêviya xwe ya ku hê dê gelek caran ew bên ba hev anî ziman. Temaşevanan li ser piyan ji bo wî li çepikan da.

Yilmaz Guney hat bibîranîn

Her wiha di merasimê de Marin Karmitz jî Xelata Rûmetê ya Sînemayê ji destê dîrektora festîvalê Azize Tan girt. Karmitz ku heta niha gelek fîlm kişandiye, ji bo gelekan productorî kiriye di girtina xelata xwe de wisa got:

“Bi vê xelatê ez gelek hestewar bûm, ez dIlşad bûm. Vê yekê ez deyndarê derhênerên mezIn Im. BI vê yekê jî ez dIxwazIm YIlmaz Guney bIbîr bînIm.”

Di şevê de careke din bal kişandine ser parastina Sînemaya Emekê, her wiha biryara +18 ya Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê ku ev yek wekî sansurek li ser fîlman tê dayîn jî hat rexnekirin.

‘Diyarî hemû kesên îşkenceyê dikişînin’

Di şevê de fîlmê derhêner Tayfun Pirselimoglu bi fîlmê xwe “Ben O Degilim” (Ez ne ew im) xelata Fîlmê Herî Serketî, Senaryoya Herî Serketî û Muzîka Herî Serketî girt. Pirselimoglu piştî xelatgirtinê wisa got:

“Par gelek zarok mIrIn. Par senaryoyeke pIr xirab hatIbû nIvîsîn bû. Ez hêvî dikim îsal dê senaryoyeke baş bê nIvîsîn.”

Lîstikvan Vadeyi Percin ku bi rola di “Ayhan Hanim” de Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt ev tişt aîn ziman:

“Ez vê xelata xwe diyarî hemû kesên li hemû dinyayê, li welatê me eziyetê dikişînim, îşkenceyê dibînim dikim.”

Marquez hat bibîranîn

Derhêner Kazim Oz ku bi fîlmê xwe “Hebû Tune bû” “Xelata Juriyê ya Fibresci” û di beşa Laleya Zêrîn a Neteweyî de Xelata Juriyê ya Taybet girt,bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û wisa got: “Min dixwest kurdî bi domînim lê wergêr nîn e. Ji bo îngilîzî werger heye lê ji bo kurdî nîn e. Qîmeta me bi qasî îngilîzî jî nîn e?” Oz ku pêşniyara wergera ji bo kurdî di festîvalên bê de kir, xelata xwe diyarî nivîskar Gabriel Garcia Marquez kir ku çend roj berê wefat kiribû.

Di şevê de ji bo Laleya zêrîn ya Navneteweyî 25 hezar Euro (10 hezar ji bo Fîlmê Herî Serketî, 10 hezar ji bo şîrketa belavkar û 5 hezar jî ji bo Xelata Taybet a Juriyê), di Pêşbaziya Neteweyî de 150 hezar TL dan Fîlmê Herî Serketî, 50 hezar TL jî dan derhênerê Herî Serketî. 60 Hezar TL î dan ji bo fîlmê ku Xelata Taybet a Juriyê girt. Ev 60 hezar TL Anadolu Efes girt ser milê xwe ku ev xelat li ser navê Onat Kutlar ji bo bîranîna wî tê dayîn. Her wiha li ser navê Seyfi Teoman jî Xelata Fîlmên Pêşî didin derhênerek ji Tirkiyeyê. Xelata vê beşê ji bo pênc salan Cem Yilmaz girtiye ser milên xwe ku fîlmê bê xelatkirin bi 30 hezar TL tê xelatkirin. Ji bo xelata FACE’yê jî 10 hezar Euro tê dayîn.

Vane fîlm û kesên ku di şevê de xelat girtin:

Pêşbaziya Laleya Zêrîn a Navneteweyî:

  • Fîlmê Herî Serketî: “Blind / Korî” (Derh. Estil Vogt)
  • Xelata Juriyê ya Taybet: “Papusza” (bi navê “Taş Bebek” hat nîşandayîn, derh. Razvan Radulescu)

Pêşbaziya Laleya Zêrîn a Neteweyî:

  • Fîlmê Herî Serketî: “Ben O Değilim” (Derh. Tayfun Pirselimoglu)
  • Derhênerê Herî Serketî: Onur Unlu (İtirazim Var)
  • Xelata Taybet a Juriyê: “He Bû Tune Bû” (derh. Kazim Oz)
  • Lîstikvana Herî Serketî: Vahide Perçin (Bi rola di Ayhan Hanim de)
  • Lîstikvanê Herî Serketî: Serkan Keskin (Bi rol adi İtirazim Var de)
  • Senaryoya Herî Serketî: “Ben O Degilim” (derh. Tayfur Pirselimoglu)
  • Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Ahmet Sesigurgil (Bi fîlmê Silsile)
  • Muzîka Herî Serketî: “Were Dengê Min” (Ali Tekbaş, Serhat Bostanci, A.İmran Erin) û “Ben O Degilim” (Giorgos Komendakis)
  • Vesazkirina Herî Serketî: Claudine Avetyan “bi vesazkirina “Şarki Soyleyen Kadinlar” a derh. Reha Erdem)
  • Xelata Seyfî Teoman a Fîlmê Pêşî: “Nergiz Hanim” (Derh. Gorkem Şarkan) Xelata FACE ya Konseya Ewropayê
  • Fîlmê Herî Serketî: Trans X İstanbul (Derh. Maira Binder) Xelata Fibresci
  • Fîlmê Herî Serketî di Beşa Navneteweyî de: 20.000 Days on Earth (derh. Jane Pollard)
  • Fîlmê herî Serketî di Beşa Neteweyî de: Hebû Tune bû (Der. Kazim Oz) Xelata Radikalê ya Gel
  • Fîlmê Herî Serketî di Beşa Navneteweyî de: Tom a la ferme (derh. Xavier Dolan)
  • Fîlmê Herî Serketî di Beşa Neteweyî de: Were Dengê Min (derh. Huseyîn Karabey)
  • Xelata Cineuropa.org: Were Dengê Min (derh. Huseyin Karabey)
Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse