EGÎD: “Kilîtê Kou, Qomîdê Maneno”

0
101
REKLAM    

Wêne; qeyd û tomarkirina demê, nemirkirina kêlî û wext û mohrkirina bûyerên qewimî û belgeyên hin rastî û heqîqetan…

Hinek wêne hene ku dîrokê diguherînin û hinek wêne jî hene ku dîrokê dinivisînin. Zafek car heye ku hinek wêne dibin/bûne destpêka pêngavên nû û çerxa felekê berevajî dizîvirînin an zîvirandine… Ev wêne, carna bûne tirs, carna bûne bawerî, carna bûne azadî, carna bûne bindestî û carna jî bûne rizgarî…Bi hinek wêneyan şer destpê kirine û bi hinek wêneyan jî şer sekinîne ango bi dawî bûne. Bandora wêneyan her tim li ser mirovahiyê çêbûye carna bi erênî, carna jî bi neyênî. Bi taybetî jî di sedsala 20’emîn de bandora wêneyen li ser mirovan zêde çêbûye û ev wêne bûne bersiva hin pirsên veşartî.

Ez ê di vê nivisa xwe de qala toblo û wêneyekî bikim. Li gor min bi qasî tablo, wêneyê ku ez ê şîrove bikim jî hêjayî nirxandinê ye. Lewra gava ez her li wî wêneyê dirênim, di wî wêneyê de dîrok, azadî, sekn, bawerî, hêz, vîn, berxwedan, daxwazên civakî û serkeftinekê dibînim. Li gel van tiştan dilpakî, dirûstî, kurahî, mêrxasî û dilsoziyeke mezin dibînim.

Egîd; wêneyekî ku dîrokek têde veşartiye!

Tablo: “Angelus Novus”

Wêne: “Egîd-Mahsum Korkmaz”

Ji bo dîrokê, tabloyê “Angelus Novus” çibe, ji bo têkoşîn û berxwedana gelê Kurd jî wêneyê Egîd ew bi xwe ye…

Tabloyekî bi navê “Angelus Novus” heye ku  ji hêla wênesaz Paul Klee ve hatiye çêkirin an jî xêzkirin. Ferîştaha ku bi bask dibe ango li ber firîneye ku ber bi ezman ve here…Lê belê,  rûyê ferîştahê li paşerojê ye û pişta wê jî li pêşerojê. Wisa tê şîrovekirin ku ji kavil û xopanên paşerojê bahozek, ecacokek û bablîsokek ber bi pêşerojê ve tê. Ev tofana ku bi ser ferîştahê ve tê dixwaze wê bixe bin bandora xwe. Lewra jî dixwaze berê wê bizivirîne ber bi pêşerojê û wê ber bi wir de kaş bike û bikşîne. Lê mirov hizir dike ku ferîştah di nav nakokiyeke dijwar de diçe û tê! Matmayî maye û çavê wê zîq bûne nizane çi bike. Ew tofana ku bi serde tê, wê diezimîne pêşerojê ku ferîştah pişta xwe dabûyê…

W. Benjamîn di fikr û ramanên xwe de li ser dîrokê pir disekine. Benjamîn pir qala dîrokê û têkiliya dema îro dike. Ew dema çûyî/derbasbûyî tu car piştgo nake. A rast ew dema derbasbûyî, derbasbûyî nahesibîne; ew dem her çikas derbas bû be jî bandora û giyana wê, di dema îro de jî zindîye û bi me re dijî…Her wiha Benjamîn, girîngî daye pêşveçûyînên teknolojîk û li ser van mijaran gelek nivisîye û gotiye. Li gor wî, huner, dîrok, çand, polîtîka, wêje û teknolojî zahf ji hev ne  dûr in û têkiliyek xurt di navbera wan de heye. Ew jiyanê bi tevahiya van beşan hildide dest û nêrîneka berfireh derdixe holê. Ew, di bin bandora hin wêneyan da maye û ev wêne carna raman, hest û giyana wî guhartine. Her wiha nêrîna wî ya li ser dîrokê jî guhartine ev wêne û Benjamîn bi wateyên nû li dor van wêneyan geriyaye û gelek rexneyên çandî yên hêja nivisandine.

Benjamîn, gava tabloyê “Angelus Novus” dibîne di bin bandora tablo de dimîne û dieciqe! Ew, têgeha dîrokê bi vî tabloyê ji nûve zindî dike. Wisa dibêje Benjamîn, ” Pêşveçûyîna ku em bi nav dikin ev bahoz û bager bi xwe ye!” Li gor dîtin û nêrîna wî dîrok, weke parçeyên ji hev cûda yên bûyeran tê nîrxandin. Ev bûyer cur bi cur in û weke zincîrekê bi hevdû re girêdayî ne. Lê Benjamîn dîrokê (paşeroj) yekpare dibîne û wisa hildide dest. Li gor ramanê wî mirov nikare dîrokê ji hev biqetîne û weke başan binirxîne.  Ew dîrokê wek şerîdeka ku qet ji hev neqetiyaye dibîne; her çikas bûyerên dijwar qewimîbin û serdest zilma xwe fîkandibin jî… Ew dîrokê wiha dixwîne, “Em nikarin di dîroka îro (serdema niha) de û di wextê ku em niha têde dijîn de li şopên paşerojê bigerin û hîn bibin. Lê em dikarin vegerin kavilên berê û di paşerojê de bidin pey şopên pêşerojê (îroj) û pêşeroja xwe baştir fêhm bikin ango li ber çavên xwe zindî bikin.”

Ferîştaha me di navbera paşeroj û pêşerojê de maye. Gelo wê bifire û dûr bibe here an na? Wext derbas dibe û diçe; her tiştê ber çavê ferîştahê peremperçe ye û tevlîhev e. Dîrokeka şêlû, bi toz û dûxan. Ferîştah, her çikas pişta xwe dabe pêşerojê û berê rûyê xwe dabe paşerojê jî, tirsek derdora wê girtiye û ew di rewşeka serobino da ye! Gelo wê bi fire here an jî wê ber bi paşerojê ve here? Ferîştah di kêliyeka wisadaye ku nizane çi biryarê bide û di kîjan şopêde biherike…Lê mirov di çavê wê de dibîne û dixwîne ku ew, li ber wênêyên ber çavên xwe hestiyar bûye û berî bifire dixwaze birînên ku zaliman di dîrokê de vekeriye derman bike û bikewîne. Bahoz bi ser giyana wêde tê, lê ew bêçare ye û neçare. Mirov dibêje qey gêj bûye. Bahoza hezar salan ya dîrokê bi rastî jî wê ne tiştekî ji rêzê be, ferîştah dixwaze vê yekê ji me re bibêje…Bi rastî jî Klee, tabloyekî yekta û bêhempa çêkiriye.

Helbestvan Gerhard Scholem, ku hevalê Benjamîn e di rojbûna wî de helbestekê diyarî wî dike. Lewra, ew dizane Benjamîn çikas ji tablo hezdike û ev tablo bandoreka çewa li serî çêkiriye. Lewma jî helbesteka bi navê “Silava Ferîştahê” dinivisîne jê re;

Ez amade me ji bo perê xwe biçirpînim

Dibêjim ‘vegerim’, li paşerojê vegerim.

Ez kêliyek dinê jî bimînim li vir,

Ditirsim qet venegerim carek din

Ferîştaha dîrokê wisa tê xuyanê…Benjamîn bi tabloyê “Angelus Novus” dîrokê wisa dinirxîne.

Gelo ferîştahê Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd çewa tê xuyanê? Têkiliya vî wêneyê û dîroka gelê Kurd çiye? Gelo mirov dikare bi saya vî wêneyê dîrokekê bixwîne an na? Sekna di vî wêneyê de, çi xwedî dike di hundirê xwe de? Egîd bi vî wêneyî dixwaze çi bibêje ji me re? Ev çikbûna wî nîşaneya çi ye gelo?  Ew nêrîn û awirên Egîd ji kî re ne, ji bo çi wisa dirêne û dirame?

Armanc û mabesta min ewe ku ez vî wêneyê bidim axavtin, wî bi zimanekî şêrîn bidim zanîn. Belê, dibe ku ev wêne ji destê Wênesazekî bi nav û deng derneketibe û ji bo hin kesan wêneyek ji rêzê be û tu qîmeta wî tunebe! Lê li gor min ne wisa ye. Ez di vî wêneyê de pêşeroj û paşerojê dibînim. Dîrokekê dixwînim. Serhildan û serhildêriyekê dibînim.

Egîd çav dişkêne ji me re, ji gelê xwe re ji dîrok û cîhanê re…Hebûnekê diqîre, bîrdoziyekê geş dike, wateya li ser çiyan dilîle û govenda berxwedanê digre li ser Gabar’ê…Gelo ew, van hemû tiştan çewa û bi kîjan hêzê dike? Çavkaniya vê çikbûn û mêrxasiya wî ji kurê tê?

Li ser zinarekî bilind, li pêşiya çiyayekî bi berf…Rêk û pêkbûneke ji xwe bi bawer. Qeşengbûneka ku mirov jê diheside. Mêrxasiyeke serbilind. Ne meqab, lê cîzlewêt (lastîka reş) piyên wî di cîzlewêtê de ciyên xwe girtine. Baş xwe bi erdê  ve zeliqandine cotên cîzlewêtên wî. Gora wî ya koçerî ku haniye gihandiye ser çoka xwe jî, lingên wî jidandiye. Şalwarî wî, lê hatiye û li ser bedena wî rûniştiye. Şûtik ango egala ku li nava xwe girêdaye, pişta wî bi qewet kiriye, xûz nîne, çik e û xwe tikandiye. Kembera xwe jî li ser şûtik kilît kiriye û navtenga xwe baş qewî kiriye. Gomlekekî girdobelek di bin şepikê xwe de li xwe kiriye. Di ser wan de jî montekî kesk li xwe kiriye û xwe bi awakî baş kamufle kiriye. û ri berîka wî de pênûsek spî, xuya dike. Pênûsa berevajîkirina çarenûsê!

Porê wî hinek li hevketiye û simbêlê wî gazî dike dibêje ez li vir im. Çeka di destê wî de wêne temam dike û ew çek dibe temînata Kurdîstana azad û serbixwe.

Gerîlla ye êdî ew, çiyaye ew û çiya ew e. Gel e ew û gel ew e.

Egîd; berhema mirovahiyê ya herî delal û xweşik.

Her ku ez li vî wêneyê dirênim kelecanek li ser dilê min rûdinê. Sekna Egîd ya mîstîk bandoreka dijwar li ser min çêdike. Bi çikbûna wî ez jî têm ser hişê xwe. Ez bêtir çê dibim, hîn dibim û asoyê nêrînên xwe berfireh dikim. Tesîra vî wêneyê mirov ji nexweşiyan rizgar dike. Xurtbûn û baweriyê pêşkeşî mirov dike.

Kî vî wêneyî kişand nizanim? Bi kîjan hîsan û ji bo çi kişand dîsa nizanim? Lê ez dîsa dibêjim ev wêne ne wêneyekî ji rêzê ye li gor min. Bayekî hênike ku mirov ji xew hişyar dike…Epopeyeka bêdawî ye… Odysseus’ê Kurdan e ew. Gilgamêş e ew û ketiye dû pelê nemiriyê…Di şopa nemiriyê de li azadiya xwe û gelê xwe geriyaye.

Kî çi dibêje bila bibêje ev wêne, eyneya tekoşîna gelê Kurd e. Serî rakirina Kurdê nû û serfiraz e.

Dîroka serdestan di vî wêneyê de têkçûyî ye! Dem dema çiya û mirovên azad e êdî.

Wiha dibêje Egîd;

Çiya ne bê xwedî ne! Çiya yên kesên têkoşerên azadiyê ne û wê her tim wisa bimînin.

Ji xew hişyarbûn…serhildana 29’an…15’ê Tebaxê…sal 1984…Guleye yekemîn……û Vejîn.

Guleya yekemîn, doktirîna Frantz Fanon e. Fanon fikrên xwe wisa dide zanîn, ” Li welatên metîngeh, xebatên rêxistinî û têkoşîna bi çekan tiştek têr zahmet e. Ji ber ku li van welatan gel hatiye çewisandin û xistin. Gel ditirse. Tundî, heqaret, biçûkxistin, zext û zordarî giyana wan pelişandiye. Gel baweriya xwe hunda kiriye. Ni bi malbat, ne bi xizm û ne jî bi êl û gundiyên xwe bawere! Ji pêşerojê bi gumane. Êdî gel xwe, malbat, xizm û netewa xwe ji rêzê û biçûk dibîne.”

Fanon wiha pêde diçe, “Guleya yekemîn, koledarî û melisandina keseyata ku her tim bi tirs dijî dikûje. Bi vê guleya yekemîn kes/kesayet weke mirovekî nipînû ji nû ve tê dinyayê”

Bi vê guleya yekemîn, serhildanek ango dozek destpê kir. Gel bi xwe bawer bû. Kesayet ji nûve hatin dinyayê. Kurdîstan bêhnek stand, ji kaniyek cemidî bi kulman av vexwar xweza û xwîn kete xaka welatê rojê. Ken seridîn li ser çiyayên asê û bilind. Nasnameya ku hatibû hundakirin li ser çiyan hate dîtin. Nirxên hatibûn herimandin, bi ava berfa ser çiya paqij bûn.

Bi dengê guleya yekemîn, kerikên guhên zindanên bajar teqîyan. Berxwedan bû jiyan, jiyan bû berxwedan. Serhildan destpêkirin û gel rabû ser piyan.

Di wêneyê Egîd de dîrok û hesreta azadiyê ya hezar salan veşartiye. Ev wêne belgeya heyfa têkçûyinên serhildanên berê ne. Nivisandineka dîrokeka nû bi xwe ye. Heyfa dîroka çilmisandî ye ku têra xwe hatiye eciqandin! Hunê bibêjin çewa tu digihîjî biryareka wisa? Ez ji we re hinek din vekim;

Li ser serhildana Agirî, rojnameyên wê demê(Rojnamê Tirkiyê) bi karîkatûrekî Kurdîstan’ê dixin mezel û beton dirijînin ser û ji bo Kurdîstan’ê wiha dibêjin, “Muhayyel Kurdistan burda meftundur” yani “Kudîstana xeyal, di vir de veşartiye” Ev karîkatûr piştî têkçûyîna serhildana Agirî tê çêkirin û li gelek ciyan tê belavkirin. Kesên desthilatdar her tim dixwazin Kurdîstan bindest bimîne û azad nebe! Lewma jî ew, daxwaza Kurdîstana azad weke xeyalekî ku wê qet pêk neyê dibînin.

Aha wêneyê Egîd nîşane û berteka ku “Kurdîstan ne xeyal e û wê azad bibe” ye, ji komara nijadperest re. Heyfa qirqirina Zîlan e. Slavek e ji Broyê Heskê Têlî re. Çeka di destê Egîd de, ya Reşoyê Silo ye ku cara yekemîn ala kesk, sor û zer hilkişandibû û çûbû ser dijminê xwe ve…Wêneyê Egîd rizgarkirina şerefa Usivê Mero ye, ku di zandanan de hatibû dîlgirtin.

Ev wêne, wêneyê daweta Elî Şêr û Zarif’ê ye ku li çiyayên azad hatiye kişandin.

Ev wêne, wêneyê evîn û hezkirina Yaşar Xanim û Îhsan Nûrî ye ku di têkoşîneke dijwar de hatiye kişandin.

Dibêjin beriya S. Evdilqadir bê darvekirin ew wiha qîr kiriye, “Hun bi darvekirina min, Kurdan bêtir bi xîret dikin.” Sekna Egîd xîreteka mezin e ku zû bi zû nayê hilweşandin. Ew bi darvekirina pêşiyên xwe her ku çûye bi xîret bûye û xwe bi hêz kiriye.

Ev wêne xewna Ş. Seîd e, ku ew carek dîtibû û bawerî xewna xwe kiribû û li dû

Ev wêne sirûda komara Mehebad e û ji Çarçira gazî dike, ji me re dibêje, “Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin.” Egîd li ser meskenê bav û kalên xwe weke dareka çinarê şîn bûye. Jîn daye ew û zîl daye bi fikr û ramanên giranbuha!

Ev wêne dilnizmbûna Pêşewa Qazî Mihemed e, ku dixwast stargehekê ava bike.

Ev wêne Kurdan jîndar dike, zîndî dike, weke zeraqên tavê di dilên Kurdîstaniyan de şewq vedide.

Ev wêne, hembêzkirina Dêrsîm e. Dîtina mifta/kilîta çiyan e. Vekirina Deriyê bi sîm e.

Di qirqirina Dêrsîm’ê de yekî bi navê Hemê Mîrzê Sil heye ku mezinê êlekê ye. Piştî şer û pêvçûnên dijwar xwe dide dest, teslîmê leşkeran dibe. Fermandar jê dipirse, “Çima heta vêga tu teslîm nedibû û vêga hatî teslîm dibî?” H. Mîrzê Sil wiha jê re dibêje, “Mi kilîtê kou kerd vindî.” yanî min kilîta çiyan hunda kir…Kilîta çiya çi ye? An jî kî ye? H. Mîrzê Sil lawê xwe yê ku li rex wî, bi mêrxasî şer kiriye û têkoşaye hunda kiriye. Kurê wî hatiye kuştin. Lewma jî ew dibêje min mifteya çiyan hunda kiriye…

Wêneyê Egîd, xwedî derketina li mifteya çiyan e. Nebiyê H. Mîrzê Sil mezin bûne, gihane temenê şoreşê û şoreşgeriyê…

Ev wêne berzkirina, “Kilîtê kou, qomîdê maneno” ye. Auraya Egîd dibêje ku wê mifteya çiya bi gel re bimîne…Êdî wê li Kurdîstanê kes nebêje, “Mi kilîtê kou kerd vindî.” Mifteya çiya û zinarên bilind di dilên têkoşerên nûgiha de ne.

Ev wêne, peyva Seyîd Riza ye ku ji zafek kesan re bûye kul û derd; ji ber ku ev wêne, ne wêneyekî serî tewandî ye û derdekî mezin e ji bo bêbextan! Eşkerekirina derewan e ev wêne, derseka mezin e ji bo mirovên kirêt…Bedewiya şoreşeka nûjen e, heybeta Egîd.

Ev wêne, mifteya dilên xemgîn e, ronahiya serê sibê ya rojeka nû ye.

Ev wêne wêneyê civakeka azad e.

Ev wêne, straneka ku qet nehatiye bihîstin e.

Ev wêne, helbesteka ku qet nehatiye xwandin e.

Ev wêne, çîrokeke ku di terkên dîrokê de veşartî maye.

Ev wêne, stirînên E. Batû ne ku li serê çiyan azad in û di laşên kesên çavsor de çûyîne ango çikiyayîne!

Û

Ev wêne, bicîhanîna qewl û sozê rêhevaltiya Mazlûm e û dibêje “Berxwedan Jiyan e”

Wêneyê Egîd, mizgîniya lehengekî netirs e, ku wê destanekê binivisîne bi tîpên zêrîn.

Ev wêne, zeng û jenga li ser dilê me paqij dike. Zenga dîroka derewkar dihelîne.

Egîd, estetîzma berxwedaneka nû û geşbûneka artîstîke ye di qelbê çiyayê Gabarê de.

Çiya?

Gava mirov li dîrokê dirêne pêşiyên me mafdar derdikevin. “Ji xeynî çiya, dostên Kurd tune ye.” digotin pêşiyên Kurdan. Çiya, Egîd di paxila xwe de xwedî dikin. Jê re dibin dost, hogir û heval…Egîd jî bi dostên xwe re dilsoz e. Wêrek û rast e. Bi hemû zindiyên çiya re, bi zimanê heqîqetê diaxive.

Egîd weke ferîştahê Klee, di nakokî, şik û gumanan de nîne. Ew pişta xwe daye çiyan û ji pêşerojê bi bawere. Ku pişta mirov li çiyan be, pêşeroja mirov jî di ewlehiyê de ye. Çiya weke mertalekî ye ji bo Egîd. Çiya wî diparêze û ew jî çiya diparêze. Awirên Egîd hinek ber bi jor ve ne. Ew li asîmana dirêne, li asoyên pêşiya xwe dirêne, rizgarkirina gelê xwe difikire. Hinek kûr û dûr difikire. Ji girêdana wî mirov pê derdixe ku kesayeteka bi disiplîn e.

Disîplîn; panzehîra nexweşiya li Kurdîstanê ye.

Desthilatdarên li Kurdîstanê gel bê bîr hiştine. Bîra wan bi înkarên çilvirî û qirêj tije kirine kevir û xitimandine. Egîd sondajeke ji bo bîra gelê Kurd. Tiştên di dîroka gelê wî de qewimîne yek bi yek derdixe ser rûyê erdê. Ew avzêm e, naçike…dizê, dizê û hey dizê…

Kesên serdest dîroka gelê Kurd bi wan daye jibîrkirin û bê bîr hiştiye. Wêneyê Egîd dîroka bîr û baweriyên Kurdan e. Ew bîr bi xwe ye. Ew bîr’a gelê Kurd bi destên xwe û neynûkên xwe veda ye û kevza ser bîrê paqij kiriye. Egîd zelalbûn û zelalkirine!

Ev wêne rê ye, rêgeh e.

Ev wêne çîrûskeke, agirekî geş e. Berxwedaneka cûda ye, bangewaziya azadiyê ye.

Ev wêne, dilpakbûna zorokekî biçûke ku qet neherimiye.

Ev wêne hebûnek e, bûyîneke…wêneyek etîk û rewa ye.

Ev wêne têgîneke, têgihîştineke…hilberîneriyeke, orjînal û otantîk e.

Felsefeyeka dema antîk e, mirov dide fikirandin ev wêne…

Ev wêne weke dirûşmekê olan dide li hawirdor, “Bindestî ne qeder e”

Egîd dîroka veşartî ya di dema xwe de derxistibû holê û li xwe digeriya di destpêka dîrokê de. Lê zaliman navê wî û nasnama wî şewitandibû! Ew xwe avêt nava agir, şewitî bû qirik, lê xwe weke teyrê Sîmîr, ji xweliya xwe carek din afirand. Ev car bû xwedî nav, dîrok, çand û nasname…

Egîd zincîra zaliman qetandibû. Qeyda li destê wî hatibû girêdan ji destê xwe derxistibû. Her wiha qeyda li ser giyana gelê xwe jî şikandibû ew..Dîrokê baş xwandibû. Birînên ku dîrokê di bedena gelê wî de vekeribû weke bijîşkekî dermen kiribû ew.

Wêneyê Egîd yekparebûna dîrokekê ye, ya ku Benjamîn qala wê dikir. Dîrok di vî wênê de cemidiye. Ji hêla dîrokî ve têr û tije ye. Ew singa xwe daye ber bahoz û ecacokên paşerojê; weke Angelus Novus bi dudîlî tevnagere! Ji her awî de mirovekî net tê xuyakirin. Ew zimanê bohoz û bageran ji ber kiriye; kilîta çiyan xistiye berîka xwe.

Egîd weke ferîştaha Klee ne bêzar e. Sekneka seglawî li ser e. Netirs tê xuyanê. Ew kêliya krîtîk ku Angelus Novus têdaye derbas kiriye. Bi bawerî, cehd û fedekariya xwe…Li hember qeremûşkên dîrokê berxwedanekê daye. Çewa ku di şûna Angelus Novus de xwe feda kiribe û çûbe di paşerojê de têkoşabe û bi awakî serkeftî vegeriyabe hatibe. Sekna Egîd vê çîrokê dide dervayî xwe.  Ew çûye li paşeroja xwe jiyaye, hiziriye û guhdarî kiriye. Ji kavilên paşerojê tije û bi hêz vegeriyaye…û niha jî dixwaze bazbide ber bi pêşerojê ve. Mirov dibêqê pêşeroj li benda wî sekiniye gazî dike.

Ji bo em, dema îro baş bixwînin û şîrove bikin pêwîste em li dîrokê vegerin; Egîd carek dinê nas bikin, bihizirn û fêhm bikin. Şopên pêşeroja Kurdan di sekn û û têkoşîna Egîd de berhev bûne. Zîndîbûna pêşerojê bi fêhmkirina paşerojê pêkan e. Wekî din têkçûyîn çarenîn e!

15’ê Tebaxê; Em ê tim û tim hebin. Hun nikarin hebûna me tune bikin. Em ê her roj di terkên dîrokê de weke şitlekî zîl bidin. Em ê mezin bibin û gur bibin..!

Û mifteya çiya îro di stûyê Egîd’ên serfiraz de bûye ristikek zêrîn.

“Pirsa wî bikin ji dîrokê, li wî bigerin li şoreşê; navê wî Egîd e Egîd.”

 

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse