Belgefîlma Dengbêjiyê Hat Kişandin

0
16

Dengbêjî ji bo kurdan kevneşopiyeke bingehîn a çandî, civaknasî, zimannasî û wêjeyî ye. Di ziman û çanda kurdan de çanda dengbêjiyê xwedî rol û ristek e. Heya niha gelek nivîs, gotûbêj û xebatên akademîk der barê çanda dengbêjiyê de hatine meşandin. Komaleya Akademiya Sînemeyê ya Rojhilata Navîn jî li ser çanda dengbêjiyê xebatek giranbuha meşand û belgefîlmek bi navê “Dengbêj” amade kir. Belgefîlma Dengbêjiyê ku ji aliyê derhêner Mehmet Hadî Sumer ve hat çêkirin dîrok û çanda gelê kurd bi awayekî zelal radixe ber çavan.

XWEZAYA DENGBÊJIYÊ

Di belgefîlmê de Hîlmî Akyol ku di warê dengbêjiyê de xwedî agahiyek berfireh e, vebêjê belgefîlmê ye. Hewldan û têkoşîna veşartina kasetên dengbêjiyê ya Akyol bi devê wî tê vegotin. Ji xeynî vegotina vê têkoşîna veşartina van kasetên dengbêjiyê gelek dengbêjên cur bi cur di belgefîlmê de klamên dengbêjiyê dibêjin. Belgefîlm, berhema xebata 6 rojan, a şev û rojan e û belgefîlm li gelek herêmên bakurê Kurdistanê hatiye kişandin.

Ji ber ku dengbêjiya her herêmê ji hev cuda ne û xwedî hin taybetiyên cuda ne belgefîlm herêmên wek Amed, Xerzan, Botan û Serhedê û bajarên van herêman di nav zor û zehmetiyek mezin de hat kişandin. Çanda dengbêjiyê ji ber ku rasterast bi xwezayê re girêdayî ye, di belgefîlmê de ev taybetî jî nehatiye jibîrkirin û dengbêjên ku distirên an li ber çemekî, an li ber pez an li ser girekî dengbêjiya xwe dikin. Her wiha xwezayiya dengbêjan jî balê dikişîne ser xwe. Dengbêj, têkiliyên wan ên bi xwezayê re çi ne jî vedibêjin û xweza çawa li ser deng û gotinên wan bandor dike jî bi awayekî zelal didin nîşandan.

DENGBÊJ VEDIBÊJIN

Hunera dengbêjiyê bi salan e hewceyî bi guhdarvan û temaşevanên bi bilêt nedît û hat roja îro. Her wiha cihanek dengbêjan a ji girêdana înternetê wêdetir heye. Nexwe ji ber van taybetiyan jî di belgefîlmê de li cihê ku hîndekarek stranan an jî pisporek hunera dengbêj an jî dengbêjiyê vebêje, dengbêj û dengbêjî bi destê lehengên vî karî tê vegotin. Dengbêjên di belgefîlmê de behsa serpêhatiyên xwe dikin û behsa çawa bi dengbêjiyê re mijûl bûn dikin. Di roja îroyîn de çawa ku hunermendek dema behsa xwe dike hunermendên din dixe binê erdê, dengbêj jî her tim hebûna xwe bi dengbêjekî din dide nîşan dan. Nexwe di vir de jî dengbêj her tim dengbêjek din wek referans nîşan didin.

DIYARIYÊ KARAN KIRIN

Belgefîlma “Dengbêj” îthafî şanoger Mehmet Şervan Karan ê ku dema li Navenda Çanda Mem û Zînê de dixebitî û berê xwe da Kobanê û li wir jî di encama êrîşek çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû hat kirin. Di heman demê de di demên pêş de belgefîlm dê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê were nîşandan û pêşkêşî hemwelatiyan bê kirin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse