Belgefîlma DOM

0
8
REKLAM    

Wê rojê min û xanim li belgefîlma “DOM”ê temaşa dikir. Zîlê lê xist, xanim çû nerî û hat. ji min re got: “Ev pîreka ku di filîm deye hatiye devê derî, ji xwe re digere.” Wê pîrekê her çendekî ji xwe re digerya û parsektî dikir; lê vê carê xanim bêtir pêre alaqedarbû, êdî wechê wê jî ji bîr nake.Mizgîniya min li we: Sîsika teknîka sînemaya Kurd, him bi him şîn tê. Ev teknîk ne Fransiz e ne Amerîqan e ne Îranî ye. Bandora hemukan lê çêbûye, lê dîsa jî cûda ye.

Dema ku Lewend dipeyive em nizanin ku agir li balê ye. Lê dema ku qemera dîmena xwe firehtir dike em dibînin. Di sinifê de jî dema ku li ribabê dixe, em paşê pê dihisin ku ew li sinifê ye. Ji ber ku qamera pêşî nêzîk e paşê xwe dûr dike û dîmenê fireh dike. Derhêner, xwestiye ku em şaş bimînin yan jî em meraq bikin. Em Kurd bi tevayî temaşevanên xafil in û mihtacî vê bergehê ne.

Ji xeynî rohniya derveyî rojê, rohnî nîne di vê teknîkê de. Rengê belgefîmê, li gor jiyana Domên me pir zindî ne. Her çiqasî rengê zindî kêf û eşqê bînin bîra me jî ku em li çîrokên wan dihesînin em fêm dikin ku ev zindîtî; koçerî, belengazî, bêsîxorte, bêewleyî û ji her tiştî vekirî ye. Dibe ku ew dîmenên rengîn, hêviya wan be jî. Leheng rolan nakin, ew bi rastî lehengê  belgefîlmê jiyana xwe ne.

Teknîkeke pêvxistinê jî heye : Her çîrokek bi derbasbûna ewran destpê dike. Ji ber ku belgefîlm zivîstanê hatiye kişandin, demsal karê derhêner hêsan kiriye. Her ku lehengê çîrokekê derdikeve strana wê/ wî jî dest pê dike.

Di vê belgefîlmê de 7 çîrok, bi devê lehengên xwe dipeyivin:

Lewend, neçe mektebê jî derhêner, ew li sinifekê kişandiye. Ya rast ew mehele û ew mal jê re bûne mekteb. Pênûs û deftera wî, ribaba wî ye. Mamosteyên wî, yên jê mestir in. Ew jî ji yê bin xwe re dibe mînak.

Dayika Qesîda, ew xizma zêr ku di bêvla te de ye, nîşana ku tu li xwe naheyire û jîyan dewam dike.

Xaltîka Meryemê bersîva bênasnametiya Pêhlewan dide : Em Misilman, Koçer in. Çîroka wê li ser şertên zor yên jiyanê ne. Baran, belengazî,  li devre maîn û bêçaretî… Derhêner wê navê dîmeneke şêrîn ku dilê me germ dike tîne ber çavên me: dîsa jî ew mirîşk çêlîkên xwe dide dû xwe û diçe.

Hozan Hadî vê bersivê dewam dike. Nasnameya Domên me, ne fermî be jî heye: ew dengbêjên me ne,  Domên me, mirêkên me ne. Edebiyata devkî, bi devê wan diafire û bixêra wan hatiye heta vê demê. Ne ku nasnameya wan nîne, yên ku wan nas dikin pir kêm in. Di nav xwe de çiqasî ji xwe re bêjin, em Dom’in jî di wê bersiva Hozan Hadî’de Misilmantî û Kurdbûn heye: fermandarê leşkeriyê dipirse “Ma dansozê we hene ?” Hozan Hadî dibêje nînin. Domên me ji vî alî ve weke me binamûs in.

Çîroka Ecêp, weke navê wî ne ecêb e; lê hingî Kurd ji nejadperestiyê gazinan dikin, dibe ku rewş û psîqolojiya Ecêb ji wan re ecêb bê : ma gelo Kurd jî faşîzmê dikin? Em hemu zanin ku di rastiyê de li ber çavên me ew mitirb bêqîmet in. Lê dîsa em hemu zanin ku di peyv û axaftinê de tu kes weke wan nizane bi Kurdî qîmetê xwe çê bike.

Yê min ezê dîsa ji wan re bêjim : Mitirb. Ev ne kêmaniyek e. Edebiyat û çanda wan li ser Kurdî ava bûye. Ez bêjim “Dom” wê bêtir navê qewmekî bê fêm kirin.
Belgefîlma Dom, ji serî heta dawî dengê ribabê ye. Ew deng, gazinan dike û dixwaze têkeve nav me. Ku di nav me de jiyabana dibe ku winda bûbana. Aboriya wan bi eyd û dawetan e. Xwarin, vexwarin û pêleystoka zarokan ribab e.

Ez bi vê ribabê, ji ber ku belgefîlma “DOM”  li Qayserî û Amedê serkeft bûye;  koma Zanîngehê pîroz dikim. Ji ber ku di pêşbaziya Mêrdînê’ de neheqî li wan kirine jî, ez mîhrîcana fîlman ya Mêrdînê dixime kodika kemançê de !

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse