Baweriya te neçû, bi me re dînîtî naskir…

0
19
REKLAM    

Dibînim ku gavek berî gavekê, dixwazî xwe bigihînî wir.

Tu şidandî yî.

Zahf şên î, bêhnçikiyayî, mîna

kevanê yî ey rêwî

Coşbûna te çikas bedewe ,

hêrsbûna te çikas xweşe

Slav ji te re, rêz ji te re

Ey rêwî..!

(H.H.Korkmazgîl)

“Ku ez destpê bikim wê hemû wext di destên min de rawestin…Ku ez dest bi rê bikim wê her tişt weke avê di destê min de biherike, ez dizanim…” De ka înca bibêje Derhêner, hunermend, pekrewan û gorbihûştê me; ezê çewa dest pê bikim? Ez ê bi kîjan bêjê û hevokên ezêb te şîrove bikim? Ez ê bi kîjan cureyên kulîlkan te bibîrbînim? Ez ê bi kîjan zimanê dilşewitî rêzikan li ser te bihûnim? Ez ê di kîjan şivareyan de hunera te bişopînim. Lewra ez dizanim; tu çikas werî nivisandin, wê dîsa jî hin tişt ji te û hunera te ya şoreşger kêm bimîne…

Belê, porxulîko* te dest bi rê kir û tu wekî rûbarekî di kurahiya dilê me de herikî. Dîcle û ferat ji te dihesîdin, ji kerba dikirin ku biteqiyana. Li zora wan diçû ev herikîna te ya zelel û dilpak. Tu weke şerîta filmekî ku qet nehatiye kişandin, di jiyana me de derbasbûyî û çûyî. Di qadrajên çiya de rûyekî tijî bi ken û efsûn ji me re ma. Di nepeniya rûyê te de em li huner û dîroka xwe digerin.

Beriya te, sînemagerekî gewre hebû. Ku wata navê wî, “berxwedêr, têkoşer û serhildêr” bû. Ew Yılmaz bû, Nebez bû û her tim li hemberî zilmê têkoşiya bû. Tu carî sêrê xwe li ber zaliman netewandibû, ji lewra jî di hepsan de mezin bû. Di mişextî û sirgûnan de çê bû. Herî dawî jî reviyabû welatekî biyanî û li mişextiyê, bi hesreta welatekî azad jiyana xwe ji dest da bû. Lê fîlmên wî “RÊ” li ber me vekiribûn…Ji xwe gava xelata xwe jî standibû wisa axivî bû; ” Hevalno! Çiyayên me, deştên me û çemên me li benda me ne. Em naxwazin heta dawiya emrê xwe li welatê xerîbiyê bimînin û stranên xerîbiyê bibêjin..” Gava ew vê axavtina xwe dikir di heman demê de “li çiyayên wî” şoreşgerekî bi navê Egîd ku wata paşnava wî “netirso” bû, bi rêhevalên xwe re li çiya, deşt û geliyên welatê rojê, ku bi sînoran hatibû parçekirin, li hemberî komara dagirker dest bi şerekî dîrokî kiribûn. Axa mirî ya li ser gelê Kurd rakiribûn û dest bi pêngaveka nû kiribûn li Çiya’yên Kurdîstanê. Li çiyayên hundabûyî xwedî derdiketin.

Yılmaz beriya jiyana xwe ji dest bide wiha gotibû; ” Ez dixwazim vegerim û li wan çiyayên azad fîlmekî bikşînim.” Lê sed mixabîn, ew sînemagerê seglawî xwe negihand çiyayên azad ango welatê rojê. Gelek tiştan nîvco hişt û bi xwe re bir gorê. Lê ew ji kur dizanibû ku wê piştî wî, şopînerên wî zêde bibin û fîlman bikşînin. Wê kesekî bi navê Xelîl ku wata paşnava wî jî “ÇIYA” ye derkeve û ala wî ya hunerê li ba bike. Ger ku zanibûya wê çavgirtî neçûya belkî. Kî dizane belkî ew niha li ba hev in, li ser poşnûma, proje û senaryoyên nû di niqaşeke dijwar da ne…û ji sînemagerên ba xwe re bi hevre diqîrin; “Hunermendê gel, Şervanê gel e!”

ÇIYA?   

Mala wan. Bîr û baweriya Kurdan. Hêlîna wan. Mertalê wan. Birc û kelehên wan. Hebûna wan. Xwîna wan. Dilê wan. Têkçûyinên wan. Serfirazî û serhildanên wan. Evîna wan. Şer û şoreşa wan. Rûmeta wan. Azadiya wan û strana wan, “Ne îskender ne Tîmûr ne Ereb û ne jî Fars desthilatdarî nestandin” wan çiyayên asê û bilind..”Her ku serê gelê Kurd ketî tengasî hilkişiyan Zagrosan ji bo azadiyê…” Lewra Kurd û Çiya ji zimanê hev fêhm dikirin. Çiya ji xeynî zimanê Kurdan ji tu zimanî fêhm nedikir. Di hemû dîrokan de çiya hembêza xwe ji wan re vekir û wan vexwand xweza xwe…

Xelîl Dag,,Xelîl ÇIYA..ew, vî navê bi qasî dîroka kurda ku bi wate ye ji xwe re hilbijartibû û berê xwe dabû çiya. Ew çiyayên ku navê wan hatibûn jibîrkirin û hunda bûbûn! ÇIYA, xwe sparte çiya… Çewa ku di rojnivîska xwe de nivisîbû, “Gava ez gerîlayekî dikşînim, ez dibim ew. Gava ez gerîlayekî dikşînim ez dibim ez. Gava ez gerîlayekî dikşînim evîndar dibim.” Ew carek çû çiya û dev jê berneda. Ew gerîlla dît, jiyana gerîlla dît û evîndar bû. Lewma jî heta dawiya jiyana xwe li wir ma.Ew ji çiya re bû bû Mem, Siyabend û Derwêş û çiya jê re Zîn, Xec û Edûlê bûn. Ew bi rojnamevanî, niviskarî, kameravanî û derhêneriya xwe serhildana gelê Kurd xiste çarçoveya ramanên xwe. Hunera xwe li çiya pêk dihanî. Fîlm û wênê wî weke çiya û gerîla bi wate bûn. Li ser mirov bandorekê dihiştin. Bawerî û hêz didan mirov. Rêwiyên azadaiyê bi hunera wî dilşad dibûn.Tevger û dinamîzma wî ji herkesî re mînakek mezin bû. Xwîna wî dikeliya û li ciyê xwe nedisekinî. Hilberîn û afirîner bû. Rêgeza xwe ya li çiya jî wiha bi ziman dikir, “Ne li qiraxa wê ne li quncikê wê; pêwîste bi tevahî di navenda cengê de bim.  Li van çiya ger ku jiyanek hebe divê wisabe. Ger ku mirinek hebe dê ew jî wisabe.” Çewa ku got wisa jiya ew. Soza wî pratîka wî bû. Hunera wî ya hevpar û kolektîf rê li ber hevalê wî vedikir û bi hevre diafirandin. Nêrîna wî ya hunerî ne takekesî bû. Ew di wê bawerêda bu ku tiştek bê afirandin gere di nava gel de ango li çiya di nava gerîla de û tevlîbûna herkesî were afirandin. Li çiyayên Kurdan xwedî derdiket. Wan weke zarokekî biçûk diparast. Hemû quncikên çiya ji xwe re kiribû wargeh û rêgeh. Çiya perwerde, hizir û wate bû ji bo wî. Her car xwe di deriyê “teng” da derbas kiribû. Ew dizanibû ê ku mirov li piyan dihêle û dijîne deriyê teng e!

Çiya hosteyên bêziman in!

X. ÇIYA, gava li filmê ku mijara wan li ser Kurdan e temaşe dikir aciz dibû, hêrs dibû! Her tim bi nêrînên çewt dihatin nîşandan. Kurdên guneh û parsek wî xemgîn dikir û birîndar dibû. Li gor wî derhênerên Kurd di çewtiyeka xirab de avjeniyê dikirin. Piştî şoreşa azadiyê Kurd guherî bû, xwe nû û nûjen kiribû. Sîh sal li berxedabûn û destan nivisandibûn.Têkoşiyabû, têdikoşiya û bi serfirazî dimeşiyan pêşerojê. Şitlê hêviyên mezin li çiya avêtibû…serhildana gelê Kurd ya bi rûmet li ber çavan bû. Lê ev tişt li ser perdê nedihatin nîşandin. Berovajî vê yekê hê jî Kurdên sêwî û guneh dihatin nîşandan.. Ev şaşîtiyek mezin bû. Lewma jî ew bertek nîşan da û bi berpirsyariyeke axlaqî tevgeriya û got, “Kişandina fîlmên Kurdên egîd û mêrxas para me ket.”  Û wisa milê xwe hilda û dest bi derhêneriyê kir. Bi gotina wî “tenê rêhevaltî û kamerayek” wan hebû…Ne stûdyoyên mezin û ne jî amûrên sînemayê! Lê platoyek wan hebû, platoyek xwezayî. Leheng û lîstikvanên wan hebûn ku ne “rol” dikirin. Ew ji dil jî GERÎLLA bûn. Sînema hunera herî nêzîkê rastiyê bû, ew bi vê rewşê dizanibû. Ji xwe fîlmên wan jî weke jiyana wan rasteqîn bû. Pêwîstbû fîlmê gerîlla jî gerîlla bi xwe bikşanda. Ancax ew vê rastiyê şîrove bikirana û xwe bi zimanekî estetîk û bedew binexşandana ser pelîkulê…Xelîl û hevalên xwe dibûn çav, ziman, pênûs û dilê Kurdîstanê. Hunera Kurd jî li Çiya diza û her kû diçû çeperên xwe fireh dikir. Goethe, di helbesteka xwe de wiha digot ” Çiya hosteyên bêziman in.” Xelîl û hevalên xwe li ber destên hosteyên xwe,  xwe ji nûve diafirandin. Lê ew wisa mutevazî û dilsoz bûn ku Çiya li ber wan biziman dibûn! Ew çiya diaxivandin di fîlmê xwe de. Çiya, ji bo hemû fîlmên wan lîstikvanê nepen bû…

Kamera ji bo azadiyê pasaporteke

Jean Rouch wiha dibêje, “Kamera ji bo azadiyê pasaporteke.” Xelîl pasaporta xwe ji gelê Kurd standibû û kameraya xwe bi şêwazeka azad li ser axa Kurdîstanê digerand. Her ku dikşand bi wî re gelek azad dibû. Her ku dikşand gel hişyar dibû û ji qalikê xwe derdiket. Xelîl bi hêz û bandora sînemayê baş dizanibû lewra ji destê xwe xistibû bin kevir..Qet nedifikirî ku wê dûpişk pê vedin. Ew li ber jehriya jenosîd û qirkirinan dibû panzehîr. Hevalekî wî beriya bimre jêre lênûskek hiştibû. Xelîl li wasiyeta hevalê xwe xwedî derket, berpirsayariya xwe hanî cih. Bi fîlmê xwe yê pêşîn bersiv dida kujerên TÎRÊJ û qîr dikir, “Tîrêj Tîrêj deng bide min” Û Tîrêj deng dida çavsor, dagirker û mêtîngeran, “Mirina me jiyana me ye. Ez heme. Em hene. Em di vê demê de dijîn. Ku ez bême kuştin wê çaxê ez heme.” Tîrêj hebûna xwe weke şimaqekê li rûyên wan yê dirû dixist û hebûna xwe, hebûna gelê xwe qîr dikir ji hemû niştecihên cîhanê re. Bi vê berxedana xwe, sekna hevalê xwe bi PÎR dianî, “Bi qasî ku em ji bo wê bimrin, me ji jiyanê hez kir.”

Xelîl û hevalên xwe manîfestoya bedewiyê dinivisandin li çiyayên azad. Ew rastî bi xwe bûn. Rastî li dû wan diçû…Derhênerê nemir Tarkovskî, li ser bedewiyî peyvek wisa nivisandibû di pirtûka xwe de “Ew kesên ku li pey rastiyê baznedin, bedewî xwe ji wan diveşêre.” Tu şanseka ku bedewî xwe ji wan biveşarta tune bû! Rêgezên hunerê ji nûve diyar dikirin ew. Çiya bedewbûnek bi watedar bû ji bo wan. Gerîla û tekoşîn jî dibûn dest û piyên çiya û bi hevre dibûn armoniyek xwerû. Ji bo mirovahî rastiya xwe nas bike têdikoşiyan. Ew, ji bo mirovahî bi rûyê xwe î jidil re rû bi rû bimîne “Neynika Bejnê” bûn. Mirovahî di neynika wan de xweşikbûnê didît. Elbet ê ku ji “çiloxwariya rûyê dinya û mirovahiyê” berspiryarbûn ne hun bûn! Elbet tawanbarê vê yekê ne hun in Hêvî’yê xwedî esalet! Çewa te jî gotî “mîratê”..Lê gava ku hun dimeşiyan Cûdî wiha li we bersivand, “Ew çavên ku xwe nebînin, nikare tiştekî din bibîne.” Çikas peyvek bi haysiyet e! Çavên ew kesên mîrat kor bû bûn Hêvî’yê şanoger û rêhevalê Yekta! Xwe nedidîtin, her wiha mirovahiyê jî nedidîtin. Bedewîtiyê jî hîs nedikirin. Lewra jî zalim bûn û rihm di dilê wan de tune bû. Lê hûn? Hun cûda bûn.. “Şiyarbûna serê sibê” li we şert bû…Hun ew kes bûn ku carna ji bo “şabûna gelekî mezin” û carna jî bo “şabûna keçekî biçûk” xwîdanê rijandiye, dirîjîne û wê birijîne…

Heta ku hebûna gelê Kurd were îmha û înkarkirin ez ê çeka xwe ji destê xwe nexînim û li ser çiya bijîm û têbikoşim.

Ew xweşik bûn û jiyana wan jî bedew bû. Bedewî xwe ji wan re mîna berfînekê vedikir û berfa ser xwe diqelaşt bi dilpakiyek bilind. Têkoşîna gerîlla bîr û bawerî pêre çêdikir. Xelîl, bi vê baweriyê pir bi kelecan bû, dixwast her deverê Kurdîstanê bigere, bikşîne û wan demên ku gerîla têde dijî tomar bike, bicemidîne ango bike dîrok. Bedewbûna çiya ji nûve zindî bike û bikenîne. Dizanibû, çanda gelê Kurd hatibû talan kirin. Ziman hatibû sinnet kirin. Felek bi wan re xayîn bû û wan xapandibû. Armanca wî ew bu ku ew vê çandê carek din derxe ser rûyê erdê. Ew dizanibû, tomarkirna dîmenan “bîr” bû ji bo Kurdan. Di her demê de, dîroka serdest ya derewkar û sexte  Kurdan xelet nivisandibû, çewt nîşan dabû. Xelîl, tenê ne bi du çavan; bi çar çavan li heqîqetê dirênî û xeletiyê rast dikir. Bê vê berpirsyariyê nêz dibû ew. Ji hemû peywîran re amade bû. Ji bo tiştekî xwe nedida paş, di destekî wî de çek û di deskekî din de kamera hebû. Herdûyan jî li gorî wextê wan bikar dihanî. Wisa digot Xelîl, “Ez gerîlla me. Heta ku hebûna gelê Kurd were îmha û înkarkirin ez ê çeka xwe ji destê xwe nexînim û li ser çiya bijîm û têbikoşim. Îro ez kameraman im, sibê wênekêş, rojek din di firinê de nanpêj, û rojek din pêwîst bike ez li ser pal (tepe) im. Ku pêdivî bi nobetê hebe ez nobedar im. Gelê Kurd çi peywîrê bide min ez amade me. Belkî carek din nikaribim fîlm bikşînim lê gava kes vî karê bi awakî rast neke ez dîsa derhênerim.!”

Nizanin ez ê bi serkevim an na? Ez ê jî mîna morîstana ku dimeşiya Kabe’yê bimeşim. Qet nebe ez ê di wê riyê de bimrim!

Dixwast ku jiyana gerîlla, şehîd û lehengên Kurd nemir bike. Ji bo ken û coşa gerîllayekî bibîne û tomar bike jiyana xwe diavête tahlûkê. Her gerîllayek ji bo wî bi nîrx bû. Digot ku xewn û xeyalên me yên me ne. Rêya ku em têda dimeşin jî ya me ye. Li çiya zagonên ba û baranê derbasdar bûn. Xelîl jî wiha dihanî ziman, “Tenê gerîlla dikare bi zimanê ba û baranê biaxive.” Zimanê wan zimanê baranê bû, kenên wan bihar bû û evîna wan mirovên azad bûn… Sekna BÊRÎTAN  jê re pir bi meraq bû. Diviyabû çîroka wê gerîllaya çeleng ji herkesî re vegota, bikşanda fîlm. Fîlmekî sereke ku qet neyê ji bîr kirin. Sekna jina Kurd ya li hemberî dijminê xwe nîşanê herkesî bideya. Ji bo wî, digot gava em dest bi fîlm bikin lazime em li gor giyana Bêrîtan tevbigerin, her dem û her kêliyê wê di dilê xwe de hîs bikin. Nexwe wê filmê me bi serkeftî pêk neyê û wê ev tişt me hemûyan biêşîne. Pir baldar bû ji bo kişandina fîlm. Ji ber ku ew sekna Bêrîtan ji xwe re kiribûn rêgezek ji jiyanê û bi wî rihê dijiyan. Tesadûf gava dest bi fîlm dikin, jidil jî mezelê Bêrîtan dibînin. Lê Xelîl dibêje ev ne tesadûfe, “Ew li wir li benda me bû. Ew me hîs dikir me jî wê hîs dikir. Dilê me, mejû û giyana me bi hevre bû. Lewra jî me rastiyek wisa jiya.” Di nav rastiyê de rastiyek din! Ew û hevalên xwe bi filmê Bêrîtan li ber dilê gelê Kurd bûn sînemagerên herî delal, xweşik û yekta.

Bêrîtan; lehenga ku xwe bê dudilî di zinaran de avêt. Bi zimanê firînê hîn bû bû ew. Herî dawî fir, fir, fir û firoke bû, bi firê ket. Firiya ber bi asîmanan ve…Bêrîtan, ew keleşgewra ku Gerîlla li dûrî xwe nedidît û digot, “PKK çiye Rûken? PKK em in heval Rûken. Mirovên ku li van mevziyn têdikoşin û birîndar dibin, aha PKK ew in! PKK tu yî, ez im Rûken…PKK em in. PKK di dilê me da ye. Lazime em li ciyekî dinê lê negerin. ” Felsefa PKK’ê ev bû û Bêrîtan jî di vê felsefê de têdikoşiya. Çewa ku Huseyîn jî li serê wî zinarê bilind hilma xwe dikşand û bi dilekî paqij digot, “Li vir her tişt zelal e.” Rast digot, xweş digot, li wan çiyayên watedar her tişt zelal bû; evîn, têkilî, tevger, axavtin, jiyan têkoşîn, bawerî û berxwedan…her tişt zelal bû. Bêrîtan di helbesteka xwe de çend rêzikên wiha bikaranî bû, “Xwezî min dikaribûya ji we re tiştek bişandaya. Lê ji xeynî çek û şer, çiyê gerilla heye?.” Tenê jiyaneka wan hebû ew jî ji bo gelê Kurd feda dikirin, têdikoşiyan; bi qasî tokoşîna xwe hebûn. Her ku şer dikirin bedew dibûn û zahf dibûn. Û jiyan ji bo wan lîlandinekbû, lîlandinek pir bi deng û bêdawî…

Sînemaya Çiya, heqîqetê kişand

Xelîl, di ciyê xwe de nesekinî, her derên çiya kire ciyê perwerdê û li wir dest bi xebat û perwerda sînemayê kir. Sînemaya gerîlla, hunera gerîlla jî pêwîstbû bişibiya jiyana gerilla. Li heqîqetê bigeriyaya û heqîqetê vegota. Lewma jî Xelîl bi hevalên xwe re “Sînemaya Çiya” avakir. Hevalên wî hêz didan wî ew jî hêz dida hevalên xwe. Ziman û sekna xwe ya di sînemayê de pêşxist. Her tim dixwandin, niqaş dikirin û li ser projeyên nû nêrînên xwe bi hevre parve dikirn. Mînaka hunera kollektîf nîşanê herkesî dan.  Ji xwe hunera gerîla ji bo gelê Kurd û hunermendên Kurd pêşengbû. Hunera wan neynika gelê Kurd bû. Me di wê neynika wan de xwe dît û jiyana wan ji me re dibû rêgeh û me bi fedakariya wan xwe nas kir.

Gava fîlmên xwe dikşandin qet nediketin nava şik û gumanan. Ew bi dilekî bexwtewar û dilovan hunera xwe pêk dihanîtin. Ji pergala qapîtalîst dûr bûn. Mabesta wan ne derketina nav û şohreta wan bû. Ji nêrîna xerîdariyê dûr bûn, gişe, bütçe, kar û hwd. ji xwe re nedikirin dert. Tenê derdekî wan hebû bila filmê wan bigihîşta gelê wan. Wê hinek kes bigotana, “Ev fîlm tev propaganda ne. Xeynî bîrdoziyê tiştek nayê nîşandan. Tu nîrxa wan tune ye!” Na ne wisa ye! Tu cureya hunerê tuneye ku di bin xwe de bîrdozî ango fikrek nehewîne. Her huner xwedî fikrekê ye, dîsa her berhem peyaman (baş-xerab) xwedî dike di naveroka xwe de. Huner û afirîneriyeka bê bîrdozî tu qîmeta wê tune ye. Kesên ne polîtîk bin nikarin bingehekê ji hunera xwe re ava bikin.  Ger jiyan bi xwe polîtîk be, ma mirov dikarin ne polîtîk tevbigerin? Kesên ku di huner û berhemên xwe de polîtîk tevnegerin wê di pêşerojê de zû werin jibîrkirin û tune bibin. Xelîl û hevalên xwe jî polîtîkbûn. Lê tenê ne polîtîkbûn; di heman demê de estetîka berxwedanê jî nîşanê me didan. Lewma jî wê dîrok nikaribe wan tune bihesibîne, ji ber ku ew hene û azad in…

Li pey gerîllayek tenê wêne, şoreş û têkoşîna wî dimîne

Delîla defa xwe, H. Serhat saza xwe, Sarya dansa xwe, S. Şahan keda xwe, Mizgîn dengê xwe,  û Gurbetellî jî rojnivîska xwe li pey xwe hiştibû. Li pey gerîllayek tenê ev tişt diman. Li ber çavên wan têkoşîn hunera herî mezin bû. Dewlemendiya wan ne maddî bû, manewî bû. Manewiyateka ku mirov di bin de dipelixî. Xelîl jî ketibû dû vê manewiyatê û dixwast hemû hevalên xwe têxe qadraja xwe. Wan carek din bijîne.

Xelîl, wiha digot “Tiştên ku min kişandiye li yên ba ku min nekişandiye tenê beşek e.” Kamera û wênekêşa wî gelek tiştan nekişandibû…zafek dîmen ji destê wî reviyabûn. Ji ber ku wan dîmenan nikişandibû xwe bextewar hîs nedikir, li zora wî diçû ev rewş. Dîmenên ji kadraja wî reviyabûn wisa bi nav dikir, “Ew wêneyên qelbê min in” Nêzîkî panzdeh (15) sal li çiya meşiyabû. Ji bo azadiya gelekî têkoşiyabû û çavdêriya zaf tiştan kiribû. Bîranînên wî pir bûn. Ew bîranîn tev di dilê wî da ma bûn û derfeta kişandinê nedîtibû. Ew jî li gorî şert û mercên çiya heya jê hatibû jiyana gerîla kişandibû û berê objektîfa xwe ji wan neqetandibû. Ew van dîmenan tomar dikir û ji nû ve têkoşîna gerîlla zindî dikir û li ser piyan dihişt.

Xelîl, tenê di hêlekê de diêşiya û ev êş wî difikirand. Ew vê rewşa xwe wiha bi lêv dikir, “Gelo ev tiştên em dikşînin digihîje gel an na? Ez vê pir meraq dikim.” Tu qet xwe xemgîn neke. Fîlmên te, wênê te, dîmenên te tev digihîjin qelbê Kurdîstanê. Êdî herkes te, hevalên te û xebatên te nas dike û bi coşek mezin bibîrtîne. Li Kurdîstanê sînemagerên biçûk û mezin bi rihekî azadiyê tevdigerin û qala sekna te û hunera te dikin ji hevdu re. Sînemagerên hevalê te li çiyayên azad xebatê xwe kêm nakin. Lîstikvan û lehengê te Huseyîn (wîyê çavşîn û qeşeng) bi navê te stûdyokî ava kiriye. Êdî hevalên te wê post-prodûksiyonên xwe neşînin Ewropa an jî devereka din û bi pevbistinan aciz nebin. Wê li stûdyoya te, li gora dilê xwe pevbistineka xwerû bikin û rengê xwe bidin fîlmên ku kişandine. Wê Rêwiyên Dilşad di dewsa te de bimeşin ARARAT’ê..Ka rabe ji gora xwe û berçavka xwe bide berçavê xwe, bi destên xwe qadrajekê  çêbike û di wê qadrajê de li paşewarên xwe, li hevalên xwe birêne. Waye Jînda Baran dersoka (yazma) xwe ya sor li serê xwe girêdaye û porên xwe berdaye ser dersokê. Kameraya te bi serfirazî dişixulîne. Dersîm Zerevan mizansenê ava dike. Huseyîn dîsa di fîlm de lîstikvanê sereke dilîze. Hinek din jî porê wî spî bûye, lê xem nake. Wisa bêtir karîzmatîk dixweye. Êdî ew weke Jean Gabîn û Marlon Brando li ber çavên Kurdîstaniyan lîstikvanekî (di heman demê de şoreşger) hêja û bi rûmet e. Ka rabe porxulîko, ji kerema xwe re li wan birêne.

Haaa! hindik ma bû min jibîr bikira. Tu dizanî, ew “masîxurê (şîrînşaho) gewr” li ser çemê  Zap’ê, li Feraşîn’ê, li Zagros’ê,  li Garîsa û li hemû asîmanên Kurdîstan’ê azad e êdî û xwe nîşanê herkesî dide. Hevalên te her sibeh ji bo wî bibînin dimeşin..Roj hiltê, ronahî dibin hemû çiya…Gerîllayên hevalên te, bi dîtina wî masîxurê gewr kêfxweş dibin, kelecanek dilê wan digre, peroş dibin û weke te, dest bi xebatên nû dikin.

Belê, “bibîranîn pîvanê hunerê yê herî sereke ye” gotiye Baudelaire. Em jî huner, şexsiyet, têkoşîn û hebûna te bi dil û can bibîrtînin ey rêwî…! Tu çûyî;

“Lê baweriya te neçû

Bi me re dînîtî nas kir”**

* Porxulîko; ji bo porên hinek tevlîhev, xingilokî û xirpûşkî tê bikaranîn. Gangilokî jî tê gotin.

** Rêzikên B. Bereh (min hinek deforme kir)

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse