Belgefîlma li ser sînemaya Yugoslavyayê

0
41

Belgefîlma bi navê Cînema Komunîsto (Sînemaya Komunîst) a ji aliyê Mila Turajlic hatibû kişandin, li Fransayê tê pêşwazîkirin. Di belgefîlmê de li ser pêşketina sînemayê ya di dema rejîma Mareşal Tîto de bi berfirehî agahî tên dayîn.

Komara Sosyalîst a Federal a Yugoslavyayê di 1945’an de hatibû damezirandin û piştî veqetandina herêmên di bin banê wê de, di 1991’an de hilweşiya bû.
Derhêner Turajlic dide zanîn ku di belgefîlmê de dîroka welatekî ku êdî tune ye tê vegotin û lewma jî tê de nostaljiyeke mezin heye. Dîroka efsanewî ya Yugoslavyaya efsanewî bi riya vê belgefîlmê ji nû ve li ber çavan tê raxistin.

Hollywooda Rojhilat

Sînemaya Yugoslavyayê alaveke girîng a di dema Mareşal Josef Broz Tîto de bû. Sê fîlmên propapagandayê ‘Saet çend e?’ , ‘Dema şoreşê’ û ‘Şer bi dawî bû lê şoreş didome’ vê yekê baş nîşan didin.

Di dema avakirina Yugoslavyaya komunîst a di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de (1945), bi alîkariya Yekitiya Sovyetê li welat sînema tê damezirandin. Fîlma yekemîn a vê demê ya bi navê ‘Slavîca’ bi armanca bîranîna alîkariya Sovyetê, ji aliyê Vjekoslav Afric ve tê kişandin.

Paşê, Serokê welat Tîto di 1947’an de li Belgradê studyoyên bi navê ‘Avala’ ava dike ku li Ewropayê piştî ‘Cinecitta’ yê studyoyên duyemîn in. Dilxwazên ku di van studyoyan de dixebitin dixwazin vê derê bikin Holywooda Rojhilat.

Di salên pêşiyê de li vir fîlmên şerê partîzanan û rizgarkirina Yugoslavyayê tên kişandin. Di vê demê de qasî 300 fîlm tên kişandin û nav û dengê wan heta Çînê belav dibe.

Di 1954’an de li kêleka Deryaya Adrîyatîkê Mîhrîcana Pulayê tê damezirandin û deriyên xwe her sal ji fîlmên nû re vedike.

Tîto di 1981’an de jiyana xwe ji dest dide lê efsaneya sînemaya Yugoslavyayê deh salên din jî didome. Di 1991’an de ji ber şerê navxweyî yê li welat Mîhrîcana Pulayê dawî li xebatên xwe tîne û bi vî awayî Sînemaya Yugoslavyayê ji holê radibe.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse