Belgefîlma derhênerê Kurd bo xelata Oskarê hate berbijarkirin

Telal Dêrikî weke yekemîn Kurd di merasîma dabeşkirina xelatên Oskar de amade dibe.

0
78
REKLAM    

Belgefîlma derhênerê Kurd Telal Dêrikî, ya bi navê Of Fathers and Sons, bo xelata baştirîn fîlma dokyumentarî ya Oskarê hatiye berbijarkirin.

Ev fîlma dokyumentarî di nava hezaran fîlmên dokyumentarî yên ji seranserê cîhanê, bo wergirtina xelata Oskarê hatiye berbijarkirin. Derhênerê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Telal Dêrikî ev fîlm berheman aniye.

Ev fîlma dokyumentarî duyemîn fîlma dokyumentarî ya vî derhênerê Kurd e. Fîlma yekem a Telal Dêrikî, bi navê The Return to Homs bû, ku dengvedanek mezin çê kir.

Çîroka vê fîlmê behsa vegera derhênerê vê fîlmê bo Rojavayê Kurdistanê dike, daku li gel malbateke îslamî be û dîmenên jiyana wan a rojane bi kamêraya xwe bikişîne.

Derhênerê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Telal Dêrikî di sala 1977an de li bajarê Şamê ji dayik bûye, karê wî derhênerî, nivîskarî û nivîsandina senariyoyan e. Di sala 2003an de li Peymangeha Bilind a Sînemayê li Athîna ya paytexta Yûnanê xwandina xwe qedandiye û ji hingê ve derhêneriya çend fîlmên kurt û dirêj, di derbarê jiyana koçberan de kiriye. Herwiha weke wênegir li gel çend ajansên cîhanî û kanalên Erebî û Amerîkî yên weke kanala CNN a Amerîkî û ajansa Reuters û çend dezgehên din ên medyayî kar kiriye.

 

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse