Ahmed Arîf vê carê bi lîstikek şanoyê li Amedê ye

0
31
REKLAM    

Lîstika “Min ji hestera te qeyd kevn kirin” ku ji helbest û jiyana Ahmed Arîf hatiye honandin yekemîn car li Amedê tê lîstin.

4’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê îsal 14’ê gulanê li Amadê dest pê dike. Di çarçoveya fûarê de hin çalakiyên din jî li dar dikevin. Yek ji wan çalakiyan jî lîstika şanoyê ya bi navê “Min ji hesreta te qeyd kevin kirin” e. Lîstik ji helbest û jiyana Ahmed Arîf hatiye amadekirin. Lîstika ku ji aliyê Tiyatro Kumpanyasi ve hatiye amadekirin par payîzê derketibû ser dikê. Niha lîstik di 15’ê gulanê di çarçoveya fûarê de yekemîn car wê li Amedê bê lîstin.

Helbestvan Ahmed Arîf ê ji Amedê bi pirtûka xwe ya helbestan “Hasretinden Prangalar Eskittim” (Min ji hestera te qeyd kevin kirin) di nav wêjeya tirkî de û li Tirkiyeyê navdar e. Lîstika ku ji aliyê Tiyatro Kumpanyasi ve hatiye amadekirin jî navê xwe ji vê pirtûka Arîf digire. Lîstik wê 15’ê mehê, saet 20.30 de li Şanogeha Bajêr a Amedê bê lîstin. Lîstik bi hevkariya TUYAP û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derdikeve ser dikê û kesên bixwazin bê pere dê wê rojê lê temaşe bikin.

Kemal Kocaturk lîstik lê aniye, derhêneriya wê kiriye û di heman demê de jî lîstikvanê lîstikê ye. Muzîkên lîstikê Sarper Ozsan, dekor û kinc sirri Topraktepe û ronahî jî Metin Çelebi amade kiriye.

Fûara Pirtûkan a Amedê îsal 4’emîn car deriyên xwe li pirtûkhezan vedike. Fûar dê di navbeda 14-19’ê mehê li dar be û di fûarê de wê konferans, gotûbêj, panel, çalakiyên xwendina helbestan jî têde li dor 50 çalakiyên hunerî wê li dar bikevin.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse