AZADÎYA WENDA

0
93

Director:
Umur Hozatlı
Cast: Serdar Kavak, Vedat Perçin, Öznur Kula, Musa Yıldırım, Mehmet Ünal, Aysun Akgün, Ömer Şahin, Tayfur Aydın, Miran Gültekin, İbrahim Turgay, Baran Demir, Cemal Taş
North Kurdistan (Turkey) / 2010 / 91mins / Kurdish (Kurmanji) and Turkish with English subtitles / 18
Di naverasta salên 90î de li Stenbolê, xortekî ciwan ê kurd ê bi navê Deniz Şahin ji alîyê hin kesan ve, ku cilên sivîl li wan in, tê revandin. Wî dibin navenda lêpirsînê ya JITEMê, ku hebûna vê rêxistinê ji alîyê dewletê ve tu car nehatîye qebûl kirin herçend ev rêxistin di bin bana cendermeyê de dixebite. Li Deniz êşkence tê kirin da ku têkilîyên xwe yên sîyasî bibêje. Dema ku bavê Deniz, Mürşit, dibîne ku lawê wî tê revandin krîza dil derbas dike. Xwişa Deniz, Selvî, li nexweşxaneyê zilamekî bi navê Kemal nas dike, ku haya wê jê nîne ka Kemal di rastîyê de kî ye. Kemal endamê JITEMê ye, ku birê wê revandiye. Bavê Kemal jî li nexweşxaneyê digel bavê Deniz di heman odeyê de tê tedawî kirin. Kemal ê îşkencekar û kujerê bê rehm, di jiyana xwe ya rojane de gelek baş û alîkar e û dilê xwe dixe Selvîyê. Di wan rojên dijwar de pêdivîya Selvîyê jî bi kesekî heye ku pişta xwe bispêrê… Fîlm serpêhatîya rast a qurbanîyên JITEMê vedibêje, ku ev rêxistin li dij kurdan tawanên kambax pêk tîne.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse