REKLAM    

Par di Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê de ji ber sansura li ser belgefîlmê “Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek” gelek nîqaş derketibû. Û îsal festîvalê beşa belgefîlman betal kir. Bi ser 150’î sînemageran îmze berhev kirin û daxuyanî bi sernavê “Ev yek sansur e” weşandin. Sînemageran got ku ew dê beşdarî tu çalakiyên festîvalê nebin.

Di nav yên îmze avêtiye bin metnê piranî belgefîlmkar in. Di daxuyaniyê de hate gotin ku festîvalê beşa Pêşbaziya Neteweyî ya Belgefîlman betal kiriye, li ser nerazîbûnan vê carê gotiye ‘ew dê bikaribin beşdarî pêşbaziya neteweyî û ya navneteweyî bibin, di beşa taybet de bêne nîşandayîn’. Belgefîlmkaran got ev yek xapandin e, hem hilbijartina belgefîlman ji bo beşa neteweyî zehmet e ku li hemberî fîlmên vesazkirî ber xwe bidin, hem jî bi nîşandayîna ‘nîşandayîna taybet’ ew e ku belgefîlmên “bêzerar” bên enîşandayîn. Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: “Ji aliyê me ve sedema vê ambargoyê eşkere ye; ji naveroka siyasî ya belgefîlman ditirsin û bi sansura danîn ser belgefîlmên neteweyî bi temamî xwe ji ‘belaya serê me’ xilas kirine.”

Di dawiyê de wisa gotin: “Em kesên me îmze avêtiye bin vê metnê heta Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Antalyayê heta vê sansurê terk neke ew dê qet beşdarî çalakiyên festÎvalê nebin.”

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse