Awirên Valuska; Werckmeister Harmoniak, Bela TARR

0
38
REKLAM    

“Me hemû tişt şikand, ji ber ku me di hundir de ronahî dîtibû…’’

“Di nava tirs û xofên xwe û di nava bêhêvîtiya xwe de me rastiyeke şênber nedît, ji bo wilo, em pêrgî çi hatin, me xerakir, me wêran kir, me şewitand…’’

Vegotin û qalkirin, têra fêmkirina fîlmên Bela Tarr nake, divê bîner bi dîmenan têbigihîje hinek tiştan. Divê em li hundirê xwe binihêrin û hîs bikin heqîqetê. Heqîqet nayê nîşandan, divê mirov bixwe bibîne.

Di temsîlkirina sînemaya Balkan de, Bela Tarr di ciyekî gelek girîng de disekine. Ji bo çêkirina hinek fîlman, ruhekî cuda divê. Ruhekî tije hêvî lê di heman demê de jî tije tarîtî.

Ji bo ku em karibin lehengên Bela Tarr baş fêm bikin, yan jî di tevger û awirên wan de pêrgî hinek tiştan werin, divê bingeheke meya felsefî, edebî û psîkolojîk hebe. Çawa ku doxtorek bê perwerdeyî nikaribe nexweşekî ‘emeliyat bike, bê bingeheke akademîk jî bîner nikarin ewqasî hêsan lehengên/fîlmên Bela Tarr fêm bikin.

Bela Tarr û hevalên wî, bi ruhê Nietzsche û Camus nêzîkî çêkirina fîlmekî dibin li gorî raçavên min. Li dû rastî û heqîqetê, li dû reş û spiyeke heqîqî, li dû valahiyeke tije nêzîkî hûnerê û sînemayê dibin. Berî ku fîlmekî biafirînin, beriya fîlm gelek axaftin û nîqaşên felsefî dikin. Senarîst jî mûzîkjen jî lîstikvan jî, dostên Tarr in. Dizanin bê Tarr çima dixwaze lehengê xwe deh xulekan bê armanc dimeşîne. Dizanin bê Tarr çima lehengê xwe nîv saetî bêdeng di quncika kuçeyekî de bê armanc disekinîne. Lê helbet ne bê armanc e. Li ser axa dinyayê, tu tişt ne bê armanc e. Tu tişt ne bê sedem e. Tu tişt ne vala ye ligel ewqas valahiyê…

Bela Tarr halo dibêje di fîlmên xwe de; Her tişt, her bûnewer, her tevger bi armancekê tevdigere û heye. Valahiya tune jî heye. Divê em gelekî baş binihêrin li tiştan.

Di rêwîtiya fîlmên xwe de Bela Tarr ne tenê ye; jina wî Agnes Hranitzky, senarîstê Bela Tarr Laszlo Kranzsznahorkai, mûzîkjenê wî Mihaly Vig, bi dehan salan e ku ligel Tarr dixebitin. Pê re rêhevaltiyê dikin.

Werckmeister Harmóniák yanî Armoniyên Tarî, ji fîlmekî zêdetir dişibe volkaneke ku berî biteqe. Hêdî hêdî dikele…

Di sekansa ewil de, lehengê me Janos Valuska, li bîraxaneyekê, di nava civata komeke serxweş de, bi vegotineke teatral, qala tevgerên heyv-roj û dinyayê dike. Mekaneke gotîk, dîmenên monochrome, plan-sekanseke bêqisûr û awirên Valuska…

Stephen Hawking dema qala tevgerên heyv-roj-dinyayê dike tu kes ji we hestiyar dibe? Ez bawer im na. Lê dema ku em li vegotina Valuska temaşe dikin, bêgûman em hestiyar dibin. Ferqa zanîstê û hûnerê ev e. Her çiqasî em ‘evdên xwedayekî bin û wî em afirandibin jî, bêgûman însan ji yezdan afirînertir in di hêla hûnerê de û di têgihîştina gelek tiştan de însan ji Yezdan cudatir e. Di awirên Valuska de, tevgerên heyv-roj û dinyayê bûyereke gelekî hestiyar e.

Dema ku jimin tê pirsîn; fîlmê herî zêde tu jê hez dikî û tu diecibînî kîjan e? Ez dibêjim Armoniyên Tarî. Ji ber ku dema em qala sînemayeke baş bikin, yanî em bibêjin gelo divê fîlmekî pir qenc çawa were kişandin, hemû mînak hene di vî fîlmî de. Ji bo sînemayeke/fîlmekî pir baş, xwediyê hemû hûnerê ye fîlmê me Armoniyên Tarî.

Beriya her tiştî, xwedî bingeheke felsefî ye. Divê ku fîlmek bê derd û kul neyî kişandin. Heta ku dilê hunermendekî pir neêşe, heta ku giyanê wî neşewite, heta ku mêjiyê wî nekeve nava lêpirsînên kûr û dûr, nikare berhemeke serkeftî derxe holê. Têgihîştin ne ewqasî hêsan e. Gava ku mirov têdigihîje, dikeve gerînekeke gelicî, wê çaxê diafirîne.

(Ez heta aniha wilo bawer dikim. Pêrgî vê rastiyê hatime di vê heyata kambax de…)

Dema ku em bibêjin Armoniyên Tarî çi tê bîra we? Bêgûman her bîner, li gorî ‘erdnîgariya xwe, li gorî civaka xwe bersivinan dibîne ji xwe re. Jixwe divê wilo be. Derdê macarekî herî zêde macarek dikare fêm bike, derdê kurdekî jî helbet kurdek dikare herî zêde bizanibe/fêm bike.

Navê fîlmê me ji kompozîtorê navdar Andreas Werckmeister  tê. Armoniyên Bela Tarr, hem tarîtiyê hem jî hêvî û tiştên nazik ên di nava wê tarîtiyê de nîşanî me dide. Ronahî û tarîtî. Reş û spî. Diyalektîk û mêzîna kaînatê. Ji ber ku fîlm monochrome (reş û spî) ye, bîner hemû bala xwe didin ser sembol û metafor û çîroka ku li wê taxê diqewime. Bela Tarr dibêje ku, sahne dirêj in û reş û spî ne, temaşevan aciz bibin û ji xwe re li nesneyên rengîn bigerin jî ev rev bêwate ye. Jixwe temaşevanên hişmend bawer nakim ku ji fîlmekî wilo aciz bibin.

Lehengê me Janos Valuska, xortekî bi hêvî û jîr e. Rojnameyan belav dike li taxê. Di heman demê de jî li ber destê piyanîstekî yextiyar, Apê Gyurî, dixebite. Karên wî yên rojane dike. Rojekê sîrkek tê bajarê wan. Li meydana bajêr balînayeke mezin û prensekî sêçav tê nîşan dan. Di nava xelkê bajêr de rîwayet destpê dikin. Li gorî rîwayetan wî balînayî û wî prensî bêoxirî aniye bajêr. Wê kaosê derxin. Jiyan wê serobino bibe.

Valuska, xortekî xweşbîn e. Dema diçe darî balînayê, gelekî hestiyar dibe. Li hundirê çavê balînayê dimeyzîne û mat û metel dimîne. Valuska dibêje, ‘Ev ê ku ev balîna afirandiye, çiqas afirînerekî mezin e.’

Valuska di kuçeyên tarî û sar de tena serê xwe dimeşe her tim. Tenêtî û masumiyeteke bêdawî tîne hişê mirov. Awirên Valuska gelekî bandorê li ser temaşevanan dihêle.

Di hundirê şevekê de kaos û anarşî dest pê dike. ‘Komeke bihêrs’ di destên wan de dar û çek, hemû bajêr talan dikin, dikanan û şibakan, saziyan û mirovan tarûmar dikin. Çi tê pêşiya wan, xera dikin, dişewitînin. Heta dikevin nexweşxaneyê û nexweşan hemûyan dikujin û derb dikin. ‘Koma bihêrs’ ji xelkê bajêr pêk tê. Ji nişka ve, hêzek ji wan re dibêje ‘Bajarê me di bin tehditê de ye, divê em derkevin ‘operasyona paqijiyê.’ Nizanim ev bûyer hinek tiştan tîne bîra we jî. Ez bawer im em ne biyanê van bûyerane…

Di plan-sekansa nexweşxaneyê de, ji aliyekî Valuska ji aliyê din jî temaşevan mat dimînin. Koma bihêrs, bi lez û hêrseke nedîtî dikevin nava nexweşxaneyê û diçin nexweşên li ser ranzayan bi daran derb dikin û dikûjin. Doxtoran dikûjin û hemû cîhaz û ranzayan dişkênin. Di dawiya vê sahneyê de du zilam têne li ber perdeyeke spî disekinin û perdeyê didin alî. Wê demê zilamekî şilfîtazî di hundirê serşokê de dibînin. Zilamê yextiyar şaş û bêhal ketî li ‘erdê dimeyzîne. Her du zilamên dar di destê wan de ewilî li zilêm dinihêrin piştre li ruyê hevdu dinihêrin û hêdî hêdî bi wechekî polîpoşman ji wir derdikevin. Ew hatina wan a bi xezeb vediguhere meşeke giran giran û diçin…

Mirovan, di hemû serdemên mirovatiyê de, her tim tahde û zilm li kesên ji xwe qelstir kirine. Tahde û zilm li xwezayê, li ajalan, li zarokan, li jinan kirine. Yanî hemû hêrsa xwe û kerba xwe bi zordariyê li ser hin kesên din tatmîn kirine. Bela Tarr di vî fîlmî de ev jî nîşanî me daye. Metafor û sembolên wî ewqasî bihêz in ku mirov devjihev dimîne.

Wê şeva kaosê, sîrkê jî talan dikin. Balînayê dikûjin. Em prensê ku qala wî dibe qet nabînin di nava fîlm de. Tenê behsa wî tê kirin. Wê şevê Valuska piştî dîtina ewqas barbarî û tûndiyê bêdeng dimîne. Derûniya wî xera dibe. Heta hêza wî hebe direve li ser demir. Balafirek li ezmên wî dişopîne. Tirseke bêhempa digire Valuska yê reben…

Ji bo dîroka sînemaya dinyayê fîlmekî gelekî bihêz e Armoniyên Tarî. Bi muzîkên xwe, bi dîmenên xwe, bi çîroka xwe ya felsefî û bi metafor û hêmayên xwe ya bihêz fîlmekî efsûnî ye.

Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku Bela Tarr, li kuçeyekebênav pêrgî heqîqetê hat û ji wê heqîqetê hinek dîmen bi me re parvekir. Li awirên Valuska baş binihêrin. Dibe ku hûn jî bibînin wê heqîqetê…

Valuska halo dibêje; ‘Gelo wê bihuşt bi ser me de bikeve yan na wê dinya biderize di bin piyê me de, em nizanin…’

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse