‘Bêkes’ gera xwe ya li cîhanê didomîne

0
13
REKLAM    
Fîlmê derhênerê kurd Karzan Qadir yê bi navê “Bêkes” gera xwe li ser dikên sînemayê li seranserê cîhanê didomîne. ‘Bêkes’ di mîhrîcana dawî ya fîlman a li Dubaiyê de xelata gel wergirtibû û piştre di 28’ê sibata borî de wekî beşekê ji “The Picturehouse Selection” li salonên sînemayê li Sîngapûrê hatibû nîşandan.
Di 16’ê adara borî de jî ‘Bêkes’ bûbû fîlmê vekirinê ya edîsyona 27’emîn ji Mîhrîcana Navneteweyî ya Fîlman a Freiburga Swîsreyê. Ji 29’ê nîsanê heya 16’ê gulanê jî li Forûma Navneteweyî ya Sînemayê li paytexta Meksîkayê hat nîşandan û bi erênî ji aliyê rexnekarên sînemayê ve hatibû nirxandin. Karzan Qadir ji malpera meksîkî Filmeweb re diyar dike ku pêvajoya çêkirina vî fîlmî wekî dermankirinekê bû ji bo wan êşên hestiyarî ku wî di zarokatiya xwe de derbas kiribûn.

SALÊN 90’Î LI BAŞÛR

Der barê vê yekê de Karzan nêrînên xwe wiha anî ziman: “Bêkes gelek bûyerên watedar ji jiyana min tîne ziman. Tê bîra min, dema em ji Kurdistanê derketin ez û malbata xwe me dixwest em biçin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, lê em negihiştin armanca xwe, ji ber pereyên ku qaçaxciyan dixwestin me nekarî peyda bikin. Fîlm behsa gelek tiştan derbarê min û herwiha li ser gelê kurd dike, ev gel jî hêjayî rûmetdayînê ye.”
Di rawestgeha xwe ya dahatû de ‘Bêkes’ ew ê îro di nav çalakiya nîşandana fîlmên derhênerên ‘ereb’ de, ya bi navê ‘Contemporary Arab Cinema’, li gundê Pleasantvile (New Yorkê) bê nîşandan. Karazan her wiha diyar kir ku ‘Bêkes’ dê li ser DVD’ê jî bê tomarkirin û hestên xwe wiha anî ziman: “Sibe Bêkes diçe ser DVD, tu nizanî çiqas em bi vê yekê dilxweş in.”
‘Bêkes’ bi awayekî komîk behsa jiyana trajîk a herdu zarokên bêkes Dana (Serwer Fazil) û birayê wî Zana (Zamend Taha) di salên 1990’î de li Herêma Federal a Kurdistanê dike. Dana û Zana di Supermen de hêviyeke mezin dibînin, da ku wan ji êş û azaran xelas bike, ji bo dîtina wî jî biryar didin ku li ser pişta karekî, ku navê wî dikin ‘Michael Jackson’, biçin Amerîkayê, lê ew di rêwîtiya xwe de pêrgî gelek astengiyan tên ku xewna wan ji bo dîtina Supermen pûç dike. Hêjayî gotinê ye ku “Bêkes” di versiyona xwe ya kurt de çend xelatên navnetewî wergirtibûn, yek ji wan jî Xelata Oskara Zêvîn bû.
Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse