“Derhênerekî pak ancax, bi senaryoyeka baş dikare berhemeka bêhempa biafirîne. Dîsa derhênerekî ne pak, bi senaryoyeka ku zêde baş be jî nikare fîlmekî hêja derxe holê. Li gor methelokeka sînemayê em dikarin wisa jî şîrove bikin; pêwîste ji agir û avê bi hevre derbas bibin. Mirov ancax wisa dikare fîlmekî bêhempa derxe holê û hêza herî mezin di senaryoyê de ye.” A.Kurosawa
Akîra Kurosawa xwe bi vî navê derdixe pêş û xwe weke firoşkarekî ku donê beqan difroşe dibîne. Gava mirov ji dûr de li vî navê dirêne, mirov Kurosawa baş fêhm nake û pê dernaxe ka ji bo çi vî navê li xwe kiriye. Lê gava mirov Kurosawa ji nêz de nas dike û diçe zaroktî ango ciwantiya wî, ew gav mirov çêtir têdigîhije bê çima navek wisa li xwe kiriye û xwe weke firoşkarekî ku donê beqan difroşe dibîne…
Donê beqan çiye? Çewa û di kîjan şert û mercî de derdikeve holê?
Li welatê Japonya bûyerek wisa heye; mirov gava beqan digrin wan dixin mezelekê (ode) ku herçar aliyê wê bi awêneyan (eynik) hatiye pêçan. Gava beq di ewêneyan de li xwe dirênin têda, xwe û biriqînên xwe dibînin. Beq di bin bandora vê yekê de dimînin û bi saya vê bandorê di hundirê xwe de donekî (rûn) berhev dikin. Paşê ev don ji beqan tê girtin û bi rojan, bi hin pelên daran re tê kelandin. Piştî don û pelên daran têr û sertêra xwe bi hevre dikelin îksîrek bêhempa derdikeve holê. Tê gotin ku ev îksîr dermanê gelek nexwaşiyane. Bi taybetî jî ji derên hatine birîn û ji şewatê re yek bi yek e…
Kesên bi karê donê beqan re mijûl dibûn bi sebir bûn û pir dixebitîn. Ji bo îksîrekê bidest bixin bi şev û rojan digeriyan û li dû beqan bûn. Beqên wan jî cûda bûn…Beqên ew li wan digeriyan çar pî li pêş û şeş pî jî li paşbûn. Îksîr bi donê van beqan çêdibû. Lewma jî pir zahmet dikşandin. Karê wan ne karekê ji rêzê û hêsan bû…Kurosawa jî weke van kesan ji bo îksîrekê derxe holê bi şev û rojan dixebitî, digeriya û di mercên zahmet de jiyana xwe didomand. Lê di dawiya lêgerîna xwe de digihîşte armanca xwe.
Îksîr ango fîlmên Kurosawa jî wisa derdikevin holê! Jiyan ji bo wî bi awêneyan dorpêç kirîbû. Ew li kur dirênî xwe didît û bi vê dîtina xwe, vedigeriya hundirê xwe û berheman diafirand. Her fîlmekî wî weke îksîrekê bû û ji bo birînên mirovan weke dermanekî bûn. Fîlmên wî ji bo giyanên riziyayî îksîrek bû, îksîra ku asoyên xeyalên mirov fireh dikir. Ew ji xwe weke beqê her tim diguvaşt û dixwast ji jan û kedera gelê xwe re bibe bersiv. Kurosawa bi sê çar aliyan li xwe dirênî û zafek aliyên jiyanê, bi nêrînên cûda didît. Jiyan, bîr, bawerî, bîranîn û çanda welatê wî weke awêneyan, li hemberî wî bûn. Her ku Kurosawa li van awêneyan dirênî, turikê wî yên çîrokan her roj bi rengekî cûda dixemilî…heta kû ew tûrik rojekê tijî bû…êdî Kurosawa jî dest bi vegotina van çîrokan dikir.
Rûnê malê bûn berhemên wî, safî û xwerû bûn. Tahma berhemê wî ji malê bûn bi qasî jiyana wî, lewra jî fîlmên wî dilpakiyekê xwedî dikir di naveroka xwe de. Ew, pê bawer bû ku wê herî baş bi sînemayê karibe çîrokên xwe vebêje û biryar da ku dest bi sînemayê bike. Kurosawa xwe weke beqê dibîne û kurtejiyana xwe bi saya vê rewşa beqê ji me re pêşkeş dike. Ji bo mirov vê rewşê çêtir fêhm bike pêwîste mirov carek din li ciwantiya wî vegere û birêne bê ka ew çewa îksîra xwe çêkiriye û bi me daye vexwarin.
Heîgo, “Pêwîste tu ji rastiyan dûr nekevî û li dûr nerênî.”
Bêguman zaroktiya mirov ji bo pêşeroja mirov weke îksîrekê ye. Ji xwa gava mirov berhemêkî derdixwe holê teqez mirov di bin bandora zaroktiya xwe de dimîne. Zaroktiya mirov dewlemendiyeke ji bo pêşeroja mirov. Mirov dibîne ku gelek hunermend ji zaroktiya xwe sûd wergirtine û berhemên bêhempa afirandine ji dema zaroktî an jî ciwantiya xwe. Kurosawa jî di dema zaroktiya xwe de gelek tiştên balkêş dîtiye, bihîstiye û guhdar kiriye. Di pêşerojê de jî van tiştan di sînemayê de bikaraniye û li gorî nêrîna xwe şîrove kiriye.
Kurosawa hêj di temenekî biçûk de diçe sînemayê û li salonên sînemayê gelek fîlman temaşe dike. Siûda wî ew bû ku rewşa bavê wî ya aborî pak bû û dikaribû wî bibiraya sînemayê. Bavê Kurosawa ji malbatek Samûray dihat û li nîrx û kevneşopiyên samûrayan xwedî derdiket. Her wiha bavê wî ew dibir şanoyê jî û dixwast Kurosawa van huneran jî nas bike û xwe pêş bixe. Kurosawa di dibistanê de zarokekî ewqas bi serkeftî nîn bû, lê ji xêzkirin û wêneyan hez dikir. Herî zêde li ser wêneyan disekînî û xwe pêş dixist. Ev hezkirina ji çêkirina wêneyan, wî li ser piyan dihişt û dibû sedem ku jiyana xwe bi kelecantir biborîne. Xeynî wî birayê wî, yê bi navê Heîgo bandoreka erênî li ser ciwantiya wî çêkir. Heîgo, li Tokyo dijiya û bi hunerê re mijûl dibû. Ciwanekî jîr û serkeftî bû. Dixwand û xwe pêş dixist. Gava Kurosawa hinek mezin dibe wî tîne cem xwe. Kurosawa li Tokyo’yê bi hin rastiyan re rû bi rû dimîne. Birayê wî jê re wisa digot, “Pêwîste tu ji rastiyan dûr nekevî û li dûr nerênî.” Kurosawa bi saya Heîgo, hinek xwe û çanda xwe nas dike. Ji xwe tê gotin ku bandora birayê Kurosawa, di hunera wî de rolek hêja digre.
Xwekuştina Heîgo li ser Kurosawa bandoreka dijwar çêdike.
Di wê demê de hêj sînema bêdeng bû. Heîgo jî di salonê şanoyê de van fîlmên bêdeng şîrove dikir. Heîgo Benşî’yek (kesên ku fîlmên bê deng şîrove dikin) bi ser xwe re bû. Kurosawa jî bi birayê xwe re tevdigeriya û bi vî awî gelek fîlmên biyanî (Ewrûpa, Emerîka)temaşe kir û li şîroveyên birayê xwe guhdar kir. Her wiha xwe di hêla wênesaziyê de jî pêşda dibir. Fikr û ramanê birayê wî nêzî yê çepgiran bû û bi wan re tevdigeriya. Gelek caran jî beşdarî çalakiyan dibû û piştgirî dida girevan. Lê piştî ku fîlmên bêdeng ji holê radibin û fîlm bi deng tên kişandin, Heîgo jî bêkar dimîne. Gava Heîgo bê kar dimîne, Kurosawa jî vedigere ba malbata xwe. Hinek wext derbas dibe birayê wî Heîgo xwe dikûje, întihar dike. Xwekuştina birayê wî li ser Kurosawa bandoreka dijwar çêdike. Kurosawa qet naxwaze qala birayê xwe bike an jî bibîr bîne. Ew, bûyera birayê xwe di dilê xwe de didewisîne û kesera xwe bi kesî re parve nake. Kurosawa, bi teşwîqkirina Heîgo, hêj di temenekî ciwan de gelek tiştan hîn dibe. Bi taybetî jî li ser şano û wêneyan fikrên wî pêş dikevin û bi van cureyên hunerê nêrînên wî dewlemend dibin. Di pêşerojê de wê zahf ji van xebatên xwe sûd wergire.
Kurosawa di sala 1936’an de dikeve nav xebatên sînemayê û weke wênesazekî dixebite. Paşê bi derhênerên navdar yên Japonya’yê, Kajiro Yamamoto û Yamasan re dest bi xebatê dike. Ev her du derhêner pê derxistibûn ku Kurosawa ciwanekê bi qabîliyet e û wî weke alîkarê derhêner li ba xwe dan şixulandinê. Kurosawa, li ba van derhêneran hînî ronahî, pevbestin, kompozîsyon, dûblaj, afirandina sahneyan û nivisandina senaryoyan bû. Kurosawa ji sînemayê gelek hez dikir û bi berpirsyarî tevdigeriya. Yamamoto her tim ji Kurosawa re wiha digot, ” Ger tu bixwazî bi vî derhênerekî baş, pêwîste tu her tim senaryoyan binivisînî. Heta ku tu bivî hosteyên senaryoyan…” Bi vê gotina Yamamoto Kurosawa bêtir li ser senaryoyan sekînî û her tim nivisand. Carna ji bo xwe û carna jî ji bo hinek fîlmên din senaryo nivisî.
Sal 1943…Kurosawa 33 salî ye.
Li Japonya’yê derhêrekî nû dengê xwe bilind dike û hebûna xwe dipeyitîne…Êdî Kurosawa di sînemayê de xurt bû bû û dixwast ew jî fîlman bikşîne û herî dawî Kurosawa, fîlmên xwe yê bi navê “Sugata Sanshiro” ku fîlmê wî yê yekemîn e dikşîne.
Gelek fîlmên Kurosawa yê bi nîrx û tije hene, lê di vê nivisa xwe de ez ê bi taybetî qala fîlmê wî yê bi navê Rashomon bikim û bi riya Rashomon, zimanê sînemayê yê Kurosawa binirxînim. Zimanekî çewa ava kir? Nûjeniya zimanê wî çibû? Çima fîlmê Rashomon di dîroka sînemayê de ciyekî taybet digre? Tiştê ku Rashomon îro jî bi me dide temaşe kirin çiye gelo? Dilê min heye li dora van pirsan hinekî qala sînemaya Kurosawa bikim û wî bidim nas kirin.
Nêzîkî 10 sal bû ku Kurosawa di nav sînemayê da bû êdî…Her ku diçû Kurosawa zimanê xwe î sînemayê bedewtir dikir. Di sînemayê de hin şîroveyên xwemal derxist pêş. Li gor çanda Japonya tevgeriya û her dem bi dilnizmbûna xwe, li ber jan û bîranînên gelê xwe rêzgirt. Di salên 1950’de li her derê şer hebû û mirov tî, tazî û birçî li hawirdor digeriyan. Mirov bêtirs hevdû dikuştin û xwîn dirijandin. Naveroka her tiştî dihat guherandin û zafek nîrx dihatin binpê kirin. Kurosawa her tim li hemberî dûrutî û kirêtiya mirovan bû. Ew rewşa wê demê bi zimanekî rast hilda dest û tiştên çewt rexne kir. Di sînemayê de jî bi vê nêrînê tevgeriya û fîlmên hêja kişandin.
Kurosawa wisa digot, “Di wextê şer de peyv tunebû. Azadî tune bû. Piştî şer li ser Japonya gelek nêrînên min hebûn û min dixwast zafek tişan bînim ziman. Ez pir tije bûm ji alî hîsan ve. Wê gavê tenê amûra vegotinê rasteqînî bû. Ez li gor rasteqîniyê tevgeriyam.”
Kurosawa bi fîlmê Rashomon mohra xwe li sînemayê xist. Amûra wî rasteqînî bû di filmê Rashomon de. Rashomon teqandina hîsên wî bû, ku êdî nikaribû bigirta. Bi fîlmê Rashomon riya azadiyê li ber sînemayê û zimanê sînemayê vekir. Kurosawa sînoran qelaştibû û hin rêgezên qlasîk deforme kiribû. Li gor çîroka xwe vegotineka nû afirandibû û bi fîlmê Rashomon nîşan dida ku sînema çikas tiştek bi bandor û ji nûbûnê re vekiriye…
Rashomon…deriyê kelehê an jî deriyê bajêr…
Berê li Japonya deriyên hin bajaran bi navê Rashomon dihat zanîn. Kurosawa vî fîlmê ji ber di çîrokan derxistiye û kiriye senaryo. Ryunosuke Akutagawa ku weke bavê çîrokên Japonya tê bibîranîn, di sala 1915’an de çîrokên bi navê Rashomon û Baxçê Fêkiyan dinivisîne. Kurosawa jî gava van çîrokan dixwîne pir di bin bandora wan de dimîne û dixwaze van herdû çîrokan bi hevdu re girê bide û weke fîlmekî bikşîne. Herî dawî senaryo tê nivisandin û Rashomon bi şîroveya Kurosawa carek din tê nivisandin. Kurosawa girêdayî çîrokê namîne û li gor xwe hin ciyan diguherîne. Bi vî awayî fîlmê Rashomon derdikeve holê…
Mirov çima lewaz e? Gelo dibe ku sedema lewazbûna mirovan, ji revîna rastiyê be….? Wisabe rastî çiye? Gelo rastî li gor herkesî diguhere an na? Dibe ku her kesek û rastiya wî cûda be?
Lê derew? Mirov çima derewan dike? Tiştên ku mirov mecbûrî derewan dike çiye…?
Mirovê tenê xwe bifikire lewaz e! Mirovê tenê xwe bibîne ezezo ye! Lewma jî dikare bi hêsanî derewan bike û ji rastiyê dûr bikeve. Cîhan bi derewan diherime û herî dawî jî rastî ji holê radibin. Kurosawa dixwaze em li pey rastiyê herin û derewan ji xwe dûr bixin. Ji ber vê jî naxwaze em tenê xwe bifikirin û li gor berjewendiyên xwe tevbigeirin. Ew riya rizgariyê ya ji derewan nîşanî me dide…
Şire şira baranê ye…ezman çiriyaye û ewrên giran yên avîs baranê direşînin ji jor ve. Dilopên gir xwe berdidin ser erdê û maç dikin xaka pîroz. Dengê baranê weke helbestekê tê guhê mirov. Lê helbesteka hezîn…Bi dîmenên pêşî yê fîlm mirov hizir dike ku rewşeka ne baş li holê heye. Keser di bin baranê de şilopilo bûne…
Di parêzgeheka (mizgeft) kavil û xerabe de du kes tên xuyanê. Yek ji wan di ber xwe de ponijiye û li ser hev vê peyvê dubare dike, “Fêhm nakim…qet fêhm nakim…Bi tu awî fêhm nakim…” Mirov pê derdixe ku ev kes di nav fikr û gumanan de diçûn û tên…Dûre kesekî biyanî ku di bin baranê de hemû cilên wî şil bûne, ber bi parêzgehê ve bi lez baz dide. Di parêzgehê de sê kes tên xuyanê; yek keşe (bûdîst), yek darvan û yek jî ew kesê biyanî ku paşê hate cem herduyan.
Kesê biyanî gava dikeve parêzgehê dirêne ku ew kesê darvan wan peyvên jorê bikar tîne. Li ser vê yekê ew ê biyan jê dipirse, “Mesele çiye? Ji çi fêhm nakî? “
Darvan, “Beriya niha min çirokek wisa balkêş qet nebîhistibû.”
Biyan, ” Ka ji min re bibêje ez jî zanibim. Çima ji min re jî nabêjî?”
Mirov bi saya cil û bergê wan têdigihîje ku ev fîlm di demeka kevn ya Japonya de derbas dibe. Li her derî şer û pêvçûn hene. Nexweşî û birçîbûn xwe berdaye nav mirovan. Her der dişewite û mirov li xwîna hev dimijin. Mirov dev ji kuştina hev bernadin û jiyanê ji hevre kirine dojeh. Bi xebardana Keşe em rewşa wê demê baş hîn dibin.
Her çikas ev fîlm qala demeka kevn bike jî, dîsa mirov dema îro jî bi hêsanî têda dibîne. Kurosawa fîlm di sala 1950’an de kişandiye. Wê demê jî heman tişt derbasdarbû, lewra şer diqewimîn û mirov hevdu dikuştin. Şerê cîhanê yê 2’yemîn qediyabû û gel di nav birçîbûn û nexweşiyê de digevizî. Yanî tiştek neguherîbû. Ev fîlm derûniya rewşa salên 1950’an jî baş radixe ber çavan û dide xuya kirin ku mirovahî ewqas jî pêşda neçûye!?
Kesê biyan zor dide wan ku meselê jê re jî bibêjin. Êdî darvan xwe nagre û dest bi gotina meselê dike. Bi saya darvan em meselê ji serî de hîn dibin.
Bi kurtasî wisa derbas dibe mesele; Kesekî Samûray, jina xwe li ser hespê siwar kiriye û di daristanê de derbas dibe. Gava di daristanê de derbas dibe pêrgî şakî ango nijdevanekî tê. Şakî êrîşê samûray dike û wî dikuje. Paşê jî tecawizê jina wî dike. Wext derbas dibe şakî tê girtin, lê axavtinên wî û jinika ku tecewizê wê kiribû dijberî hev in û hev du nagrin. Înca pêdivî bi axavtina kesê mirî (samûray) dibînîn û bi saya medyûmekî mirî didin axavtin. Ev car ji mirî tiştekî cûda dibêje. Mesele her ku diçe tevlîhev dibe û ji navê nayê derkevtin. Ji xwe axavtinên darvan ku cara yekemîn ew î mirî dîtibû ji yên tevekan cûdatir e!
Li holê yekî mirî heye. Sûcekî kuştinê heye. Li ser vî sûcê çar axavtinên cûda! Di nav axavtinên her çar kesan de jî nakokî heye, lê belê axavtinên her çaran jî rast tên xuyakirin! Çar kes û çar rastî an jî çar kes û çar derew? Her kesek û rastiya wî cûda ye…Em ê bi kîjanê bawer bibin? Rastiya me çiye li hemberî van? Em ê vê rewşê çewa şîrove bikin?
Dadgeh em in dadgeh çavên me ne!
Di derekî de Keşe wiha dibêje, “Mirî tu car derew xebernadin.” bi vê gotinê senaryo hinek xwe dide dest û mirov li ser axavtina mirî disekine. Gatina herî rast ya wî tê xuyanê. Ji xwe gava medyûm axavtinê diqedîne, kesê darvan rûyê wî zer dibe. Mirî wiha dibêje, “Ez di nav bêdengiyekê de hunda bû bûm çûbûm…paşê kesek hêdîka nêzî min bû…xencera di qelbê min de bêden kişand..” Ew kesê ku xencerê kişandiye darvan(êzingvan) bi xwe ye. Lê heta dawiyê jî bi derewan vê yekê înkar dike, yanî ew jî derewan dike û rastiyê nabêje.
Di fîlm de tiştê balkêş ciyê dadgeh û şêwaza darizandinê ye. Li holê dadgeh tune ye. Di fîlm de lîstikvan li hemberî me diaxivin û meselê bi me re parve dikin. Dadgeh em in. Dadgeh çavên me ne. Dil û mêjûyê me ye. Derûniya me ye. Nêrîn û hişmendiya me ye. Pêşbinî û pêşbiryarên me ne dadgeh. Di şûna dozgeran de em (temaşevan) hene. Di fîlm de wijdan û axlaq em bi xwe ne! Sehneyek bi vê şêwazê qet nehatiye çêkirin. Lê Kurosawa pir wêrek tevdigere û di hilbijartina sahneyek bi vî rengî de qet natirse. Ev helwesta wî encamek erênî derdixe holê û zimanê sînemayê xurttir dike. Hinek tişan bê nîşandan jî vedibêje, ev jî ji bo derhênerekî dewlemendiyeke.
Mirov dikare şîrovekî bi vî awî jî bike, mijar çikas diçe tevlîhev dibe û mirov pê dernaxe kîjan rastî an jî kîjan derew e. Dibe ku Kurosawa ji me re vî jî dibêje, “Gihîştina rastiyê tiştek zor û zahmet e. Tevlîhev e, weke mesela van her çar kesan. Rastî hinek jî di kurahiyê de veşartiye û gava mirov di ser rû de li hin tiştan birêne nikare xwe bigihîne rastiyê. Pêwîste mirov kûr here û hinek xwe biêşîne.” Temaşevan jî di bin tesîra vê tevlîheviyê de dimînin û dikevin lêgerînekê. Ji xwe hin tiştan dipirsin. Bîra xwe dihejînin…Fêhm dikin ku hînbûna rastiyê tiştek bi derd û kul e!
Em werin ser xencerê…Xencer, bersiva mesela me ye! Samûray xwe bi xencerê dikuje. Xencer jî xencereka pir bedewe û li ser motîf hene. Xencer ji ber ku pere dike, darvanê me xencerê firotiye. Lê înkar dike û dibêje ez qet derawan nakim û min tiştek wisa nekiriye…
Di fîlm de du pev derbas dibin. Ev herdû peyv naveroka fîlm ji mere vedibêjin. Gelek tiştên veşartî di nava van herdu hevokan de ye…
Keşe di ciyekî de vê peyvê bikar tîne, “Mirov lewaz e, lewra jî derewan dike. Heta ji xwe re jî!” Ev peyv, peyama fîlm bi xwe ye. Mirov ji ber ku ji rastiyê ditirse û naxwaze pê re rû bi rû bimîne, derewan dike. Mirov xwe jî bi wan derewan dixapîne. Mirov xwe bi xwe bi xwe dipişivîne û hov dike! Fîlm, dide nîşandan ku derew, dirûtî û xaviya mirovahiyê ye. Korbûn e derew, ji heqîqatê dûrketine.
Kesê biyan jî weke Keşe peyveka xurt bikar tîne û peyama duyemîn bi me re parve dike, “Mirov dixazin tiştên nebaş jibîr bikin û derew be jî dixwazin ji tiştên baş fêhm bikin. Ji ber ku ev yek mirov nawestîne û bêzahmet e.” Her çikas mirov bixwaze tiştê nebaş jibîr bike jî zû bi zû mirov nikare jibîr bike. Lê je ber ku mirovahî her tim rêya hêsan dipejirîne û jiyaneka derewîn ji xwe re dike armanc. Ji bo tiştên nebaş zû tên jibîrkirinê jî nebaşî tu car naqede! Ji bo nebaşî biqede pêwîste mirov li ser bisekine, birame û jî bîr neke…Rehetî bingeha zafek nexweşiyan jî amade dike bi xwe re. Yek ji van derew û çewtiye!
Lewma jî gerdûn dibe dojeh û ji devê mirovan agir dibare!
Eger mirov bi hev bawer nebe wê gerdûn bibe dojeh! Bûdîst wiha dibêje, “Ez dixwazim ji mirovan bawer bikim. Naxwazim gerdûn bibe dojeh!” Ji bo mirov bi hev bawer bibe teqez dibê derewkarî ji holê rabe. Nexwe wekî din wê jiyan û gerdûn bive dojeheka ji agir û wê tu felatiya mirovahiyê tunebe…
Bûdîst, Biyan û Darvan
Di dawiya fîlm de dengê pitikekê (bebek) tê. Girîna pitikê û dengê baranê di parêzgehê de dikevin nav hev. Her sê lîstikvanê me di şûna xwe de matmayî dimînin. Bi vê ecêbmayîna xwe li dora xwe dirênin, bê ka deng ji kur tê wan. Dirênin ku li pişt dîwarên texte, di quncikê parêzgehê de pitikek di nav cil û bergan de hatiye pêçan û qûreqûra wê ye digrî. Her sê bi hevre bazdidin ser pitikê de. Kesê biyanî ji ber ku cilên wî qetiyane, dixwaze kîmono (cilekî kevneşopî yê Japonya) yê ser pitikê ji xwe re bive, lê darvan li hemberî derdikeve. Nahêle ku kîmono ji xwe re bive. Li ser vê rewşê kesê biyan bi ser darvan de diçe û wî dijdîne. Kesê biyan yê darvan derewkar derdixe û darvanê me derewa xwe dipejirîne. Li hemberî peyva, “Te çikir bi xencerê? Ger ne te dizîbe kî diziye?” bêdeng dimîne, biçûk dibe û diçewise. Kesê biyanî bi vê hincetê, dîzîtiya xwe jî meşrû dike û kîmono ji xwe re dive.
Pitik; hêvî û baweriya pêşerojê…
Pitik di destê Bûdîst de dimîne. Darvan dixwaze pitikê ji destê wî bigre û ji xwe re bive. Lê yekcar Bûdîst pitik dikşîne ji destê wî û wisa dibêje, “Çidkî tu, ma tu dixwazî perçê paşî jî biherimînî!?” Naxwaze ku pitikê jî bi derewên xwe bi herimîne. Paşê darvan ji Bûdîst re wiha dibêje, “Bi tevahî 6 zarokên min hene. Hema yekî dinê jî çêbibe tiştek nabe.” Darvan, xencerê dizîtiye û biriye firotiye, lê ne belesebep; 6 zarokên wî hene û xwastiye li wan birêne da ku birçî nemînin. Pitikê dixwaze, lewra ew dixwaze gunehê xwe bi saya vê pitikê paqij bike. Ji ber ku pitik nîşaneya pakijî û hêviyiyê ew jî dixwaze pitikê bive malê. Gava Bûdîst vê rastiyê dibihîze maf dide darvan û ji gotinên xwe poşman dibe. Vê carê bi çavek dinê li mijarê dirêne û rewşa darvan wisa dinirxîne. Fêhm dike ku darvan xencerê ji bo debara malbata xwe derbas bike diziye. Lewma jî pitikê dide darvan û wiha dibêje, “Êdî ez dikarim dîsa baweriya xwe bi mirovan bînim.”
Di vê navberê de barana ku ji serê fîlm de dibariya disekine. Girîna pitikê jî disekine û hêdî hêdî tav derdikeve…Pitik hêviye ji bo pêşerojê û tav jî pêşerojê ronî dike bi ronahiya xwe. Kurosawa, bi hêviyan dawî li fîlma xwe tîne. Ji me re dibêje ku mirov dîsa dikarin ji hev hez bikin û naxwaze ku mirov hêviyên xwe ji jiyanê bibirin. Pitik ji bo mirovahiyî nîşaneya baweriyê ye jî di heman demê de û Kurosawa dixwaze mirov baweriya xwe neqedîne û bi dilekî geş li asoyên li pêşiya xwe binêre.
Rashomon; çîrokek herêmî di destê Kurosawa de dibe çîrokek gerdûnî…
Kurosawa bi çîrokek biçûk zimanekî gerdûnî ava kiriye. Tiştê ku vî filmê bi nîrx dike li gor min ev yek e. Bi bûyereka li welatê xwe ji deverên dûr re jî dibe awêne. Ez dizanim ku di gelek çandên netewên din de jî çîrokên bi vî rengî bi hezaran in. Pêwîste mirov weke Kurosawa, bi çavek din û bi nêrînek xurt li derdora xwe birêne û zahf li dûr negere. Ew gav mirov dikare serfiraziyeke navneteweyî bidest bixe û bibe hunermendekî gerdûnî.
Mirov li ber fîlm matmayî dibîne. Mirov nizane wê senaryo çewa bimeşe. Texmînên mirov tev vala derdikevin. Ev jî jîrekî û serweriya Kurosawa ya li ser senaryoyê nîşanî me dide. Heta wê demê fîlmekî bi vî rengî nehatiye kişandin. Pevbestina fîlm li gor wê demê şêwazeka nipînû ye. Çar kes mijarekê vedibêjin ji me re. Ev mijar bi flashback’an ji me re tê pêşkeşkirin. Em carna diçin paş û carna jî tên pêş. Ev vegotin di sînemayê de tiştekî nû ye, nûjene. Fîlm bi awakî kronolojîk nameşe. Kurosawa wê zincîra vegotina klasîk dibire û li hev dilivîne. Li gor mijarê bi wext dilîze û wext parçe dike. Heta wê gavê şêwazên bi vî rengî hema bibêje qet nehatibûn bikaranîn. Kurosawa li du rasteqîniyê tevgeriyabû û tiştên nû afirandibû.
Rashomon li gor wextê xwe fîlmekî pir serkeftî û nû bû. Zimanekî cûda bû…estetîkeka balkêş bû û pêngavek bû li ber hin fîlm û vegotinên din. Lewma jî min xwast qala Rashomon bikim.
Kurosawa tenê ne ji bo sînemaya Japonya, ji bo sînemaya cîhanê jî derhênerekî girîng bû. sînemagerekî pêşeng (avangard) û serkeftî bû. Ew di şerê (1 û 2 yemîn şerê cîhanê yê mezin) mezin bi hevre dîtibû û di rojên xetere de derbas bû bû. Lê dîsa jî hêvî û baweriyên xwe tu car qut nekiribû ji mirovan. Ew êşên welatê xwe û her wiha yên cîhanê jî bi me re parve kir. Nêzîkî 30 fîlm kişand…Mirov dikare bi rojan li ser biaxive û binivisîne. Lê dîsa jî wê kêmasî derkeve holê, lewra Kurosawa weke bahreka bêdawî bû. Min jî xwast bibim keştiyek û di bahra wî de avjeniyekê bikim û xweşikbûna wî vebêjim.
Kurosawa, ji agir û avê bi hevre derbas bû, lewra jî di sînemayê de bû derhênerekî bêhempa…