Belgefîlm bê pere têne nîşandayîn

0
11
REKLAM    

6’emîn Documentarist ku niha didome, îro biryar girtin ku belgefîlman bê pere nîşan bidin.

6’emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist ku heta 6’ê mehê li dar e îro biyareke nû stand: Li gor biryara amadekarên Documentaristê belgefîlm bê pere dê bêne nîşandayîn. Berî festîval li dar bikeve, wekî salên borî buhaya bilêtan bi 5 TL hatibû diyarkirin.

Belgefîlm li Navenda Çanda Fransiz, Aynali Geçit, Dutch Chapel, Salt Beyoglu, St. Joseph û Enstîtuya Goethe têne nîşandayîn. Di nav cihên belgefîlm lê têne nîşandayîn de Ak Sanat jî hebû, ji ber di bûyerên ji bo Parka Taksîmê de wê derê zerar dîtiye, bernameyên li Ak Sanatê hatin betalkirin.

Dersa belgefîlmkarê navdar Alan Berliner ku li Ak Sanatê wê îro li dar biketa, li Cezayir Restorantê li dar ket. Berliner di dersa sînemayê de qala belgefîlmkariya xwe kir û pêşniyarên xwe yên ji bo kişandina belgefîlman rêz kir.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse