Apê Îrbom li Îtalyayê jî xelat wergirt

0
13
REKLAM    

Fîlmê derhênerê kurd Mano Xelîl ê bi navê ‘Der Îmker/Mêşvan’ ango Apê Îrbom ji Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Lessînîaya Îtalyayê jî bi xelatekê vegeriya. Fîlmê Xelîl di mihrîcana ku di navbera 23’yê tebaxê û 1’ê îlonê de hat lidarxistin de Xelata Zîvîn wergirt. Fîlm di nav 60 fîlmên pêşbirkê de hatibû pêşandan. Apê Îrbom ji navçeya Elbistana Gurgumê ye. Di sala 1990’î de dema mêşvaniyê dike bi gerîlayan re têkiliyên wî çêdibin. Keça Îrbom, di sala 1993’yan de tevli nava refên gerîlayan dibe û şehîd dikeve. Kurê Îrbom jî li navçeya Berwariya Sêrtê di pevçûnekê de şehîd dikeve. Derhêner Mano Xelîl jiyana Apê Îrbom kiriye fîlm.

Jiyana Apê Îrbom

Kurdên li Gurgumê ji Îbrahîm re dibêjin Îrbom, yan jî Îrbo. Lê bi zimanê almanî wekî ‘Der Imker’ tê gotin, ango mirovê ku mêşan xwedî dike û hingiv çêdike. Apê Îrbom bavê 11 zarokan e. Di salên 1990’î de, li derdora Elbistanê yek ji mezintirîn xwediyê mêşên hingiv bû. Her dem li nav çiyayên Kurdistanê li cem mêşên xwe bû û hêdî hêdî têkiliya wî bi gerîlayan re çêdibû.

Keça wî di sala 1993’yan de tevli gerîla dibe û di nav refên gerîla de şehîd dikeve. Leşkerên tirk Apê Îrbom digirin û îşkenceyên giran lê dikin û jê dixwazin ku ew ji bo wan sîxurtiyê bike, yan na dê wî bikujin. Dûre tê girtin û piştî ji zindanê derdikeve, direve û 7 salan bi serê xwe li çiya dimîne. Ji ber ku astengiyek mezin ji malbata wî re derdixin, neçar dimînin û berê xwe didin metropolên Tirkiyeyê. Piştî ku kurê wî Alî tevli gerîla dibe û zarokên wî yên din dikevin zindanê, hevjîna wî dimire û zarokên wî diçin Îngîltereyê hin ji wan jî diçin Swîsreyê. Piştî demekê Apê Îrbo jî tê Swîsreyê. Apê Îrbom gelek kul, derd û rojen tarî derbas kirine lê mirovahiya xwe û kêfa xwe ya ji xwezayê re winda nake. Li vir dîsa dibe xwediyê mêşan û çiyayên Alpê jê re dibin wekî çiyayên Kurdistanê.

Naskirina Apê Îrbom

Derhenêrê fîlmê ‘Apê Îrbom’ Mano Xelîl di hevpeyvîneke li ser hevnasîna wî û Apê Îrbom de wiha vegotibû:

“Beriya sê salan, mirovek hat cem min û çîroka Apê Îrbom ji min re got, ji min re bû meraq ku ez wî nas bikim. Bi riya çend dost û hevalan min têkilî pê re danî. Ew li çiyayê Alpê li Swîsreyê bû. Ez pê re axivîm û min projeya fîlm jê re got. Di destpêkê de ew ji bo kar ne amade bû. Salek derbas bû ez her dem diçûm çiya cem wî û min kamera bi xwe re dibir. Roj bi roj min û Apê Îrbom me hevaltî bi hev re danî. Apê Îrbom dilê xwe yê xemgîn ji min re vekir.” 

Kurê wî Elî şehît ket

Derhêner Xelîl anî ziman ku kurekî Apê Îrbom gerîla bûye û wî nizanîbûye ka gelo ew sax e yan jî şehîd ketiye. Piştî demekê ku me dest bi kar kir, min wêneyê kurê wî yê gerîla dît û nas kir û wiha got:

“Min zanîbû ku Alî, bi navê kod Zerdeşt sax e. Ji ber ku gava min fîlmê ‘Davîdê Tolhildan’ kişand min Zerdeşt li nav refên gerîla dît. Gava min fîlm çêkir, min dixwest ez Apê Îrbom û kurê wî Alî (Zerdeşt Dêrsimî) bi rengekî bînim cem hev. Lê mixabin kurê Apê Îrbom, Alî li Sêrtê şehîd ket.”

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse