Amûdê û sînemeya şewitî?

0
15
REKLAM    

Navê Amûdê ji sala Toşê de bi şewatê derketibû. Di 1937ê de, Sûriya di bin sêwana Fransiyan de bû û balefirên xaçhilgiran Amûdê û gundên derdorê bi agir û bombeyên xwe şewitandibûn. Gava dapîra min behsa wê salê dikir, wê sînga xwe bi kulman dipelixand.

Lê di 1960ê de, Amûdê bi rastî bû xwediya navê xwe : Amûda şewitî. Di şeva 13yê çiriya paşîn de, agir bi sînemeya bajêr ket û ji dused ta sed zarok bûn çêreya mirina ziktêr û çavbirçî. Ew xunce bi salekê yan du salan ji min mezintir bûn û ji nişka ve, ew qurifîn û ji vê dinyaya şekir û mewîj û kulîçeyên cejnan û « Sibeha we bi xêr eyda we mibarek » bê pahr man.

Desthilatdarên sûrî şagirtên dibistanan bi zorê dişandin sînemayan û bi pereyên bilêtan pişgiriya şoreşa Eniya Rizgariya Cezayirê dijî Fransiyan dikir. Di sibeha wê malkambaxiyê de, ez li ser biskilêtê xwe yê sê çerxî siwar bûm û min berê xwe da sînemeya ku bi du çarçikan ji mala dapîa min dûr bû. Li ser riya koça dawîn, zarokan bi destên xwe yên piçûk imze û mohrên jiyana xwe ya qurmiçî li ser dîwarên bedbextiyê hiştibûn. Duman hê ji çend deran derdiket û, wek ruhên westiyayî, wê di temaşegeha bêyom de xwe li hev dipêçand. Sol, dest, nigên reşbûyî li ser axê belav bûn û dengê girî ji hemû taxên bajêr radipelikîn perrên asimanê bilind. Dê û bavan xwe davêtin ser zarokên xwe yên ku ji mirinê filitî bûn û ew li ser sînga xwe diguvaştin û diêşandin. Di hewşa mizgeftan de, termên ji komer û qîrê reştir raxistî bûn û dê û bavên wan dihatin ew bi saya berbejnekê, gerdeniyekê, gustîlkekê nas dikirin. Bîhna goştê şewitî bi bajêr ve bûbû benîşt, nema diçû û cenazeyan li pey hev wek pêlan deryaya şînê ber bi başûrî ve dikişiyan. Jinan por û kezî bi xwe ve nehiştibûn û bi naperûşkan rûçikên xwe di nav xwînê de hiştibûn. Mezinên bajêr û şêx û meleyan hewl didan da ku wan haş bikin. Wan digot, çi ye ne çi ye, zarok şehîd bûn û aniha wek çûkan di buhiştê de bi firîşteyan re difiriyan. Wan gotinan hinekî dayên kezebperitî haş dikirin lê êş dîsa ji nişka ve dipijiqî û wek pezê ku bê serjêkirin, orînî bi wan pepûkan diket. Mirin ji buhiştê û ji dinya din rastir bû, ji ayetên Qur’anê û sozên cîhaneka şad xurttir bû. Malek ji Amûdê nema û lawekî wê di wî agirê de neçû. Zarokên ku dê û bavên wan termên wan nas nekirin di gorekê mezin de hatin veşartin. Di çend rojan de, daristanek ji kêl û kevirên ber seriyan li başûrê goristana kevin bilind bû.

Amûdê xwe bi girî kuşt, lê ji ber lawekî xwe, ew şanaz û serbilind bû. Navê gelek qehremanên ku zarok rizgar kiribûn bilind bûn, lê navê Mihemedê Deqorî, bavê hevalê min Fehedî, bi ser hemûyan ket. Tîpên vî navî tev li yên mêrxasî û canfedayiyê bûn. Wê êvarê, li navenda bajêr, xortekê çeleng bihîst ku agir bi sînemeyê ketibû û lawê wî di nav de bû. Ew bi rê de bû gava Fehedî jê re got ku ew xelas bûbû û tiştek bi wî nehatibû. Wê êvarê, soza Mihemedê Deqorî bi dîroka Amûda şewitî re hebû. «Lawê min, hemû zarok û ciwanên Amûdê wek te zarokên min in.» Wî xwe li pêlên agir û dûmana dojehê xist, du zarok xistin bin çengên xwe û ew dûrî rivên agirê xurt û mirina çavbeloq avêtin derve. Cara duyem, wî bi çeplê sê zarokan girt û ew derxistin, lê qêrînan ji her aliyî perdeyên guhên wî qul dikirin û «Hawar apo! Hawar xaloooooo!». Aya ew çend caran di navbera mirin û ne-mirinê de çû û hat? Gelo wî çend zarok spartin hembêza jînê û çend gulên amûdî ji das û navperûşkên mirina zikreş dûr xistin?

Qehremanê sînemeya Amûdê dixwest bibe hezar Mihemedên Deqorî û ji wan zimanên agirînî pirtir bibe. Wî dixwest ku hezar dest û zend jê re şîn bin da ku ew wan belengazan ji mirina misoger biparêze. Lê germa hundir hema gûrrtir û dijwartir dibû û dûmana bi tîn maxên ji hesin ên banê xanî nerm dikirin. Yek ji wan maxan bi dengekî ku ji kûrahiya malwêraniyê derdiket panzede bîst kesên bêguneh bi xwe re birin warê nebûnê û yek ji wan jî Mihemedê Deqorî bû. Di wê rojê de, Rustemê Zal, qehremanê herî navdar yê dastan û çîrokên kevnare ket bedena xortekê bejinzirav û lihvehatî ji Amûdê. Ew bû Mihemedê Deqorî, xortê sîh û du salî, xortê herî bi temenê xwe saldar di nav koça bigorên sînenemya Amûdê de.

Piraniya gelê Amûdê bawer nekir ku ew şewat qeda û qeder bû. Abdul Hemîd Al-Sarac fermanên xwe ji Jamal Abdul-Nasirê misrî digirtin û di tebaxa wê sala 1960ê de, wî hemû endamên serokatiya Partiya Demokrat ya Kurdistanê girtibûn. Ji bo muxaberatan, ango Mîtên Sûriyê, her kurdê ku diçû dibistanê û dizanîbû navê xwe binivîsanda dijminê erebperweriyê bû.

Li şûna sînemeya şewitî, bexçeyekê hûrik yê nazdar şîn hat. Bexçevan bêguman bavê lawekî yan çend lawan bû ku bûbûn çêreya agirê sînemayê. Wî bi şev û rojan xwe bi ser wê axa kezebperitî xwar dikir, tevir dida, jê hez dikir û bi xwîn û xwêdana xwe av dida. Ew li her aj û gulê wek li reşika çavên xwe miqate bû.

Piştî bêhtirî pêncî salî, mirina wan zarokan hê di hişê Amûdê de ye, lê ne Amûda şewîtî ha, Amûda rengîn, Amûda şêrîn, Amûda bêrîkirinê.

Têbînî: Ev gotar cara pêşîn di kovara çawdêrê de di 06 meha 08ê, sala 2012ê  de bi zaravaya soranî û bi « wergerandina » Sîrwan Rehîmî belav bûye. (Fawaz Husên)

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse