Belgefîlma Ape Îrbo li Xelîcê dibe mêvan

0
14
REKLAM    

Derhenêrê bi navê Mano Xelîl ku ji rojavayê Kurdistanê ye belgefîlmekî li ser jiyana Apê Îrbo çêkiribû dê li Dubeya Îmîrata Erebî beşdarî Mîhrîcana Xelîcê bibe. Fîlm di 48’emîn Mîhrîcana Fîlman a Solothurnê de jî yekemîn derketibû

Fîlmê ku ji aliyê televîzyona Alman-Fransa ARTE û televîzyona Swîsre ve hatiye fînansekirin niha diçe Mîhrîcana Xelîcê. Mîhrîcan di navbera 12-16’ê vê mehê de li dar dikeve û fîlm jî di beşa Sînemaya Dinyayê de dê bê nîşandayîn.

Fîlmê Mano Xelîl ‘Apê Îrbo’ di meha gulanê de dê beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Alman a li bajarê Munchenê bibe û paşê di 6’ê hezîranê de dê bikeve vîzyonê.
Derhenêrê bi navê Mano Xelîl bi belgefîlma ‘Der Imker- Mêşvan’ a ku li ser jiyana Apê Îrbo çêkiribû di 48’emîn Mîhrîcana Fîlman a Solothurn’ê di nava 360 fîlman de fîlma herî baş hatibû hilbijartin.

Di merasîma diyariya fîlman de gelek derhenêr û lîstikvanên sînemayê hezar kes tevli merasîmê bûbûn. Serokê Juriyê ya Mîhrîcanê Dick Merty diyar kiribû ku hilbijartina fîlman bi awayekî hişî kirine û fîlmê jiyana Apê Îrbo li ser wan bandoreke çêkiriye û ji ber wî jî fîlma herî baş dîtine.

Kesên ku di juriyê de jî cih digirtin destnîşan kirin ku fîlma Apê Îrbo hem bi naveroka xwe, hem bi muzîka xwe li ser wan bandoreke mezin çêkiriye.

JIYANEKE BI DERD Û KUL

Serokê Juriyê ya Mîhrîcanê Dick Merty bi çepikên temaşevanan fîlmê derhenêr Mano Xelîl a bi navê ‘Der Imker-Mêşvan’ di nava 360 fîlman de yekemîn hilbijartibû. Piştî ku fîlmê Apê Îrbo yekemîn derketibû, derhenêrê fîlm, Mano Xelîl derketibû ser dikê û diyar kir ku jiyana Apê Îrbo û tiştê ku ji destê dewleta tirk kişandiye ji ber ku yekemîn derketiye pir kêfxweş bûye.

Piştî axaftinê xwe derhenêr Apê Îrbo daweta ser dikê kiribû. Dema Apê Îrbo derketibû ser dikê ji aliyê temaşevanan ve bi çepikan hatibû pêşwazîkirin.

Apê Îrbo der barê jiyana xwe de ev tişt gotibû: “Ez kurd im lê bi milyonan kurd niha di nav erdnîgariya xwe de ji aliyê dewleta tirk ve û hêzên kûr ve rastî zilm, îmha û înkarê tên.”
Kesên ku tevli mîhrîcanê bûbûn bi piranî bi Apê Îrbo re diaxivîn ji ber ku keç û kurekî Apê Îrbo di nav refên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de şehîd ketibûn.

Fîlmê jiyana Apê Îrbo (Der Imker-Mêşvan) ku di nava erdnîgariya xwe de rastî îşkenceyên dewleta tirk dihat û jiyana keça wî ya bi navê Elîf Gezer (Mizgîn) û kurê wî yê bi navê Alî Gezer (Zerdeşt Dêrsimî) ku di nav refên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de cih digirtin û şehîd ketibûn jî vedibêje.

DIYARIYÊ ZAROKAN

Der barê fîlmê de Apê Îrbo (Îbrahîm Gezer) diyar kir ku ew vê fîlmê diyarê keça xwe û kurê xwe ku di refên têkoşînê de jiyana xwe ji dest dabûn dike û wiha got: “Zextên ku min di erdnîgariya xwe dîtin, kurdbûna min, keç û kurê min ên ku di refên têkoşînê de winda şehîd ketin û niha ku ez hatime sirgûnkirin naverokeke polîtîk kiriye nav fîlmê.”

TIM LI ÇIYA MÊZE DIKE

Apê Îrbo di dawiyê de diyar kir ku ew ê li ser erdnîgariya xwe her tim li çiyayên Engîzek û Nurhaqê mêze bike û dê rojekê li çiyayên welatê xwe bigihîje zarokên xwe.

Fîlmê ku ji aliyê televîzyona Alman-Fransa ARTE û televîzyona Swîsre ve hatiye fînansekirin niha diçe Mîhrîcana Xelîcê. Mîhrîcan di navbera 12-16’ê vê mehê de li dar dikeve û fîlm jî di beşa Sînemaya Dinyayê de dê bê nîşandayîn.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse