Angelopoulos û mêrga ku digirî

0
21
REKLAM    

Theo Angelopoulos, derhênerekî Yûnanî yê navdar e. Di beşa sinemaya hunerî de nûjenekî herî serkeftî tê dîtin. Ne tene di Yûnanê de, di Ewropayê de jî derhênerekî navdar û serkeftî ye. Di fîlmên xwe de zêdetir ji mîtolojiyê re eleqedar e, her wiha mirov dikare bêje hûtekî hêja ye. Di fîlmên xwe de bi dîrokê ve girêdayî dimîne û bi kesan bûyerên civakî dixe mijar.

Şêwaza Angelopoulos di hemû fîlmên wî de xwe diyar dike. Di fîlmên wî de kêşanên dirêj, perspektîfên kûr,sekansên bi plan her tim xwe aşkere dikin, ji ber dirêjbûna hin dîmenan belkî gelek kes ji fîlmên wî aciz bibin, lê Angelopoulos bi awayekî hostayî, temaşevanan bi dîmenên fîlmên xwe ve girê dide, dûre temaşevan xwe ji dîmenan naqetînin. Di vir de ji aliyê teknîkê ve dîmenên fireh, ji aliyê gelek derhêneran ve jî tên bikaranîn, her wiha derhênerê tirk N. Bîlge Ceylan jî di fîlmên xwe de evê tarzê bikar tîne, wisa xuya dike ku keke Nûrî, şopdarekî Angelopoulosê herî serkeftî ye.

Mijarên fîlmên wî yên sereke, tenêtî, sirgûnî, penaberî ne. Angelopoulos di fîlmên xwe de dixwaze ku, mirov dîroka xwe, nêrîn û naskirina xwe, ji xwe bipirse. Jixwe yên ku fîlmên Angelopoulos temaşe dikin, dikevin nava fikrên kûr û dûr, dûre li xwe vedigerin, difikirin û ji xwe dipirsin!

Zimanê sînemaya Angelopoulos bi hostetiya wî ji derhênerên cîhanê cudatir xwe pêşve biriye. Di fîlmên xwe de zêdetir muzîkên taybet û yên balkêş ku temaşevanan bi dîmenan ve gire didin bikar tîne, her dîmenek dibe sedema lêpirsîn û nirxandina jiyanê. Mirov bi fîlmên wî dikeve nava lêgerînan, ji xwe dest pê dike, dema niha û dema borî bi hev re dijî. Her wiha di hevpeyvîneke xwe de Angelopoulos wiha dibêje: “Em ji bîr nekin, wek gotin û baweriya min, paşeroj li paş nemaye, paşeroj niha ye.” Li gorî baweri û felsefeya xwe fîlmên xwe dikêşîne.

Angelopoulos ji ber ku mijarên civakî dinirxîne û pêşkêş dike, ji polîtîkbûyînê jî dûr nakeve, bi fîlmên xwe rasterast di nav polîtîkayê de ye, bi rastî ne tene di fîlmên xwe de bi her awayî baldarî bûyerên civakî bû, her wiha dema şerê Îraqê de, di gotineke xwe de; “fîlmên Amerîkayê temaşe nekin” bertek nîşan dabû. Di vî alî de ew û derhêner Stanley Kubrîck dişibin hev. Her du jî li ser derûniya mirovan û bûyerên civakî radiwestin. Angelopoulos di fîlmên xwe yên dawî de ji polîtîkbûyînê dûr ketiye, lê bêhna bûyerên polîtîk ji fîlmên wî yên dawî her tim tê hildan.

Gelek fîlmên wî yên hêja hena, hineka ji wan: “Ji nû ve Çêkirin(1970)”, “Rojên 36’an(1972)”, “Kûmpanya(1975)”, “Nêçîrvanan(1977)”, “Îskenderê Mezin(1980)”, ev fîlman zêdetir polîtîk in, piştî van fîlman Angelopoulos, polîtîkayê wek sî dibine û wisa bikar tîne. Piştî salên 80’yan: “Rêwîtiya Ber Bi Kîterayê(1984)”, “Mêşvan(1986)”, “Dîmenên Bimij(1988)”, “Gava Derengmayî ya Leqleqê (1991), “Nêrîna Ûlîs(1995)” û “Bêdawîtî û Rojek(1998)ê dikêşîne. Angelopoulos, bi van fîlmên xwe yên dawî pey hunere ketiye û zêdetir jî li ser derûniya mirovan radiweste. Emê li ser fîlma wî ya bi navê “Mêrga ku Digirî(2004)” bisekinin.

Di destpêka vê fîlmê de Angelopoulos, bi dîmenan dîsa wek heman carî mirova hildide bin bandora xwe. Penaber di destên wan de baholên wan, ber bi rexê çêm ve dimeşin. Ev çema di heman demê de sînor e. Ji aliyê din dengek bilind dibe: “Hûn kî ne, ji ku derê tên?”, bersiv tê dayîn, “em Yûnanî ne”. Penaber di sala 1919’an de ji Odessayê hatine. Kamera hêdî hêdî ber bi wan diçe. Li pêşyê malbatek heye, di navbera dê û bav de, yek keç yek jî law hene. Di serî de li paş kamerayê yek bûyerê vedibêje-ev kesa Angelopoulos bi xwe ye. Ji wan her du zarokan ya keç, navê wê Elenî ye. Vê malbatê, ji ber ku Elenî bêkes e, bi xwe re anîne û xwedî dikin. Ji ber Şoreşa Cotmehê (Ekîm) ji Odessayê koç kirine hatine vir. Çend wêneyên malbatên koçber di dîmenan de derbas dibe.

Ev fîlm çîroka Elenî yê vedibêje. Angelopoulos hemû bar dide ser mile jinekê. Jiyan çiqas bidome, êşa Elenî jî ew qas didome. Elenî wek lehengên tragedyayan hemû hêstan di xwe de dibîne. Elenî ji kurê Spîrûs hez dike, dema ku jina Spîrûs dimire bi Elenî re dizewice. Lê Elenî şeva dewatê bi kurê Spîros Aleksî re (mirov hew dizane ku qet navê Aleksî di fîlmê de derbas nabe ) direve. Aleksi û Elenî digêjine muzîkjenan û diçin paytexta koçberan a Selanîkê. Ji muzîkjenan yekî bi navê Nîko yê kemanjen ji wan re dibe alîkar û wan dibe eywana şanoyeke ku heştê û pênç malbatên koçber-penaber di tê de dijîn. Êdî kamera ji dîmenên ji çem û gund derketiye û hatiya bajêr. Nîko behsa jiyana xwe dike, ji Îzmîra Tirkiyayê hatiye, li wir beşa konservatûarê xwendiye. Her wiha di şexsê wî de gelek kesên din di sala 1922’an de, ji enedolê bi rêya berdêliyê hatine Yûnanê. Ji ber vê hatin-şandina wan di civaka Yûnaniyan de guhertinan çê bûne. Ev rewş zêdetir li ser derûniya mirovan bandor dike û her wiha jî bûye mijara fîlma Angelopoulos û derketiye hemberî me. Mirovên fîlmê din av vê rewşê de dikevin nav lêgerînan, li xwe digerin, cihê xwe digerin, warê xwe digerin. Ev rewşa dibe sedema nirxandin û fikirandina temaşevanan.

Spîros bi kincên xwe yên zavatî li pey Eleniyê dikeve û tê eywana şanoyê û derdikeve ser dikê. Bê guman dizane ku Elenî û Aleksî li wir in û wiha dibêje: “kurê min, ew jina di hembêza te de, jina min e. We ez dame şermê, şanazî û rûmeta min nemaye. Gunehê hemû kesî li min tê.” Nîko wana di deriye paş re derdixe û dibe taxa spîçalan (çarşev). Di vê taxê de belengazî zêdetir e, ji ber ku hemû koçber in, herî diavêje çongan û li rexê behrê bi sedan spîçal hatine raxistin, taxê navê xwe ji van spîçalan girtiye, bi rastî dîmenek hêja derdikeve hemberî temaşevanan. Di demek şûn de Elenî digihêje her du zarokên xwe. Angelopoulos hem çîroka jiyana Eleniyê û hem jî jiyana Nikoyê muzîkjen vedibêje. Muzîkên fîlmê rasterast li gorî mijara wê ye û mirovan ji xwe dibe. Ji ber ku ne tenê dengê muzîkê tê guhên me, dengê êşê, dengê tenitiyê û dengê bêhêviyê tê guhên me.

Aleksî tevli koma Nîkoyê muzîkjen dibe, ji ber vexwendinê diçin bajarekê ku bistirên, mixabin cihê ku ew lê bistirên hatiye girtin(di vê deme de ji aliyê dewletê ve cihên ku muzîk lê tên guhdarîkirin tên girtin) û neçar dimînin, dizivirin. Di demek şûn de ji Aleksî re pêşniyara çûyîna Amêrîkayê tê. Piştî çalakiyên ji aliyê gel ve tên lidarxistinde li ser taxan serdegirtin pêk tê.

Angelopoulos her çiqas li gorî fîlmên xwe yên din ji polîtîkayê dûr bikeve jî siya polîtîkayê di vê fîlmê de xwe dide der. Di fîlmê de li gorî bûyereke polîtîk divê sendikayan biçin greve, lê greva wan tê astengkirin, dûre cihekê valayê kevn dibînin û çalakiya xwe li wir lidardixin. Di vir de Spîrosê cara dawî were û gotinên tragediya xwe ya dawî wiha bilêv dike: “min bihîstiye ku ev xorta, bi muzîka xwe darên darisanan jî radike reqsê.” Dibêje û reqsa xwe ya dawî dike û dûre dimire.

Elenî û Aleksî piştî dewatê bi rev ji gund çûn û di şînê de bi miriyekî zivirîn gund. Dimenek pir balkêş e û encax ji aliyê Angelopoulos ve û bi şêwaza wî derdikeve hemberî temaşevanan. Elenî, Aleksî û darbesta Spîros li ser kelekekê ne û li paş wan jî gundiyên din li kelekan siwar bûne û di destên wan de pîneyên spî, keştiya pêşiya xwe dişopînin. Li rexê çêm jî gundiyên din di keştiyan de û di destên wan de pîneyên spî hene û rêz digirin. Û mûzîkeke ji dil mirov digir û bernade. Piştî mirina Spîros, Elenî û Aleksî dizivirin gund, kêfa gindiyan ji wan direve. Ji bo ku ji gund biçin gelek astengiyan derdixin. Her wiha dîmena pezên ku bi daran ve hatine daliqandin, ji aliyê dîmengeriyê ve cudahiya xwe derdixe pêş, piştre mala wan didin ber keviran. Lê nîvê şevê çem radibe û gund bi tevahi dikeve binê avê. Hemû gundî bi kelekan ji nava gund derbas dibin û diçin. Dîsa ji para gundiyan re koçberî dikeve, neçar dimînin ji gund koç dikin. Hemû gundî tên taxa spîçalan ya Selanîkê. Dengê trênê gur dibe û gelek caran jî di dîmenên cur be cur de tê bihîstin.

Di dîmena ku muzîkjen Nîko tê kuştin de pevxistineke dirêj, xurt û xweş hatiye bikaranîn. Angelopoulos mina ku helbestekê dixwîne, evê dîmenê pêşkêşî temaşevanan dike. Elenî û Aleksî hêdî

hêdî di nav spîçalan re derbas dibin û ber bi behrê diçin, hemû muzîkjen li rexê behrê rêz dibin, Elenî û Aleksî ber dengê muzîkê direqisin. Dengê guleyekê tevli dengê muzîka bijan dibe. Hemû kes ber bi taxê direvin. Nîko birîndar e, di nav spîçalan re derbas dibe û xwîna destên wî spîçalan gevez dike, Nîko ji spîçalan derbas dibe û piştî denge trêne dikeve erdê û dimire.

Piştî vê dîmenê, dîmeneke balkêş ya ji Eleniyê xatir xwestina Aleksî ye. Aleksî dê biçe Amêrîkayê, li deve behrê keştiyeke mezin heye, muzîkjenên din li keştiyê siwar bûne, dora Aleksî ye. Xatirê xwe ji Elenî û herdu gedeyan dixwaze û dê biçe. Di destê Elenî de faykeyekî rîs heye dide Aleksî, ew jî benê fayke digire û diçe, fayke vedireşe lê ew he jî diçe, tiştê ku ji Elenî re dimîne jiyana wê ye yek û yek vereşandî ye. Aleksî diçe û êdî nikare vegere, li wir dikeve artêşê wek leşker jiyana xwe didomîne. Carinan ji Elenî re nameyan dişine lê nameyên wan sê û çar salan carekê digihêjin destên wan. Elenî ji ber ku gerilayan xwedî dike, tê binçavkirin û dikeve girtîgehê. Bi agahiya mirina Aleksî di girtîgehê de dihese, dure tê berdan. Denge trênê dîsa tevli dengê êşê dibe û her diçe zede dibe, trên disekine ji jê bi dehan jinên bi cil û bergên xwe yên reş peya dibin, li hemberî wan leşker hene. Fermandarek bang li wan dike û wiha dibêje:”kurên we, mêrên we û birayên we li zeviya rûmetê a pişt we ne.” Piştî vê gotinê hemû jin di bin hawar, gazin û jana birîndar de mirovên xwe digerin. Herdu lawên Eleniyê jî tên kuştin. Yek ji wan dibe gerîla û yek jî dibe leşker û li hemberî hev şer dikin. Elenî diçe cendekê kurê xwe li gundê xwe yê berê dibîne. Cara sêyem tê gund lê gundekê tune ye hemû din av avê de ye. û qêrîna wê ye bi êş, bi kul û bi jan dikeve guhên temaşevanan.

Di vê fîlmê de her çiqas mirov bibêje, ji ber Spîros e ku Elenî ev qas êş kêşand. Lê ev tişt di fîlmên erzan de dibin. Êş û jana Elenî ya dîrokê ye, ya koçberiyê ye, ya şer e… Angeloupolos, mijareke civakî bi rastî ne tenê mijarek, gelek mijar li ser milê jinekê ve tîne berçavan. Êşa welatekê, êşa gelan, êşa civakê jin dijî û jin dikêşîne, Ev rastiyeke gerdunî ye, bere jî wisa bû, niha jî wisane…

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse