Angelopoulos; Ne rojek heta dawîyê bêdawîtî…

0
17
REKLAM    

“ Her ku teknolojî pêşda diçe wijdan jî paqijiya xwe wenda dike” Theo Angelopoulos

Angelopoulos…an jî Theo..Bi pênasek din”Helbestvanê Sînemayê”ku bi dîmenan, çewa helbestekê binivîse fîlman kişandiye û wext ji bo me cemidandiye. Mirov bi sînema wî çê dibe, bi wate dibe û ji qirêjiya xwe rizgar dibe. Hilma filmê wî weke çirûskekê, tarîtiya jiyana mirov ronî dike. Mirov ji nû ve vedijîne…Ew, bi rihê dîmenan û lehengên bêhempa epope û dîrokek nû nivisandiye…Mîtolojiya dema ku têda jiyaye, ji nû ve nivisandiye. Dengê muzîka Elenî ya bihûştî, xwîna paqij fîkandiye damarên fîlmê wî…Weka her zindiyên cîhanê filmên wî jî zindî bûne her tim…Di sînemaya wî de hest û hizirandin her tişt e. Bingeha sînemaya xwe bi hestên mirovahî pêktîne û dikeve pey xewn û xeyalên xwe…weke sîmyagerekî dikeve pey wextê hundabûyî…bîranîn, dîrok, ziman û çanda gelekî ji nû ve vedijîne ango derdixe ser rûyê erdê..Mirov dikare bibêje ku Angelopoulos jî weke lehengê Homeros yê bi navê Odysseus dikeve riyekê. Rêyeka dijwar, xeter û bênavnîşan..lê weke Odysseus Theo jî xaye û armancek dixe pêşiya xwe, li gel ewqas zor û zahmetiyê jî, dev ji rêya xwe bernade, hevî û baweriyên xwe qut nake…serên asoyên xwe naqusîne û ji şopa ku li seriye naqete…û di dawiyê de weke wî sîmyagerê ku ketibû pey cewher û zêran, wê Angelopoulos jî bi felsefeyek mîstîk lêgerîna xwe bidomanda; heta ku rastiyên gelê xwe (yên me) bi sînemayê bihanîta ser perdeyê û wan di sînemayê de binirxanda…

“Ez di wê baweriyê da me ku wê dinya, bi saya sînemayê rizgar bibe…” Baweriya wî hebû, baweriyek ku ava xwe ji kaniyên jiyana rasteqîn vedixwar. Ew her tim li pey ûtopyayên xwe î biçûk û nediyar dibeziya û dixwast di jiyanê de heta ji destê wî were pêk bîne, wan ûtopyayan bijî…Gerdûna wî sînema bû, her tim rêwî bû di vê gerdûnê de… weke fîlmekî dijiya û tevdigeriya.. Ji xwe jiyana wî jî fîlm bi xwe bû; fîlmekî dûr û dirêj û bêdawî. Wisa digot, ” Paşeroj şemitiye wextê îro…ew her tim zindî bûye û nemiriye.” Theo, weke Marcel Proust “Di şopa wextê hundabûyî de” gerokek bû; bi fîlman wêjevaniyê dikir, helbestan dinivîsî û qêrînên xwe yê sedsala 20’an, di kerrikê dema îroyîn de dihanî ziman..Theo dixwaze ji hepsa ku têdaye ango ji dîlbûna sedsala xwe firar bike! Deriyên hesinî yên li ser wî hatine radan hilweşîne û pişta xwe bide felekê! Û qet nekeve pey oxirê…Theo di wextê derbasbûyî de dijiya, dikir û nedikir jibîr nedikir..bîranên wî, yên bav û kalê wî ew tawanbar dikirin. Biçûk dibû û xwe mecbûr hîs dikir ku çareseriyekê bivîne û van keserên kesnedîtî bîne ziman. Pêwîst bû ew vî wextê hundabûyî vebigota..bi dîmenan nîşan bidaya…weke helbestên seglawî rastiya wê demê li rûyê me bixista! Angelepoulos di bin mij û moranê de (sedsala 20’an) dixwast pêşerojê bibîne..gelo wê çewa bidîta? Wê çewa avê di terkên dîrokê de derbas bikira? Tenê bi şertekî, ew jî ev bû; xwe di neynika paşerojê ango wextê derbasbûyî de derbas bikira û wisa sînor biqetanda. Tenê rêbaz ev bû…Ji xwe ew jî wisa kir…

Fîlmên min zanînîngehên min in. Ez ji wan zahf tişt hîn bûm. Ew bagajên min î şexsî û seansên min yê psîkanalîz in.

Serhildêriya wî di dersekê de xwe dide dest. Gava ku li Fransa’yê perwerdeya sinemayê dibîne tiştek tê serê wî. Her xwandekar derdikeve ber textêreş û tiştên di serê xwe de parve dike. Her yek li gorî fikr û ramanê xwe dirame û tiştên di dilê xwe de tîne ziman. Dor tê ser Angelepoulos…Angelepoulos li ser texte, xelekekê (helqe) çêdike û dibê je ezê wisa bikşînim. Mamoste û xwandekar pê aciz dibin, dikenin û tinazê xwe dikin. Lê Theo ji ya xwe nayê xwarê û li dû xeleka xwe diçe….

Xelek; gerdûna wî ya bi jan û kul…ya bi keder û keser…Xelek ango plan sekans…sahneyên dirêj û bênavber…Herikbariyek tije bi wate…Ew ji jiyana bi lez hez nake! Lewra, jiyana bi lez dûrî xweza mirovahiyê ye. Qet ecele nake hêdî hêdî..wan wextan bi me dide jiyandin..Me jî dixe nava fîlm, lê gava dixwaze me dûr jî dike. Planên nêz kêm pir bikar tîne Angelepoulos. Heta jê tê lehengên xwe ji dûr de nîşan dide û wî nêzî me (temaşevan) nake. Cî û wext bi hevre dihûne û wan ji hev naqetîne. Di fîlmên xwe de pevbestineka cûda û kişandineka nû bikar tîne. Ji xwe çewa ew jî dibêje ew pevbistina xwe di nava fîlm de bi rêk û pêk dike. Plan-sekans di serî wî de bi pevbistin in. Kitekit û nûansên xwe ji berê de di serê xwe de diyar dike û wisa dest bi kişandine dike. Bi gotina wî xelekên wî “wextên mirî” ji nû ve zindî dikin û wan ji mirinê xelas dikin. Li gor wî “navber” û “bêdengî” weke tiştekî ji rêzê tê dîtin. Lê ew vê fikrê napejirîne li van herdû hêmayan xwedî derdikeve û dixwaze dîmenên wî bênavber bidomin û biherikin…weke jiyana me, weke wextê me… “Gava ku muzîk bi deng û bêdengiyê re dibe yek ew gav tiştekî yekta derdikeve holê. Wextên mirî tijî dibin giyan..Tempo bi vî awayî dimeşe di fîlmên min de.” Li dû feraseta Eisenstein naçe, pevpestina wî ya bandorker napejirîne û li hemberî wê pevbistinê derdikeve. Dîsa tempo û rîtma filmên Amerîkî jî, dûrî xwe dixwe û bi şêwazeka balkêş, şûrê xwe dikşîne ji bo sînemayeka nû..Ew di riya Orson Welles û Carl Dreyer de diçe…

Mirov bê sînema nabe. Sînema tenê ne amûreka xwe îfadekirinêye; şêwazeka jiyanêye.

Sedsala 20’an trajediya herî dijwar û mezin bu ji bo mirovahiyê. Li ser navê modernîteyê, bi xapandineka bêrû, ixaneteka mezin lî mirovahiyê çêbû! Mirov ji gund derketin û ber bi bajaran ve hatin. Her ku çu xwezayiya di dilê xwe da hunda kirin. Hestiyariya berê nema bi wan re. Ehlaq, nexweş ket. Sanayî û fabrîqe giyana wan ji wan dizî û xist bin destê xwe. Bi vê yekê re biyanî bûn, heliyan û hunda bûn. Dirok, çand, ziman û wijdan hunda kirin. Di dawiyê de bûn robot û man. Pakijiya wijdan bi xwîna mirovan hate şûştin û rastiya xwe hunda kirin. Qapîtalîzm li ser goştê mirovan qesrên hovîtî û wehşetê ava kir. Ew roj û îro mirov ji vê xedarî û çavsoriya qapîtalîzmê rizgar nebûne. Her roj hinek din li xwîna me dimije û qet naweste!

Walter Benjamîn wiha dibêje, “ Kî îro rastî kesên ku çîrokên rasteqîn ji mirovan re dibêjin dibe? Kî ji gotinên pêşiyan, îro sûd werdigire û wan bikar tîne?”

Peyvek pir watedar e bi rastî jî. Miorov her tim daf li pêşerojê xistiye û nexwastiye di dema îroyîn de pêşerojê bibîr bîne. Bi kurtasî mirovên vê demê “şîrê keran” xwariye, ji bîr kiriye heqîqeta xwe.! Dê, bav û kalên me îro amûrên pêkenokan in, di jîyana jenerasyên nû de! Tiştê balkêş û sosret ewe ku ev yek li xweşa me jî diçe!? Kes naxweze hişyar bibe û jiyana xwe bixe lêpirsînekê! Ev xew ji wan re pir şêrîn tê. Hemû pergalên qirêj, ji bo ku mirov tênekoşiyan û li berxwenedan her ku çû rewx dijwartir bû. Em bi tiştên nû xapiyan, me nûjeniyê şaş fêhm kir. Me guherîn û veguherînê baş bikar neanî. Îro jî, pergalên birçî û xwînxwar bi vê kêmasiya me baş dizanin û li wê gorê tevdigerin.

Ma ji vê trajediyê û mezintir tiştek he ye? Mirovahî, bi destê xwe dawiye li jiyan, çand û diroka xwe haniye û tîne!

Pêşeroj û paşeroj di afirekî de gere were lihevxistin û di hev re derbas bibe. Êmê li nav herduyan bikeve jî îro, yanî dema niha ye. Ancax wisa em watê bidin jiyanê wekî din ne pêkan e! Angelopoulos jî di dîrokê da li bêdawîtiyê geriya her tim. Nexwast xal dayne dawiya fîlm û gotinên xwe. Wext ne do û ne jî îro bu ji bo Angelopoluos. Wext, niha bu, dema ku em têda dijîn. Li gorî wî mirov nikare ji dîroka xwe biqete tu carî. Gava mirov ji dîroka xwe qetiya mirov kêm û nîvco ye. Ji lewra jî di fîlmên xwe de her tim bi dîrok û mîtolojiyê bingehek ava kir. Lewra rastiya mezin di pêşerojêde veşartî bû. Do û îro bi hevda zeliqand û bi sekansên dirêj trajediya mirovên vê demê hanî ziman.

Beriya dest bi sînemayê bike hêviyên wî yên derheqê sosyalîzmê de li ser xwe bûn. Lê her ku çû hinek hêviyên wî qut bûn. Tenê bi hestiyarî girêdayiyê sosyalizmê ma. Ew bixwe vê yekê wisa tîne ziman, “ Em nifşekî wisa bûn ku me bawer dikir emê dinê biguherînin lê mixabîn me dinê nexiste rewşeka baş û neguherand.” Lê dîsa jî tu caran hêviyên xwe ji bînî nebiriye û di fîlmên xwe de her tim deriyê hêviyan vekiriye. Bi karekterên bêhempa xwast dîroka bêdeng bîne ser ziman û bêdengiyê bipelişîne… Çewa me li jor jî anî ziman sînemaya Anelopoulos, li hemberî feraseta sînemaya qlasîk e. Theo sînemayeka nûjen afirand û bi zimanekî xweser û xwerû sînemaya xwe pêş xist. Nedixwast ku temaşevan bikevin nav fîlm û di wir de qatarsîs (ji hestan rizgar bûn) bibin. Lewma jî teoriya Bertol Brecht ya “şanoya epîk” sûd wergirt. Xwast ku temaşevan ne ji nêz da ji dûr de li mijarê binêre. Bi çavekî biyanî nêzî rewşa li holê bibe. Bi kurtasî ew temaşevanên çalak û vepirsîner dixwast. Di fîlmê wî de şanepirs gelek in û mêjûyê mirov dixwrîn in. Ji xwe zafek filmê wî epîk in û weka destaneka bê dawî ne. Angelopoulos, kadraja xwe li gorî heyîn, evîn, nakokî, şer, hêvî, bawerî û poşmaniya mirovên sedsala 20’an saz dikir. Lewra di vê sedsalê de mirov ker, gêj û lal bû ye. Şivarêya ku tê de derbas bibe ji bîr kiriye. Neçar ma ye û serobino ye! Nizane çi xweliyê li serê xwe bike. Anglopoluos derdê van kesan hilaniye ser pişta xwe û berê vîzora xwe daye wan…

Angelopoulos: şer, sînor, rê, rêwî, koçberî, mirin, talan, penaberî, mişextîbûn û dîmenên bi mij…

Hema bibêje Angelopoulos di hemû fîlmên xwe da hin kesan derdixe rê. Rêwîtî di fîlmên wî de nîşaneyeka sereke ye. Êrê kesan derdixe rê, lê xaya wî tenê ne ev e; ew dixwaze bi kesan re pirsgirêkên civakî raxe ber çavan. Dixwaze bi van kesên ku derdixe rêwîtiye peyamên civakî bide mirovahiyê û vê yekê baş jî pêk tîne. Ji ber ku di vê rêwîtiyê de erdnîgarî, çand, jiyan, kes, nêrînên cur bi cur tên nîşandin rêwitaya di fîlmên wî de pir dewlemende. Di her hêlî da mirov têr dike. Li gor wî derketina rê dîtina rastiyê ye. Gava mirov di ciyê xwe de rûne rastî jî ji miorvan dûr dikeve. Lewma pêwîste mirov ji qalikê xwe derbikeve û derdora xwe baş bibîne. Heqîqet ancax wisa tê dîtin. Aha Angelopoulos jî bi van kesên ku derdixe rêwîtiyê heqîqet û rastiyê nîşan dide û dixwaze mirov li pey vê şopa ku derxistiye holê here. Dînamîkên di fîlmên wî de navneteweyî ne. Mijar, kes, derd, kul, êş, azar…Her çikas bi neteweyî dest pê bike jî tiştê dixe qadraja xwe zafekî wan navneteweyî ne. Tiştên ew vedibêje hemû mirovên vê demê eleqedar dike. Kurtasî Angelopoulos bi sekn û hunera xwe neynika sedsala 20’an e. Her kesek tiştek ji xwe dibîne di neynika wî de… Dijwariya şer her tim vedibije bi dîmenên balkêş û kovandar. Şer beriya her tiştî di nava mirovan de sînoran ava dike û jiyanên bextewar tarûmar dike. Mirov neçar dimînin û diqetin ji hev; evîndar, heval, xizm, dê û bav, bira û xwuşk. Veqetandineka ku nayê gotin bi tu zimanî! Hesret û bêrîkirina dûrîtiyê her tim wan diêşîne. Şer, dojeha wan ya ser rûyê vê dinê ye! Angelopoulos nerêniya şer pir baş vedibêje û qirêjiya şer dixe binê erdê bi dîmenên xwe.

Şer dibin sedema sînoran. Kesên di fîlmên Angelopoulos da dilîzin her tim sînor derdikevin hemberî wan. Di fîlmê “Gavê Leglegê Yê Derengmayî” de peyvek wisa derbas dibe, “Ji bo em bigîhijin mala xwe em ê hêj çend sînor derbas bikin.” Dîsa mirov hîn dibe ku her çikas sînor hatibin ava kirin û mirov ji hev qetiyabin jî rê û rêbaz tên dîtin û sînor tên çirandin. Ji xwe sînorên hatine danîtin jî tiştekê bêwate ne! Sînorên hatine ava kirin kirêtiya şer bi awakî tazî radixe ber çavan. Sînor astengî li ber wan kesan çêdike lê ev asteng bi awakî dihelin û pûç dibin. Tu sînor nikarin li hemberî vîn û hêza mirovan bisekin in! Ji xwe sînorên mezin di ferastan de veşartîne. Nexwe sînorên li ber çavan ne tiştek in. Angelopoulos van her du sînoran jî nîşanî me dide. Mişextîbûn, watekî wê dinê ; bi saxi ketina tirbê! Ji welatê xwe derketin, ji çand û zimanê xwe dûr ketin birîna bi xwe kirî bi xwe ye! Li welatekî din biyanîbûn jana herî mezin e. Di fîlmên Angelopoulos de kesên koçber bûne her tim di nav neçariyê da ne. Şer, zilm û zordarî mirovan neçar hiştiye ku bibin penaber.

Penaberî; wêranbûna derûnî û sedema jana zirav.

Koçberî; bêrîkirina zimanê dayikê.

Îstasyonên trênan; hêviyên çûyîn û hatinê

Rê û rêwîtî; dîtina rastiyên ku qet nayên veşartin

Û dîmenên bi mij.

Ji xwe sedsala 20’an jî bi mij û moran e! Nediyarî û bêhêvîtî..Mirovan tu rehetî nedîtiye ji canê xwe! Di fîlmên Angelopoulos da hewa her tim sar û bi berf e. Cemidandina sedsala xwe bi dîtberiyeka bêhempa vedibêje. De nava dîmenên wî yê bi mij de mirovên bextewar qet nayên xwuyanê. Di hemû quncikan de kovandarî rûniştiye û xemginiyek heye li holê. Ji lewra sedsala 20’an tabloyek wisa derxistiye hemberî mirovahiyê. Angelopoluos jî vê tabloyê şîrove dike. Zimanê xwe î bi kul, dilê xwe î bi xwîn û evîna xwe î bêderman resm dike…

Çewa ku Rênas Jîyan di helbesta xwe da tîne ziman, “ Li van deran nemaye jîn. Evîn basko. Dil kût. Azadî qop. Lê hêvî heta sibê akyanûs.” Di fîlmên Angelopolus da jî her çikas rewşek xetere hebe jî hêvî her tim hene û heta sibê okyanûs in. Her çikas mij û moran be jî di sênemaya wî de “ serê azadiyan zîl dide li asoyan” Ev jî nîşan dide ku Angelopoulos di dilê xwe de baweriya sibê hişk nekiriye… Her tim bi xwe re gerandiye û av daye şitlê azadiyê…

Ji xwe di peyveka xwe da wisa dibêje Angelopoulos, “ Dîsa jî sînema, tiştê ku ez jê fam dikim; form û rêbazeka berxwedanê ya li hemberî gerdûna riziyayî ku em tê da dijîn e. Sînema, ji bo kesên bêguneh hewldana nîşandina rastiyên dîrokî ye ku ser van rastiyan tu tişt nikare biveşêre.”

Wê sibê çikas bidome? Bêdawîtî û rojek…

Ger rojek ji mirina we re bimîne hûnê çibikin? Hunê xwe çewa bihizirînin? Bi ku ve herin? Gava yek hîn bibe ku wê kêngî bimre, jîyan wî tevlîhev nabe gelo? Mirin, dawiya jiyanê, koçkirina bêdawîtiyê û bêdengîyê… Ev peyv bi xwe rihê mirov diqetîn in! Ne tiştên hêsan in ji bo mirovan. Mirin; peyva ku hemû felsefe hatine li ser sekinîne û ji navê derneketine! Yewnanîstan bajarê Selanîkê…Niviskarê navdar Aleksander, bi nexweşiyek dijwar û bêveger re rû bi rû ma ye. Ev nexweşî, wî neçar dihêle ku jiyana xwe, ya li pişt xwe hiştiye di ber çavan re derbas bike. Ji wê lomê mecbûr dimîne ku ji mala xwe, ya ku li ber qiraxa bahrê ye derkeve û ji nû ve bikeve nava jiyanê ango derkeve rêwîtiyê. Di vê rêwîtiyê de wext tev dikevin nava hev. Jiyana wî ya berê û ya îro di heman sekansan de tê vegotin. Wext, carna dibe rojek û carna jî dibe bêdawîtî…Di heman demê de kesên nû derdikevin pêşiya Aleksander di vê rêwîtiyê de.

Wiha dibêje qîza wî, “ Hê jî aqilê min hilnagire ku çima te dev ji hemû karên xwe berdaye û bi du helbesteka nîvco ya sedsala 19’an ketî. Nebî ku tu bêjî min dev ji vê xebatê jî berdaye.” Alexander demek disekine û wiha bersiv dide qîza xwe, “ Nizanim…ez bêjeyan nabînim…” Bêje jiyan in lê ji ber jiyan ketiye nav xetereyek mezin, bêje jî qirêj bûne û xeyîdîne ji mirovan ji lewra jî xwe nîşanî niviskarê me nadin…Alexander nêçîrvanê bêjeyan yê sedsala xwe ye, lê çi feyde di sedsala wî de, ji bêjeyên bi watedar re cî tune ye! Hukmê bêwatebûne xwe weke lavlavkê li herderî pêçaye…gewrî qul dibin û jiyan difetisin.

Ji zarokekî penaber û mişext re vekirina hembêzê. Hembêzeka kovandar.

Zarok…her yek ji welatek cûda pekiya ye û hatine ketine welatekî dinê. Ji şer reviyane, ji neçariyê di temenên xwe yên biçûk de penaber bûne. Derketine bazara gura û li ser sofrê weke amûrekî tên firotin. Mafya zarokan wan berhev dike û ji bo bifroşin dewlemendan derdixin ser dikê. Mirovên dewlemend ku zarokên wan tune ne, ji xwe re çawa ku amûrek ji

rêzê bikirin zarokan hildibijêrin. Bi awakî vekirî tên firotin. Xeyalên zarokan têk çûne û di nav şert û mercên dijwar de jiyanekê didomînin. Bi awakî tesaduf Alexander leqayî zarokekî Arnavût dibe. Ku ev zorok jî yek ji wan ê jorêye û penaber e. Bi naskirina vî zarokî jiyana Alexander diguhere. Zarok hêvî û bawerî pêra çêdike. Ev zorokê Arnavût jî dikeve destê mafya zarokan. Alaxender jî dibîne ku di destê wan de ye dide dû wan. Ji xwe beriya li dû wî zarokî here dîsa carek wextê polîs didin du Alexander wî hiltîne texsiya xwe û wî diparêze, nade destê polîsan. Naskirina wan wisa dest pê dike. Înca gava cara duyemîn wî zarokê dibîne nas dike û wijdanê wî tahamûl nake dide du ku ji destê mafya zarokan xilas bike. Sekna Alexander berpirsyariya axalqî ye. Her çikas rojên xwe yên dawiyê bijî jî nabê je çi ji min re û bertek nîşan dide. Ev sekna wî sekneka pir watedar e. Alexander, bi felsefa “ yek jî yek e.” tevdigere. Wijdanê xwe nafroşe şeytan… Werhasil Alexander zarokê Arnavût bi awakî ji destê mafyayan derdixe û direvîne. Bi vî zorakê re bi demê ra hevaltiyekê çêdike naxwaze jê biqete. Her çikas wî bive sînor û teslîm bike jî zarok naxaze vegere welatê xwe. Ditirse, zarok naxwaze carek dine bikeve nava narincok û jiyana xwe ji dest bide. Çimkî gava ji welatê xwe derketiye bi zor û zahmetî ji sînor derbas bu ye bi hevalekî xwe re. Zarok çîroka xwe ji Alexander re vedibêje; qala şer, gund û welatê xwe dike…

Zarok paşve vedigere û Alexander carek din wî dixe texsiya xwe bi xwe re tîne. Êdî ew jî dizane ku naxaze dev ji vî zarokî berde…li deverekî disekinin û Alexander qala helbestvanê ku bêje û peyvan dikire dike. Zarok paqijî û wate ye ji bo wî. Dîsa yê herî jê fam dike û jê ra stranên biçûk dibêje dîsa ev zarok e. Ev zarok nîşaneya hêvî, bawerî û paşerojê ye. Alexander jê hêz digre. Û çîroka helbestvan Solomos jê re vedibêje. Solomos, li Îtalya mezin bu ye û li wir jîya ye. Li ji ber ku gelê Yewnanîstanê serî rakiriye û doza serxwebuyinê dike, Solomos jî biryar digre tê welatê xwe Yewnanîstanê. Ji xwe her roj diya xwe di xewna xwe da dîbîne, diya wî gazî wî dike. Ji bo helbestê rizgariyê binivisîne vedigere warê bav û kalên xwe. Lê mixabîn bi zimanê dayikê nizane û ji gel fam nake! Ji bo hîn bibe bi peran bêje û peyvan dikire…wisa wisa hîn dibe û helbestên xwe dinivisîne.

(Piştî Solomos, bi sed sal şûnde wê helbestvanê Îtalya’yî Ingazio Buttita vê helbesta xwarê binivisiyaya…)

Eger gel’ek hatibe zîncirkirin

Şêlandin

Û bêdengkirin

Ew gel azad e hê jî

Bê kar bihêle

Paseporta wî jê bistîne

Masa ku li ser xwarin dixwe

Ciyê ku li ser radizê

Dewlemende hê jî

Gel’ek

Xizan û dîl e

Gava zimanê wî tê dizîtin

Yê ku ji kalê wan ma ye

Wendaye êdî…

Ji xwe derdê Alexander jî zimanê dayikê ye..dibe ku ji ber zimanê dayikê baş nizane..helbestên wî nîvco dimîn in. Serfiraziya bi zimanê dayikê tiştekî cuda û watedartir e. Alexander bi vê kêmasiya xwe baş dizane. Û valahiya ku nayê tijîkirin dizane dermanê wê çi ye. Lê dereng ma ye… Diya Alexander li nexweşxanê radizê. Alexander, ji ber zane wextê wî zêde nemaye diçe serdana diya xwe. Tiştên ji diya xwe re dibêje ji dil û can in û diyare ev pirsgirêk zahf wî êşandiye. Dixwaze diya wî ew efû bike. Wiha dibêje ji diya xwe re, “ Çima dayê, tiştek li gorî dilê me çênebû? Çima? Çima mirov dirize û dipete diçe…bêdeng…di nava êş û daxazan de perçe perçe bûyî..Çima min hemû jiyana xwe çewa ku ez li mişextiyê bim derbas kir? Derfetên min yên ku ez bi zimanê dayikê biaxivim hebûn lê çima ewqas kêm vegeriyam welatê xwe? Bêjeyên ku di nav bêdengiyê da hunda bûne min dikaribû derxista lê çima min di malê de dengê piyên xwe tenê bihîst? ” kula ziman kezaba wî şewitandiye û her tim jê ra bû ye hesretek mezin zimanê zikmakî. Zimanê dayikê hebûna mirov ya li ser rûyê dinê bi watedar dike. Bêguman gava ew tunebe her tişt tamsar û sexte ye!

Çewa ku Montaigne jî dibêje, “ Çima li rojeka din, li axeka din digerî? Ku tu ji welatê xwe birevî ma dikarî ku ji xwe jî birevî…”

Alexander beriya kurik bişîne ba keştiyê ( kurik dîsa bi awakî penaper dîmîne û neçar dîmîne dihere ciyekî dinê) pêra siwarê otebusekê dibin. Ev otebûs meteforeka pir girînge. Pir kes tên siwar dibin…ji xwe ji yan jî weke otobusekê nî ne gelo? Herkes li rawestgehekê siwar dibe gava ciyê wî tê peya dibe. Ev otobus weke kurtesaziya jiyanê bi xwe ye…Bi dorê şoreşgerek, du heval (hevserê hev in), çend hunermendên kuçeyan û herî dawî helbestvanê me Solomos siwarê otobusê dibe…Alexander bi pey helbestvan dikeve û jê dipirse, “ ji min re bibêji wê sibe çikas bidome?” Lê belê helbestvan tu bersiv nadêyê… Ji otobusê peya dibin Alexander zarokê Arnavût dibe ba keştiyê. Di texsiyê de kurik bêjeya “ Argadînî” ku wata wê “zahf derenge” ye difroşe Alexander. Berê jî peyva “biyanî” firotibûyê. Kurtasî wateyek wiha min derxist ji van peyvan, “ Tu zahf dereng ma yî kesê biyanî.” Ev her du peyv jî hev du temam dikin û rewşa Alexander baş şîrove dike ango tîne ziman.

Di heman demê de ev derengiya Alexander tê watekî dinê jî. Rewşenbîr, niviskar, helbestvan û ronakbîrê sadsala 20’an her çikas xwastibin rewşa neyênî biguherînin û ji derdê mirovan re çareseriyekê biafirînin jî mixabîn qeweta wan têr nekiriye û bêdeng ma ne! Angelopoulos, trajediya kesên zana di kesayeta Alexander da daye nîşandan. Derengiya pêşengên gel bi xwe ye perpitîna Alexander! Bi rastî jî ev rexne rexnekî pir watedar e… Di dawiya film da Alexander dîsa vedigere mala xwe ya li ber qiraxa bahrê û bi jina xwe re di heman dîmenê de tê dîtin. Alexander dîsa jî hêviyên xwe nabire û naxaze here nexweşxanê. Mirinê napejirîne û dixwaze bijî, lewra zane ku nexweşxane qada mirinê ye! Di sekansa dawî de wiha dibêje, “ ji bo sibê dixwazim planan çêbikim û wê her tim yekî baş hebe ku bêjeyan bifroşe min.” Ji xwe dawiya fîlm jî bê dawî diqede weke hemû fîlmên wî…dixwaze em bi fikr û ramanên xwe dawiya fîlm tije bikin…

Bersiva wê sibê çikas bidome jî ji devê jina xwe dibîhîze, “ Bêdawîtî û rojek..”

Piştî vê peyvê Alexander berê xwe dide bahrê û van bêjeyan li du hev dubare dike,

Bîyanî….Argadînî…Bîyanî ….Argadînî…..

Nîşe:

Gava mirov qala Angelopoulos bike pêwîste mirov hunermenda (muzîsyen) navdar Elenî Karaindrou ji bîr neke. Bi muzîka xwe piştgirî da ye zafek fîlmên Angelopoulos. Wextê mirov muzîka Karaindrou ji fîlmên Angelopolus derxe bêguman wê wate û hêla helbestî qels bimîne. Ji lewra muzika Karaindrou û dîmenên Angelopoulos hev du temam dikin û bi hev re bêtir hêz didin herikbariya fîlm…

Angelopoulos kî ye?

Theo Angelopoulos di sala 1935’an de li Atîna’yê hatiye dinê. Li Atîna li ser hiquqê perwerde dibîne. Gava ku perwerde dîbîne wextê leşkeriya wî tê û mecbur dimîne here peywira xwe ya leşkeriyê bi cî bîne. Piştî leşkeriyê ji bo di zanîngeha Sorbonne de perwerda wêjeyî bibîne di sala 1961’an de diçe Parîs’ê. Lê xwandekariya wî ya li vir salek didome. Di sala 1964’an de vedigere Yewnanîstanê û li wir di kovareka bi navê “Veguherîna Demokratîk” de rexnegiriya fîlman dike. Di sala 1967’an de li Yewnanîstanê darbeya leşkerî çêdibe. Kovara ku tê da dixebite ji ber ku di çizgîyek çep de tê weşandin tê girtin. Angelopoulos di sala 1969’an de dest bi parezvaniyî dike. Paşê jî bi fîlmên ku dikşîne dibe derhênerê herî bi navdar yê Yewnanîstanê…

Angelopoulos, gava bi kişandina fîlmên xwe yê dawiyê “Behra Din” re mijul dibe (24. çile. 2012) jiyana xwe ji dest dide.

Fîlmografî

Ji nû ve zindîkirin (1970)
Rojên 36’an (1972)
Kumpanya (1975)
Nêçîrvan (1977)
Rêwîtiya Kîtera’yê (1982)
Mêşvan (1986)
Dîmenên Bi Mij ( 1988)
Gavê Leglegê yê Dereng Mayî (1991)
Nêrîna Ulîs (1995)
Bêdawîtî û Rojek (1998)
Mêrga Digrî (2004)
Toza Demê (2009)

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse